Di navbera du Dîstopyayan de: 1984 -2084

29/12/2024

Utopya, wek têgeheke Yûnanî, welat û jiyanên xeyalî temsîl dike. Di utopyayan de, weke ku têgeha utopyayê nîşanî me dide, “cihê ku li ser dinyayê tuneye” derdikeve pêşberî me. Cihên ku pergaleke bêqisûr lê ava bûye û cihên ku mirov lê bextewar dibin. Lê cureyekî utopyayê heye ku jiyaneke reş û tarî li ber çavê me radixe: Dij-utopya, utopyaya tirsnak an jî dîstopya. Gava mirov utopya û dîstopyayan dide ber hev, ferq û cudahiya di navbera armanca nivisandina wan de derdikeve pêşberî me. Utopya, bi armanca bextewariya mirovan hatine nivisîn û qala jiyaneke “xweş” dikin. Lê ji bo dîstopyayan mirov nikare wisa bêje. Dîstopya, dixwaze li ser talûkeyên siberojê, hişyariyeke bide mirovan. Gava em dîstopyayan dixwînin, gelo em van talûkeyan dibînin û fehm dikin? An jî tenê wek berhemên xeyalî dixwînin û ji bîr dikin? Dîstopya bi rastî jî tenê qala xeyalan dike? Gelo îhtîmal heye ku ew jiyanên reş û tarî yên di dîstopyayan de tên qalkirin, veguherin rastiyê? An jî jixwe em di nav dîstopyayekê de dijîn!

Edebiyata dîstopîk, di nav cûreyên edebiyatê de, cûreyekî xurt û girîng e. Berhemên dîstopîk, herçiqas li ser xeyalan ava bubûn jî, bingeh û çavkaniya xwe ji nav jiyana rastîn digrin. Di nav  berhemên dîstopîk de, pirtûka George Orwell a bi navê 1984, mînakeke girîng e. Ev berhema ku Orwell di sala 1949a de nivisandiye, qala siberoja cîhanê dike. 66 sal pîştî nivisîna berhema 1984a,  nivîskarê Cezayîrî, Boualem Sansal, pirtûka 2084 nivisand û belav kir. Sansal pirtûka 2084ê, di sala 2015a de nivisî. Ji ser 1984ê gelek sal derbasbubûn. Lê Sansal, weke ku bixwaze bêje, 1984 qala jiyaneke xerab dikir lê di siberojê de, jiyaneke jê xerabtir li benda me ye!

Di berhemên 1984 û 2084ê de, em totalîtarîzmên xurt û giran dibînin. Di her du berheman de em dibînin ku totalîtarîzm çawa dikare azadiyê ji holê rake, mirovan çawa kontrol bike û jiyanê çawa dikare bixe nav tariyê. Lê di nav totalîtarîzma 1984 û 2084ê de cudahiyeke girîng heye. Orwell di berhema 1984ê de, qala totalîtarîzmeke modern (!) dike. Li welatê 1984ê, em şopên çanda welatên Ewropî dibînin. Jiyaneke modern, laîk û sekuler. Lê Boualem Sansal di pirtûka 2084ê de, qala totalîtarîzmeke dînî dike. Ev pergala ku xwe li ser dîn û baweriyê ava kiriye, totalîtarîzmeke teokratîk derdixe pêşberî me.

Herçiqas , di her du berheman de, rêbaza îktîdaran ji hev cuda bin jî, gava em her du berheman didin ber hev, em gelek taybetmendiyên hevpar dibînin. Di her du berheman de jî îktîdar, bi tunekirina azadiya mirovan, bi kontrolkirina jiyana mirovan dixwazin heqîqeteke nû ava bikin û li ser mirovan ferz bikin. Ev armanc, di pirtûka 1984ê de, bi rêya mekanîzmaya kontrolê tê meşandin. Bi rêya çavdêriya li ser mirovan, jiyana mirov û laşê mirov, tim di bin kontrola îktîdarê de ye. A balkêş ev e, ku ev çavdêrî  ne tenê li ser laş û tevgerên mirovan e. Fikr û ramanên mirovan jî tim di bin kontola îktdarê de ne û bi rêya mekanîzmaya kontrolê, fikrên li hemberî îktîdarê wek talûkeyekê tên dîtin, ji holê tên rakirin. Ev rewş jî li ser mirovan tirseke mezin çêdike û kontrola îktîdar tunebe jî, mirov xwe bi xwe fikrên xwe sansur dikin û li gor îktîdarê difikirin.

Boualem Sansal jî wek George Orwell, qala pergaleke tarî dike. Ev pergala ku di sala 2084an de em dibînin, bi rêya totalîtarîzmê jiyaneke teokratîk ava kiriye. Dîn û bawerî, wek amûreke otorîter li ser civakê tê bikaranîn û bi vî awayî azadiya mirovan ji holê tê rakirin. Çawa ku em di berhema Orwell de şopên çanda rojavayî dibînin, di berhema Sansal de jî, şopên rojhilatî derdikevin pêşberî me. Di 2084ê de em dibînin ku civakek bi rêya dîn û baweriyê tê birêvebirin, ka ji veguherîneke çawa derbas dibe û  ji eslê xwe çawa dûr dikeve. Wek pirtûka 1984ê, di pirtûka 2084ê de jî, em kontroleke xurt dibînin. Û ev kontrol dîsa ne tenê laş û tevgerên mirovan e. Ji alî hişî ve jî mirov tên kontrolkirin û bi vî awayî hişê mirovan, azadiya xwe teslîmî îktîdarê dike.

1984 û 2084 ji bo me çi îfade dikin? Gelo hema tenê berhemên xeyalî ne? Tenê mijarên ji me dûr in? An jî tenê pirtûkên bo xwendin û ji bîr kirinê ne! Gelo dîstopyayek dikare veguhere rastiyê? Gelo em dikarin bibin karakterên nav van dîstopyayan? An jî, jixwe em di nav de ne!


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan” e ku li cehalet û nezaniya