Di destê me de hin delîl û belge hene ku ew dibin wesîle fikirên hîn beraqiltir bi me re çêbin. Mesela peyva spasê hem di pewlehî de hem jî di farisî de bi awayên sêpas û sêpasguzar hene, ev yek. Ya duyem di edebiyata me ya klasîk de û zimanê me yê nivîskî de ev peyv hatiye bikaranîn.
***
Carinan mirov mecbûr dimîne ku li ser heman mijarê careke din binivîse. Mesela min berê jî li ser peyva “spas” û “şabaş”ê çend caran nivîsîbû û ramanên xwe aşkera kiribûn. Di vê nivîsarê de îcar dabaş dê bi tenê peyva “spas”ê be ku hema bibêje ez dê qet bi etîmolojiya wê eleqeyê nekim.
Di medyaya civakî bi xwe de jî ev mijara spasê tim tê rojevê û der heqê wê de angaşt û rîwayetên cur bi cur tên gotin û vegotin. Ev angaşt ango îdîayên hanê bi piranî li ser esilê wê ne ku xwedêgiravî ew ji zimanê rûsî hatiye ketiye nav zimanê kurdî. Bi qasî ez jê agahdar im, der bareyê wê de sê gotegot hene û her sê jî diangêjin ku spas ji zimanê rûsî derbasî kurdî bûye. Serê pêşî hez dikim ji van behs bikim.
Li gorî rîwayeta yekem Mîr Bedirxan Begê Botan di dema mîrîtiya xwe de xwendekarên kurd ji bo perwerdeyê şandine Rûsyayê û wan di heyna vegera xwe de ev peyv bi xwe re anîne. Angaşta duyem jî ew e ku dibêje gava ûris hin herêmên Serhedê dagir kirine ev peyv wê demê ketiye ser zar û zimanê gel. Li gorî ya dawî îcar gava Mela Mistefa Barzanî (tevî hevalên xwe) di sala 1958’an de ji Yekîtiya Sovyetan vedigerin ev peyv bi wan re hatiye ketiye nav zimanê kurdî.
Ew qas sal in ez li ser zaravayê kurdîya kurmancî dixebitim û hema bibêje em êdî pê dizanin bê kîjan peyv li kîjan herêmê û di kîjan devokê de tê bikaranîn, lê tevî lêkolîn, lêgerîn û lêpirsînan ne li herêma Serhedê ne li herêma Botan ne jî li devereke din ez bi xwe rast lê nehatime ku di zimanê me yê devkî de peyva “spas”ê heye. Eger hebe jî qet nebe ez hîn bi ser ve nebûme.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Eger em wê îhtimalê bipejirînin ku ew di dema vegera Mela Mistefa Barzanî de ketiye nav zimanê me, nexwe çima ew ne bi telefiza rûsî lê hema bibêje wekî ya farisî ye? Wekî tê zanîn di zimanê rûsî de bi awayê “spasibo” (xwendina wê spasîva ye) heye û li gorî îdiayan jî ew peyveke hevedudanî ye û bi mehneya xwedayê rizgarker e. Em qebûl bikin bê ev gotegotên heyî hemû rast in, nexwe divê em bipirsin bê çima ew ne bi awayê rûsî lê bi şekilê spas (ji bilî varyantên wê yên din) di kurdî de tê bilêvkirin? Îcar telefiza bi şêweya zimanê rûsî bi ya min ji fonetîk û xencereya kurdan û kurdîaxêvan re qet ne zor û dijwar e. Divê em vê yekê ji pêş çavên xwe hîç nedin alî.
Li aliyê din di destê me de hin delîl û belge hene ku ew dibin wesîle fikirên hîn beraqiltir bi me re çêbin. Mesela peyva spasê hem di pewlehî de hem jî di farisî de bi awayên sêpas û sêpasguzar hene, ev yek. Ya duyem di edebiyata me ya klasîk de û zimanê me yê nivîskî de ev peyv hatiye bikaranîn. Belgeya halê hazir a herî kevn a em pê dizanim Dîwana Perto Begê Hekkarî (1756/7-1834?) xuya dike. Di malika jêrîn de, ku ji vê dîwana navborî hatiye wergirtin, peyva spasê dibihure:
Sed şukr û sed sipas hezaran sena û hemd
Gêrane em ji ummetê an şahê enbiya (1).
Şêx Ebdurehmanê Axtepî (1850-1905) jî di dîwana xwe ya bi navê Rewd’în Ne’îmê de cih daye peyva spasê. Wek nimûne, ev malikên hanê ji vê berhemê ne:
Bi wan cumleşan, mu’mîn im sed supas
Ji bo Zatê Mewla, bitin bêqiyas (2).
…
Heçê, şukr û hemd û supasî hene
Hemî, layiqê Zatê Pak ê Te ne (3).
Di zimanê me yê modern de jî Celadet Bedirxan bi xwe di hejmarên cuda yên Hawarê de gelek caran peyva spasê bi kar aniye (4). Dîsan nivîskarên cihê yên Hawarê bi xwe jî di nivîsarên xwe de cih dane heman peyvê. Wek mînak, di nivîsara Qedrîcan a bi navê “Gelo ne wisan e?” de, ku di hejmara 10’an a Hawarê de hatiye weşandin, ev peyv wiha derbas dibe: “Hezar şabaş û sipas qo êdin li her cî miletê me hişyar bûye û dibe” (5). Ji ber vê wergiranê, wek agahî divê em diyar bikin ku bi hejmara 24’yan ve cihê herfên “k” û “q”yê wekî rewşa îroj di vê alfabeyê de pev hatine guhartin.
Di zimanê devkî yên zaravayên kurdî de gelo peyva spasê heye yan jî nîn e, ya rast ez ne xwedî zanyariyeke esehî me û min hîn tiştekî vebir bi dest nexistiye. Lê tiştek heye ku qet nebe li Bakur bi destpêka salên 70’yî re, ji ber şoreşgerên kurd ev peyv li nav gel belav bû û jixwe kesên ev peyv bi kar dianîn yekser demxeya kurdîtî û çepgiriyê li wan dihat xistin. Tew, ev rewş hîn jî berdewam e ku jixwe mirov ji bikaranîna peyvan fikira siyasî ya kesan dinase.
Îcar eger em bibêjin îleh ev peyv bi esilê xwe ne bi kurdî ye, îhtimala herî beraqil ew îdîa ye ku tê gotin ew ji farisî derbasî zimanê kurdî bûye. Di edebiyata kurdî ya klasîk de ji xeynî wergirtina peyvên ji zimanê erebî, ji farisî jî gelek peyv hatine standin. Jixwe li gorî Michael L. Chyet, “spas” ji zimanê farisî ketiye nav kurdî (6).
Eger spas ji zimanê rûsî ketibûya kurdî diviya ew di nav gel de jî hebûya ku me got em di nav zimanê gelêrî de rast lê nehatine. Lê ew di edebiyata me ya klasîk de heye û ev jî dike ku mirov bibêje îhtimala ew bi rêya şair û edîbên me ve ji zimanê farisî hatibe zimanê me yê nivîskî xurt e ku loma jî di nav zimanê gel de xuya nake.
Ev peyv peyveke hind-ewrûpî ye, lê em hîn baş pê nizanim bê ka çi bi serê ya me hatiye, gelo ji bîr bûye, şekilê wê guheriye, ji aliyê mehneyê ve ketiye kirasekî din tam nayê zanîn. Pêdivî bi xebat û lêkolînên ronîker heye. Tevî vê yekê divê em bizanin ku taybetmendiyeke peyvan heye, ew mîna malê bazirganiyê tim di nav ger û tevgerê de ne. Dikevin nav zimanên din jî û carinan hem şekilê wan hem jî wateya wan diguhere. Eger ev ji zimanekî din hatibe ne kêmasiyek e. Jixwe tu zimanekî xwerû û saf nîn e. Bi raya min, eger ev ji zimanekî din hatibe ketibe zimanê me, ku îhtimala farisî xurt dixuye, ev jî tiştekî asayî ye. Ziman bi danûstendina peyvan jî xurt û zengîn dibin. A giring ew e ku ziman li gorî pêdiviya xwe peyvan werdigire, kil û kêmasiyên xwe dabîn dike. Loma nexwerûbûna zimanan wek tiştekî asayî tê pejirandin.
Nîşe: Ez spasiya Huseyn Zana û Bawer Berşev dikim, ku yekî der heqê dîwana Perto Begê de û yê din jî der heqê Rewd’în Ne’îmê de alî min kir. Her wiha Ugur Adsiz ji bo bilêvkirina spasa bi rûsî û Sabir Ebdulahîzad jî ji bo ya bi farisî ji min re bûn alîkar, mala we jî ava be.
Çavkanî:
(1) Perto Begê Hekkarî, Dîwan (Amd. Tehsîn Îbrahîm Doskî), Nûbihar, Stenbol, 2011. r. 33.
(2) Şêx Ebdurrehmanê Axtepî, Rewdî’n Ne’îm (Amd. Mehmed Emîn Hîvîdar), Weşanên Dara, Stenbol, 2021, r. 176.
(3) Heman berhem, r. 482.
(4) Celadet Bedirxan di gelek nivîsarên xwe yên Hawarê de ev peyv bi kar aniye. Hejmarên wê yên pêşî tenê ne bi tîpên latînî ne, lê her du cildên ku Nûdemê ew çap kirine, ev nivîsarên bi tîpên erebî jî hatine latînîzekirin. Wekî nivîsara C. Bedirxan a bi navê “Bi Hinceta Pîroznamekê” ya di hejmara 3’yan a Hawarê de. Bnr. Hawar 1, Hejmar 1-23, Weşanên Nûdem, Stocholm, 1998, r. 488-489.
(5) Qedrîcan, “Gelo ne wisan e?”, Hawar 1, Hejmar 1-23, Weşanên Nûdemê, Stocklom 1998, r. 204.
(6) Michael L. Chyet, Ferhenga Kurmancî-Inglîzî, Yale University Press New Haven and London, 2003, bnr. madeya spasê.