Xema kê ye tu çi dixwî û vedixwî, çiqas radizê û çiqas şiyar î, seba çi digirî û dikenî. Xema kê ye nizanî. Lê ne xema te ye jî ka tu di xema kesekî de yî an na. Wê çaxê çima ev xem tên ber te? Tu yek ji xeman dikişînî tînî ber xwe seba ku fehm bikî. Tu lê dinêrî xemeke beredayî ye, hema tiliya xwe ya navendê datînî ser ya beranekê û hebekî li wê xemê didî, di demê de ji ber çavê te wenda dibe.
Bi rastî xem çi ye? Zêde meraqkirin, zêde fikirîn? Her kes her xemê bi heman awayî dijî? An gramaja hîskirina hinekan kêmtir e? Gelo dilê hinekan biçûktir e ji ber wê kêmtir dimîne? Di dilê biçûk de çiqas xem dikare bê ser hev? Belkî zêde neyê ser hev, lê tu fehm nakî wê çaxê hêrsa wan çawa ew qas giran dibe û gelekî cih digire? Yên dilmezin dibe ku ji ber firehbûna dilê xwe, dikarin rihettir xema xwe biparêzin û xemên yên din jî bikin şirîkê yên xwe.
Di nav fikirîna giranbûna xeman de melodiyek tê, melodiya piyanoyê, ew jî dibe şirîk, heta dibe destebira, tiştê ku kesek nikare bike, ew derdixe pêşiya te. Her du milên xema te digire û dihejîne, dibêje de hayde were ser hemdê xwe. Gelo piyano jî xemê dikişîne, te dît bi piranî dengên xembar derdixe, dibe ku ruhê wê jî hebe, tu bawer nakî ku ew ruhê tiliyan be bi tenê. Jixwe tu her dem wisa bawer dikî ku hin amûr zindî ne, amûrên di dilê te de herikînek didin destpêkirin, zindî ne. Li gorî bilindbûn û nizmbûna dengan, dil jî xwe berdide nav himbêza wan rîtman. Tu wê demê xemên xwe li serikên tiliyên xwe jî hîs dikî. Hem tevdigerin di cihê xwe de hem xema xwe dijîn.
Belê, xemên dilên din jî, tiliyên din jî wisa ne gelo? “Ha lebê?” dibêjî. Dixwazî fehm bikî. Mesela li rûyê kadelok ê zarokan dinêrî, dikenin, lê carinan di nav çavên wan de dibînî wê xemê. Difikirî, gelo dilê wan biçûk e wek bedena wan? Lê na, tu dizanî cîhaneke bêdawî heye tê de, ne wek dilê pîs, qirêj ê mezinan e. Tu hêvî dikî ku wexta mezin bibin, dilê wan jî mezin bibe, biçûk nemîne ji bo ku bikaribin cîhanê bihewînin dîsa.
Strana te îro te diêşîne, tiliyên te bi taybetî. Lewre tilî dibin sebeb ku ew deng derkeve. Tu dibêjî qey stran û tilî bûne yek û li ber xemên te disekinin. Wexta ku tiliyên te diêşin, mejiyê te jî diêşe çawa ku derzûka marekî ketibe nav û tu rêyek tuneye ku jê derkeve, jehra xwe berdide û xwe rihet dike. Tu dibî mejîjehr piştî demekê, mejîmar. Lê bila dibêjî, belkî ev jehr biçe ser xemên te jî û wan bikuje. Lê haya te jê tuneye ku hêdî hêdî dê mejiyê te jî xilas bike. Tu wê demê zimanê xwe yê ku bi devê te ve girtiye hinek tev didî, devê xwe yê ziwabûyî bi tûka xwe şil dikî û ji geriya xwe ber bi xwarê ve dikişînî. Xem û tirs tevlihev dibin di nav çavê te de, piyano nasekine û ew deng te diqehirîne. Berê xwe didî ber zinarekî req, li ser tiliyên te melodî berdewam dikin, her du milên xwe vedikî û hêzek te difirîne, bi parçebûna tiliyên xwe dihesî lê nizanî ka hê jî difirî an na, lewre di mejiyê te de bi dengekî kêm jî be notayên piyanoyê diçin û tên.
- Di 1988an de li Tetwanê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Stenbolê beşa Ziman û Edebiyata Fransî xwendîye. Master li Zanîngeha Artûklûyê û doktoraya xwe li Zanîngeha Dîcleyê qedandîye. Niha li Zanîngeha Artûklûyê di beşa kurdî de dixebite. Bi karê wergerê re jî mijûl e, çend gotarên ji îngilîzî û fransî wergerandine bo kurdî. Pirtûka Shahab Vali ya bi navê Kurdên Yarsan ji fransî wergerandîye û di 2018an de ji alîye weşanxaneya Avestayê ve çap bûye.
Weşanên dawiyê
- Nivîskar04/09/2024Xezeba Gezê
- Nivîskar28/08/2024Xemparêz
- Nivîskar21/08/2024Peyvên Stûxwehr
- Nivîskar14/08/2024Stêrka Zikzir