Zaroka Din

Zarokatiya te ji destê te hat standin, di şevek an jî rojekê de. Niha bi neynûkên boyaxkirî, bi çavên kilkirî, bi lêvên sorkirî tu bûyî wekî jinên din. Lê tiştê ku tu dibînî, ev ne tiştekî xerîb e, tiştekî xweş e, tu yî ev. Niha, tu difikirî gelo kesek dikare te ji te bistîne, kesayetiya te tune bike, te bikuje wekî ruh lê ne wekî beden? Tu carekê hatiyî kuştin. Cara duyem mimkin e? Tu yê destûr bidî vî tiştî? Ji bo ku tu destûr nedî tu yê xwe çawa biparêzî? Pêdiviya te bi kesekî din heye? 

***

Rojekê serê sibehê tu ji xew radibî, piştî taştê xwe amade dikî ku wekî her rojan derkevî derve û xwe bigihînî hevalên xwe. Wê rojê, serê sibehê, piştî taştê, tu dikî ku ji malê derkevî, tu ewil bi tevgeran û piştre jî bi gotinên tûj fam dikî ku divê êdî dernekevî û nelîzî. Tu duh zarok bûyî, lê îro, piştî ku bîst û çar saet derbas bûne çi guherî? Ji te re tê gotin ku tu êdî ne zarok î, ji nişka ve zarokatiya te xilas dibe, wê ji destê te distînin. Tu hê jî fam nakî, gelo ji duh ve erd qelişî, esman tîş bû, dinya rast bû, çi bû her tişt hat ser hev û zarokatiya te ji destê te girt.

Tu difikirî, sozên te hebûn ku ne bi peyvan hatibûn gotin. Te û hevalên xwe bi tevgerên xwe, we biryar dabû ku hûn ê dîsa di heman wextî de dest bi lîstika xwe bikin. Ev soz, soza her rojan bû. Bê peyman, bê gotin bû. Soza ji dil bû. Lê rojek hatibû ku tu mecbûr mabûy vê soza xwe neyînî cih. Tu difikirî, gelo zarokatiya te xilas bûbû, yanî wextekî wê hebû an hatibû xilaskirin. Te tu car fam nekiribû lê wê rojê bi awayekî şermokî te ji hevalê xwe re gotibû ku tu êdî nikarî li pisqilêtê siwar bibî. Zora te çûbû, lewre hêj gelek tişt hebûn ku divê te bikira. Te yê xarên xwe zêdetir bikirana bi pêşbaziyê, te yê xwe ji roja din bêhtir hilavêta li ser benan, te yê li ser xêza li erdê zêdetir bilîsta û serkeftina ku her roj tu li bendê bûyî, bi dest bixista. 

Xilas bûbû; serkeftin, bidestxistin, hirs, yekemînbûn her tişt. Xarên te yek bi yek ji destê te wenda bûbûn, êdî tu wateyekî wan tunebû. Ew ji te re bûbû kul ku te careke din ev tişt pêk neanîbûn. Lê sedem çi bû, te hê jî fam nekiribû. Çi bûbû ku di rojekê de jiyana te ji destê te çûbû. Tu wenda bûbûy, belkî bi destê hinekan tu hatibûy wendakirin.

Niha tu li derûdora xwe dinêrî, carinan yên wenda têne xewna te, gelo jiyana wan jî wenda bûye, dibêjî. Mimkin e. Lewre wekî te dinêrin, wekî te difikin, wekî te guhdarî dikin. Lê hinek hene ku qet ne wekî te ne. Tu wê çaxê fam dikî ku jiyana wan nehatiye dizîn, lîstika wan nehatiye qutkirin, dibe ku wan bi xwe qut kiribe. Gelo tu jî wekî wan bûbûya tu yê bextewartir bûya? Gelo jiyana te ya îro dê cudatir bûya. Gelo te yê wê çaxê hewl nedaya ku tu tiştekî di dilê xwe de bihêlî, wekî ku hinek dibêjin? Gelo dê xortaniya te çawa bûya? Tu jê bawer î ku te yê xwe li odeya xwe kilît nekira, te yê xwe ji her kesî veneşarta, te yê xwe ji her kesê ku zarokatiya te ji destê te standibûn dûr nexista, te yê ji wan gotinên ku li ser bedena te dihatin gotin şerm nekira, te yê cilên fireh li xwe nekira, tu yê ji xwe dûr neketa!

Lê çêbû. Ev her tiştên ku niha tên bîra te, yên kambax, yên bedbîn, yên dilê te dikujin dê nebûna, çênebûna. Te yê zarokatiya xwe bidîta, heta ku tu her derê xwe bikî birîn, te yê li derve bilîsta û bikeniya. Te yê xwe di bin siya strana xwe de veneşarta. Te xwe veşart, tu bê deng bûyî, tiştê ku ji te dihat xwestin ev bû, lê te dizanîbû ku ev ne rast bû, çewtiyek hebû. Bi wê mejiyê xwe yê zarokatiyê te fam dikir ku ecêbiyek hebû. Lewre kurikên ku te duh bi wan re dilîst hê jî li derve bûn, heta ji wan tê diqîriyan, ji kêfan, ji heza lîstikê. Te li hundir, li ber paceya odeyekê, bi bêhna kulîlkên li ber, guhdarî dengê wan dikir. Te fam dikir cudahiyek hebû. Gelo tu mezin bûbûy? Çima yên din mezin nebûbûn. Hûn bi hev re diçûn dibistanê, lê wexta ku hûn vedigeriyan malê, ew hê jî zarok bûn lê tu mezin bûy. Tu bûbûy jin? Te xwe wek jinekê hîs nedikir. Hestên te hê jî zarok bûn, ruhê te di lîstikên derve de bûn. Gelo çi bû ku tu bûbûy jin? Jixwe zarokatiya ku te jê kêfek distend jî nîvzarokatî bû. Dîsa jî têra te dikir. Ji ber ku te wekî hevalên xwe nikarîbû neynûkên xwe birengînî, te ji pelên hîroyan reng didan neynûkên xwe, carinan sor, carinan pembe. Te bi qalikên gwîzan lêvên xwe boyax dikirin. Hestên te ev bûn, wek xwezayî di dilê te de agirê xemilandinê hebû û te dikir û nedikir, te nedikarî vî agirî vemirînî, ji ber vê te ev xemilandin dikirin, bi awayekî veşartî, te têra xwe li eynikê dinêrî û dû re ew reng hemû jê dibirin, te lêborînek jî ji wan dixwest. Lewre tirsa te ew bû ku yek bibîne û te bi tiştên ecêb bidarizîne ku te nizanîbû ew çi ne. 

Te xwe dixemiland, lewre te ji xwe hez nedikir. Hinek reng dihat rûyê te û li ser neynûkên te yên destê xwe, te xwe baş didît. Lê wexta ku tu carekê hatibûy zeftkirin bi wan rengan, tu hatibûy sûcdarkirin û tehdîtkirin da ku nebî wek wan jinên din. Gelo jinên din kî bûn? Her jinên ku te li kûçeyê didîtin, yên bi reng, jinên din bûn? Te jî dixwest tu bibî jina din, lê tu hêj zarok bûy. Gelo zarokên din hebûn? Belê hebûn. Zarokên ku nêynikên wan boyaxkirî hebûn, ew jî zarokên din bûn? Wê çaxê te jî dixwest tu bibî zaroka din. 

Zarokatiya te ji destê te hat standin, di şevek an jî rojekê de. Niha bi neynûkên boyaxkirî, bi çavên kilkirî, bi lêvên sorkirî tu bûyî wekî jinên din. Lê tiştê ku tu dibînî, ev ne tiştekî xerîb e, tiştekî xweş e, tu yî ev. Niha, tu difikirî gelo kesek dikare te ji te bistîne, kesayetiya te tune bike, te bikuje wekî ruh lê ne wekî beden? Tu carekê hatiyî kuştin. Cara duyem mimkin e? Tu yê destûr bidî vî tiştî? Ji bo ku tu destûr nedî tu yê xwe çawa biparêzî? Pêdiviya te bi kesekî din heye? 

Zarokatiya te hat standin lê gelo jinaniya te? Gelo li ser vê jî difikirin? Gelo jiyana te hê jî di destê hinekan de ye? Tu yê çi bikî? Ji bo ku fam bikî divê tiştên dijjinaniya xwe bikî? Tu yê jiyana xwe çawa biparêzî? Tu yê xwe çawa di nav xwe de û aîdê xwe hîs bikî? Tu yê çawa bizanibî ku tu ya xwe yî û her dem tu yê wisa bimînî? Divê hin bûyeran derêxî ji ser serê xwe û li encamên wan binêrî? Tu kî yî? 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir