Xeyala min ew e ku bila dengê muzîka Kurdî li her maleka Kurdan hebe

Koordînatorê Zarok Mayê, Şêrko Kanîwar dîyar kir ku ew ê îro (14ê Gulanê) li navçeya Çinarê ya Amedê, digel zarokan kargeha rism û mûzîkê pêk bînin.

Muzîsyen Kanîwarî ji Botan Timesê re diyar kir ku di çerçoveya projeya wan a Zarok Mayê de ew ê li Gundê Hucetîyê û Gundê Husukayê kargehan pêk bîne. 

Kanîwarî li ser pirsên Botan Timesê ho got: 

“Rast e zehmetî hene. Lê dema ez li konserên Jin Mayê temaşe dikim, dema berhemên beşdarên Zarok Mayê dibînim bextewar dibim. Digel wê bextewarîyê serbilind dibim. Gelekê tiştek xweş e ku dibînim ew pêş dikevin!

Dema Zarokên Zarok Mayê distirin, Şêrko Kanîwar komê bi rê ve dibe

Aciz dibim!

“Carinan dibînim ku em dikarin hin karan baştir bikin û ji ber bêderfetîyê em nikarin bi dilê xwe bikin… Carinan jî em nikarin wan karan pêk bînin hingê ez xemgîn dibim, aciz dibim.”

Bila mîrateyê muzîkê bi hezaran salan dewam bike

“Muzîka Kurdî xwediya mîrateyeka qedîm e, da ew mîrate bi hezaran salan dewam bike, xeyala min e ew e ku bila dengê muzîka Kurdî li her maleka Kurdan hebe.

“Muzîk ne bi tenê ji bo çîneka bijartî ye, ji bo her kesê ye. Divê muzîka me bibe malê her kesê. Ez nabêjim bila şiyanê her kesê ji bo muzîkê hebe, lê bila li mala her Kurdekê dengê muzîka Kurdî hebe.” 

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir