Temenê bikaranîna maddeyên hişbir 12 ye!

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren balê dikêşe ser wê yekê ku raporta dawî ya baroyê dane û encamên xeternak dihewîne ku ji vê yekê endîşedar in. Eren beyan dike ku ev rêjeya zêdebûna bikaranîna maddeyên hişbir her ku diçe zêdetir dibe.

Baro, li ser dosyeyên mehkemeyan ên derbarê maddeyên hişbir da, yên ku serî li baroyê dane, gihiştine van daneyan. Nahit Eren balê dikêşe ser wê yekê ku îhtîmal heye rêjeya wê zêdetir be, ji ber ku gelek kes bi rêya parêzerên taybet serî li mehkemeyan dane ku ev jî nîşaneya wê çendê ye ku ew rêjeya bikarhênerên maddeyên hişbir zêdetir dike.

Endîşeya me, ji daneyên ber destê me, ew e ku her sal ji sala partir hema bibêje du qatên wê sûcên bikaranîna maddeyên hişbir û ticareta wê zêdetir dibe

Serokê Baroya Amedê Nahit Eren

Bergirî di warê ewlehîyê da nayê kirin

Eren, dîyar dike ku ekonomî yek ji sebebên wê yên tesîrdar e. Herwiha ew kêmasîyê di wê çendê da jî dibîne ku têra xwe bergirî di warê ewlehîya da jî nayê girtin. Serokê baroya Amedê Nahit Eren destnîşan dike ku tesîra bikaranîna maddeyên hişbir ne tenê li ser bengî û bikarhêneran, herwiha ew li ser civakê jî tesîreka neyînî dike.

Eren, di wê qeneatê da ye ku divê raya giştî û sazîyên sivîl bi hev re bergirîyê di bikaranîna maddeyên hişbir da bigirin. Di heman demê da pêdivîyê bi wê çendê jî dibîne ku divê tenzîmên berterafkirina sûcan ji alîyê hiqûqa cezayî ve bêne kirin. Lêbelê, ew dîyar dike ku mixabin li Tirkîyeyê derbarê sûcên edlî da tenzîmên efûkirina sûcan, cesaretê didin xelkê ku zêdetir berê xwe bidin sûcên bi vî rengî.

Divê dînamîkên bajarî bi awayekî hevpar tevbigerin

Eren, wekî hêmana sereke ya ji bo bergirîya zêdebûna bikaranîna maddeyên hişbir di bawerîyê da ye ku divê dînamîkên bajarî yên wekî rêxistinên pîşeyan, raya giştî û sazîyên taybet bi awayekî hevpar hereket bikin.

Temenê bikarhênerên maddeyên hişbir daketîye 12 salîyê

Baroya Amedê “Raporta Derbarê Têkoşana Dijî Bikaranîna Maddeyan” belav kir. Raport, li ser rêje û daneyên 2020-2023yan hatiye hazirkirin.

Li gorî raporta baroyê li bajarên kurdan her ku diçe bikaranîna maddeyên hişbir zêdetir dibe. Baro dîyar dike ku bikaranîna maddeyan ji sedî sed zêde bûye û temenê bikarhênerên maddeyan jî heta 12 salîyê daketîye.

Maddeyên hişbir yek ji mijarên muhîm e ku tesîreka mezin li ser şexsan û civakê çêdike.

Digel ku li Tirkîyeyê û bakurê Kurdistanê maddeyên hişbir hatine qedexekirin jî, baro dîyar dike ku bergirî di firotin û hilberîna bi awayekî îllegal da nayê kirin. Ew dîyar dike ku pirsgirêka maddeyan ne pirsgirêkeka şexsî ye, pirsgirêkeka civakê ye ku tesîrê li ser tendurîstîya civakê jî dike.

Baro, beyan dike ku bengîtîya maddeyên hişbir ne tenê nav ciwan û mezinan, her wiha li nav zarokan jî berbelav dibe. Ew, hêsanîya bidestxistina maddeyên hişbir yek ji sebebên bingehîn dibîne ku ciwan û zarok dibin bengîyên maddeyan.

Baro, serincê radikêşe ser maddeya 58/2an ku dewlet berpirsyar e bergirîyê ji bo hemî hemwelatîyên xwe, li hemberî hemî nexweşî û probleman bike ku ev madde vê berpirsyarîyê destnîşan dike.

Berpirsyarîyeka civakî lazim e

Ji ber maddeyên hişbir, malbat û raya giştî ji tenduristîya civakê endişedar in ku baro derbarê vê mijarê da balê dikêşe ser berpirsyarîyeka berdewam ya civakî.

Baro, li ser van pirsan hûr dibe ku divê li ser bê sekinîn û bergirî lê bê kirin; gelo çawa maddeyên hişbir tên welatî, çima bergirî lê nayê kirin, li nav ciwan û zarokan çawa ev qas belav bûye û çima Tirkîye bûye yek ji girîngtirîn hilberînerên vê yekê.

Ew, ji bo xurtkirina armanca xwe, di raportê da pişta xwe didin zagonên dewletê û gotinên xwe palpişt dikin.

Li gorî raporta 1î Kanuna duyem û 9î Îlonê ya Baroya Amedê daneyên derdikevin pêş ev in:

-Sala 2023yan, li bajarê Amedê di çarçoveya sucê “Îmal û Ticareta madeyên Hişbir an jî Hişyarker” da, ji alîyê Serokatîya Baroya Amedê ve bi giştî ji bo 2173 dadgehkirîyan parêzer hatin tayînkirin.

-Di nav dadgehkirîyan da, ji 12 salîyê biçûktir 7, di 12-15 salîyan da 2, di 15-18 salîyan da 27, di 18-25 salîyan da 479 ( 450 kes mêr, 29 jin), di 25-60 salîyan da 1617 (1542 mêr, 75 jin), ji 60 salîyê mezintir 41 ( 36 mêr, 5 jin) kes cih digirin.

– Sala 2023yan, li bajarê Amedê di çarçoveya sucê “Hêsankirina Bikaranîna Maddeyên hişbir an jî Hişyarker” da ji alîyê Serokatîya Baroya Amedê ve bi giştî ji bo 27 dadgehkirîyan parêzer hatin tayînkirin. Di nav dadgehkirîyan da, di navbera 15-18 salîyan da 2, di 18-25 salîyan da 6 (6 mêr), di 25-60 salîyan da 19 (19 mêr) kesan cih girt.

– Di navbera 01.01.2023 û 09.09.2023yan da bi giştî hejmara parêzerên hatine erkdarkirin 2.491 in. Ji van kesan 8 kes ji 12 salîyê biçûktir, 80 kes zarokên 12-18 salî ne. Yên din jî kesên temen mezin ên di ser 18 salîyê da ne.

-Li gorî daneyên îstatîstîkî yên derbarê zarokên di bin 12 salîyê da hat dîtin ku sala 2020an 15, sala 2021an 8 û sala 2022yan jî, ji bo 16 zarokan karên edlî hatine kirin. Her çiqas ji sala 2021an vir ve di daneyên hejmarî da ketinek bê dîtin jî sala 2022yan li gorî par sedî sed zêdebûn tê dîtin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir