Xeyala te ji bo Kurdan çi ye?
Xeyala min a ji bo Kurdan ew e ku êdî em Kurd jî di vê dinya derewîn de xwedan statû bin. Welatê me bi navê xwe bê zanîn. Zimanê me, fikrên me neyên qedexekirin. Kurd ji ber ku vê dixwazin neyên girtin, darizandin û kuştin. Ev daxwaza Kurdan a herî rewa ye, tu dijberiyê nahewîne. Hemû gel û bawerî dewlemendiya mîrateya mirovahiyê ne. Kurd jî bi ax û çand û zimanê xwe rengekî herî qedîm in.
Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgîniyek te heye?
Ez ê ji bilî bernameya “Çîrokbêj” dest bi bernameya bi navê “Bîr” bikim. Di vê bernameyê de em ê çîrokên mirovan ji devê wan bibihîzin. Dîsa, ger ku derfetên aborî çêbin, di sala 2024an de dil heme, du pirtûkan biweşînim. Yek ya çîrokan e ya din jî portreyên navdarên me ne.
Heyraniya te ji bo kîjan şexsiyet/an heye, çima?
Ez heyranê Celadet Bedirxan im; mezinên me digotin bêhna hebûnê jî ya tunebûnê jî çil salî dernayê. Celadet Bedirxan di şert û mercên herî xirab de jî “an rêyekê dibîne an jî rêyekê vedike.” Tim di xizmeta dew û doza welatê xwe de ye, geh bi Xoybûnê geh jî bi Hawarê. Heyranê Heciyê Cindî me; di deh saliya xwe de bê dê û bê bav dimîne, di sêwîxaneyê de mezin dibe, gund bi gund digere û bi hezaran çîrok, metelok û stranan berhev dike. Heyranê Tifegulê me, dema ku Serdar Ewez Xanê hevjînê wê tê kuştin, tivinga wî hildigire û çiyayên Xorasanê pênc salan fermanê dixwîne…
Heke mumkun bûya te dixwest çi şiyanên te hebin û ji bo çi bikar bînî?
Ger ku derfet çêbin, dixwezim li bajarekî me (Amed, Wan, Qers) “Çîrokxaneyekê/ Muzexaneyekê” vekim. Li wir çîrokan bêjim û ji her çîrokeke yek, du tiştan/ mayîndeyan nîşan bidim. Mînak, Nelekî hespan yê ku min di nav kavilê avahiyên Sêyîd Riza de dît an jî xençera Felakettîn Kakayî…