Vehêl Mihsin: Nivîskar, xwe wekî mamostayan û xwendevanên xwe jî wekî şagirtan dibînin

Vehêl Mihsin nivîskarekî ji başûrê Kurdistanê ye ku berhema wî ya bi navê Orgazmên Ejdehayekî ji alîyê Pall Weşanê ve tevî çend guherînkarîyan li bakurê Kurdistanê çap bû.

Mihsinî li fuara Amedê ya kitêban panelek li ser Rewşa Romana Kurdî li Devera Behdînan, di bin banê Pall Weşanê da li dar xist.

Ew li ser mijarên wekî kêşeyên li ber romana kurdî ya devera Behdînan, serpêhatîyên romanê li behdînan, tema û naveroka romanan, kîtleya xwendinê li başûr û teknîkên romanê axivî.

Mihsinî di destpêka panelê da bal kêşa ser wê yekê ku danûstandinên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê da cihekî xwe yê giring heye ku berhemên kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê bêne çapkirin û xwendin.

Dawîya salên 1980yan romana kurdî li devera Behdînan bi berhema Kerîm Bîyanî ya bi navê Deravê Teng dest pê dike. Mihsin destnîşan dike ku çend egerên derengderketina romana kurdî hene. Ew, nebûna zaraveyê kurmancî yê otorîter li devera Behdînan, tesîra çand û zimanê erebî yek ji wan sedeman dibîne ku bûne asteng li ber zimanê kurdî (kurmancî li devera Behdînan). Herwiha ew, egerek din jî wê dibîne ji ber ku heta dawîya salên 1990an jî zimanê soranî bûye zimanê xwendinê, geşedanên edebî yên kurmancî gelek çênebûne.

Mihsîn dîyar dike ku li devera Behdînan helbest serdesttir bûye û her tim hevrikîyek di navbera helbest û romanê da çêbûye. Ew dibêje, ji ber ku xwendevanên helbestê zêdetir bûne, heta salên 2004an tesîreka neyînî li ser geşedanên romanê jî kirîye.

Nivîskar Mihsin balê dikêşe ser tema, stîl û rûdanên romana devera Behdînan ku zêdetir, heta sala 2018yan jî şopên realîzma sosyalîst, pirsên sîyasî û rûdanên rasteqîn di romanan da hatine dîtin.

Mihsin yek ji kêşeyên sereke, di çarçoveya têgihiştin û fikra nivîskaran da, wê dibîne ku têgihiştineka xelet li cem nivîskarên devera Behdînan heye. Ew li gorî xwendinên xwe wisa dibîne ku nivîskar dixwazin arîşeyan çareser bikin an jî rêyê nîşanî xwendevanên xwe bidin ku ew bixwe vê yekê xelet dibîne.

Nivîskar wisa dibînin ku ew mamosta ne û xwendevan jî şagirtên wî ne.

Vehêl Mihsin

Ew li ser kalîteya romanê destnîşan dike ku li başûr nebûna rê û rêbaz û teknîkên nivîsîna romanê firset nedaye ku heta salên 2011an romanên bikalîte derkevin. Lê ew dibêje ji ber geşedanên teknolojîk van salên dawîyê pêşveçûnek di kalîteya romanê da çêbûye.

Nivîskar neçar e ku hindek caran guh bide xwendevanên xwe ka heza wan li ser çi ye.

Vehêl Mihsin

Mihsin wekî rexneyekê tîne ziman ku haya başûrîyan ji romana kurdî ya bakûr nîne û zêdetir jî berhemên nivîskarên tirk li başûr têne xwendin.

Ew arişe heye ku xwînerên başûr berhemên xwe kêmtir dibînin ji yên biyanî, xwe li nivîskarên xwe nakin xwedan.

Vehêl Mihsin

Mihsin dîyar dike ku berhemeka behdînî li devera soran nayê xwendin ancak bibe soranî wisa bê xwendin û nivîskarên soran jî bala xwe nadin berhemên devera Behdînan.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir