Çîroka Çav û Nihêrînê

Dîtin bi xwe zehf balkêş e û nihêrîn jî tiştekî wisa ye ku her şexsiyet bi wê yekane ye. Wekî hinek awirên seyr û tesîrdar hene, çi mirov û çi heywan. Her wisa ew çav û dîdevanî caran efsûneke kêmpeyda ye. Mîna çavekî Xwedayî yan esmanî, bi tîrên ku nayêne dîtin dilan dihingivînin. Dîsa jî çavên din û çavên hundirîn jî hene ku zemanê wan jî ne zemanê li derva ye. Loma jî çîrokên çavan piranî nayêne dîtin û xwendin.

***

Vê êvarê gerdûn hûrxaş bû nişkê va

Li zanga ku korsanan agir berdayê

Min nihêrî li ser behrê bi şewq dişixule

Ew çavên Elsayê çavên wê Elsayê

Louis Aragon, Çavên Elsayê [1]

Pirs zehf tişt in, lê ev pirsa hanê nakeve qada biyolojiyê, zêdetir wekî lêgerîneke subjektîv e belkî. Gelo sînorê însan û heywantiyê çî ye?Helbet bersiveke sarîh a vê pirsê tune!

Di çîrokeke Thomas Bernhard da “kesek bi hevalê xwe yê profesorê teolojiyê va tevayî diçine baxçeyê heywanan û ew profesorê hevalê wî bi xwe ra hinek xwarin dike cêva xwe tîne, paşê dide meymûnan. Nişkê va meymûn ew xwarinên li erdê bela wela, top dikin dirêjî wana dikin, ew her du di cî da şaş û metel dimînin û xofek dikeve dilê wan û zûtirê wê derê terk dikin û diçin.” [2]

Çend sal berê di rojnameyeke înternetî da xeberek hebû ku digot; merivekî ji ber ku seyê wî “ecêb ecêb lê dinihêrî” xwestiye seyê xwe yan bifiroşe yan jî qe nebe biavêje. Resmê sê jî di rojnameyê da hebû ku mînanî çavê merivekî, ecêb dinihêrî. Heta di spîka çavên sê da helqeyeke spî û peşkên xwînî jî hebûn, di awirên sê da wateyeke nediyar hebû. Însan wekî hevfehm be, xweyê sê jî fehm dikir ku wisa bi merivan dihat çavên sê ew ji setiyê derxistibû!

Di wê çîroka Bernhard da, belkî tirsa wî profesorê teolojiyê jî ew qalibê hînbûyî yanî derketina ji meymûntiyê bû, helbet meriv nizane, lê tişt hene axirî ji sînorên heyî der in.

Qey însan ji sînorê xwe û yê “heywantî”yê ditirse? Lê dibe ku însan di wê tirsê da xuşûşeyên ehmeqane jî ji xwe ra çêdike. Belkî sînor û deverên tarî di nava xwezaya însên bi xwe da hebin. Lê her çawa be, çav bi xwe wekî sînor û wateya tiştan, mîna bîreke seyr ku tu car binê wê dera bi xumam nayê xuyan.

Tarîxa çav yan jî serboriya dîtin û nihêrînê, bi qasî tarîxa dîn û ayînan kevn e. Her dem tiştekî raz û bi efsûn li pişt şûşeya awiran hebûye. Di mîtolojiyê da efsaneya Medûsayê der barê nezerê da yanî çav da ne ku berî Medûsa were lanetkirin û porê wê bibe mar, ew keçeke bedew bûye. Tenê neynikek heye ku bi wê li Medûsayê dinihêre Perseûsê xwedawend, ku paşê yê ew bikuşta. Neynik wekî metafor pirr balkêş e lê belê neynik yanî ew sûretê li derva her tim ji rastiya li pişt perdeyê ra sadiq jî nabe.

Berê va bi qasî xweşikî, efsûnî û watedarbûna çav û awiran, wekî wê tirs û bêyomiya çavan jî xof kiriye dilê însan. Bi qasî ku şa’ir û dengbêjan pesn û stayîşa çavên yaran dane, lê çavên din jî hebûne bi efsûn û sêhr. Nezerkirin yanî tesîreke efsûnî û sêhrî ya di nihêrandinê da, di kultura me ya qedîm da jî her hebûye. Wekî gotine; çavên wî/ê keviran belav dike, ew qîzika bedew nezerî bû, kurik çavînî bûye, ev belaya çavan e… Ji bo ew çavên ku nezer dikirin û bedewî dixişiband, moriya nezerê jî çavek e, belkî wekî ku enerjiya çavên bêyom hildide û bêbandor dike. Tarîxa nezerê ta afirînê diçe. Çavên din û yên şeytanî ku hinek kes dema ji belayekî direvin tûyê çavên şeytîn dikin.

***

Di çîrokeke Edgar Allan Poe da, ya bi navê Dilê Bi Xuşûş (The Tell-Tale Heart) behsa çavên kalekî dike. Ew çavên ecêb, belkî hinekî sût in, mîna şûşeyeke hêşînê vekirî, xuşûşa wî kesî ya natebat diqilqiland, wisa dikir ku tirs vegêrr qepence bike. Û wê tirsa awiran ew rakêş dikir ku di bîra kûr a wan çavên sût da bikeve û wî bikuje, lê dîsa jî ji tesîra wan awiran xilas nabe. Di wê çîroka Poe da waha tê behs kirin: “Bi raya min sedem ew çavên wî bûn! Erê sedem ev bû! Çavekî wî mîna yên sîsarkan bû—hêşînekî rengavîtî, wekî tovila pîvazê tiştek şefaf li ser be. Çavine yek ji wan balindeyên sawnak ku gava ajalek dikeve hişk dibe wana radiçavînin, bendê dikevin, û paşê dikevine ser ew kelaxê mirî û laşê wana pirtî pirtî qut dikin, dixwin. Wexta ew pîremêr li min dinihêre bi wan çavên xwe yên sîsarkî hesteke sar li min radibe, giranî tê dikeve ser min; heta xwîna min li min diçike, diqerise. Û lewma jî dawiyê da min biryar girt divê min ew pîremêr bikuşta û bo heta hetayê palik li wan çavan daxista, xwe ji wî çavî xelas bikira!”[3] Di wê çîrokê da, his û hêzeke hundirîn dike ku ew wî kesî bifetisîne. Di dêst da fanosek dikeve odeya razanê ya wî pîremêrî, piçek ronahî dike ser wî çavî, tam wê kêliyê, wekî metafor, di odeyeke tarî da çavekî sût î mîna behreke hêşîn tê dîtin. Ew ode û tarîtî wisa ye wekî ku ciyê ruhê însên be û di bin siyê da mabe. Wekî Carl Jung dibêje: “Zanîna tarîtiya we bi xwe rêbaza çêtirîn e ji bo fehmkirina tarîtiya mirovên din.” Poe di çav da li tariyê digere, ne ronahiyê, lê belkî li tarîtiya di xwe da.

Di çîrokeke Poe ya din da jî, teswîra xwezaya mirov dike ya ku di tariya hundirîn da maye. Kurteçîroka bi navê Pişîka Reş (The Black Cat) dîsa behsa şiklê awirên pişîkekî dike, ê bi navê Pluto ku heta tê çavekî pişîkê derdixe, lê dîsa ew çavê ku îcar dişibe devê bîreke tarî, tesîreke hestên girîft li vegêrê çîrokê radike. Hestên ku wekî kok û arketîp tesîrê li ser mirov dikin ku xirabî û bedkarî ji wan tê. Poe wê hesta xirab wekî ruhekî xirab (the spirit of perverseness)bi nav dike. Yanî ew xirabî tiştek e ku jirêderketî ye û di dilê yê dinihêre da ye. Di heman çîrokê da derbas dibe: “Ez ew bedkarî me yek ji tîrên (impulse) binyadî yên dilê însên —yek ji şiyan yan hestên bingehîn yên nebeşbar, ya ku îstiqametê dide karakterê Mirov.” [4] Bi van gotinên Poe çîroka çav xwe berdide rehên kûr yên di bîra hebûnê da. Paşê pişîkê darda dike û dikuje û pey ra agir jî bi malê dikeve. Lê wekî qerepere pişîk tê ber çavên wî û êdî li ber çavên xwe pişîkê dibîne û heta ew dixwaze wê pişîka xeyalî bikirre ji xwediyê malê, lê wî kesî ew pişîk qet nedîtiye!

Poe bi vê nihêrînê, li peravê deryaya tarî ya di hundirê mirov da digere.

***

Însan wekî sîma, rûyekî wî/ê heye ku bi wê di nîgaşa me da cî digire tevî ku însan ji sûretê xwe kûrtir û heta cudatir tişt e. Lê çav bi xwe di wî rûyî da wekî neynika ruh der barê derûnî û kûrahiya mirov da wateyên li ser rû û çav dide derva. Çavên xembar, çavên bêhêvî, çavên nefretê yan tirsê, her wisa çavên eşqê, bi hezaran sûretên hizr û ruhê însên di çav da didine der. Lê tu car neynika çav yekqirar nîne, mîna ku ewr rûyê tavê bigire, carna hestên tarî li ruh û derûna însan dikine sî û tarî. Car heye seqaya ruh mîna serdemeke dirêj dikeve bin tesîra ewrên tîr ku çavên xembar dibine awêneya rûyê mirov. Li gel çavên ku dibînin, her wisa çavên ku nabînin yanî kor û nabîna, hê zêdetir bûne babet. Korbûn ne tarîtî ye, bere’ks, wê bîr û dinyaya nixumandî ya mirovan jî nîşan dide. Mînaka korbûna Helen Kellerê jî pirr balkêş e ku wê ji dinyaya xwe ya girtî ronahî peyda dikir. Lê korbûna Borges, piştî emrekî be jî, şopên wê korbûnê li ser nivîsa wî hene, risteyekî da wekî xet û xêz şêlû bibin behs dikir. James Woodall di pêşgotina kitêbeke Borges da dibêje: “Ji bo Borges korbûn mertalek bû. Li pişt wî mertalî, şiya kesayetiyekî pêş bixe ya ku dinya bi hewes lê digere. Hafizeya wî ya ecêb – sîleha wî ya ku bi korbûnê ra serevderiyê bike– û mehremiyeta wî, zêde ji guherînê bandor nedigirt.”[5]

***

Georges Bataille di romana bi navê Çîroka Çav (Historie de I’oeil)da dikeve nava temasên dijber (antithetic) û trajîk ên bedena mirov û livandinên seksuel, mêlên erotîk ên jirêderketî ku heta çav tê derxistin û korbûn û dîtinên din dibine babet. Der barê dîtin û mustehcentiyê û heywantiyê û zewqa bedenî da tiştan rave dike. “Ji hêla yên din va gerdûn wekî durist tê dîtin. Gerdûna ku bi însanên durist va, ji ber ku çavên wan hatine kor kirin, durist tê dîtin; ji ber wê ev însanan ji mustehcentiyê ditirsin.” [6] Roman bi beşa bi navê Çavê Pişîkê dest pê dike ku Bataille dikeve nava behs û kompleksên wekî kozmozê kevn û sehneyên dramatîk ku êdî sînorên merivtiyê tevlihev dibin. Di heman romanê da ew rewşa mestehcen wekî halekî heywantiyê tê behs kirin, ku ew jî daxil dibe ji bo qismekî rewşa însên. Hêzeke hebûnê ya tarî ku însan li sînorên lawaz dixe, lê zehmet e ku wê tariyê bikî tiştekî afirîner, lewra ew hêz dibe şîdet jî û paşê valahiyeke bêwate dihêle. Lê wekî Bataille jî behs dike, hinek bîranîn û tecrubeyên erjeng di tariyê da dimeyin û paşê wekî siyekî dikevine nava jiyana mirov.

Li gel wan çavên ku derûnên kaotîk, raz û sirrên ecêb vedişêrin, mîna kozmozeke ku dê çi vebizên nediyar e, meriva dikine nava bê-hêviyeke xedar. Dîsa jî di nava tariyê da tûj dibe bînahî. Ew tariya hundirîn ku însan ji xwezayeke hevpar zaye.

***

Çi dibe bira bibe însan bi çavên yên din xwe dibîne, di çavên yên din da xwe peyda dike yan winda dike. Dîtin bi xwe him ontolojîk û him jî kulturî ye her wisa tecrubeya derûnî. Têkilî û temasa bi yên din/dîtir (other/autre) ra şiklê dîtina me çêdike. Însan bi çavên yên din li xwe dinihêre, her wisa çavên yên din çavên yên din e ku însan ji hev zane. Piştî ku mirov di neynika din da xwe dibîne belkî xwe peyda dike û êdî dikare wekî xwe be. Lê ew peydakirin ne wekî sûretekî, belkî mîna tişta ku lê tune ye.  Tişta valahî ku nîşaneya hebûnê be, wekî valahiya ku peykerekî temam dike. Yê din der barê wî tiştî da ne ku tu ew nînî. Emmanuel Levinasder heqê ya dîtir/other da dibêje: “Pêwendiya bi yê din ra, tunebûna yê din e; tunebûneke saf û besît na, tunebûna saf a hîçtiyê na, tunebûna di asoya siberojê da, tunebûneke ku zeman e.”[7]Di qal û behsên wî yên pirr kûr da peyda kirina dîtir herhal ne pêkan e, lê dîsa jî wekî birq be jî însan xwe di temasa çavên yên din da belkî di nava wê brûskê da, sîluetekî şikbar peyda dike!

***

Lê her çi der û sînorên din hebin jî, tişta der barê derûna însên da ku mirov dibîne ya ecêb çav in. Her wisa çav belkî baştir wergêr e ku jan û êş, yan jî şênbûn û ya dilê meriva tîne ziman bêyî ku peyv bibine perde. Helbet çav di ristina (texture) wateyê da di nava rûyê mirov da ciyê herî kûr digire. Her wisa bêyî bedewî û ziştî bibe babet, rûyê însan di nava xwe da hevagengîya xwe heye ku deformasyon, yanî tişta nexwezayî, zû lê diyar dibe. Lê çav beriya her tiştî neynika pêlên kûr ên derûnê ye. Ku çav bêne xwendin ew zimanekî hevbeş ên mirovan û heta yên ajalan e. Ji ber vê yekê zimanê mirovan car heye asteng û bariyer e ji bo mebesta dilî. Ji bo evîndaran çav rêya gotina navdilî ye. Loma ji bo hestên gerdûnî; evîn, êş, dilovanî, tirs yan nefretê, zimanê çav bes e. Û çav bi wê wateya xwe di bîra me da mîna birq, mîna xeteke zindî ciyê xwe digire.

Dîtin bi xwe zehf balkêş e û nihêrîn jî tiştekî wisa ye ku her şexsiyet bi wê yekane (unique) ye. Wekî hinek awirên seyr û tesîrdar hene, çi mirov û çi heywan. Her wisa ew çav û dîdevanî caran efsûneke kêmpeyda ye. Mîna çavekî Xwedayî yan esmanî, bi tîrên ku nayêne dîtin dilan dihingivînin. Dîsa jî çavên din û çavên hundirîn jî hene ku zemanê wan jî ne zemanê li derva ye. Loma jî çîrokên çavan piranî nayêne dîtin û xwendin.

Ji bo evînê, ku rewşa evînê naziktrîn û tazîtirînê hebûnê ye, mîna sînorê zirav yê jîn û mirinê ye ku dil li hemberî wan çavan li benda çarenivîsa xwe ya hebûnî dimîne. Di behra çav da hezaran hezar peyvên mîna masî tên û diçin ku lêva wî/wê yekî ji wan bijibêre, bigire û bibêje ku ewa yan tehl e yan jî şirîn. Çav di çavan da wekî keştiya bê qiblenuma winda dibe û car heye lê ye bixeniqe. Wekî Aragon dibêje:

Çavên te ewqas kûr in ku xwar dibî jê vexwî

Di wan da min dîtin hemû neynikên tavê

Hemû giyanên bêhêvî ji ser pîyê geliyê mirinê tê wer bûn

Çavên te wisa kûr in bîra min li wir winda bû [8]

Çavkanî:

[1] Louis Aragon, Elsa’nın Gözleri (Çavên Elsayê, Les Yeux d’Elsa), Werger: Hüseyin Demirhan, Weşanên Islık, 2018.

[2] Thomas Bernhard, Ses Taklitçisi (Teqlîdkerê Deng, Der Stimmenimitator), r. 29. Werger: Sezer Duru, Weşanên Yapı Kredi, 2022.

[3] Edgar Allan Poe, Dilê Bi Xuşûş (The Tell-Tale Heart). Wergera vê pasajê: Rizgar Elegez.

[4] Edgar Allan Poe, Pişîka Reş (The Black Cat).Wergera vê pasajê: Rizgar Elegez.

[5] Jorge Luis Borges, Şifre (Şîfre, La cifra), r. 39. Werger: Yıldız Ersoy Canpolat, Weşanên İletişim, 2017.

[6] Georges Bataille, Gözün Öyküsü (Çîroka Çav, Historie de I’oeil), r. 44. Werger: Yaşar Avunç, Weşanên Sel, 2019.

[7] Emmanuel Levinas, Zaman ve Başka (Zeman û Yê Din, Le Temps Et L’Autre),r.102. Weşanên Fol, 2021.

[8] Wergera van risteyan: Rizgar Elegez

https://steemit.com/poetry/@godflesh/poem-of-the-day-lui-aragon-elsas-eyes

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir