Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

bianet: Mêran di meha Sibatê de 11 jin kuştine

03/03/2023

Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Sibata 2023an de herî kêm 11 jin kuştine.

Di meha Sibatê de mirina bi kêmanî 9 jinan di çapemeniyê de weke mirinên “bigûman” hatine nivîsîn. Her weha di Sibatê de mirina du zarokan jî biguman hatiye nivîsîn.

Mêran tundkarî li 40 jinan kirine, îstîsmar bi kêmanî li du zarokên keç û kur kirine, tacîz bi kêmanî li jinekê kiriye. Çapemeniyê di vê mehê de bûyerekî tecawizê nivîsandiye.

Mêran di meha Sibatê de bi kêmanî 11 jin kuştine; par di heman mehê de ev hejmar 22 bû. Her weha mêran bi kêmanî 2 mêrên ku li cem jinan bûn jî kuştine.

Digel biryara parastinê, meran bi kêmanî du jin kuştine.

Navên jinên ku di Ilonê de mêran ew kuştine

Ayşegül Şimşek, B.G.T., Bahar Kırbaş, Cansu Güneş, Filiz A., Gülistan Y., Leyla Seyidova, Melis A., Sevim T., Sultan Duran, Yeter Zorba.

Mêran li van bajaran jin kuştine

 Afyon (1), Ankara (2), Antalya (1), Aydin (1), Giresun (1), İstanbul (2), Kocaeli (1), Manisa (1), Denizli (1).

Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran bi çi “hêcetan” 5 jin kuştine. Mêran 6 jin ji ber ku xwestine veqetin an jî nexwestine li hev bên, kuştine.

Hevjîn, hevjînên berê an jî destgirtî 8 jin kuştine. jinekê bavê wê, jinekê zavayê wê û jinekê jî hevalê wê ew kuştiye.

Mêran 7 jin li malan, 3 jin li kargeh, daristan, kolan, nexweşxane û deverên weke wan kuştine. Çapemeniyê nenivîsiye bê ka mêran jinekê li ku kuştine.

Mêran 5 jin bi çekên guleber kuştine. 6 jî bi kêr û çekên mîna kêrê kuştiye.

Pêvajoya hiqûqî

10 faîl hebûn ku jin kuştine. Bi tenê 3 faîl hatine girtin. 4 faîl hatine desteserkirin. Sê faîlan xwe kuştine.

Amadekara raporê: Evrim Kepenek

Wergera Kurdî: Ferîd Demirel û Aren Yildirim

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan