Her ku rengê aniha yê Bakur wisa be jî mirov wextê li dîrokê dinêre dibîne ku nimûneyên wisa hebûne, tirkan bi zilm û zorê kurd ji cil û bergên wan tazî kirine. Di romana Şikestî ya Receb Dildar de epîzodeke balkêş heye li ser qedexekirina cil û bergên kurdî di dema avakirina Komara Tirkîyeyê de. Li gor neqlkirina vebêjer dewlet leşkeran datîne ser rêyên derdora Qûbînê. Leşker ji xwe re holikan çêdikin, makîneyên dirûnê tînin, her çi kesên ku ji gundan bona firotina mast, êzing û heywanên xwe bêne navçeyê pêşî tiştên wan ji wan dikirin û dûre pantor, êleg û şewqeyekî difiroşinê. Gundî bi şalwar ji gund dertên bi pantor vedigerin.
***
Di rêzefîlma Outlanderê de heya sezona duyemîn xema sereke ya lîstîkvanên sereke (Jamie û Claire) ew e ku şerê Cullodonê pêk neyê. Claire ji sedsala bîstemîn hatîye sedsala 18emîn lewma zane ku kesên çîyayî (Highlander) di vî şerî de têk diçin. Ev têkçûn jî rê li ber qirkirina çanda çîyayî vedike. Mebesta wan digel domandina evîndarîya xwe parastina çandê ye. Axirî nikarin rê li ber bigrin, şerê Cullodonê diqewime û encamên wê jî wekî ku di dîrokê de cih digre dibe sedema têkçûna çanda îskoçên çîyayî û koçberbûna gelek kesan ji warê bav û kalên xwe.
Îro li dinyayê nav û dengê lîga premîyer a îngîlîzan ango cî û nîşana îngîlîzan di fûtbola cîhanî de çi be bêguman di karên dagirkerî û sazkarîya mêtingehan de bi xwe jî heman reng e. Zülküf Ergün di nivîsa xwe ya bi navê Soane û Nivîskarîya Kurdî de wisa diyar dike ku “Soaneyî bi mejî û hişmendîyeke rojavayî ji bo çêkirina çandeke neteweyî ya kurdî çend pêngavên giring avêtin. Ji ber vê, wek karê pêşî di şûna xwendingehên tirkî da xwendingehên kurdî vekirin û kurdî li vî bajarî kir zimanê fermî yê xwendinê. Ji bo xurtkirina nasnameya kurdbûnê û afirandina sembolên raya giştî ya kurdî li ser fermanberan ferz kir ku bi cilên kurdî bên ser karê xwe”. Li gorî jêderkên rêzefîlma Outlanderê piştî şerê Cullodonê bi qasî sedsalek û nîv îngîlîz berovajîya Soaneyî ji bo têkbirîna çanda çîyayîyên îskoçî/keltî kar kirine. Li cîhanê gelek nimûyên bi vî rengî hene. Ez ê di vê nivîsê de dixwazim bi nimûneya cil û bergan serhatîyên îskoçîyên çîyayî (li ser xwendina Outlanderê) û yên kurdî bidim berhev.
Li girtîgeha Ardsmuir, piştî şerê Cullodonê serhildêr têne girtin û yên ku tev li şer bûbin jî mîna dadgehên Îstiqlalê bêyî dadgehkirin li sêdaran dixin. Murtaghê merivê Jamieyê Sor jî li wir e. Di nav dîwarê de perçeyeke ji kîltên xwe (kîlt cil û bergên herêmî yên Îskoçyayê ne, etek in û mêr li xwe dikin), ji kîlta eşîra Fraseran vedişêre, carê derdixe lê dinêre. Carekî ku Jamieyê li ser navê serokê girtîyan diçe bi rêveberîyê re dipeyive, di vegerê de dibîne ku Murtagh ew perçeya kîltê derxistiye miz dide, lê mêze dike. Jamie li ser hevdîtina xwe û rêveberîya girtîgehê ya nû agahîyan dide:
“navê wî Grey e.”
Murtagh: “Ne xem e, qûnek tev mîna hev in. Tenê çavê Xwedê dikare wan ji hevdu nas bike.”
Jamie: “Ew jî heman tiştî bo me dibêjin.”
Murtagh: “Heke bihiştina em ekoseyên xwe li xwe bikin me yê çêtir ji hevdu derxista”
Dûre Jamieyî li perçeya ekoseya eşîra Fraseran mêze kir û go “a baş tu wê veşêre. Tu dizanî bê cezaya wê çi ye”.
Çawa ku Celadet Alî Bedir-Xan bi peyva “zimanên biyanî çek û kincên me ne. Lê zimanê me çerm û laşê me ye” amaje pê dike ku ziman sazkarê neteweyê ye, li vir jî kesên çîyayî xwe bi cil û bergên xwe cuda dikin. Li gorî vê guftugoyê (bi feraseta Murtagh) ji bo ku ferqa wan û îngîlîzan diyar bibe pêdivî bi cil û bergên çîyayî heye. Kurd ji tirkan re dibêjin rom, koka wê nizanim lê newaya wê pejoratîf e ku behsa kok û eslê tirkan dike. Li cem çîyayîyên îskoç jî îngîlîz “çakêt sor” in, bi ûnîformayên xwe navê wan derbas dibe di rêzefîlmê de.
Qedexekirina cilûbergan bi cezayê sêdaredanê, anekdoteke Mesûd Barzanî anî bîra min. Par (2023) bi munasebeta merasîma vekirina Yadgeha Niştimanî ya Barzanî wextê dipeyivî digot şivanek bes ji ber cemedanê sor hatiye kuştin, dûra zêde kir go 12 kes bi vî rengî hatine kuştin (Kurdistan24). Wextê mijar şal û şapik be ji Bakur zêdetir Başûr û Rojhilat tê ber çavê mirov. Bajarên ser sînorên sîyasî yên ber bi Başûr û Rojhilat ne tê de li kîjan bajarî mirov kesên bi cil û bergên kurdî bibîne dibê qey ji Başûr an Rojhilat hatine. Herwekî din wisa di bîra min de maye ku her çi rêxistinên Rojhilatê hebin, berî Mahabadê her daxwaza vegerandina heqê cil û bergan kirine nav bernameyên xwe.
Her ku rengê aniha yê Bakur wisa be jî mirov wextê li dîrokê dinêre dibîne ku nimûneyên wisa hebûne, tirkan bi zilm û zorê kurd ji cil û bergên wan tazî kirine. Di romana Şikestî ya Receb Dildar de epîzodeke balkêş heye li ser qedexekirina cil û bergên kurdî di dema avakirina Komara Tirkîyeyê de. Li gor neqlkirina vebêjer dewlet leşkeran datîne ser rêyên derdora Qûbînê. Leşker ji xwe re holikan çêdikin, makîneyên dirûnê tînin, her çi kesên ku ji gundan bona firotina mast, êzing û heywanên xwe bêne navçeyê pêşî tiştên wan ji wan dikirin û dûre pantor, êleg û şewqeyekî difiroşinê. Gundî bi şalwar ji gund dertên bi pantor vedigerin. Li gund herkes henekê xwe bi wan kesan dikin: “Wîî tu tam bûyî wekî qeşmeran” (48). Ew kesê ku bi zorê pantor li wî kirî jî dibêje: “Hûn niha bikenin wê roja we jî bê, de hûn mêr bin hûn ê herin Qubînê” (48). Paşê gundî hîn dibin, wextê nêzî Qubînê dibin şalwarên xwe di bin kevirekî de vedişêrin pantoran li xwe dikin, di vegera gund de jî dîsa şalên xwe li xwe dikin.
Ji vê vegotina Receb Dildar mirov fahm dike ku dagirkeran li bajaran jixwe mesele safî kirine, deşt û çîyayên welêt mane ku li ber xwe didin. Di rêzefîlmê de bixwe jî gava beşek wê li Edinburghê derbas dibe, mirov ferqa herêmên bajarî û çîyayî dibîne. Jixwe di rêzefîlmê de jî her behsa highlandê (high-land, ax û erdê bilind) dibe. Outlander (out-land-er, kesên derveyî wî warî) jî ji wan kesên bîyanî re tê gotin, bi taybetî ji îngîlîzan re tê gotin û herwekî din amaje bi îngîlîzbûna Claireyê jî dike. Bi kurtî û kurmancî heke hukm desthilat ket destê biyanîyan, ji bo mirovên niştecih out û high cî diguherîn, çîyayî dibin bîyanî, highlander dibin outlander. Pêşîn bajêr, dûre jî deşt û newal û çiya ji dest diçin. Îro kakila kurdewar a Kurdistanê her ku biçûk dibe, li bajarên xwe yên dîrokî êdî ne cil û bergên bîyanî lê belê cil û bergên resenî kurdî “qeşmerî” ye. Her ku diçe jî ferqa bajêr û gundewaran (çîya û banî) jî ji hev namîne.
Di her serdemê de wexta êrîş bi ser xelkê de hatiye mirovan xwe spartine cihên asê. Ev tiştekî xwezayî ye. Bo nimûne di romana Berxwedana Qehremanan ya Haşim Ferhadî de (ji Nûbiharê derçûye) kurdên celalî ji deh salan zêdetir çîyayên Xorasanê li ber rûsan dikin sûr û mertaleke pola, nema rê didin ku derbas bibin axa Îranê. Artêşa rûsan ewçend xurt e jî nikarin bi zinar û latan. Axirî sekn û debara li çîyayan demkî ye, ne mayînde ye, ne jî her û her e. Bajarvanî dêweke mezintir e ji zinar û latên asê. Wekî ku Cewher Sîzarê Dagirkirina Tarîtîyê pê hesîyaye “mezintirîn komkujîya kurdan ne li Dêrsîm û Çîyayê Agirîyê bû, lêbelê li vê Stenbolê [bû]” (512). Mirov him ji têkçûna çîyayîyên îskoçî, him jî li nimûneyên di Şikestîyê de binêre fikra Cewher Sîzarî li mirov jî hasil dibe.
Êdî her ku diçe rêjeya bajarvanîyê zêdetir dibe. Lewra divê mirov ji ferqa çîya û deştan (bajar) derbasî nav bajaran bibe. Li nav bajaran bo nimûne cil û berg çawa têne temsîlkirin? Li Îskoçyayê kîlt, li Kurdistanê şal û şepik tiştekî xwezayî ne an jî bona temaşe û geştyarîyê ne?
Belkî gelek hokarên din hebin pêdivî bi hizrkirinê lê mihrîcan bi du hêlên xwe ve (xwezayî û temaşeyî) bersiveke maqûl di xwe de dihewînin.
Ez dibêm yek ji nîşaneyên têkçûna çandî jî reng û şêweyên mihrîcanan e. Şahî û mihrîcanên kevn (folklorîk) ji bo zindîmana çandê gelekî girîng û hîmdar in. Bo nimûne Newroz. Lê tiştên ku vê dawîyê derketine digel vê wesfên xwe yên domdarîya çandê û bi hewandina nostajîyê re li xwe mikûrhatina têkçûnê ne. Di rêzefîlmê de du zemanên cihê hene yek sedsala 20emîn e a din 18mîn e. Li sedsala 20mîn, yek ji endamên eşîre Mackenzieyan, Roger, li Amerîkayê tev li mihrîcaneke îskoçên koçber dibe. Li wê derê rîtûelên çandî yên îskoçî têne temsîlkirin û ji nû ve performekirin. Bona mînak wextê serekeşîrek biryara şer bide, her kes li derdora wî dicive weke xelekekê tê ber destê wî, çok dide erdê pabendî û pêgîrîya xwe pê dide. Ew jî radibe wek agirê Newrozê çiraxê agir bi koma êzingan dixe. Ev rîtûeleke zindî û xwezayî ye. Lê li piştî koçkirina Amerîkayê êdî zêde eşirtî nemaye, her wekî din heyamek nû dest pê kiriye di sedsala 20emîn de. Lewra li mihrîcanê êdî tenê navê eşîran heye. Her sal li wê derê dicivin, yek ji rîtuelan jî ev e: her kes li cihekî kom dibin navê eşîran radikin, heke yek ji wan li wê derê be dibêje filan eşîr li vê derê ye.
Li ser cil û bergên kurdî van salên dawî roja cil û bergên kurdî, mihrîcanên cil û bergên kurdî dike ku ev çanda hanê zindî bimîne. Ez gelekî pê kêfxweş im, lê eyn wek gotina navê eşîran, êdî wek tiştekî sembolîk be:
“şal û şepik? “
“Va ye li vir e”
Tiştên sembolîk jî li gel hemû hêzên xwe yên razber û miazem tiştek e ku ji kar ketîye. Ji bo jibîrnekirin, zindîkirin û parastina bîr û bawerîyan mihrîcanên hanê, rojên temsîlî karên hêja ne. Dawîya dawî nemaze ên modern (ên ku nebûne kevneşop) mikurhatinên têkçûnê ne. Hebûna wan ji nebûna wan çêtir be jî vê pirsê betal nake:
Tiştên ku bi zorê li bejna mirov dikin çiqas li mirov tên?
Ev pirsa retorîkî ne ji xema estetîkê ye, belam ji psîkosomatîkî tê der, ji Le Moi-peau.
Çavkanî
Barzanî, Mesûd. دەقی وتاری سەرۆک بارزانی لە دووەم رۆژی مەراسیمی کردنەوەی یادگەی نیشتمانی بارزانی [ Deqê Gotarê Serok Barzanî Li Dûyemîn Roja Merasîma Vekirina Yadgeha Niştîmanî ya Barzanî], 12ê gulana 2023an. https://www.youtube.com/watch?v=ADdM4qYxJHg
Elî, Bextîyar. Dagirkirina Tarîtîyê, Kurmancîkirin Besam Mistefa, Şilêr, 2022.
Ergün, Zülküf. “Soane û Nivîskarîya Kurdî”. BotanTimes, 8ê nîsana 2024an. https://botantimes.com/soane-u-niviskariya-kurdi/