Tevfik Bayram Fotoğrafı

Tevfik Bayram

Dr. Tevfik Bayram, li Zanîngeha Montrealê (Kanada) li ser saxlemiya civakî doktorayê dike. Li Şirnexê hatiye dinê û xwendina xwe ya seretayî û nêvê li Şirnexê qedandiye. Paşê beşa bijîşkiyê û pisporiya saxlemiya civakî li Stembolê li zanîngeha Marmarayê qedandiye. Mastera xwe li ser saxlemiya civakî li Îsraîlê li zanîngeha Îbranî ya Orşelîmê kiriye. Teza xwe ya masterê li ser newekheviyên tenduristiyê di nêvbera cihûyên ortodoks, cihûyên sekûler û Ereban de nivîsiye, û teza xwe ya pisporiyê jî li ser xizmetên saxlemiyê yên jibo koçberan li Swîsreyê nivîsiye. Wî herwiha lêkolîn li ser Kurdên Tirkî nezanin jî kiriye ka çawa xwe digihînin xizmetên saxlemiyê. Lêkolînên wî li gelek kovarên zanistî yên sereke li cîhanê hatîne weşandin û li gelek kongreyan hatîne pêşkêşkirin. Wî di asta nêvneteweyî de gelek bûrs û xelat wergirtîne. Yek ji xebatên wî ko li ser zarokên xwîn dirije ser mejiyê wan bû 2019ê ji aliyê komeleya neştergerên mejî ve xelata lêkolîna salê ya herî baş li Tirkiyê standiye. Sala 2023yê jî li Kanadayê xelata Vanierê standiye ku bilindtirîn bûrsa hikûmeta Kanadayê ye. Ew bi gelemperî li ser saxlemiya civakên bindest dixebite û 5 zimanan dizane (Kurdî, Ingilîzî, Fransî, Tirkî, Farsî).

Hemî nivîsên hatîn weşandin

Qazana Helandinê yan Kasika Zelateyê: Gelo Kurd Dikarin Bibin Welatiyên Cîhanê?

Pêşniyazkirina welatîbûna cîhanê ji bo Kurdan tenê mirin û helan e. Îro tişta divê bê pêşniyazkirin ne ûtopyayên gerdûnî ne, daxwaza venasîna Kurdan e. Venasîna neteweyekê ji aliyê saziyên fermî yên navneteweyî ve rê li ber bihîstina dengê wan vedike. Ev deng jî rê li ber bicihanîna daxwaz û pêdiviyên wan vedike. *** Van rojan […]

Qazana Helandinê yan Kasika Zelateyê: Gelo Kurd Dikarin Bibin Welatiyên Cîhanê?

Mirovên Jirêzê û Felaketên mezin

Belko em texmîn dikin karesat û komkujiyên mezin hemî ji aliyê hukumet û artêş û grûbên çekdar ve tên kirin. Lê dîrok nîşanî me dide ku mirovên jirêzê rolên mezin di van karesatan de digêrin. Kesên wek min û te, mamosta, doktor, cotkar, gulfiroş, hunermend hwd. gelek caran xwe di nav refên tundrewan de, di […]

Mirovên Jirêzê û Felaketên mezin

Desthilatdarî çi ye û ev kurd çi dixwazin?

Wek welatiyên jirêzê, wexta berpirs û siyasetmedar û berdevkên me dibêjin em yeksaniyê dixwazin, em mafê çarenûsê dixwazin, em ji bo azadiya kurdan siyasetê dikin filan û bêvan, divê em ji wan bixwazin eşkere bikin ka mebesta wan ji van tiştan çi ye. Em nikarin tenê bi gotinan bigihîn azadiya xwe. Divê palpişta van gotinan […]

Desthilatdarî çi ye û ev kurd çi dixwazin?

Azadiya Erênî û Neyînî: Bi dest û pêyên girêdayî em dikarin kesên dî rizgar bikin?

Di rewşa îro de em xwe rizgar nekin em nikarin kesekî dî rizgar bikin? Di vê astê de tişta herî zêde em bikarin bikin ew e ku em nebin asteng bo kesên dî yên bindest. Ev ji bo me bes e. Bila em ne zalim bin û piştgirê zulmê bin, lê ka pêşiyê em xwe […]

Azadiya Erênî û Neyînî: Bi dest û pêyên girêdayî em dikarin kesên dî rizgar bikin?

Gelo zanîn hêz e?

Mesele ne zanîn e, mesele kontrolkirina zanînê ye. Her zanyariya ji aliyê kesek dî ve li ser me tê çêkirin, û bo me tê dayin, me ze’îftir dike. Divê em vê zanînê hilweşînin û zanîna xwe ava bikin. *** Di gotûbêjên rojane de an jî li ser torên civakî li ser devê her kesî gotinek […]

Gelo zanîn hêz e?

Camêriya derewîn: Çima em ji serdestên xwe hez dikin?

Yek ji meseleya esasî ya camêriya derewîn ew e ku zordest xwe ji gunehên xwe dişûn. Xwe qenc hest dikin. Ev hesta xweqencdîtinê dihêle zordest sîstema bêedaletiyê berdewam bikin. Divê bindest hewcedarê camêriya wan ya derewîn bibin. Bi vî awayî zordest huzûr û aramiyê ji bo xwe dikirin. *** Di pirtûka xwe ya bi navê […]

Camêriya derewîn: Çima em ji serdestên xwe hez dikin?

Mudaxeleyên giştî çima saxlemiya civakên bêdesthilat baş nakin?

Kurdên Bakur dikare wek civakeka bêdesthilat bê pênasekirin. Hima bêje ji aliyê hemî pîvanan ve di rewşeka xirabtir de ne li beramberê Tirkan. Rîsk li wan kom bûne. Yanî rîskên rîskan çêdikin zêde ne. Mînak ji ber ku aboriya wan ne baş e perwerdeya wan jî ne baş e û kêmbûna perwerdeyê saxlemiya wan xirab […]

Mudaxeleyên giştî çima saxlemiya civakên bêdesthilat baş nakin?

Çima hin civak ji yên dî saxlemtir in?

Gelek caran zehmet e bi awayek zanistî mirov têkiliyên di nêvbera diyarkerên dûr û encamên saxlemiyê de tesbît bike. Mînak, mirov bi awayekî hêsan dikare bandora hormonan li ser bedenê tesbît bike, lê zehmet e mirov bandora demokrasî û azadiyê li ser saxlemiyê tesbît bike. *** Temenê mirovekî yê li Japonyayê tê pêşbînîkirin 84 sal […]

Çima hin civak ji yên dî saxlemtir in?

Tenduristî yan saxlemî?: Gotûbêjek û ferhengokek li ser têgehên saxlemiya civakî

Ez ê ji îro û pê ve li Botan Timesê dest bi nivîsên xwe bikim. Nivîsên min dê li ser saxlemiya civakî bin. Baş e, saxlemiya civakî çi ye? Ji ber ku di vî warî de gelek gotin û têgehên tevlihev hene, beriya dest bi nivîsên xwe bikim ez ê ferhengokekê pêşkêşî xwendevanan bikim. Ev […]

Tenduristî yan saxlemî?: Gotûbêjek û ferhengokek li ser têgehên saxlemiya civakî