Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

10/01/2025

Insan, ji gelek aliyan ve, ji candarên din cuda ye. Ziman wek taybetmendiyeke girîng, vê cudahiyê, rasterast derdixe pêşberî me. Çimkî bo me insanan, ziman, tenê danûstendina fikrî û xeberdanê îfade nake. Ziman, wateyan diafirîne, wateyan li peyvan bar dike û van wateyan bi şiklên cuda bi kar tîne. Insan bi rêya van wateyan nêrîna xwe ya li ser dinyayê ava dikin, dinyayê fehm dikin û xwe nas dikin. Bi van wateyan hebûn û nasnameya mirov, rihê mirov, fikr û ramanên mirov, ji mirovên din cudatir ava dibin. Ev têkiliya di navbera ziman û wateyê de em dibînin, di takekesiya mirovan de xwediyê cihekî girîng e. Gelo ev têkilî, ji bo mirovan, dikare bibe talûkeyek? Gelo bi zimanekî nû û bi wateyên nû, takekesiya mirovan tê guhertin? Hebûn û nasnameya wan tê guhertin û tunekirin? George Orwell di pirtûka xwe ya 1984an de, Boualem Sansal jî di pirtûka xwe ya 2084an de, li ser vê meseleyê disekinin û mixabin rewşeke tarî û xeternak derdixin pêşberî me.

Di pirtûkên Orwell û Sansal de, em du îktîdarên totalîter dibînin. Ev her du berhemên wek dîstopya tên qebûlkirin, ji aliyeke din ve li ser girîngiya ziman disekinin. Ziman, di her du berheman de jî, ji aliyên îktîdarên totalîter ve, bo kontrola civakê tê bikaranîn. Îktîdar, bi desthilatdariya xwe ya li ser ziman, hiş û aqil, mirovan kontrol dike, fikr û ramanên wan diguherîne û bi vî awayî li ser hebûn û nasnameya mirovan bandoreke neyînî çêdike. Ev bandor ji aliyê îktîdarê ve fikrên mirovan dixe bin kontroleke giran. Bi rêya kontrolkirina fikran, rê li ber azadiya mirovan tê girtin û civakeke li gor dilê îktîdarê tê ava kirin.

George Orwell, di pirtûka xwe ya 1984an de, qala îktîdareke totalîter û rêbazên wî yên li ser kontrola mirovan dike. Îktîdar bi armanca kontrolkirina mirovan, zimanekî nû ava dike û li ser mirovan ferz dike. Ev zimanê ku bi navê “Xeberdana Nû” (Newspeak) tê zanîn, çarçoveya fikr û ramanên mirovan teng dike, wateyan tune dike û rê li ber wateyên nû digre. Bi vî armancê, hejmara peyv û gotinên di nav ziman de cih digrin, tê kêmkirin. Peyvên wek azadî, wekhevî ku  ji bo îktîdar wek talûke tên dîtin, ji nav ziman tên derxistin û ji hişê mirovan tên paqijkirin. Ev zimanê nû yê li ser tunekirina peyvan hatiye amadekirin, bi tunekirina her peyvê mirovan ji hebûna xwe dûr dixînin û sînorê fikrên wan teng dikin. Pirtûka George Orwell, herçiqas dîstopya (desthilatdariyeke xeyalî) be jî, em fehmdikin ku, haya îktîdara 1984ê, ji Witggeinstein heye û têkiliya ku Wittgeinstein di nav ziman û wateyê de ava kiriye, baş fehm kirine. Wittgeinstein wek fîlozofekî sedsala 20an, li ser felsefeya ziman dixebite û li ser têkiliya ziman û wateyê disekine. Girîngiya gotina Wittgeistein a “ Sînorê zimanê min, sînorê cîhana min e”, di pirtûka 1984an de, bi awayekî eşkere derdikeve pêşberî me. Îktîdar bi tunekirina peyvan û bi avakirina zimanekî qels, dixwaze sînorê cihana mirovan teng bike û di nav sînorê teng de, bi rehetî mirovan kontrol bike. Ew sînorên ku bi peyvên îktîdarê hatine avakirin, hêdî hêdî fikr û ramanên mirovan diguherîne û keseyatiyên li gor îdeoljiya îktîdarê ava dike.

Boualem Sansal jî di pirtûka xwe ya bi navê 2084a de, qala heman rewşê dike. Di vê dîstopyayê de jî em dîsa desthilatdariyeke totalîter dibînin. Ev îktîdara teokratîk, ji bo fikr û ramanên mirovan ji holê rake , ji bo rê li ber îfadekirina fikran bigre, zimanekî nû ava dike. Ev zimanê ku bi temamî li ser dîn û baweriyê ava bûye, bingeha xwe ji pirtûkên pîroz digre û tenê peyvên aîdê baweriyê di nav xwe de dihewîne. Armanca îktîdara 2084an ev e ku, bi rêya van peyvan, mirov jiyana xwe tenê li ser dînê ava bikin û fikr û ramanê xwe bi van peyvan îfade bikin. Ev jî, li ser keseyatî û hebûna mirovan, kontroleke giran ava dike.

Ziman, di her du dîstopyayan de jî, ji aliyê îktîdarê ve, wek amûrê kontrolkirina li ser civakê tê bikaranîn. Îktîdar, bi zimanê xwe yê bi peyvên xwe ava kiriye, îdeolojiya xwe di nav hiş û aqilê mirovan de bi cîh dike û bi vî awayî fikrên mirovan li gor îdeolojiya xwe diguherîne. Michel Foucault, di felsefeya siyasetê de gava îktîdarê analîz dike, qala veguherîna mirovan dike. Îktîdar bi hemû amûrên xwe, çi siyaset, çi mekan, çi perwerdehî û hwd, mirovan li gor îdeolojiya xwe vedugeherîne. Îktîdar di pêvajoya veguherînê de, bi rêya avakirina ziman û zanînên nû, heqîqetê jî diguherîne û heqîqeta li gor îdeolojiya xwe ava kiriye, li ser mirovan ferz dike. Yanî mirov, bi rêya ziman, ji aliyê îktîdarê ve tim di bin kontrolê de tên girtin û ji hebûna xwe dûr dikevin. Heidegger, bi têkiliya ku di nav ziman û hebûna mirovan de daniye, ji aliyeke din ve zimanî dinirxîne û dibêje : “ Ziman, mala hebûnê ye” . Li gor Heidegger, ziman, di avabûna hebûna mirovan de, amûrê herî girîng e. Ji ber vê girîngbûnê, di pirtûkên Orwell û Sansal de, îktîdar ji bo hebûna mirovan kontrol bike, mala ku hebûna mirov xwe lê disitirîne xerab dikin û hebûna mirovan bê stargeh dihêlin.

Orwell û Sansal, bi pirtûkên xwe yên dîstopîk, girîngiya zimanî ji aliyekî din ve nîşanî me didin. Di van pirtûkan de em dibînin ku bi qedexekirin û tunekirina ziman, hebûna mirovan çawa ji holê radibe û çawa di destê îktîdarê de dibe pêlîstotek! Di her du pirtûkan de jî îktîdar, bi bikaranîna hêza ziman, takekesiya mirovan tune dike, civakê diguherîne, bi dîrokê re têkiliya wan qut dike û dawiya dawî rastî û heqîqeta xwe ya îdeolojîk li ser wan ferz dike. Hannah Arendt, gava totalîztarîzmê dinirxîne, li ser girîngiya ziman disekine. Li gor Arendt, totalîtarîzm, têkiliya di nav heqîqet û zimanê de qut dike û bi vî awayî mirovan ji rastiyên xwe dûr dixîne. Piştî têkiliya di navbera ziman û heqîqetê de ji aliyê îktîdarê ve bê qutkirin, mirov êdî di nav heqîqeta îktîdarê de dijîn û totalîtarîzmê xurttir dikin. Piştî van berheman em dîsa bipirsin û bifikirin: Gelo ziman tenê amûrek e an bingeha hebûna mirovan e?  Lê em bi zimanê xwe, bi têgehên xwe û bi hebûna xwe li ser viya bifikirin. Ne bi yên xerîban!

* Ev nivîs dewama nivîsa “Di navbera du Dîstopyayan de: 1984 -2084” ye


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya