Çiya, berf û pez: Di temsîlên kolonyal de kurd, xweza û dîrok

16/07/2023
Eyub Banî (Aiub Bani)

Le Hekarî Demsalek, romaneke nivîskar Ferit Edgü ye, ku wî erk û wezîfeya xwe ya leşkeriyê wekî mamosteyekî li gundê Pirkanisa Hekarîyê kiriye. Nivîskar sala 1964an çûye Hekkariyê, lê sala 1977an ev romana navhatî nivîsiye. Edgü ji bilî Le Hekarî Demsalek, li ser ‘Doğu’yê (Rojilat) berhemên wekî Kimse, Doğu Öyküleri û Yaralı Zamanlar jî nivîsîne. Berhemên Edgü hêj di nav cemaet û cemawerên edebiyata tirkî de qîmetekê dibînin û ji aliyê din ve ji bo temsîl û nasîna pirsgirêkên ‘Doğu’ û însanên ‘Doğu’yê bûne model. Tenê çend rexnegirên kurd bal kêşane ser temsîlên kolonyal ên di van metnên borî de derbas dibin. [1]. Gelo çima ew metn heta salên dawî wekî metnên kolonyal nehatine xwendin û helsengandin? Gava ez li ser vê nivîsarê dixebitîm hevalekî min got: “Em ewqas tune bûn ku gava kesek radibû û behsa me dikir, em pê kêfxweş dibûn. Lê me nepirsî gelo çawa behsa me dikin?” Lê belê îro em hene û awa û şêwazên temsîlkirina me jî ji bo me derdekî serekî ye.

Ferit Edgü û rexnegirên edebiyatê yên wekî Gürsel Aytaç [2] Hekarî û ‘Doğu’ bi temamî wekî cihekî wisa pênase dikin ku nivîskar tênetiya xwe hîs dike û bi têkoşîna li hemberî şert û mercên dijwar yên ku xwe digihîne û dipijîne, û di dawiya rêwîtiya xwe de ‘roşen dibe’ û gihandiye. Gund û bajarên kurdan bi însanên paşverû, nezan, saf û hov wekî labaratûarên kolonyal xizmetê ji bo wan dikin. Ew tên û rêwîtî û perwerdeya xwe temam dikin û nema vedigerin.

Wekî kurd, em jî ji bo ku tesîra wan metnan ya derbarê temsîlên kurdan û welatê wan aşkere bikin, divê di serî de Le Hekarî Demsalek û metnên edebiyata tirkî û temsîlên wan yên kolonyal ji bo xwe bikin labaratûar. Ev nivîsar bila di vê rêya dirêj de pêngavek be. Di vê nivîsarê de ez ê hewl bidim hem xwendina nêz a berhaman bikim hem jî gotar/dîskûr û hevditînên wî analîz bikim. Stratejiyên pênasekirina cografya û însanan û bêdengkirina dîrokê dê di fokûs û navenda xwendina min de bin.

Gelê bajarê ‘Hek.’ û gundê ‘Pir.’ ciyên çawa ne û xelkê wan çi ‘cure’ însan in? Di destpêka romanê de kodên temsîlê alikariyê dikin ku bersiva wan pirsan peyda bikim.  

Edgü, panzdeh şal şûnde rûdine û bîranînên xwe dinivîse:

Hek. Bajarê min…

Nifûs deh hezar

Nîvîyê wê leşker…

Piştî ku ji te veqetiyam

çûm bajarên rastî

ku qet naşibin te.

Bajarên mezin yên şaristanîyê

Li wan bajaran jî bi mirovan re peyivîm

Biyanî, lê zimanê ku ez dizanim.

(Ecêb e, ku tu ji min î, ez ji te me, bi sedan salan em qet fêrî zimanê hev du nebûne.) [3]

Hek. bajarê ‘rastî’ û ‘şaristaniyê’ nîne. Naşibe wan bajaran. Lê çima nîne û naşibe? Çi hatiye serê wî bajarî? Sedemên dîrokî yên dûrbûna ji şaristaniyê hene gelo? Nivîskar çima navê bajêr û gundî rasterast nabêje? 

Hek. Hekarî ye, Pir jî Pirkanis e. Nivîskar serê pêşî dibêje ka li wan deran û di nav wan de çi tune ye: “Rê tune ye, av tune ye, doxtor tune ye”. Baş e, çi heye? Dihejmêre û rêz dike: “Mamoste, leşker, walî, qeymeqam, muxtar hene”. Lê belê qet napirse ka gelo tu têkiliyek di navbera wê reqsa tunebûn û hebûnê de heye yan na.

Derbarê Hek. û gundê Pir de her tişt efsûnî ye; her tişt di bin berfê de ye û li derveyî dîrokê ye. Gelê Hek. “Ew” in. Zimanê wan jî “zimanê wan” e. Navê çend kesan heye wekî Xalit û Zazî. Lê navê zarokan tune ye. Ew însan, zarok, mêr û jin in û di nav xwezayê de însanên rût in. Çima wan însanan û zimanê wan bi navên wan gazî nake?

Louis Athusser, di berhema xwe İdeoloji ve Devletin İdeolojik Aygıtları de behsa giringiya navlêkirinê dike. Dibêje, “Heta ku îqtîdar te bi navê te gazî neke, te wekî kirdeyekî/ê qebûl nake. Îqtîdar bi çi navî gazî te bike, te bi wî navî wekî kirde înşa dike û tu bi wî navî tê qada hebûnê.” [4] Edgü, di romanê de behsa tirk, ecem û suryaniyan dike, wan bi navên wan gazî dike. Gava behsa zimanê suryaniyan dike, dibêje suryankî. Lê carekê be jî nabêje kurd û kurdî.

Sedemên zanîn û nezanînê jî qet nayên pirsîn. Ne wê demê ne jî îro. Ji xwe napirse ka ‘Ez çima zimanê wan zarokan nizanim? Digel ku nizanim, dewletê çima mamosteyek neşand wê derê ku bi zimanê wan dizane. Çima perwerdeya wan zarokan bi zimanê wan nîne?’

Di hevpeyvînên Ferit Edgü de jî ev pirs tu cara nayên pirsyarkirin. Tu kesî jê nepirsiye ka “Çima perwerdeya wan zarokan ne bi zimanê wan bû?” [5]Çima ew mijar ne ji bo Edgü ne jî ji bo edebiyatnasên tirk pirsgirêkek bû? Nebûna rê û doktoran problem bû, lê nebûna mamosteyên kurdî çima ne problem bû? Ev pirsyar derbarê sînorên hûmanîzm û enternasyonalîzma edebiyatnasên tirk de ji me re çi dibêje?

Gelo, li Hekarî û gundê Pirkanisê herî zêde çi Edgü aciz dike û dibe sedema êş û elema wî? Hem roman hem jî hevpeyvînên wî destnîşan dikin ku şert û mercên dijwar ên xwezayê herî zêde wî aciz dikin. Ew xwezaya ku dibe sedema neçariya însanan. Ji ber nebûna doktoran mirina pitikan jî ji ber şert û mercên xwezaya şedîd in. Li serê çiyayekî 2000 metre bilid, di bin berfa rêbir de xwe neçar û tikûtenê hîs dike. Di hevditîneke xwe de dibêje “peyv yên min in, lê wateyên xwe ji xwezaya ‘Doğu’yê girtine [6].

Konsteksta Le Hekarî Demsalek bi vî şiklî gelekî dişibe Robinson Crusoe, ku li hember xwezayê şaristanî ava kiriye. Lê li Hekarî û Pirkanisê dewleteke modern jî heye. Hem Edgü hem jî nivîskar û rexnegirên ku li Hekarî û ‘Doğu’yê dinêrin, dewletê nabînin. Ew bi tenê xwezayê û însanên ku hêj di şerên xwe yên li hemberê xweza de bi ser neketine û însanên ‘nemedenî’ dibînin. Gelek caran hişmendiyeke wisa jî bi wan re tune ye. Mamoste dê alîkariya “wan” bike tevî ku “zimanê wan” nizane.

Di vê temsîlê de, ne hebûn, lê nebûna dewletê pirsgirêkek e û ew nebûn dibe sedema mirinan. Ji ber ku rêyên gundan di bin berfê de mane, doxtor nikarin bên û pitik û zarok ji ber nexweşiyê dimirin. Lê carekê be jî Edgü napirse ka ev dewleta ku bi qasî nîvê nifûsa bajêr leşker şandine; walî, qeymeqam û mamoste şandine çima doktor neşandine. Tu gund û bajar bê walî, bê qeymeqam, bê leşker û bê cendirme hene? Xweza heman xweza ye. Çima ew hene, lê doktor tune ne.

Edgü nebûna doktoran û mirina pitikan dike pirsgirêkeke sereke. Çendîn caran daxwaznameyan dinivîse. Lê belê kesekî ku ji bajêr tê, bo Edgü dibêje: “Li bajêr jî doktorek nîne, dê çawa li serê van çol û çiyayan hebe.”

Edgü hemû pirsên xwe ji xwezayê dipirse. Çiyayên bilind û berfên mayînde du dijminên sereke ne. Sosret e, tu caran li dîrokê nanêre, wekî rewşenbîrekî pirsên xwe ji dîrokê napirse. Sedemên hebûna dewletê û nebûna doktoran di dîrokê de nagere.   

Di sala 1997an de Feridun Andaç di hevpeyvînekê de ji Edgü dipirse, “Kîjan aliyê ‘Doğu’yê tesîr li ser nivîsîna te kiriye? Edgü wisa bersiv dide:

‘Doğu’ bi xwe. Bi zeman û însanên xwe. Çiyayên bilind, şertên dijwar ên xwezayê, ew spîtiya bêdawî, spîbûna berfê ku çavan dibiriqîne. Dûxana qendîlan; gur û kûçikên wê. Her tişt… her tişt… [7]

Di nav ‘her tiştê’ de tenê bi çiya, berf û gur û kûçikên xwe xweza heye ku tesîr li ser nivîsîna wî kirine. Însan û zemanî jî di nav faktoran de dihejmêre, lê nabêje kîjan însan, û zemanekî çawa. Ji bersiva wî eşkere dibe ku ne leşker ne walî ne jî bûrokratên dewletê ku ew sirgûn kirine, di nav ‘Doğu’yê de cih nagirin.

Li Hek. û gundê Pir taybetmendiyên wan însanan çi ne ku hêj jî perçeyekî xwezayê ne û di asta ‘heywanan’ yan jî ‘pêş-însanan’ de dijin?  Di Le Hekarî Demsalekê de çend rengvedanên wê pênasekirinê hene. Pêşî, çanda wan a nivîskî tune ye. Edebiyata wan a nivîskî jî tune ye. Li bajêr tenê kitêbxaneyek heye ku xwediyê wê jî suryanî ye. Xortên bajêr tevî çend merivên navsere êrişî kitêbxaneyê dikin û pirtûkan dişewitînin. Têkiliya kurd û kitêban wisa tê temsîlkirin. Daxilkirina wî sehafê suryanî li romanê jî bi texeyula Edgü ya gelê ‘Doğu’yê temam dibe. Edgü, di sala 2002yan de, di hevpeyvînekê de wiha dibêje:

Min ne kitêbfiroşekî suryanî dît û ne jî nas kir; ne li Hekarîyê ne jî li Stockholmê. Min ew wekî sembolekê destnîşan kir, ku nîşan bide dîrokeke Hekarîyê û çandeke wê heye û ew der ne bajarekê Afrikî ye. Ji bo vê yekê, ji semboleke sahafê baştir tiştek tune ye ez dibêjim, ne wisa? [8]

Ew îtirafek e. Edgü jî pir baş dizane di bin tesîra dîskûra kolonyal de Hekarî wekî bajarekî li Afrîka pênase kiribû. Lê gava bixwaze çand û dîrokekê bide wî bajarî sehafekî suryanî diafirîne da ku çand û dîroka Hekarîyê temsîl bike. Di hevpeyvîneke din de îzehetên bi vî rengî dike û dibêje, “Gava ez li wir bûm li bajêr ne sehafek û ne jî kitêbfiroşek hebû.” Lê qet ji xwe re nake derd û napirse çima tunebû. Ji ber ku ew wî gelê niştecih, wekî xwezayê nezan û nexwenda qebûl dike, lê ev pirs nayê bîra wî. Min di nivîseke din de bal kêşabû li ser wêrankirina kitêbxaneyên kurdan û talankirina kitêban û piştre jî avakirina dîskûra kurdên nezan û nexwenda [9]. Ji ber ku Edgü, li dîroka wêrankirina bajar û jiyana kurdan ya bajarvaniyê û li dîroka avabûna şêweyên desthilatdariyên kurdan nenêriye, ‘nebûna şaristaniya kurdan’ wekî rewşeke xwezayî pênase dike.

Li şûna dîrokê careke din li çiya û keviran dinêre û dibêje, “Nikarim tam îfade bikim, lê bêhna trajediyê ji wan tê.” Min xwest gava behsa şertên jiyaneke prîmîtîv bikim, di heman demê de bêjim ku “dîroka” (di metna orîjînal de ev neynûk heye) wê cografyayê jî heye. Min xwest vê dîrokê jî bi riya sehafekî suryanî temsîl bikim [10]. Lê kurdên bênav û bêdîrok, temsîla xwezayê dikin, sehafekî suryanî jî temsîla dîrok û çanda bajêr dike.         

Li vir, stratejiyeke din heye. Behsa trajediya suryaniyan jî nake. Edgü nabêje ka çi hatiye serê wan. Behsa wê çendê jî nake ka suryanî çima tune ne. Ji ber ku suryanî tune ne, behskirina wan jî ne problem e. Helbet li Hekarîyê gava behsa suryanîyan dike dixwaze dîrokeke din bîne bîra mirovan ku ew “komkujiya nastûriyan ya bi destê Bedirxaniyan” e. Ew stratejî baş nîşan dide ku haya Edgü ji dîrokê heye. Lê belê Edgü, li rûpelên dîrokê nanêre ku desthilatdariyên kurdan bi destê osmaniyan hatine rûxandin û bêyî erz û rizaya kurdan desthilatdarî hatine danîn û fêhma vê desthilatdariyê di dewra komara Tirkiyeyê de kûrtir bûne.

Taybetmendiyên din ên niştecihên gundê Pir ew e ku ji aliyê aqil û îradeyê ve kêm û sist in. Her tim hev du dikujin. Ev tema, di sala 1995an de, di destpêka Doğu Öyküleriyê de jî dubare dibe.

Radyoyê guhdar nakin, nûçe wan eleqedar jî nakin. Ew dimirin û dikujin. Gava dipirsim, Qaşo ku ez serê xwe li keviran bixim. Gava min pirsî hûn çima hev du dikujin, tu kesî fêhm nedikir. [11]

Kurd ji mirin û kuştinên xwe berpirsyar in. Di nav ewqas talan û kuştinan de tenê wan kuştinan dibîne. Çiqas dişibe wan rewşenbîr û siyasetmedarên mêtingerên din, ku di bin siya leşker û çekên xwe yên giran de tenê şerên nav aşîretan dibînin.

Baş e, Edgü xwe çawa dibîne? Mirovekî xwedî mîsyon e. Carinan xwe wekî pêxemberekî dibîne. Carinan ji bo xwendakarên xwe wekî Musa ‘Deh Ferman’an dinivîse, carinan jî xwe wek Nuh, gundê Pir jî wekî keştiya Nuh dibîne. Ji xwe dipirse, “Ez wan xelas bikim, lê ez zimanê wan nizanim. Gelo Nuh bi heywanên xwe re bi kîjan zimanî xeber dida?”

Edgü di sala 2000î di hevpeyvîneke li gel Ayfer Tunçê de, dîsa behsa şert û mercên dijwar ên xwezayê dike ku însanan neçar dihêle û dibêje bûyerên trajîk ku salên paşê qewimîne, encamên wê neçariyê ne [12]. Li vir jî heman stratejiyê teqîp dike. Navê şer û pevçûnan nabêje û wekî bûyerên trajîk pênase dike. Lê divê bê pirsîn: Ger ew neçarî tenê encamên şert û mercên xwezaya dijwar be, ji ber kîjan sedeman bûyerên salên paşê wekî bûyerên trajîk pênase dike? Şerê li hemberî xwezayê çima trajîk be. Gelo doktor, mekteb û rê neçûne li wan deran. Ger wisa be wan însanan li hemberî kî yan çi û bi çi armanc û hişmendiyê serî hildane?

Edgü gava ku li niştecihên Hekarîyê û li kevir û zinaran dinêre trajediya kurdan qet nayê bîra wî. Ne bajarên hatî wêrankirin ne gundên hatî şewitandin, ne însanên hatî gullebarankirin û ne jî zimanên hatine qedexekirin. Gava dîroka kolonyalîzmê li derveyî dîrokê dihêle, têkoşîna li hember wê jî li derveyî dîrok dimîne. Ji gotinên wê eşkere dibe ku ew ji netemambûna wê modernîzma kolonyal bêzar û neçar e. Ji ber wê hebûna dewletê ji bo wî qet ne problem e. Di destpêka romanê de, gava ji bajêr diçe gund, cendirme alîkariya wî dikin. Silavê li wan dike û dibêje, ‘Spas, birayên cendirme’. Gava diçe gund, dest bi mektebê dike, dibêje, ‘Me Marşa xwe ya İstiklalê xwend’ û dest bi dersê dike. Di dawiyê romanê de mufetiş tê dersê û Edgüyê pîroz dike û dibêje, “Te wezîfeya xwe aniye cih, mekteb vekirî maye û xwendekar hînî zimanê te bûne.” Her çiqas Edgü gotibe ez jî hînî zimanê wan bûme, mufetiş guh nadeyê. Ji ber ku Edgü bi wê zanînê ji bo peşketina zimanê wan tiştek nake û dê neke, mufetiş jî dizane ku hukmê wê zanînê tune ye. Gava dewlet destûrê dide ku Edgüyê mamoste dikare ji bajar vegere, xwendekar li mektebê ala tirkan bilind dikin û mamosteyên xwe bi rê dikin.

Gava panzdeh sal şûnde bîranînên xwe li ‘bajarên şaristaniyê’ dinivîse, Hekarîyê wiha yad dike:

Erebeyên reng bi reng cûr bi cûr ku di reyên asfalt de

Bi lez, di demjimêrekê de sed û bîst kîlometreyan diherikîn.

Lê dema min lê dinêrî min miyên ku ji çiyayan dadiketine mêrgan didîtin.

Û bêhna ku qirka min dişewitand

Ne bêhna benzînê bû, bêhna miyan[13].

Çawa kesekî wekî Ferit Edgü kurdan bi tenê bi pez û miyan û berf û baranan bi bîr tîne? Ew Edgüyê ku beriya çûna Hekarîyê, li Parîsê xwendekar bûye, şahidiya Şerê Cezayirê kiriye, pesnê rewşenbîrên Fransî daye ku piştgirî dane gelê Cezayirê; di navbera salên 1968-1972an de di bin banê TÎPê de xebitiye, ku wan salan kurdan tevî TÎPê mîtîngên rojhilatê (Doğu Mitingleri) li dar dixistin, di bin banê komeleyan de ji bo mafên xwe yên çandî û siyasî têkoşiyaye? Çawa?

Çavkanî:

[1] Selim Temo di gotara xwe ya Romanek û Fîlmê Xwe: Vegotin, Dîtin, Temsîlê de çend ji wan stratejiyên temsîlê di çarçoveya xebata Oryantalîzma [Rojhilatnasî] Edward Said de analîz dike. Yek ji wan jî navlêkirina zimanî ye, bnr. Selîm Temo, Romanek û Fîlmê Xwe: Vegotin, Temsîl, Dîtin, Mukaddime, (4), 2011.

[2] Gürsel Aytaç, “O. Hakkaride Bir Mevsim“, Çağdaş Türk Romanları Üzerine İncelemeler, 1990, r. 231-254.

[3] Ferît Edgü, Le Hekarî Demsalek, Wergera ji Tirkî: Nejdet Kaya, Cervantes, 2020, r. 8-9.

[4] LouisAlthusser, İdeoloji ve Devletin İdeolojik Aygıtları, İthaki, 2019, r. 77-90.

[5] Ferit Edgü, Sözlü/Yazılı- Söyleşi/Deneme, YKY, 2016.

[6] hbr., r. 67.

[7] hbr., r. 61.

[8] hbr., r. 92.

[9] Serdar Şengül, “Dewlemendiyên Me yên Wenda

[10] Edgü, Sözlü/Yazılı, r. 145.

[11] Ferit Edgü, “Doğu Öyküleri”, Leş/Toplu Öyküler, 2010, r. 159-160.

[12] Edgü, Sözlü/Yazılı, r. 67.
[13]
Edgü, Le Hekarî Demsalek, r. 9.

Bi Ingilîzî bixwîne


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Serdar Şengül

Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.

Te ev dîtıne?

Tirs

‘‘Barê me welat bû, rêça me dûr bû’’ û carna hêdî carna

Notên Hefteyê: Here here hindî tu çûyî!

I. Befr/Berf Vê hefteya borî befir/berfa ewil ya demsalê barî şikir. Dibejin

Romana Kurdî û Rexne-2- : Bextîyar Elî, Cemşîd Xan û Supermenê Kurdan

“Miheqeq yekî/ê îftîra avetibû stûyê Josef K. herçiqas tiştekî xirab nekiribe jî,