Navê wî bajarê dûr, berî ez herim mekteba Tirkan, di Kurmancîya zarokîya min de Îstembol bû.
Piştî min dest bi mektebê kir û di kitabên Tirkî de İstanbul dît, Îstembola min, bi avêtina myê û anîna nyê hêdî hêdî qulibî ser Îstenbolê.
Wan çaxan, dîndarên ku hîn temsîla xwe li îqtidara Tirkîyê tam nedîtibûn, bi kîn û kerb digotin ku “Navê bajêr di eslê xwe de Îslambol e; yanî Îslam lê pir e, lê seba ku nebêjin Îslam, gotine İstanbul.”
Dûra di kitabên Kurdî de min Stenbol dî û bo zimanê kitabî min îyadi Îstenbola xwe de avêt, kir Stenbol ya xwe jî: Nola ku ferz bû ez bo xatirê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bêjim Stenbol û Stenbol binivîsim.
Salên lîseyê bi tesîra straneka bi dengê Edip Akbayram -ji CDyeka erzan û korsan- bi Bekle Bizi İstanbula bi Tirkî, ku mehne Li Hêvîya Me Be Îstanbul bû,diketim xeyalan ku herim wî bajarî li unîversîteyeka rind bixwînim.
Ez çûm jî. Yek İstanbul Üniversitesi, yek İstanbul Teknik Üniversitesi, min li Stenbolê bi xwendinîya li unîversîteyan sal dan ser salan, lê bajar bi min pir giran hat, hat radeyekê ku min ji wê, ji qalmeqalm û qelebalixîya wê nefret kir. Serê salên 2010an bû. Bi nefreta ji Stenbolê min bi Tirkî xwe li stranên ser wê digirt bêmehne. Ji Teoman, İstanbul’da Sonbahar mesela, Payîz e li Stenbolê, İstanbula Pamela û ji dengê Yahudîyên Stenbolê, Kante Kadife..
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Min tevî wê nefretê û wan stranan dipirsî ji xwe, ka Kurdên Stenbolê lê, ka stranên wan yên ser vî bajarî? A Kurdan, Stenbola mest î mezin, her çiqas di folklora wan de heye jî, di edebîyata wan de tê xanê jî her çiqas ev bajar, û her çiqas vî bajarî tesîreka tam li rewşenbirîya wan kiribe jî, di muzîka wan ya modern de ew hema bêje tune.
Muzîkên modern yên Kurmancî – Zazakî yên ku di merkeza wan de Stenbol heye, pir û pir hindik in û ewên hene jî ne popûler in, nayên zanîn.
Ali Baran sala 1999an navê straneka bi Zazakî ya şîn-têda kiriye Estembolo. Dîsa bi Zazakî, Ahmet Aslan sala 2015an Îstanbollo gotiye. Di stranê de Ahmet Aslan dibêje Stenbol hem cenet e hem cihenim, lê vê stranê gava bidî ber stranên wî yên din, ev gorey wan pir û pir hindik hatiye guhdarkirin.
Mesut Çetinkaya sala 2016an di albûma nav Kêm de, nav Stenbol straneka bi Kurmancî gotiye û sala 2017an klîpek jî çêkiriye bo vê stranê. Îstatîstîkên Youtube û Spotifyê raber dikin ku ev stran jî neketiye guh û dilan, populer nebûye.
Çi ye sebeb, ka kî zane seba çi wanî ye? Bi nefretê dibe, bi hezkirinê dibe, bi milyonan Kurdên Stenbolê dibe, lazim e stranên Kurdan jî hebin ser vî bajarî ku ji ya Sezen Aksu pir çêtir û pir populertir bin. Ew Sezen Aksuya ku dibêje: de bira bişewite îşev Stenbol, bira xwelîyên wê jî li ber bê kevin..
- Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]