Helbestvan: Ruhanîyên Ziman

Alîyê herî xurt û balkêş ê Hacî Qadirê Koyî ew e ku wek pêşeng û ruhanîyekî giring ê zimanê kurdî, li dijî hişmendîya xwekêmdîtin û kolonîkirî ya kurdan helwest werdigire û bi gotinên xwe yên tund kesayetîya bindest a kurdî dihejîne.

***

Ruhanî bêjeyek e ku di nav çanda dînî da peyda bûye û ji wan kesan ra tê gotin ku bi mijarên ruh û manayê ra mijûl dibin. Rast e ku dîn li ser nerîta dînên berî xwe û bi pêşengîya pêxemberan dest pê dikin lê bi rêya ruhanîyên “îde-al-îst” ji bo nifşên paşerojê tên veguhestin. Ev kes jîyana xwe ji bo vê armancê bext dikin û bi hemû hêz û şîyana xwe ji bo geşedana wê kar dikin. Ji vî alîyî ve çîna ruhanî parêzvan, hilgir û xemxurên doz û armancekê ne ku bi saya keda wan ev dîn, doz û armanc tên parastin û belavkirin. Ziman jî wek heybereke çandî, li ser nerîta hin zimanên pêşî û bi peydabûna hin mercên nû yên jîyanê peyda dibin û di nav demê da nasnameya xwe ya xweser bi dest dixin. Di vê analojîyê da axiverên zimanî hevtayên bawermendên dînî ne û helbestvan, nivîskar û zimannas jî beramberî çîna ruhanî ne ku bi xêra ked û têkoşîna wan ev ziman tên parastin û geşkirin.

Em dikarin bibêjin ku heta Mela Mehmûdê Bazidî û derketina rojnameya Kurdistanê kom yan çîneke nivîskarên kurdî nîne. Loma jî maweyeke dirêj helbestvan dibin tekane ruhanîyên zimanê kurdî û erka parastin û geşkirina zimanê kurdî ew bi tena serê xwe cihbicih dikin. Ji ber vê, dema Melayê Cizîrî dibêje “Gulê baxê Îremê Bohtan im / Şebçiraxê şebê Kurdistan im” ji alîyekî ve di kesayetîya xwe da amaje bi vê rola helbestvanên kurd dike ku wek “xaqanên îqlîmê suxen” di tarîtîya serdema xwe da dibin çirayên herî geş ên zimanê kurdî, zimanê me digihîjînin asta zimanê edebî yê wê serdemê û Şîrazî û manendên wî didin jibîrkirin. Xanî vê xema Melayî tîne asta hişmendîyeke berpirsyarane û ji bo ku “durên lîsanê kurdî” derxe meydanê peyvên “bohtî, mihemedî û silîvî” dixe “nîzam û întîzam”ê û ji bo ku kes nebêje kurd ji eşqê û hunerên bilind fam nakin “ji boyê ‘amê”ê cefa dikêşe û Mem û Zînê dinivîse.

Ji helbestvanên berî xwe cîyawaztir Hacî Qadirê Koyî dibe bîrmendê vê hişmendîyê û ji demên dêrîn heta serdema xwe dikeve nav muhasabeyeke hûr û kûr. Li gor wî, sedema windabûna şopa dîrokî ya kurdan ew e ku “mela û şêx û mîr û padîşah”ên kurdan “kitêb û defter û tarîx û kaxez”ên xwe bi kurdî nanivîsin û ji ber vê çendê jî navûnîşanên wan winda dibe. Ji ber vê, bang li kurdan dike ku bidin ser “rêya mîhrebanî”yê yanî bidin ser rêya hezkirina zimanê xwe û vê dîroka bêyom biguherînin. Lewra li ser rûyê erdê ji bilî kurdan tu miletekî din bê pirtûk û nivîsîn nemaye. Loma jî bi rêya helbestên xwe dixwaze hişmendîya xwendin û nivîsîna kurdîyê di nav kurdan da belav bike da ku bikare vê çarenûsa reş biguherîne.

Em ji helbestên wî fam dikin ku di wê serdemê da li dijî nivîsîna kurdîyê propagandayên dînî tê kirin û xwendina zimanê kurdî bi kufrê tê tawanbarkirin. Ji ber vê behsa “bawermendbûna” kurdan dike, sedema kufirbûna nivîsîna bi zimanê kurdî dipirse û hewl dide hişê kurdan ê şêlûkirî zelal bike. Ji bo vê bi bîr tîne ku wî bi helbestên xwe yên kurdî pesnê Xwedê daye da ku mirovên weha nebêjin ku bi kurdî pesnê Xwedê nehatîye dayîn. Bi vî awayî propagandaya reşkirina nivîsîna kurdîyê ji alîyê mentiqî û teorîk ve pûç dike û zimanê kurdî bi nirxên payedar ên nav civakê xurt dike.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Hacî di çarçoveya berevanîya zimanê kurdî da wek zimanên reqîb li hember farisî û erebîyê behsa alîyên xurt ên zimanê kurdî dike da ku bikare di çavê kurdan da payeya zimanê kurdî berz bike. Li gor wî tu eyb û kêmasîya kurdîyê nîne ku pê neyê nivîsîn, hemû gotinên wê rast û resen in, belaxeta wê di tu zimanî da nîne û ji alîyê fesahetê ve jî ji farisîyê kêmtir nîne. Ji ber vê tênagihîje ku çima farisî rast û kurdî xwar tê dîtin. Loma jî dîyar dike ku eger ev her du ziman bi hûrî bên berawirdkirin dê bê dîtin ku farisîyê ji kurdîyê peyv wergirtine û bi tu awayî bi qasî kurdîyê dêrîn û bihêz nîne. Bi vî awayî çawa Melayê Cizîrî li hember Şîrazî alaya helbestvanîya xwe hildide Hacî jî li hember farisîyê alaya resenîya zimanê kurdî bilind dike.

Bi min alîyê herî xurt û balkêş ê Hacî Qadirê Koyî ew e ku wek pêşeng û ruhanîyekî giring ê zimanê kurdî, li dijî hişmendîya xwekêmdîtin û kolonîkirî ya kurdan helwest werdigire û bi gotinên xwe yên tund kesayetîya bindest a kurdî dihejîne. Em ji helbesteke wî hîn dibin ku rojekê li Stenbolê rastî kurdekî koyî tê û jê pirsa rewşa welatî dike. Ew jî behsa nemana zana û rêberên civakî dike û dîyar dike ku tenê Kak Ehmedê Şêx maye ku ji wan ra manaya şerîet û Quranê werdigêre, lê ev kes dibêje xwezî wî jî vî karê xwe bi kurdî nekira. Li ser vê Hacî Qadir ew çend hêrs dibe ku vî kesî bi “kerîtî”yê tawanbar dike, ji bo ku kulmek li nav çavên wî nexe xwe bi zorê radigire û sedema windabûna peyvên zimanê kurdî bi vê têgihîştina çewt ve girê dide. Ji ber ku kurdên weha bide şermê û hesta wan a reqabatê hişyar bike wek hemberên kurdan ên wê demê behsa ermenîyan dike ku bi gotina wî, bi “wî zimanê xwe yê xwarûvîç” rojname û pirtûkan derdixin, ji ber vê xebata xwe digihîjin asta miletên mezin û hindik maye ku xwe dewlet bizanin. Hacî li hember van kesayetîyên kurd ên kolonîkirî heta bibêjî tund e û bi malika “Eger kurdêk qisey babî nezanî / Muheqeq daykî hîz e, babî zanî” kesên ku bi zimanê kurdî neaxivin dêya wan “hîz” (qehp) û bavê wan jî “zanî” (zînakar) dide zanîn.

Bi van bîr û boçûnan, bi dîtina me Hacî Qadir di manaya heqîqî da dibe bîrmendê çîna ruhanî ya çand û zimanê kurdî di serdema modern da. Ji ber vê şagirdên xwendingeha wî ya ruhanî di salên paşê da dibin parêzvanên herî germ û dilşewat ên zimanê kurdî û ne tenê bi hunera xwe zimanê kurdî şîrîn dikin, bi rol û pêşengîya xwe ya ronakbîrane jî di bereyên herî pêş da alaya hişmendî û hestmendîya zimanê kurdî bilind dikin.

Nivîskar/rojnameger
Zülküf Ergün
Zülküf Ergün
Zülküf Ergün di 1980yê da li Licê ji dayik bûye. Di 2001ê da ji beşa Ziman û Edebîyata Tirkî ya Zanîngeha Dîcleyê mezûn bûye. Di sala 2012ê da ji Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Mardîn Artukluyê bawernameya mastirê û di 2017ê da jî ji Beşa Zimanê Kurdî ya Zankoya Zaxoyê bawernameya doktorayê wergirtîye. Di sibata 2023yê da bûye doçent.

Ji 2012ê û vir ve li Zanîngeha Mardîn Artukluyê di Beşa Ziman û Çanda Kurdî da wek mamosta kar dike û li vir di bernameyên lîsans, mastir û doktorayê da dersên edebîyata nû dide. Herweha ji 2016ê û vir ve jî di nav Koma Kurmancîyê ya Weqfa Mezopotamyayê da cih digire û piştgirî dide xebatên standardkirina kurmancîyê.

Heta niha di çendîn kovarên akademîk da gotarên wî hatine weşandin. Herweha bi navê Bajar-Edebîyat û Cizîra Botan (2014), Nerît û Helbest (2017) û Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî (2021) û Edebîyata Kurdî ya Sovyetê (2023) çar pirtûkên wî hatine weşandin.

Ji bilî hin xebatên wî yên hevbeş ên hînkirina zimanî, ji kurdîya soranî bi navên Rêzimana Kurdî Kurmancî-Soranî (2013), Şevnameya Şa‘îrêkî Têhnî (2016), Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min (2019) û Ber bi Zertavê (2023) çar pirtûk kirine kurmancî û ji farisîyê jî bi navê Demsala Nan pirtûkeke çîrokan kirîye kurdî.