Meseleyeka edebî: Lîsteyên kitêban

Meseleyeka edebî: Lîsteyên kitêban
Meseleyeka edebî: Lîsteyên kitêban
Xecê Daşxin

Çiqas zêde lîste hebin, çiqas zêde kes lîsteyan amade bikin sînordarkirina kitêb û xwendevanan dê ewqasî ji holê rabe. Helbet hebûna lîsteyan jî têkildarî xwendina kitêban e. Lîste ji bo destpêkê rê û dirbên xwendevanan vedikin.

***

Mirovê kitêbên baş nexwendî, weke kesekî nexwende ye.

Mark Twain

Wexta meriv berê xwe dide xwendina bi kurdî, bi qasî problema çawaniya xwendin/femkirinê, problema çi xwendinê jî dertê pêşîya me. Demeka dirêj e di hişê min da jî ev mesele diçe û tê, meseleya lîsteyeka xwendinê ya roman û çîrokên kurdî. Lîsteyên kitêban di lîteratûra dinê da pir berbelav in û gelek kes gorî wan lîsteyan dest bi xwendinên xwe dikin yan jî xwendinên xwe pêş dixin. Çi ye meseleya wan lîsteyan, çima însan ji wan lîsteyan derbas nabin yan jî lîste çawa çêdibin, çewa tên qebûlkirinê. Ez dibêjim kesên gorî lîsteyan dixwînin yan kesên wan pêşnîyaz dikin jî êdî nakevine pey bersivên wan pirsan, lê xasxwendevanên kurmancî ji ber tunebûna lîsteyan divê bi wan pirsan ra eleqedar bibin.

Lîsteyên kîteban gelek caran weke hewcedarîyekî dertên, piştra jî dibin hêsanîyek, lê belê bi pê ra hin kitêb zêdetir berbelav dibin û zêdetir dikevin rojeva xwendevanan. Ji bo nivîskarên wan lîsteyan tesîreka erênî jî çêdikin û wan zûtirkê digîhîne xwendevanan. Hin kitêb û nivîskar hene li ser qebûlên herkesî ne û kî bixwaze bi karê xwendinê ra mijûl bibe, xwe li ber dergehê wan kitêb û nivîskaran dibîne. Kesên weke Shakespeare, Dostoyevskî, Tolstoy, Victor Hugo, V. Woolf… Lîsteyên zimanên din bi ser hemû platformên civakî ra (kitêbxane, dibistan, zanîngeh, medyaya civakî, komên xwendinê û hwd) bi awayekî berbelav bûne. Esas meseleya me lîsteyên kitêbên edebîyata kurdî ne. Helbet derfetên kurdî bi qasî zimanên din zêde nîn in. Ji xwe ez ê jî gorî kêmderfetên me li vê meseleyê binêrim. Dixwazim ser mînakeka spesîfîk bisekinim û qala meseleyê bikim.

Salên 2015-16an, piştî girtina sazîyên kurdî komên xwendinê avabûn. Ya Amedê, Mêrdînê, Cizîrê, Batmanê, Farqînê, Semsûrê û heta ya Mêrsîn û Stenbolê. Komên sivîl yên xwendinê sînerjîyek çêkirin di qada edebîyata kurdî da û hê jî ev sînerjî xwe dikudîne. Mînak koma xwendinê ya Amedê 7 sal e dicive û berdewam dixwîne.

Gelo hebûna wan koma çi li lîsteyên edebîyata kurdî zêde kirin yan jî lîsteyên xwendinê yên pêşnîyaz bi hebûna wan koma ra çêbûn? Bi qasî ku di nav da me, û dizanim mixabin lîste çênebûn. Berîya wan koma jî ez ketibûm meraqa lîsteyan û heta îro ez li ser medyaya civakî tenê rastî çend lîsteyan hatim. Lîsteya Îbrahîm Seydo (ji bo destpêkê) ya Rêbîn Özmen û xebateka Faik Öcal ya “100 romanên ku divê bên xwendinê” [1] min dîtin. Helbet mirov wexta dest bi xwendinê dike, dixwaze lîsteyên kitêban hebin û meriv nebe mîna masîyekî   kenarketî û di nav kitêban da wenda nebe. Heke mesele xwendina kitêbên baş be ya muhîm ne ev e ka te çend heb kitêb xilas kirine, lê ya muhîm ew e ka çend heb kitêb dikarin xwe bigîhînin te û temasî te bikin.

Heke te xwendin haz nekiribe, te hêkitêba rast nexwendîye.

J. K. Rowling

Lîsteyên kitêban helbet hin kitêb û nivîskaran derdixin pêş û bala xwendevanan jî dibin ser wan. Mumkîn e ku em vêya ji bo kitêb û nivîskarên ku li derveyî wan lîsteyan mane weke tesîreka neyînî bibînin yan jî sînordarkirina xwendevanan bibînin. Heke bi rastî neyînîyên lîsteyan hebin jî mûmkîn e ev neyînî bên berterefkirin. Çiqas zêde lîste hebin, çiqas zêde kes lîsteyan amade bikin sînordarkirina kitêb û xwendevanan dê ewqasî ji holê rabe. Helbet hebûna lîsteyan jî têkildarî xwendina kitêban e. Lîste ji bo destpêkê rê û dirbên xwendevanan vedikin. Di nav deryaya kitêban da emrê tu xwendevanekî têra xwendina hemû kitêban nake û keda xwendinê jî hêja ye mirov bi kitêbên baş ra xerc bike. Xwendevanên hemû dinyayê bi salan e di vê meselê da alîkarî dane hev û li pişt xwe lîste hiştîne. Ev lîsteyên mîna mîrateya xwendinê, hewceyî hemû xwendevanan e. Xwendevanan heta rêya xwe ya xwendinê dîtin û zelal kirin dê ji wê ava hevpar tîbûna xwe bişkênin. Bi demê ra ev lîste nabin reçeteya pirsgirêkên cimaeta xwendinê, lê belê dikarin hin tiştên hevbeş çêbikin. Yan rastî qebûlekê tên û hemû xwendevanên dem û mekanên cihê nêzî hev dikin yan jî qîmetekî nabînin, lê dîsa jî temamî nayên jibîrkirin. W. H. Auden nirxandina kitêbên nebaş ji bo karekterê însên weke zirarekî dibîne, ez jî xwendina kitêbên nebaş di vê jîyana me ya perçebûyî û demtêrnekirî da weke zirarekî dibînim. Lîsteyên kitêbên nebaş jî perçeyeke edebîyatê ne, fikrekê didine xwendevan yan jî xwendevanan ji zirarekî dûr digirin. Lê hedê kê ketîye wan kitêban dîyar bike yan jî lîsteyên wan amade bike. Axir xwendin tecbûbeyeka şexsî ye û qirara kitêbên baş û nebaş jî dîsa bi wan xwendinên şexsî ra der tê. Lê heke ev tecrûbe bikevin lîsteyan êdî nayên jibîrkirin.

Ji bo civakên ku çanda xwendinê pêşxistî lîste ji berê da hene. Ev lîste gorî gelek kategorîyan hatine amadekirin. Ji bo destpêkê, naskirin/danasînê, xwe pêş xistin, kûrbûn, xwendinên akademîk û hwd. xwendin jixwe di dewra înternet û sînemayê da gelekî kêm bûye û êdî pirsa “divê em çi bixwînin” cîyê xwe pirsa “divê em çi nexwînin” ra hiştîye. [2] Dîyar e ji bo afirandina çanda xwendinê jî ji bo xwendineka pragmatîst jî xwendinên encamdayî, yanî lîstebûyî hewce ne. Em ê zû bi zû xwe negîhînin wê derê lê mumkîn e em jî bi lîsteyên xwe yên şexsî va dest pê bikin. Roja îro belkî lîsteyên herî biqîmet lîsteyên şexsî bin. Ev lîste xwe dispêrin temamî fikreka azad û kedeka şexsî. Dibe ku lîsteyên edebîyata dinyayê jî bi wî şiklî hatibin çêkirinê û em jî di wê rêyê da bin.

Çavkanî:

  1. https://www.kitaphaber.com.tr/mutlaka-okunmasi-gereken-100-kurt-romani-guncel-1-liste-k5288.html
  2. Herald Bloom, Batı Kanonu, İthaki, (wer. Çiğdem Pala Mull) İstanbul, 2018.