Li Stenbolê wê Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimoyî vebe. Cihê dibistanê li Taxa Elmadagê ya Şîşliyê ye û di 28ê Çiriya Paşiyê de piştî bernameyeke taybet, wê dibistan dest bi kar û xebatan bike.
Bernameya navborî wê li Navenda Çandê ya Kozyatagi ya Kadikoyê pêk bê. Berhevkar û çîrokbêj Ayhan Erkmen wê di bernameyê de behsa girîngiya Egîdê Cimoyî bike. Her weha bi rêya sînevîzyonekê wê peyamên kesên Egîdo Cimoyî nas dikirin, bên nîşandan. Di dawiya bernameyê de jî wê JinMa konserekê bide.
Li Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimoyî wê dersên muzîkê bi rengekî sistematik bên dayîn. Li gel dersên teoriya muzîkê, her weha dersên derbarê muzîka klasîk a kurdî, dengbêjî û amûran de jî wê hebin.
Kesên di karên xwe profesyonel wê dersan bidin û her weha wê hunermend û pisporên muzîkê atolyeyan li vir li dar bixin.
Bo berdewamîya nivîsa bianetê bitikîne.