Tarî, her der tarî ye. Wekî ku tu nû ji gora xwe radibî û derdikevî, bi rê ve diçî. Westiyayî, ev westandin ji ku tê? Te kevir ranekiriye, gora xwe av nedaye,
Li cihekî nenas, li ser banekî xerîb rûniştî yî tu. Baraneke ecêb dibare, ewqas zêde ye ku ji axa banî derbasî hundir dibe û ji kêranan dipale dilop bi dilop. Tu dixwazî
Tu wexta ku dixwazî hêstirên xwe dîsa bikişînî ber bi cîhana xwe ve, nikarî. Bi hev ve zeliqîne, hêstir û stêrk, çawa ku di nav pevşabûneke germ de ne. Lê tu dixwazî
Zarokatiya te ji destê te hat standin, di şevek an jî rojekê de. Niha bi neynûkên boyaxkirî, bi çavên kilkirî, bi lêvên sorkirî tu bûyî wekî jinên din. Lê tiştê ku tu
Li dora xortekî civiyane, nahêlin kesek bê ser serê wî. Qey li benda tiştekî ne. Tu hinek li dora wan dizivirî da ku bibînî. Yên li derdorê wekî pejên hişk bi hev
Tu xwe li kê diqewimînî, birîneke kûr vedikî. Hem bi xwe re, hem bi wan re. Kena ku tu li ser wan dihêlî jî dibe birîn, piştî demeke stûxwar. Lê peyvên te
Tu hatiyî nav tenahiyê, haja te ji te heye? Tu çiqas ji qerebalixiyê ditirsî ewqas jî ji tenahiyê ditirsî. Ji berê ve ev tişt naguhere. Lê tirsa te ya vê carê zêdetir