Hikûmeta Demkî ya Bangladaşê qedexeya li ser Partîya Îslamî rakiriye

28/08/2024

Hikûmeta demkî ya Bangladaşê îro (Çarşem) qedexeya li ser partîya Îslamî ya serekî û komên girêdayî wê rakiriye.

Li gor nûçeya VOA Kurdîyê ji Reutersê wergerandî hikumetê gotiye û ku ti delîla ku nîşan dide tilîya wan di kiryarên terorî de heye, nehatiye dîtin.

Hikûmeta Serokwezîra berê ya Bangladaşê Şêx Hasîna, Partîya Cemaata Îslamî bi qanûna têkoşîna dijî terorê qedexe kiribû.

Wê hikûmetê Partîya Cemaata Îslamî ser gurkirina protestoyên xwendekaran tawanbar kiribû ku di encama wan protestoyan de Şêx Hasîna berê karvekişîna xwe ragihandibû û paşê jî revîbû Hindistanê.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Xemparêz

Weşana paşê

NATO û Ukrayna yê îro li ser daxwaza Kîevê kom bibin