Sibê li Zanîngeha Mêrdînê: Kongreya Mîtolojîyê ya Navneteweyî dest pê dike

14/05/2024

Zanîngeha Mardîn Artuklûyê Kongreya Mîtolojîyê ya Navneteweyî li dar dixe.

Sibê li Zanîngeha Mêrdînê Kongreya Mîtolojîyê ya Navneteweyî dest pê dike.

Kongre, bi ser navê Kongreya Mîtolojîyê ya Navneteweyî/International Mythology Congress li ser mîtolojîya gelan disekine.

Wan di kataloga xwe da armanca kongreyê xwe wiha anîne ziman: Ev kongre armanc dike ku mîtolojî di peywenda disîplînên tematîk û navneteweyî da bê nirxandin û di dawîya kongreyê da nêrîneka giştî bide qezenckirin bo mîtolojîya cîhanê ku lîteraturê zengîn bike.

Wan bang li hemû vekolerên welatî û bîyanî kiribû ku bi xebatên xwe yên hêja kongreya wan dewlemend bikin.

Encamên serlêdanên kongreyê û beşdaran dîyar bûn.

Ji gelek qadên cuda yên edebîyatê û zanistê yên wekî dîrok, zimanzanî, dîroka hunerê, sosyolojî, antropolojî, edebîyat û ji gelek disîplênên din yên zanistê, akademîsyen tê da beşdar dibin û dê gotarên xwe pêşkêş bikin.

Kongre dê 15-16 Gulanê, yanî sibê dê dest pê bike û dê du rojan berdewam bike. Dê hem bi awayekî online hem jî rûbirû bê kirin.

Kongre ji 50 rûniştinan pêk tê.

Di kongreyê da ji nivîskarên Botan Timesê Shahab Vali û edîtorê Botan Timesê Engin Ölmez tê da cih digirin ku ew dê sibê 15yê Gulanê di rûniştina ewil ya sempozyûmê da gotarên xwe pêşkêş bikin.

Kongre li sê salonên Kampusa Artuklûyê dê bêne kirin (Navenda Çandê 1, Navend Çandê 2, Navenda Çandê 3).

Kordînatorên vê kongreyê Prf. Dr. Yunus CENGİZ û Doç. Dr. Ahmet KIRKAN e

Ji bo agahîyên berfirehtir yên li ser kongreyê bitikîne an jî li ser PDF jêrî bibîne.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

Têbînî li ser Tarîxa Kevneşopiya Destanan di nav Kurdan de 12: Pexşanên Serdema Sasaniyan

Weşana paşê

Xeyala min ew e ku bila dengê muzîka Kurdî li her maleka Kurdan hebe

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di