Mehmet Gül: Seyîd Riza ji Mustafa Kemal bawer nekir

  • 23/11/2023
Mehmet Gül: Seyîd Riza ji Mustafa Kemal bawer nekir
Qesîm Etmanekî Fotoğrafı

Li navenda weqfa Kürt-Kava Beyoğlu ya Stenbolê panelek derbarê dardekirina Pîr Seyîd Riza û rêhevalên wî de hat organîzekirin.

Panel bi ser navê “Me Ji bîr nekir! Seyîd Riza Dijîn” saet 14:00an de dest pê kir û bi hejmareke qelebalix a beşdaran bi rê ve çû.

Di panelê de herdu welatiyên Dêrsimî civaknas Kazım Arık û siyasetmedar Mehmet Gül li ser sedem û encamên Terteleya Dêrsimê axivîn.

Di destpêka çalakiyê de civaknas Kazım Arık ji beşdarên panelê re, kurtedîroka bûyerên ku wek Terteleya Dêrsimê tê zanîn, bi paşxaneyeke berfireh girîzgaheke pêşkêş kir.

Kazım Arık

Li Dêrsim 105 xalên qetlîamê hene

Civaknas Arık destnîşan kir ku di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê û şûndetir de, tê gotin ku kurdan serî li hemberî dewletê rakiriye, li gor Arık ev yek ne rast e û wî ev îdîaya xwe wisa îfade kir.

“Di dîroka Komara Tirkiyeyê de tê gotin 25 car serhildana Kurdan çêbûye. A rast serhildana Kurdan tune bû, berxwedana wan helbet hebûye, li hemberî bertekan refleksa wan hebûye, ji ber ku ew jî zindî ne. Dewletê dixwest kurdan wekî xwe bike, wan bike tirk, lê kurda jî ev yek red dikirin, digotin ji zayîna me ve ziman, kultur û nijadeke me ya cuda heye, nabe ku em bibin mîna we. Em çima bibin wek hev? Rast e, em hêj jî niqaşa vê yekê dikin, ka em dikarin li vî welatî bi hev re bijîn? Lê çima em bibin wekî te, çima em bibin tirk? Ez jî wek xwe bim, em wisa bibin bira.”

Di berdewama axaftina xwe de civaknas Arık behsa hejmara qurbaniyên Terteleya Dêrsimê kir û danayên fermî yê dewleta tirk û ên lêkolînên xwe miqayese kir. Arık wisa destnîşan kir “Di arşîvên dewletê de hejmarên tekez hene, Erdoğan (wê demê serokwezîrê Tirkiyê bû) jî sala 2009an ev hejmar belav kirin. Dewlet dibêje ku 13.180 kes hatine kuştin. Li Tirkiyeyê yekem car serokwezîrekî got, dewletê li ciheke ku serhildan çênebûye qetliam kiriye û ger hewce be lêborîn bê xwestin divê ev yek bê kirin. Ev yek pêngaveke gelekî giring bû.”

“Li gor tesbîtên me 20 hezar kes hatine kuştin. Li Dêrsimê 105 xalên qetlîamê hene, ên ku meraq dikin dikarin pirtûka Cemal Taş û Nilüfer Saltık a bi navê Tertele binêrin. Li 105 xalan binêrin, hemû navên wan hene, yên ku meraq dikin, di wê berhemê de dikarin bibînin. Di van xalan de, li gorî tesbîtên me li dora 20 hezar kes, ne ku li gor wan kesên ku dibêjin 40-50 hezar kes, a giring ji xwe ne hejmar in, ya mihîm awayî hereketê ye, qetlîam e, tertele ye. Ev rastî jî jenosayd e. Herwiha 20 hezar kes jî hatine nefîkirin. Li gor arşîvên dewletê 99 leşker û serbazekî wan mirine.”

Civîna Mustafa Kemal û Seyîd Riza

Siyasetmedar Mehmet Gül di destpêka axaftina xwe de, li ser avabûna salên dewleta Tirkiyeyê rawestiya û da zanîn ku plana dawî ya dewletê ji helqeya hereketa Dêrsimê pêk hat û encama vê jî projeya Komara Tirk dirûst bû.

Mehmet Gül

Siyasetmedar Gül di berdewama panelê de li ser gotinên Seyîd Riza (Ez li hemberî hîle û derewên we bi ser neketim, ev ji min re bû derd, lê belê min jî serê xwe li ber we netewand, bila ew jî ji we re bibe derd.) hûr bû û di derbarê paşxaneya van gotinan de, agahiyên nû ji beşdaran re parve kir. Gül rastiya bûyerê wisa destnîşan kir: “Mustafa Kemal wê şevê diçe li wir, gazî Seyîd Riza dike. Behsa jîpê tê kirin, di serê Seyîd Riza de fotr tune bûye, fotr danîne serê wî. Ji xwe ew rismê wî yê bi fotr jî wê rojê hatiye kişandin. Ew diçe bi Mustafa Kemal re dicive, teklîfa Mustafa Kemal mîna ya Abdo Axa ye, dibêje; li Xarpêtê tu çiqas ax, mal û milk bixwazî em bidin te, tu were li vir bicih be, em tenê vê yekê ji te daxwaz dikin ku tu bibêjî ez tirk im. Yanî em hemû tirk in ev welat yê me ye. Seyîd Riza ji Mustafa Kemal re dibêje; ‘Bû derd û kul ma di nava min de ku min nekarî serederiyê bi derewên te re bikim, lê bila ji te re bibe derd ku ez dê ji bo jiyanekê serî li ber te netewînim.”

“Baş e, çima Seyîd Riza dibêje,‘min nekarî serederiyê bi derewên te re bikim’? Di wir de çîrokeke din a bûyerê derdikeve holê. Pêşî ku li Dêrsimê hereketeke qetlîamê çêbibe ji Seyîd Riza hin tiştan dixwazin. ‘Temam tirk û kurd bira ne, em ê bihêlin hûn li vir çawa dixwazin bijîn, lêbelê pêşî divê di herba Ûris de wan çekên ku we bidest xistine bidin me, hûn dê êdî çi bikin wan, ji xwe dijmin filan nemane.’ Seyîd Riza bi vê yekê bawer dike, çekan radestî dewletê dike. Piştre hin şexsiyetên ku dikarin xeteriyeke ji bo dewletê çêbikin di navbeyna salên 1925-30î de nefî dikin. Vana li Saray, Trabzon, Uşak, İznik û bo hin dewrên dî re parçe parçe dişînin. Û wek hemleya dawî jî dewlet kesên ku neçûne leşkeriyê ji Seyîd Riza daxwaz dike ku wana radest bike. Seyîd Riza vê jî dike. Piştî ku li holê tiştekê ku bê kirin namîne, dewlet êriş dike. Ew gotina navdar ya ‘min nekarî serederiyê bi derewên te re bikim’, di paşxaneya wê de, hemû daxwazên dewletê anîne cih jî, lê encam neguheriye û di wê noqteyê de Seyîd Riza vê yekê fêm dike, gotinên ku ew dibêjin bîne cih jî wê tiştek neyê guhertin.”

“Wê şeva civînê dora sibehê Seyîd Riza û hevalên wî, li gor daxuyaniyên İhsan Sabri Çağlayangil -ku wê raber kiribû- ne hiqûq ne adalet û ne jî tişeteke din, tenê darizandineke wekî seremoniyekê qetlîam çêdibe, hemû bi awayekî hovane hatin dardekirin.”

Siyasetmedar Mehmet Gül “Em wekî duhî, îro jî hêj li hemberî dewleta Komarê ya Tirkiyeyê mafên xwe, di wexteke ku em dixwazin de taleb bikin û di wextekî ku em dixwazin de têbikoşin; pêwendiyen navdewletî û têkiliyên me yê bi welatan re wisa xuya dike hêj ne di asteke baş de ye, tevgera me ya netewî kamil nebûye. Ger em hay ji vê yekê hebin, qe nebe di bûyerên li pêşî me de, ez difikirim ku em ê zêdetir bi baldarî tevbigerin.”

Şîrove*

%d