“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman ji çi re diaxive? Ger şiîr ji birîna derkirî re biaxive, roman jî ji birîna qaşikgirtî re diaxive. Herwiha gava şiîr diaxive, birîn qaşikê digire, jana wî sar dibe û ditevize. Lê gava roman, bi taybetî jî romana bindestan diaxive, qaşikên birînê radike, birîn xwîn dike û birîn bi saya romanê hertim xwe nû dike. Hetta carinan jî mîkrobê berdide birînê.
Romana Helîm Yûsiv Tirsa Bêdiran [2] bi birînên herî xedar ên kurdan re diaxive. “Hesinên çargoşe”, parçebûn, bindestî, qurban, bêçarebûn û herwiha tirs. Nexasim jî tirs. Leîtmotîva romanê tirs e, tirsa bindestan e. Ev tirs ne tirsa windakirina hemû mal û milkan e, tirsa hebûn û tunebûnê ye. Loma mirov dikare bêje ev roman romaneke psîkolojîyê ye.
Ya rastî Yûsiv li pey karekî zehmet ketîye. Esasen li du bersiveke psîko-edebî ketîye: li welatekî ku şuna peyvan cendek axêvêr be, ji zimanê kevokan xwîn biniqute, li vî welatê bindest me’neya romanê heye gelo? Nivîskar dikare deng bide mirîyan, roman dikare bi “hesinekî çargoşe”? Travmayên bindestan çawa û bi çi rengî dikarin biştexilin? [3]
Li aliyê din honaksazîya romanê tespîta girîng a Benjamin dixe bîra me: gava polîtîka ji aliyê faşîstan ve hate desteserkirin û estetîkkirin, divê bindest dest biavêje hûnerê û bi politîzekirina sinetê bersivê bide [4]. Tirsa Bêdiran, bersiveke xurt e, politîzekirina hestan e.
TİRS
Berhemek gava bi hevîrê travmayê, binhişîyê, narsîzmê, halusînasyon û bi têgehên psikôlojîye hatibe sitirandin bivênevê li tendûra Freud dikeve. Ji ber wê yekê jî nirxandina vê romanê bang li Freud dike. Feqet gava mijar were ser psîkolojîya bindestan û teorîyên Freud mesele giran û tevlihev dibe. Ji ber ku çavên Freud çavên serdestan e, hişê wî hişê ewropî ye, loma mirov bi dilrihetî nikare bi teorîya Freud, psîkolojîya bindestan analîz bike. Rastî jî zanîna psikîyatrîstê zanista ewropî ye, mijarên ji xwe re kirine pirsgirek, pirsgirekên navewropî ne. Loma têgeh, nêrîn û herwiha teşhîs û tedavîyên vê beşê zêdetir bi gelên ewropî re eleqedar e.
Ji ber vê yekê di navbera teorîyên bindestî û Freud de mesafeyeke kûrûdirêj heye. Ser meseleyê di kitêbxaneya Fanon de tenê şeş kitêbên Freud cih girtine û Fanon tenê du kitêbên wî bi baldarî xwendine. Gava dest bi kitêba wî ya “Destpêka Psîkanalîzê” dike, mijar dikeve ser xewnerojk û sembolîzmê, Fanon êdî xwe nagire û ji Freud re dibêje “bes e, tewşomewşo qise meke”. Û herwiha gava şiroveyên di derbarê pêwendî û seksualîteya mirovên îptîdayî de dixwîne, dîsa nikare xwe bigire û ji Freud re dibêje “pîç” [5]. Ji ber van nirxandinên Fanon, mirov dikare bêje, divê teorîyên bindestîyê li hemberî Freud baldar û rexnegir bin.
Pêşîya Freud divê em li ser tirsên bindestan bisekinin, çikû tirsên serdest û bindestan ne heman tişt e. Di metna xwe ya “Portreya Bindestan” de Memmî gava behsa sifetên qerekterên bindestan dike, cara ewil tiraliya wan tîne ziman [6]. Halbukî ev tespît ne rast e. Miroven bindest berî her tiştî çav li hêz û şîddeta dagirkeran dikeve, ditirse û çavtirsî ye. Loma şîddeta dagirkeran, mirovên bindest çavtirsî dike, tiral nake; hesta ewil tirs e, ne tiralî ye. Tiralî di pêvajoya sazitîya pergalê de peyda dibe û ya ji psîkolojîya “em misteheq in”, ya jî “ne ji xwe bawerbûnê” derdikeve.
Musayê Qamişlokê tiral nîne, bi hêrs e, bi keder e û têra xwe bi tirs e. Herçiqas çavkanîyên tirsên wî tam ne dîyar bin jî, tirs ji travmayên civaka bindest peyda bûne. Li civakên bindest tirs tehekkuma razber e. Musa mamosteyê dîrokê ye, lê tirsonek e, ne wêrek e, bizdonek e. Çima? Di vir de zanîna psîkîyatrîyê dikare rewşê ronî bike gelo?
Roman bi peyva TİRS’e dest pê dike, peyv nexasim bi herfên mezin hatîye nivisîn. Gava mirov çav li peyva ewil dikeve bivênevê marşa netewî ya tirkan tê bîra me xwendayan. Marş jî bi heman peyvê vedibe, lê marş dibêje metirse. Roman dibêje tirs heye, em ji tirsê çêbûne. Di pirê beşan de roman bi aforîzmayên pirsê vedibe: “ez zarokê tirsê me”, “tirs qîza tarîyê ye”, “pirtûk xaliqên tirsê ne” [7].
Helbet tirsa serdest û ya bindestan ne wekhev e. Ji ber ku serdestan hemû mal û milk, welat û dewlemendîya bindestan girtîye, li şuna wê tirs daye bindestan. Feqet tirs tiştek e ji hînbûnê, bivegirtinê ye. Loma tirsa bindestan ne tirseke xwezayî ye, emanet e, demkî ye û hesteke sexte ye. Jixwe nivîskar jî dibêje “em bêyî xwesteka xwe bûn zarokên tirsê” [8]. Herçiqas Freud, tirsa mirinê weke koka hemû tirsan penase bike jî, di tirsa bindestan de naverokeke cuda heye. Weke mînak: parçeyek ji dîrok û micadeleya bindestan “çalakîya xwekujîyê” teoriya Freud ya ji bo çavkanîyên tirsan serûbin dike.
Tirsa Bêdîrok
Di romanê [9] de, li gelek cihan pênase û terîfa tirsê bi dîdaktîzmeke neestetîk hatîye nivisîn. Û gava behsa tirsê tê kirin jî, tirs pirê caran weke faîlekî bêxwedî, bêlasebep û xwezayî tê pênasekirin. Li çend sehneyan, nivîskarî hesta tirsê wekî hesteke objektîv û gerdunî terîf kirîye, hetta li gor nivîskarî pirê caran tirs tirs e, ha dewlemend ha xizan, ha bindest ha serdest, herkes di kirasê tirsê de dibe yek û wekhev lê tê. Bi ya min nivîskar bi felsefeya tirsê an jî bi naveroka tirsê serê xwe zêde neêşandîye. Hesta tirsê carinan ser netew, ser çînî, ser hîyerarşî dîtîye.
Ger tirs li ser neteweyê hebe, Musayê Qamişlokê û fermandareke dagirker a Surî di hesta tirsê de digihijin hev û wekhev dibin. Di sehneyên tirsê de nivîskar tirsê weke hiş temsîl dike, ku em dizanin tirs yan derhiş e, yan binhiş e. Tirsa zêde yanê tirsa bi kirasê fobîzmê, rasyonalîtêyê betal dike, çikû cihê fobî lê hebe hiş û aqil namîne.
Çawa ku di metodolojîya Marxîsmê de binesazî her tişt e, her tiştî tayîn dike û faîleke navendîye; di vê metnê de şûna binesazîyê tirsê girtîye, tirs faîleke navendîye, her tiştî û her rewşê tayîn dike. Halbûki tirsa bindestan ne xwezayî ye, ne binesazî ye, yanê bindest çer ji hemla dîya xwe bûye tirsonek nînin, civata wan jî ji tirsê nehatîye afirandin. Gelên bindest bi rêya şîddetê, bi rêya febrîqeyê, bi rêya mektebê, bi rêya peywendîyên rojane û bi rêya dersên curbicur hatine perwerdekirin, mecburî dersên tirsê mane. Freud jî di metneke xwe de dibêje, carinan hin tişt weke semptomê nexweşîyên hişî bide der jî, bingeha vê tiştî ne psîkolojî ye, hestên ji bedenê ne [10]. Em zanin ku dersa şaristanîyê ya yekemîn îtaat e. Îtaat bi rêya dersên bedenê, bedena kollektîf pêk tê. Ji ber vê yekê mezinên kurdan gotîye “tirs bavê gur e”, loma tirs dikare gurên har jî disîplîne bike. Ji ber van babetan tirsa bindestan bi hegemonyaya dagirkeran ve eleqedar e, loma demî ye û amurekî mêtingerîyê ye. Bindest gava behsa azadîya xwe dikin, serê ewil kirasê tirsê diqetîne, dibîne ku tirs zincîra koletîyê ye.
Hestên tirsê di romanê de bê îhtimam hatine bikaranîn. Qerekterekî bindest çawa kirasê tirsê diqetîne ne dîyar e. Musa bi kîjan nirxên xwe bi vê tirsê re serî dikşîne ne dîyar e, bi kîjan hestên xwe li hemberî tirsê derketîye ew jî ne dîyar e. Tenê bi hesta nefretê û heyfgirtinê mirov dikare kap/hefsarî bike stûyê tirsê û wî kontrol bike, mumkîn e? Halbukî Fanon di kitêba xwe de işaretê dîrokê dike û dibêje mirovekî bindest bi saya kevneşopî, sêhr û mîtan yanê ji binhişîya gelên xwe dikare hêz bigire û tirsa xwe birevîne [11]. Lê Musa tiştekî tam belovajî dike, kitêbên xwe yên dîrokê dişewitîne. Şewitandina kitêban dikare bi tirsa merivxwir gelo?
Baş e ev mijar çima girîng e? Hêsan e. Eger roman, metneke anti-kolonyal be, ne tenê estetîka romanê, divê hestên metnê jî li gor vê yekê werin honandin. Ya din eger leheng ji tirsê hatibe çêkirin, bi qewlê nivîskar zarokê tirsê be, divê ev hest sînordar be, bêbin nebe û di her sehneyê de leheng bikarê vê hestê kontrol bike. Ya sêyem divê rezonans, leheng û hesta metnê di ritmekê de bin. Ya çarem divê romanên antî kolonyal, îrtibata hestan û şoreşê (azadî) bi hev re girê bidin. Bi ya min di van her çar frekansên romanê de arizeyên teknikî hene. Teknîk muhîm e, nivîseke din de jî min behs kiribû teknîka romanê metafîzîka romanê jî tayîn dike pirê caran. Heke teknîk bi arize be, pirê caran rihên metnê dikevin krîzê.
Xulase mixatab û bingeha psîkanalîzmê şexsîyet û malbatên ewropî ye. Loma mirov bi dilrihetî nikare bi zanîn û têgehên ewropî travmayên zarokên bindestan îzah bike. Tam di vê astê de îtiraza Fanon gelek di cih de ye. Çima psîkanalizm tenê bi dû tirsên zarokên serdest dikeve, ma tirsên zarokên reş, psîkanalîzmê eleqedar nakin? [12] Travmayên zarokên bindestan, nexasim travmaya Musa, bi birînên kolektif re girêdayî ye, dîrokî ye. Jixwe dawîya romanê, Musa gava li Londonê êrişî mirovekî porspî bi navê Sykes dike, behsa nexweşîya psîkolojîk û tedavîyê tê kirin [13]. Ger Musa bibirana nexweşxaneyê û doxtorê wî jî Freud bûya, teqez dê Freud teşhîsa bavkuştinê û kompleksa Oidipius bikira. Wê miheqeq Musayê Qamişlokê jê re bigota, çi bav e, çi hal e, bes e doxtor, “tewşomewşo qise meke”.
Sykes, Picot û Musayê Qamişlokê
Memmî di metna xwe de bi mafdarî dibêje, derba herî giran ya li mirovên bindest ketîye, derxistina ji welat û dîrokê ye [14]. Rast e ev tespît, loma dîrok bo teorîyên bindestîyê gelek girîng e. Dîrok bo vê romanê jî gelek muhîm e, heta ger ev roman însan bûya, mirov dikare bêje hestîyên vê romanê ji dîrokê hatine çêkirin. Weke em zanin, hestî di cendekê de amurekî veşartîye. Freud carekê tişteke têra xwe îlhambexş gotibû: “di her buyerên halusînasyonê de çekîrdekek heqîqetê veşartî heye [15]. Yek ji heqîqetên veşartî yên romanê, xeyaletên Mark Sykes e. Sykes qehremanê romanê yê veşartî ye, virtuozeke kolonyal e, faîlê parçebûna welatê me ye. Mirov dikare bêje ji bo me hemûyan travmaya rêvaçûyî ye. Loma Musa wî weke şeytanê mezin dibîne di romanê de, dixwaze li ser navê me hemûyan hesabê ji wî bipirse, heyfa me kurdan û ya salan ji wî bigrie. Gelo roman dikare heyfê bigire?
Weke em zanin, Jean Amêry nivîskarekî Cihû ye û bi salan di kampa Auschwîtzê de bi mirineke dijwar re rûbirû mabû. Ji ber hindê jî dîtin û fikrên wî bi taybet me jî eleqedar dikin. Carekê tespîteke wiha giranbiha kiribû: gava li ser Yahudî-bûyîna xwe min dest bi nivîsê kir, min dît ku di heysîyetê de mafê jîyanê heye û civat jî vî mafî qebûl û tesdîq dike [16].
Musayê Qamişlokê yek ji wan kesan e ku dengê wan hatîye birîn, jîyana wî di binê sîya hesinê çargoşe de derbas dibe. Di jiyaneke talankirî de, di civateke bênefes de mezin dibe. Ew jî weke Amêry dibîne ku tenê mafê jîyanê di heysîyetê de heye, ew jî li dû heysîyetê dikeve. Heysîyetê bi heyfgirtinê ve girê dide, hesabpirsîna ji Sykes bo wî deweya heysîyêtê ye. Loma dixwaze bibe dîroknas, vegere dîrokê, him bikare biaxive, him jî bikare hesabê bipirse. Felaket ji dîrokê hatîye, dîrok kanîya felaketên bindestan e. Dîroka bêbext li ser heysîyetê runiştîye. Ji ber van babetan romaneke dijkolonyal dikare li ser estetîka tolhildanê ava bibe helbet, qerekterên wî dikarin hêrsa bindestan weke xencer bihune. Estetîka heysiyetê bo bindestan gelek gelek watedar e. Lê gava qehremanekê romanê weke Musa hewl bide bo tolhildaneke şênber here Londonê û keseke dişibe Sykes bide ber şemaqan wê demê roman diteqe, dibe fotoroman. Êdî hêrs û tolhildana bindestan li azîyê dimîne, encama romanê dibe qurbana kompleks û narsîzmê. Estetîka heysîyetê sînordar e. Di tarîxê de weke em zanin, heyfgira herî mezin a bindest Medea bû, di versîyona Senecayê de, jinika qehreman Medea bixwe jî dibêje “qedr û qîmetê heyfgirtina bi destên paqij nîne” [17]. Herçiqas Medeayê bo heyfan zarokê xwe bi destê xwe kuştibe jî, bi ya min divê destê bindestan hertim paqij be û estetîka heysîyetê lekedar mebe. Welhasil di meseleyên wiha krîtik de divê roman sînordar be. Jixwe Marc Nichanîan jî behsa sînorên romanê dike û dibêje “carinan bi îmkanên romanê mirov nikare her tiştî bike. Divê carinan roman xwe bide aliyekî û bihêle bila şahid biaxive” [18].
Ji hêla teknîkî ve çend problemên din jî bala me dikşînin. Yek ji wan ew e ku çiqas mijarên sereke yên rojava hene nivîskarî behsa wan kirîye û derbas bûye. Weke mînak, kuştina Şêxê Xeznewî, komkûjîya zarokên sinemaya Amûdê, pirsgirêka filistînîyan, qetlîama Qamişloyê û hwd. Ji van sernavan, ji her yekê, romanek dikare were afirandin. Ya din jî mijara penabertîyê ye. Rastî mijara penabertîyê mijareke sereke ya edebîyata Yûsiv e. Lê nizanim çima estetîka penabertîyê di edebîyata Yûsiv da tam nekemilîye. Kitêba Auslander beg, ji hêla honandin û vegotinê ve metneke girîng e halbukî. Lê Auslander beg jî, Musa jî gava ji welat derdikeve, dibe penaber, pirê caran melankolîk e, narsîst e, seksîst e, nêrîn û hewldanên wan li xurbetê ne afirîner e, ji rêzê ye. Musa gava diçe Asyaya Navîn jî, gava pê li Ewropayê jî dike ne xwedîyê çîrokekê ye, ne jî faîl e. Du Musayên cuda hene, Musayê li Qamişloyê, Musayê derqamişloyî. Ya herî muhîm jî hişmendîya êşê (jan) ye. Lehengên wî gava li welat in xwedîyê êşa bindestîyê ne, lê gava dibe penaber, êşa penabertîyê, dikeve şuna êşa bindestîyê û wî bloke dike. Bindestên wî zêde ne, lê penaberên wî zêde zêde seksîst in, zayendperest in. Welhasil Yûsiv gava qerekterê xwe li welat bi rêve dibe, dişibe Achebe, gava mijar dibe penabertî edebîyata wî dişibe Gurnah [19]. Feqet di bedenekê de him Gurnah him Achebe çiqas mumkîn e gelo? Bi ya min divê Yûsiv xwedî biryar be: Gurnahê kurdan an Achebeyê kurdan?
Di warê honaksazîyê de, mijara dîrokê ji du aliyan ve bo me rave dike. Yek romanê dike nav krîzê, yek jî dibe stuna romanê, metnê tehkîm dike. Gava nivîskar behsa dîrokê dike, dîdaktîzmeke neestetîk di nava metnê de dansê dike. Dîrok dibe mamosteyekî hişk, hevok hevok, bûyer bûyer, mijar û şexsîyetên tarîxê weke formata maqaleyê di çavên me re dike. Jixwe beşên dîrokê di nava romanê de otonom hatine honandin, ziman jî cuda ye, terz jî cuda ye. Dîdaktîzma qebe mijarên dîrokê weke çakuçekî li serê me xwendayan dixe. Loma honandin weke kanîyeke nîvmiçiqî, pirê caran bi vê krîzê diherike. Li alîyê din jî ev beşa dîrokê weke stuna romanê hatiye honandin. Ger ev stun nebûya roman bi serê Musa de hildiweşîya, Musa û tirsên xwe yên fîşal dima. Ji ber ku pirê caran roman weke rojnivîskên Musa hatîye honandin, rola qerekterên talî qels e, çîrokên talî tunene, loma roman bi yekdengîyeke [20] xedar diherike. Gava roman dixitime Sykes dikeve dewrê û dibe motor û çîrokê li dû xwe kaş dike.
Baş e Sykes kengî dikeve bîra Musa û pê re diaxive? Di sehneyeke dîrokî ya Rojavayê de, cara yekem Sykes weke xeyalet xuya dike. Adara 2004an, qetlîama Qamişloyê diqewime, Musa gava dibe şahidê vê bûyerê bêhnçikî dibe, nefretek tund dikeve rihê wî û Sykes weke xeyalet li hemberî xwe dibîne. Loma em karin bêjin, Sykes ji qetlîam û ji nefretê çêdibe, travma dikeve şiklê Sykes û dipeyîve. Feqet ya rastî, dîyalogên Sykes û Musa ne afirîner in, Sykes bi peyvên pozbilindî dipeyîve, Musa jî bi hevokên muhasîbân lê dizivirîne. Weke profesyonelan dipeyîve, xwe li ser rasyonalîteyeke polîtik diparêze, şunde gav navêje û hertim Musa û qewmê wî tawanbar dike [21]. Zimanê vê parastina Sykes, Eichmann tîne bîra me, weke em zanin, Eichmann jî li mehkemeyê xwe diparastû digot ez memurekî jirêzê me. Ya rastî ne Eichmann û ne jî Sykes ji rêzê nebûn, faîl bûn, kujer bûn. Loma axaftina bi zimanê Eichmann ne afirîner e, ji rêzê ye. Ji ber van sedeman nivîskar jî di rêça Arendt re diçe û me li “xirabîya jirêzê” [22] rûbirû dihêle.
Sehnekirina Sykes di metnê de, “vegera serkutkiriyan” a me hemû Kurdan e. Gotineke bav û kalan heye, dibêje: mirov ji çi bireve, ew tê pêşiya wî. Bo fêmkirina vê mijarê rastî jî pêdivîya me bi pisporîya Freud heye. Freud tam li ser mijareke bi vî rengî gotareke gelek dirêj û rengîn nivisîye.
Berhema bi navê Gradiva: Bir Pompei Düşü [23] ya Wilhelm Jensen, îlhameke mezin daye Freud. Herwiha bi saya Freud cara yekem berhemeke edebiyatê bi metodên psîkiyatrîyê hatîye analîz kirin [24]. Di metnê de arkeologekî ciwan, li pey rolyefekê dikeve û rolyef weke objeyeke pîroz heyata wî serûbin dike. Çawa qerekterê Yûsiv li pey Sykes dikeve rê û heta Londonê diçe, qerekterê berhemê Hanold jî, rolyefê weke îşareteke zindî dibîne, li pey wê diçe zemanê antîk û dibe hemwelatîyekî bajarê Pompeî û dibe dildarekî keçeke cîwan. Gava Freud vê berhemê şirove dike, di serî de dibêje di hişê Hanold de dabeşbûn dixuye, dabeşbûna aqil û xeyalê, ji ber vê dabeşbûnê bûye mehkumê nevrozan. Di romana Yûsiv de Musa jî ji hêla hiş ve bi dabeşbûneke dijwar ve rûbirû dimîne. Çiqas zilm û zorîya welat dibîne, dikeve bîra Musa, Sykes li ber çavên wî xuya dike. Xeyal û aqil pev diçe, xeyal carinan aqilî îptal dike. Di vir de ferqîya bindestîyê xwe dide xuyakirin. Ji ber ku Hanold ne bindest e, keça di xeyala wî de bi navê Gradîva, jê re dibêje, “ger tu bixwazî bi min re biaxivî, divê tu bi almanî bipeyîvî” [25]. Feqet aura û hêrsa Musa nahêle Sykes bi ingilîzî biaxive, Sykes bi kurdî diaxive. Axaftina Sykes a bi kurdî helbet wekî mijareke sembolîk ji heysîyetê ye e û di warê heyfgirtinê de watedar e. Li aliyê din xeyala her duyan jî carinan dikeve pêşîya rasyonalîteya wan, di asteke berhemê de beşa Hanold ya arkeolojî di çavê wî de gelek bê wate û vasat dixuye. Li sahneyekê Musa hemû kitêbên xwe yên beşa Tarîxê dide ser hev û agir ber didê. Dîsa jî halisînasyona wan de ferqeke mezin heye. Hanold, halusinasyonê dike amurekî şexsî, dibe dildarê Gradîvayê û diçe Pompeîyê. Musa halusinasyonê dike amurekî kollektîf, deweya mafên gelê xwe dike û bi vî amurî micadeleyê li dar dixe. Ji ber vê yekê bi pênasekirina Freud ev sehne rasterast halusînasyoneke jirêzê bi xwe ye. Lê ya li Musa qewimîye ewqas net nîne, herçiqas carinan binhişîya wî bişibe halusînasyonê jî, mirov dikare vê dabeşbûnê weke magic-realism (realîzma efsûnî) jî binirxîne.
Encam
Musayê Qamişlokê, tespîta Adorno ya meşhur tîne bîra me: “jîyaneke şaş bi awayekî rast nayê jiyîn”. Tenê ne welatê Musa, Musa bi xwe jî parçe parçe bûye. Loma xeyal û aqlê wî carinan cîh diguhere. Musa ji hêla hişmendîyê ve birîndar e, binhişê wî jî weke binxetê tevlihev e. Di sehneyekê de dibe Sykes bi xwe hetta.
Freud di metneke xwe de dibêje “ne psîkîyatrîst dikarin guh nedin nivîskarên afirîner, ne jî nivîskarên afirîner dikarin guh nedin psîkîyatrîstan” [26]. Mirov bi dilrihetî dikare romana Helîm Yûsiv weke romaneke psîkolojîk binirxîne. Roman jixwe ji serî heta binî bi hest û bûyerên psîkolojîye hatiye afirandin. Lê nizanim çima nivîskar bi gotina Freud nekirîye û guh nedaye psîkîyatrîstan. Halbukî estetîk ne tenê teorîya rindbûnê ye, teorîya hestên mirovan jî ye. Loma ger mijar patolojî be, obsesyon be, tirs be, travma be, binhiş be, bivênevê destê beşa psîkîyatrîyê di nava romanê de ye.
Fînala vê gotarê, em jî weke romanê dikarin li Londonê bikin. Melûm e London paytextekî gelek muhîm e bo romanên dij-metingêrî. Di vê çarçoveyê de Mustafa Said, Tayeb Salih jî gav avêtibû paytextê, wî jî bo heyfa salan û gelan xwe avêtibû kolanên Londonê [27]. Paytext him derd e, him derman e. Loma carinan derman, heyf e [28], heyfa ji (li) paytextê girtin e. Tayeb Salih, dibe Conradê bindestan, lehengê xwe yê Mustafa Said, di rola Kurtz de diafirîne, dişîne paytextî, dixwaze heyfa salan hilîne. Helîm Yûsiv jî lehengê xwe Musa, dişîne Londonê dixwaze heyfa kurdan hilîne. Mustafa Said heyfê di nava cihê jinên İngilîz de distîne, Musayê kurdan jî heyfê li kolanên paytextî bi êrişkirina bi navê Sykes re hiltîne. Mustafa Said zayendperest e, pusugir e, heyfê bi penîsê xwe hiltîne, hemû ingilîzan suçdar dike, heyfê jî kolektif hiltîne. Musa weke şovalyeyan e, heyfa rûbirû digere, hemû ingilizan ne, tenê Sykes suçdar dike, heyfa kolektif ne, heyfa şexsî digire.
Dawîya dawîn, ev hirsa heyfê bindestîya Mustafa Saîd betal dike, wî dike apolîtekek nihilîst, dibe bermahîyên zaliman. Ev heyfa kambax jî dawîya dawîn, Musa ji dike flanorê Benjamin. Musa li paş sehneya heyfgirtinê êdî ne bindest e, penaberek tirsok e. Bi qewlê Benjamin, ji sehneya heyfgirtinê şûnve Musa li welatên ewropî, sergoyên civatê [29] ye êdî, sergoyê tirsê ye, bûye mehkumê kulîyê birçî û marên reş.
Têbînî û Çavkanî
[1] John Berger, Görme Duyusu, weş. Agora Kitaplığı
[2] Helim Yûsiv, Tirsa Bêdiran, Weş. Peywend
[3] Li ser travma û edebîyatê nivîseke geleke baş, bnr : Leyla Polat, chrome-extension://efaidnbmnnnibpcajpcglclefindmkaj/https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/4339926
[4] Walter Benjamin, Mekanik Yeniden Düşünme Çağında Sanat Eseri, Weş. Ketebe
[5] Bo vê mijarê nivîseke baş: Robert Young, Fanon’un Tekinsizliği, https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-123
[6] Albert Memmi, Sömürleştirilenin Portresi, Versus, R. 91 û hwd.
[7] Yûsiv, r.16, 32, 116
[8] Yûsiv, r. 30
[9] Ferzan Şêr li ser berhemên Helîm Yûsiv xebateke fireh û afirîner kirîye. Li ser vê romanê jî sekinîye û analîzên ilhanbexş kirîye. Bnr: Ferzan Şêr, Suretê Piştê, weş. Peywend
[10] Sigmund Freud, Yas ve Melankoli, r.9, weş. Cem
[11] Frantz Fanon, Yeryüzünün Lanetlileri, r. 44-45, weş. Sosyalist
[12] Frantz Fanon, Seçme Yazılar, weş. Dipnot
[13] Yûsiv, r.166
[14] Memmi, r 103
[15] Sigmund Freud, Sanat ve Edebiyat Üzerine Yazılar, r. 98, weş. Olimpos
[16] Jean Amery, Suç ve Kefaretin Ötesinde, r. 10, Weş. Metis
[17] Seneca, Medea, r. 53, weş. İş Bankası
[18] Marc Nichanian, Edebiyat ve Felaket, r.20, Weş. İletişim
[19] Ji bo muqayeseya Gurnah û Yûsiv bnr: https://kurdarastirmalari.com/yazi-detay-oku-221
[20] Remezan Alan, di gotara xwe ya bi navê “ Li Bin Sîya Romaneke Diyalojîk” de li ser romanên diyalojîk û monolojîk de tespîtên baş dike. Bo zêdetir agahî bnr: Remezan Alan, Bendname, r. 159-168, weş. Peywend
[21] Yûsiv, r.74
[22] Hannah Arendt, Kötülüğün Sıradanlığı, weş. Metis
[23] Wilhelm Jensen, Gradiva: Bir Pompei Düşü, Weş. İş Kultur
[24] Sigmund Freud, Sanat ve Edebiyat Üzerine Yazılar, weş. Olimpos
[25] Sigmund Freud, Sanat ve Edebiyat Üzerine.., r. 25,
[26] Freud, Sanat ve….. r. 57
[27] Tayeb Salih, Kuzeye Göç Mevsimi, weş. Ayrıntı
[28] Mem Med di berhema xwe ya Kevirê Selîm de behsa “Remoyê Tolhilgêr” dike. Tolhilgêrîya Remo û mijara keça fermandar jî ecêb e. Tolgirtina weke çîroka Remo carinan dibe parodî ya bindestan jî. Bnr: Mem Med, Kevirê Selîm, Weş. Nûbîhar
[29] Walter Benjamin, Flanör, Yüksek Kapitalizm Çağında Bir Lirik Şair, weş. Sub Basın
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.