Weşanên Pallê romana bi navê Orgazmên Ejdehayekî çap kir û belav kir.
Nivîskarê kitêba Orgazmên Ejdehayekî Vehêl Mihsin e ku berîya niha ev kitêb li başûr bi alfabeya erebî hatîye çap kirin.
Kitêb ji alîyê weşanên Pallê ve hatîye latînîzekirin û bi berg û hin guherînên nû hatîye çap kirin.
Sererastkirina kitêbê ji alîyê Engin Ölmez û Edîtorîya wê jî ji alîyê Înan Eroglu ve hatîye kirin.
Naveroka kitêbê
Rêveberiyeke ku projeyên deryayî bo welatekî bêderya bi rê ve dibe. Rêveberekî ku vediguhere dîktatorekî. Xebatkarên ji bilî serhildanê çi rêyek li ber wan namîne. Dîstopyayeke ku mîta Kaweyê Hesinger berovajî dike û ji nû ve şirove dike digel amajeyên bo gelek aliyên cuda yên civak û dîroka me. Orgazmên Ejdehayekî bi zimanê rewan û metelhêl ê Vehêl Mihsin, silaveke xurt dide romana kurdî.
“Tu… Erê tu, ewê çavên wî bi van peyvan ve pehn bûne, min behsa te ye xwandevanê vê pirtûkê, te çend derewên şîrîn li xwe kirine? Te çend rêkên dirêj yên li nava tariyatiyê hilbijartine li şûna meşîna li jêr ronahiyê, tenê da kes kirêtiya te nebîne? Eve danûstandinek e digel te. Erê, te xwe di nava dîwarên vê zîndanê da li çi qulaçan nedîtiye? Min divê pirsiyareka dî ji te bikim, ma tu nizanî dê ejdeha bê kuştin, wekî di hemî çîrokên dûmahiya wan xweş da tê gotin? Pa çi we dike tu zêdetir vê pirtûkê bixwînî? Eve min li vêrê gote te, çîrok bi vî rengî bi dûmahîk tê. Neçe li wan rûpelan negere yên risteya kuştina wî tê da tê vegêran.”
Vehêl Mihsin
Di sala 1989an de li bajarê Duhokê ji dayîk bûye. Ji sala 2007an ve nivîsên wî di kovar, rojname, malper û belovokên wêjeyî da belav bûne. Sala 2013an li bajarê Duhokê zanîngeh temam kiriye. Ji bilî Orgazmên Ejdehayekî, sê kitêbên wî yên din çap bûne: Derazînk di Ferhenga Pêngavan de (2010, helbest); Dê Rûbarekî Bikeme Kilîl, ji bo Vî Dergehê Bêwelat (2012, helbest); Dilopek Jehr (2014, kurteçîrok).
Weşanên Pallê
Pall Weşan, payîza 2022yan li Diyarbekirê bi mebesta weşandina kitêbên edebî, fikrî, dîrokî û qadên din ên zanistên civakî ava bû. Armanca wê ew e ku kitêbên bijare yên di merhaleyeke fireh a xwendin û edîtoriyê re derbas bûne, bi bergên xweser û sê formatên cuda yên wekî e-kitêb, kitêba dengî û kitêba çapkirî bigihîne ber destê xwîneran.