Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

09/01/2025

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike. Gelek tiştên heyî serobino dike û wan diguherîne, ji nû ve ava dike. Lê ji gelek hêlan ve hêsaniyê li jiyanê dike.

Alî Bagdû xwestiye vê hêsaniyê ji bo deng û awazên dengbêjan tomar bike û wan him di roja me ya îro de bigihîne guhdaran him jî bihêle ji bo siberojê.

Ew xortekî ji Cizîrê ye û ev demeke derhêneriya dîmenan dike û ji bo gelek hunermendan vîdeo-klîp amade kirine. Bagdû Di Sibata 2024an de dest bi amadekariya belgefîlmekê kiriye ku derbarê dengbêjan de ye. 

Navê belgefîlma wî “Dengbêjên Me” ye. Alî Bagdû, di belgefîlmê de bi 8 dengbêjan re axiviye û deng û çîrokên wan tomar kirine. Li gorî gotina wî, hêvî dike ku post produksiyona vî karî di meha Sibata 2025an de biqedîne û wê bigihîne festîvalên fîlman.

Di belgefîlmê de wê her dengbêj bi xwe behsa çîroka xwe bike. Alî Bagdûyî diyar kir ku her yek ji wan xwedî şêwe û vegotinên xwe yên taybet in. Lê di heman demê de êş, evîn an jî kêfxweşiyên hevpar tînin ser ziman û dema ev deng û çîrok tên ba hev, vediguherin vegotineke kolektîf.

Alî Bagdû bi van gotinan destnîşan kir ka çima dest bi karekî wiha kiriye:

“Dema min ferq kir ku dengbêjî tê jibîrkirin, min xwest vî karî bikim. Min xwest dengên wan tomar bikim û vê çandî biparêzim û ji nifşên pêş re bihêlim. Min ev weke berpirsiyariyekê qebûl kir.

“Nifşên nû ên ku vê çandê berdewam bikin, kêm dibin. Dengbêjî hunereke ku divê ji hosteyan derbasî şagirtan bibe. Lê jiyana modern vê pêvajoyê asteng dike. Her weha şert û mercên ekonomîk û ji ber bi qasî hewce dike qîymetê nadin hunerê, ev jî astengiyên mezin in.”

Bi gotina Alî Bagdûyî ev belgefîlma ku niha li ser wê kar dike, wê hem bibe tomarkirina vê çandê hem jî bi wê dixwaze bang li civakê bike: “Ji bo deng û çîrokên denbêjan bide bihîstin û ev çand neyê jibîrkirin, ev gavek e. Ez hêvî dikim ku wê temaşevan, ji bo parastin û berdewamiya vê mîrateyê xwe berpirsiyar bibînin.

“Teknolojî amûreke newaze ye ku ji bo bikaribin vê çandê bigihînin gelek derdoran. Weke mînak, bi saya medyaya civakî û platformên dijîtal, dengê dengbêjan dikare sînoran derbas bike. Lê pêwîst e ku ev teknolojî bi rengekî rast bê bikaranîn. Bêyî ku formên wan ên heyî xera bikin, divê ev mîrate ji bo siberojê bimîne.”

“Hema hema min bi tena serê xwe ev proje pêk anî. Heçî deriyên ku hêviyên min ji wan hebûn, piştgirî nedane min. Car caran mirov girîngiya projeyên bi vî rengî baş nizanin an jî ji nedîtî ve tên. Çandeke bi vî rengî qedîm, di roja me de bi qasî têrê dike qiymetê nabîne. Dibe ji ber vê rewşê, min di wergirtina piştiriyan de zehmetî dîtin. Lê ev divê nebe sedem ku ev vê çandê li ser pêyan bihêlin.”

Çavkanîya Fotoyan: Alî Bagdû


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî