Xeyala te ji bo kurdan çi ye?
Dema ez 20 salî bûm, gelek xeyalên min hebûn û hinek ji wan ji temen û taqeta min jî mezintir bûn. Bi mezinbûna temen re xeyalên min biçûktir û maqûltir bûn. Mirov fêr dibe ku gotinên ji xwe mezintir neke. Jiyan û ezmûn te li bêjing û seradê didin. Niha tekane xeyala min ji bo miletê min ew e ku zimanê xwe û pê re jî hebûna xwe ji dest nede. Hez dikim li her gund û gundikî, bajar û bajarokî, dibistan, civat, şîn û şahî bi kurdî bin. Ji bo pêkhatina vê xeyalê kar dikim. Piştre jî desthilata miletê xwe dixwazim. Weke yekemîn serokwezîra jin a Îsraîlê Golda Meîr gotî, naxwazim êdî dilê kesî bi miletê min bişewite, dixwazim em jî weke her kesî li ser axa xwe serdest bin. Dewleta herî xerab, ji bêdewletiyê çêtir e.
Li ber destê te çi kar hene û gelo mizgînîyeka te heye?
Berhemên min, nûçeyên min in. Ez heftiyê 6 rojan bûyer û rûdanên diqewimin, dikim nûçe û pêşkêşî raya giştî a Kurdistanê dikim. Hewil didim zimanê min paqij û zelal be, bala xelkê bikşîne û berê wan ji zimanê tirkî dagerîne ser kurdî. Berhemeke din jî kurê min e. Perwerdeya wî û avakirina hişmendiyeke xwezan li cem wî karekî min ê sereke ye. Derfet çêbibe, dixwazim keç û xortan fêrî pêşkêşvaniya nûçeyan jî bikim.
Heyranîya te ji bo kîjan şexsîyet/an heye, çima?
Dîroka me tije kesayetên aza ne û serê min bi tevan bilind e. Eger navekî tenê bînim, ezê navê Seyid Riza bînim. Ez heyrana xweragirîya wî me. Heta kêliya dawî jî serî netewandiye û dijminê xwe bê minet kiriye. Di roja me de jî ez heyrana wan kesan im ku karê xwe ji dil û can dikin û ne zexel in. Heyrana karmendên Botan Timesê me jî, hûrik hûrik, hêdî hêdî ava dikin, lê avahiyeke bibinyad û zexim ava dikin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Heke mimkun bûya te dixwest çi şîyanên te hebin û ji bo çi bi kar bînî?
Eger mebesta we şiyanên metafîzîkî bin, baweriya min bi wan nayê. Lê xwezî derfetên min hebûna û min li her deverê Bexçeyên Zarokan û Dayîngeh ava bikirana. Zarok di 3-4 saliya xwe de bi zimanê kurdî perwerde nebin, piştre ew valahiya di ruhê wan de nayê dagirtin. Pêwendiyeke pir qayîm di nava ziman û çêbûna hişmendiya netewî de heye. Ew pêwendî di zaroktiyê de ji aliyê çerxa asîmîlasyonê ve tê birîn û piştre em dikin nakin, çênabe. Em pîne dikin, lê şopa wê her dimîne. Divê em nehêlin wan birînan di ruhê zarokên me de vekin. Mezinên me belasebeb negotine, “kurmê şîrî heta bi pîrî”.