Li welatê Bolîvyayê yê Amerîkaya Başûr cureyekî nû yê masî yê hat keşfkirin ku dikare bi saetan li derveyî avê bimîne û bêhn bigre.
Ev cûreyê masîya nû ji hêla lêkolîner Heinz Arno Drawertî ve hatiye keşifkirin.
Tê gotin ku ev masî dema dixwaze ji avê derdikeve û bi seatan dikarê li derveyî avê bimîne.
Lêkolîner Drawerê ku bi salan e li ser cureyên masîyan lêkolînan dike dibêje: “Ev masiyê xerîb bi qasî pênc santîmetreyan dirêj e. Laşê wê kesk û gewr e û li ser laşê wê nexşên rengîn hene.
Lêkolîner Drawert destnîşan kir di nava 20-30 salên dawî da beşek mezin ya ji jîngeha van masîyan tune bûye got; “Divê cureyên masîyên ku nû hatine dîtin bên parastin.”