Di Çîroka “Kamrat”a Hesenê Metê de Tîpolojiya Çepgirekî Tirk


Navenda Nûçeyan
Nasnameya enternasyonalîst a çepgirên tirkan gelek caran nijadperestiyeke veşartî dihewîne. Ji bo piştgiriya hemû gelên bindest ên cîhanê amade ne, herwiha ji bo wan gelên bindest caran şer jî kirine û berdêl jî dane. Lê dema mijar tê ser nasnameya kurd û Kurdistanê bi tu awayî kirasê tirkbûnê ji xwe nakin, helwestên wan ên enternasyonalîst ji nişka ve diguherin, bi kurtasî berjewendiyên wan ên neteweyî rê li ber her tiştî digirin.
***
Di çîroka Hesenê Metê ya bi navê Kamratê de nivîskarekî kurd rojek ji rojan li bajarekî Swêdê ji bo daktîloya xwe li serikekî digere. Ji bo peydakirina wî serikî dikeve nav pasajekê, bi ketina pasajê re, li hêla piyê çepê dikaneke piçûk bala wî dikişîne. Di dikanê de gelek tiştên kevin hene. Ji makîneyên dirûnê heta daktîloyên kevin, ji piyaleyên şerbet û meyê heta kevçiyên çayê û şekirdankan. Lê tişta ku di dikanê de herî zêde bala wî dikişîne paltoyek e ku ji serdema Sovyetê maye. “Weke van paltoyên generalên ûris her deverê palto jî bi histêrik, bi domîne û gelek nexş û nîşanên seyr xemilandî ye. Ji bilî van apoletan jî kaxizekî sor û piçûk pê ve hatiye zeliqandin ku bi swêdî li ser weha nivîsandiye: Ej till salu* (*nayê firotin)” (2014: 73). Xwediyê dikanê çepgirekî tirk e, çerxa felekê ji bo wî çep geriyaye, ji Bursayê ye û lingekî wî jî protez e. Dema hîn dibe ku muşterî ji Bakurê Kurdistanê ye gelek kêfxweş dibe, jê re qehweyekê jî tîne.
Di dawiya sohbeta yekalî de, em fêr dibin ku ev camêr li Tirkiyeyê “ji wan şoreşgerên salên heftêyî ye. Di wan deman de namzetê kapîtanekî leşkerî bûye. Lê piştî kuştin û dardakirina şoreşgerên wê demê, wî jî ew postê kûçikan (qesta wî kincên leşkerî ne) ji xwe kiriye, derketiye derveyî welat û li gor gotina wî, ew careke din jî venegeriyaye wî welatê bênamûs (ev jî gotina wî ye). Anûha pêwendiyên wî û rêxistinekê tunebûye, lê ew ruhê wî yê şoreşgeriyê xurtir û tûjtir bûye, alîkariya gelek rêxistinên Amerîka latînî kiriye û Lubnanê ji bo filistîniyan şer kiriye.” (r. 75).
Ev lehengê me wekî şervanekî serbilind ê têkoşîna enternasyonalîst bê navber diaxive. Lingek û çavekî xwe jî dema ji bo birayên xwe yên filistînî li hemberî şerê siyonîzmê kirî, ji dest daye. Lê ne xema wî ye, qet poşman nîne. Bi gotina wî, “ji bo xelasiya gelên bindest sond dixwim ku ez evî çavê xwe î din jî bidim ser, qet ne xem e!” (r. 75). Tenê ji ber hilweşîna pergala sosyalîst xemgîn e. Herwiha ji ber propagandaya reş a li dijî rabirdûya dewletên sosyalîst jî gelek hêrs dibe. “Baş e, de ka bila bibêjin, ma heta nuha civakên van welatan xwelî xwarine? Pêxwas û tazî geriyane? Na, yoldaşê min, na! Ev gotin hemû jî vir û derew in. Ev hemû listikên kapîtalîstan in” (r. 76). Hemin kurdek bi rêzdarî guhdariya wî dike vê firsendê bernade û dilê xwe vala dike.
Di dawiya çîrokê de xwediyê dikanê yê tirk (di çîrokê de em tu car navê wî hîn nabin) meraq dike gelo ev kurd çima vê serikê daktîloyê digere û ew ê bi vê serikî çi bike? Gelekî mat û heyirî dimîne dema ku hîn dibe armanca kesê li wî serikî digere bi kurdî nivîsandine “Bi engirîn, bi tengijîn dibêje: Bırak allahaşkına sen de bu kürtçeyi ya… yoldaşımın edindiği meşguliyete bak hele, yazının da Kürtçesi mi olur!* (*Ji bona Xwedê dev ji vê kurdî mirdiyê berde lo… ev çi meşqûliyet e ku hevrêyê min li pey ketiye, ma nivîsa kurdiyê jî çêdibe!)”. Kurdê reben dike nake tiştek nakeve serê wî yê hişk radibe ji dikanê derdikeve û diçe. Lewra mejiyê yoldaşê me hîn jî weke mejiyê leşkerekî xalis û muxlis ê tirk e, bi gotina wî tenê postê kûçikan jê kêm e.
Ev tîpolojî ji bo kurdan profîleke pir nasyar e, ez bawer im her kurdekî di jiyana xwe de herî kêm deh çepgirên bi vî rengî nas kiriye. Di edebiyatê de tîp, taybetmendiyên şexsî nîşan nadin, ew taybetmendiyên civakekê, serdemekê û îdeolojiyekê temsîl dikin. Ew hemû taybetmendiyên îdeolojiyekê yan jî civakekê di xwe de dihewînin. Çepgirê tirk ê ku di jiyana rojane de her tim bi heman taybetmendiyan derdikeve pêşberî me jî, êdî bûye tîpeke rastîn û gorî min hêjayî lêkolîneke taybet ye. Gelo taybetmendiyên sereke yên vê tîpa çepgir çi ne ku em her dem rû bi rû dimînin? Ev tîp çawa hatiye afirandin, ew çi dixwe an vedixwe, li pişt an binhiş û hestên wî de çi heye? Ez dixwazim di vê nivîsarê de li ser vê tîpolojiyê hinekî hûr bibim.
Wekî ku di vê çîrokê de jî diyar e, nasnameya enternasyonalîst a çepgirên tirkan gelek caran nijadperestiyeke veşartî dihewîne. Ji bo piştgiriya hemû gelên bindest ên cîhanê amade ne, herwiha ji bo wan gelên bindest caran şer jî kirine û berdêl jî dane. Lê dema mijar tê ser nasnameya kurd û Kurdistanê bi tu awayî kirasê tirkbûnê ji xwe nakin, helwestên wan ên enternasyonalîst ji nişka ve diguherin, bi kurtasî berjewendiyên wan ên neteweyî rê li ber her tiştî digirin. Bi gotina pêşengekî kurd, ev nêrîneke wisa berovajîkirî ye, “ji dûr ve Zapatîstan baş dibîne lê ji nêz ve Zapê nabîne.” Piraniya wan jixwe Kurdistanê wek welatekî mêtingeh qebûl nakin, ji bilî kurdan mafê serxwebûna her neteweyê jî diparêzin. Loma ger teza “Kurdistan mêtingeheke navnetewî ye” qebûl bikin, dîroka wan a fermî ya ji derewan pêk hatiye dê were hilweşandin û divê hemû sûc û qetlîamên dîroka Kemalîstan qebûl bikin. Lewma ji bo ku ji vê dîroka wan a qirêj hesab neyê pirsîn, pirsgirêka kurdan wek neheqiyeke asayî ya mafan dinirxînin. Karê wan ê herî dîrokî ew e ku kurdan li hemberî dek û komployên emperyalîstan hişyar bikin. Dibe ku kurdan guh nedan wan, vê carê jî kurdan wek xulamên emperyalîstan îlan dikin. Ti carî hewl nadin ku ji tecrubeyên tevgera azadiya kurdan tiştekî fêr bibin. Her tim wek birayê mezin şîretan dikin, her dem mafdar in, pozbilind in, li ser rêya heqîqetê nameşin û di tevahiya dîrokê de ji bo kurdan ji wan çêtir dost û heval jixwe tune ne.
Derbarê dîrok, ziman û wêjeya kurdî de jî pirranî nezan in, pirsgirêka mezin ew e ku vê nezanîbûna xwe jî tu carî wekî kêmasiyekê nahesibînin. Min çendik û çend salan ji nêz ve bi sedan çepgir, anarşîst, ekolojîst û femînîstên tirkan nas kirin, bi hinekan re hevdîtinên xwe didomînim, lê heta îro yek ji wan jî kurdî hîn nebûye mixabin. Wek mînak, ji bo serdana hevalên xwe yên Yewnanîstanê berî çûyîna xwe salekê hewl didin ku zimanê yewnanî yan îngilîzî hîn bibin. Lê me di çenteyên wan aktîvîstan de ku dihatine Kurdistanê, me ferhengeke kurdî jî tu carî nedît. Ji ber ku ew pê bawer bûn ku pergala perwerdehiya kolonyalîst tirkî fêrî me kiriye. Wan tu carî ev îhtimal hesab nedikirin, dibe ku bi vî zimanê dagirker bi me re neaxivin? Qasî ku em ji hemû serpêhatiyên kolonyal ên cîhanê fêr bûne ji her neteweya kolonyalîst bi hezaran kes zimanê bindestên xwe fêr bûne, li ser wan ziman û wêjeyan bi hezaran lêkolîn kirine. Lê belê heta niha ji tirkan yek kurdologek jî derneketiye û ev encam bi tena serê xwe her tiştî xulase dike.
Helbet hin çepên tirkan piştgiriyê didin ku kurdî bibe zimanê perwerdeyê, lê belê hewl nadin ku fêrî vî zimanî bibin, her çiqas xwediyê ewqas weşanxaneyan bin jî hîna jî tiştekî bi kurdî çap nakin. Ji bilî Mehmet Uzun û Erebê Şemo, hema bêje ti nivîskarên kurd ên ku wan wergerandine tirkî tune ne. Romanên Erebê Şemo jî ji ber propagandaya Sovyetên ji hêla weşanên Kaynakê ve cara yekem hatiye wergerandin. Tew dikarin van pirtûkan li nivîskarên kurd ên ku tirkî baş dizanin jî bidine wergerandin, lê naxwazin. Lewre ew edebiyata kurdî wek edebiyateke ku hêjayî xwendin û wergerandinê nabînin. Wekî masiyên di nav avê de ne, qet ji behra nezaniyê dernakevin ku rastiya jiyana bêav bizanibin. Dernakevin; ji ber ku ditirsin ku bi rastiya kurd û Kurdistanê re rû bi rû bimînin.
Nivîskar û akademîsyen Barış Ünlü di kitêba xwe Türklük Sözleşmesi (Peymana Tirkbûnê)de dibêje di nav tirkan de peymana nezaniyê (bilgisizlik sözleşmesi) hatiye îmzekirin, gorî vê peymanê, agahiyên derbarê kes û komên li derveyî peymana tirkbûnê mane hatine qedexekirin. “Qadên akademî û medyayê yên ku xwediyê vê bingeha etîk in û dikarin agahiyên wisa ava bikin, di meseleya domandina peymana nezaniyê de bûne amûrên giring” (2018: 220). Ji ber vê yekê hewldanên ji perspektîfa Kurdan li pirsgirêka Kurdan dinêrin û bi vî awayî dinirxînin, qedexe ye. Akademîsyenên wek Îsmaîl Beşîkcî yên ku peymana tirkbûnê binpê kirin, ji zanîngehê hatin avêtin û cezayên pir giran li wan hatin birîn. Lê ev qedexe, hêza xwe ji gefên tundî û cezakirinê nastîne, ji qanûneke navxweyî (iç yasa) ya ku di ruh û mejiyê tirkan de hatiye çêkirin distîne. Ji ber vê yekê, ew bi civakên li derveyî peymana tirkbûnê mane re eleqedar nabin û wek ku ew civak tune ne tevdigerin. Vê peymanê bêyî ferq û îdeolojiyê bandor li hemû tirkan kiriye û sînorên têkiliyên bi kesên din (kesên netirk) re diyar kiriye. Li gorî Barış Ünlü, tirkbûn ne tenê hin rewşên dîtin, bihîstin, zanîn, xem û hîskirinê ne, di heman demê de hin rewşên nedîtin, nebihîstin, nezanîn, eleqedarnebûn û hîsnekirinê ye. Jixwe mafê nezanînê bi her awayî îmtiyazên serdestan in. Îmtiyazên tirkbûnê gelek caran li ser îdeolojî û siyasetê re ne. Tirkbûn ne tenê nîşana nasnameyeke neteweyî ye, ew dergeheke avantaj û derfetan e; tirkbûn diyar dike ka kîjan nasname dê çi derfetan bi dest bixe, yan kîjan tofan dê were serê kê.
Di salên dawîn de di kesayeta çepên tirkan de krîzeke kûr xwe aşkere kir. Sedema vê krîzê bêguman tevgera kurdan bû. Ji salên 90î û vir ve tevgera kurdan gav bi gav qada berxwedanê berfireh kir, bi demê re bû navenda hemû bindest û muxalîfan. Ji aliyê çepgirên tirkan ve hat fêmkirin ku êdî kurd li ber tu kesî serî natewînin û ji bilî xwe kesî ji xwe re rêber û xwe deyndarê kesî nabînin. Ji ber pêşketin û xurtbûna tevgera kurdan derûniya wan roj bi roj xirab bû. Ji ber vê yekê her tiştên ku ji aliyê tevgera kurdan ve hatiye afirandin ji aliyê wan ve wek neteweperestî hat binavkirin. Hemû nirxên ku wan pêşengî kiribûn êdî ji aliyê tevgera kurdan ve dihatin temsîlkirin, vê yekê dijminatiya wan a li hemberî kurdan zêde kir. Bi taybetî jî şoreşa Rojavayê di dilê wan de bû kuleke mezîn. Di vê serdemê de sûcdarkirin û êrişên îdeolojîk ên li dijî kurdan gihiştin asta herî bilind. Dîsa vegeriyan ser wan tezên dîroka Kemalîstan, wek komeleke bêbandor di rêya xwe de dimeşin.
Ev nirxandin, wêneyeke rewşa giştî ye, armanca wê li taxa çepê pênasekirina tîpolojiyekî serdest e. Bêguman hinek şexs û rêxistinên ku peymana tirkbûnê binpê kiribin jî hebûn û hene û wan di nava kadroyên damezrîner ên tevgera kurdan de jî cih girtin, li Rojava mil dane ber milên kurdan û li ber xwe dan û hinek pêşengên wan jî jiyana xwe ji dest dan. Lê ev nayê wê wateyê ku taybetmendiyên tîpolojiya serdest a ku em dinirxînin hatiye guhertin. Heta ku Kurdistan mêtingehek be, ez bawer im desthilatdariya çepgirên tirkan û kompleksên wan ên mezinahiyê dê bidomin.
Çavkanî
Barış Ünlü, Türklük Sözleşmesi: Oluşumu, İşeyişi ve Krizi, Dipnot Yayınları, 2018.
Hesenê Metê, Pêsîrên Dayê, Weşanên Peywend, 2014.