Abdulmutaleb Gardî: Tabloyên min hemî li ser êş, azar, rol û xoşewîstîya jinan in

Abdulmutaleb Gardî: Tabloyên min hemî li ser êş, azar, rol û xoşewîstîya jinan in
Abdulmutaleb Gardî: Tabloyên min hemî li ser êş, azar, rol û xoşewîstîya jinan in
Engin Ölmez

Abdulmutaleb Gardî dîyar dike ku piştî keçikeka êzidî tê kuştin, wî dest bi neqşa temaya jinan kirîye ku ew keçik ji ber egera evîndarîya kesekî misilman hatibû kuştin. Ew beyan dike ku piştî vê bûyerê wî her tim di tabloyên xwe da temaya jinê neqişandîye.

Abdulmutaleb Gardî li Amedê 4ê Cotmehê pêşangeha xwe li Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê vekirîye.

Pêşangeha Abdulmutaleb Gardî dê heta 8ê Cotmehê ji bo hunerhezan vekirî be.

Wênesaz Abdulmutaleb Gardî ji Hewlêrê ye. 20 sal in ew bi karê hunermendîyê ve mijûl e ku wî li cihên wekî Gurcistan, Şam û Hollandayê pêşangeh vekirîye ku ew beyan dike li gelek bajar û welatên cuda cuda jî wî pêşangeh vekirine.

Hunermend Abdulmutaleb Gardî

Cara duduyan e ew tê li Amedê pêşangehê vedike ku cara ewil ew sala 2007an dîsa ji bo pêşnagehê hatîye Amedê.

Ew dîyar dike ku wî heta niha 8 pêşangehên taybet vekirine. Berî ew li hewlêrê pêşangeha taybet veke wî xwestîye ku ew ewil li Amedê veke.

Ji pêşangeha wêneyan

Ew balê dikêşe ser bîranîneka xwe ya li ser pêşangehekê ku ew dîyar dike li Stenbolê nêzî 35 hunermendan beşdarî tê da kirine ku ew bi tenê kurd bûye.

Ji pêşangeha wêneyan

Ew beyan dike ku bi hatina dîyarbekirê gelek keyfxweş bûye ku wî li Amedê pêşangeha wêneyan vekirîye. Hêvîya xwe wisa tîne ziman ku di navbera hunermendên bakur û başûr da pirek ava bibe û nasînek çêbibe ji alîyê çand û huner û her tiştê din ve ku dibêje: “Ez gelek hez dikem ku pireka hunerê çêbibe di navbera bakur û başûr da”

Ji pêşangeha wêneyan

Ew tabloyên xwe wisa pênase dike ku wî şêwazekî gelek cuda heye ku ew xwe ji hunermendên din cudatir dibîne. Tabloyên wî hemî li ser motîf û mijara jinan in ku ew dîyar dike hemî tabloyên wî motîf û hêmanên xwe yên taybet di xwe da dihewînin. Wî nêzîkî 100 tabloyan hene ku hemî li ser jinan bûne.

Ji pêşangeha wêneyan

Ew destnîşan dike ku tabloyên wî li ser xalên wekî kuştina jinan, hezkirin û xoşewîstîya jinan, rola jinê ya di nav malbatê da hatine xêzkirin ku ew wan mijaran wekî çavkanîya tabloyên xwe dibîne.

Ew dîyar dike ku piştî kuştina keçikeka êzidî wî dest bi temaya jinan kirîye ku ew keçik ji ber egera evîndarîya kesekî misilman hatibû kuştin. Ew beyan dike ku piştî vê bûyerê wî her tim di tabloyên xwe da temaya jinê neqişandîye.

Ji pêşangeha wêneyan

Ew ji ber cudabûn û taybetîyên tabloyên xwe wisa beyan dike ku li kî derê cîhanê tabloyên wî bêne dîtin dê bê zanîn ku ew tabloyên wî bûne. Ji ber ku ew motîf, dariştin, reng û nexşên xwe xwemalî dibîne ku wekî şêwazekî taybet bi nav dike. Herwiha ew dîyar dike ku dema kesek tabloyên wî bibîne di wê qenaetê daye ku ew kes dê bibêje ew tablo, tabloyên hunermendekî kurd bûne.

Ji pêşangeha wêneyan

Ew balê dikêşe ser wê yekê ku her miletekî huner û çandeka xwe ya cuda heye ku ew jî dixwaze cîyawazîya çand û hunera kurdî bi tabloyên xwe pêşkêşî cîhanê bike. Ew dixwaze mohra xwe li çand û hunera cîhanê bide ku ew vê yekê wekî avakirina nasnameya xwe dibîne.