Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Şêrgeleyê Şîrê Şiîrê Xwarî: Arjen Arî

03/11/2023

Şertên konjonkturel û polîtîk bûne sebeb ku poetîkaya Arjen Arî bi derengî li edebîyata kurdî deng vede. Dîwana wî ya ewil Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî di sala 1999an da hat weşandin. Anku Arjen Arî di sala 1976an da dest bi nivîsîna şiîrên kurdî dike, lê dîwana wî ya ewil piştî 23 sal di ser destpêka nivîsîna wî ra çap dibe. Ev jî dibe sedem ku tradîsyona şiîra kurdî bikule.

***

Arjen Arî, ji 1976an ve kurdî nivîsîye, anku 36 salan. Salek berîya ku lîseyê biqedîne dest bi şiîrê kir û şiîrên wî jî bi terzê klasîk bûn. Arî di navbera salên 1969-1971î da dixwest berê xwe bide Ewrûpayê û li wir bibe şairekî gewre. Paşê seh dike ku kesên dîn û dînoke bi şiîrê tên tedawîkirin. Ew jî ji xwe ra dibêje: “Wey, nexwe ez jî dîn im!”

Piştî derbeya 12ê Îlonê ji ber nivîsîna şiîra bi navê 13 şev û 13 rojan tê girtin. Ev şiîra wî di kovara Nûdemê da weşiyaye. Wê heynê rastî êşkenceyeka mezin tê û wiha dibêje: “Min nedizanî ku ez mirovekî ev çend zexm û xwedî xwe û hedan im. Piştî ku min ewqasî lêdan xwar min di dilê xwe da got: Madem tu evqasî dikarî li ber xwe bidî, çima te tiştên mezintir nekirin?” [1] Di sala 1992yan da rastî êrîşa çekdarî tê û bi awayekî jê difilite. Dû ra tê Dîyarbekirê û sond dixwe ku terka vî welatî neke.

Aktîvîstê pordirêj

Arjen Arî digel şairîya xwe avangardekî sînorşikên e di civaka edebîyata kurdî da. Dixwest têkilîyên xurt di navbera nivîskarên derveyî welêt û yên nava welêt da ava bike. Jixwe fikra avakirina Komeleya Nivîskarên Kurd jî fikra wî bû. Aktîvîstekî xurt bû. Li ku dera welêt çalakîyek hebûya Arjen Arî li wir bû: Festîval, pîrozbahî, şîn û tazîye, konser, panel û wd. Ev şairê pordirêj -ê bi terza xwe mirovekî nalebar bû- her li nav milletê xwe bû.

Rojek ji rojan Firat Cewerî jê ra dibêje: “Arjen, tu wekî şairekî li xwe nanihêrî.” Arjen Arî jî dibêje “Tu caran min bi wî çavî li xwe nenêrîye.” Paşê dibêje: “Dema ku ez dinivîsim ez şair im, jê pê da ez mirovekî beredayî me.”

Kêlîya nivîsînê û helwesta wî

Dema ku Arjen Arî aciz e nikare şiîran lê bike. Di kêlîya lêkirina şiîrê da parîyekê aramî û rehetiyê dixwaze û dibêje: “Di heyata xwe da ne ku serxweş nebûme, lê kirine û nekirine -ji bo xatirê Mehmed Uzun bi xwe jî- min şiîr nexwendine li sifreya araqê. Min nexwestîye şiîr bibe mezeya araqê. Û tiştekî seyr e, piştî vexwarinê jî min tu carî nenivîsandîye.”

Derbarê mijara edebîyata serdestan û edebîyata bindestan da fikra wî ew e ku divê bindest xwe li ser serdestan bidin ferzkirin.: “Mebesta me, ne ew e ku em dilê tirkan, dilê wan ê bezgirtî bi edebîyata kurdî fetih bikin, em ê xwe li ser wan ferz bikin.” Xwe li ber dilê edîbên serdest -an jî yên bi zimanê serdestên xwe dinûsin- şîrîn nake, xwe li ser wan ferz dike, çinku kelepora edebîyata wî bi têra xwe heye. Arjen Arî şairekî deqerû bû! Ku mijar edebîyat, hele hele şiîr be tu carî xwe nade şermê û ya xwe digot.

Çend taybetîyên şiîra Arjen Arî

Di şiîra Arjen Arî da “çûkên şer” di esmanê welêt da fortan davêjin, “Mûsayê wî” hatîye kuştin, “Xwîna me di mazatê de ye”, “Çîyayên wî nestêle ne”; Nêrgiz stûxwar”, “beybûn peritî” “dar bi gazind” in ji dorparêzan, nûçeyên şer agahîyên yekem in di hemû navgînên ragihandinê da “Di şer de bûm doh jî loma / Îro şer e, sibê şer.”

Gotinên pêşîyan: Dîwanên Arjen Arî exleb bi gotineka pêşîyan dest pê dike. Bi vê şêweyê dixwaze ji xwîneran ra derîyekî veke û ji wan ra bibêje “tu yê rastî van tiştinan bêyî!” Sebebeka din jî tematîkîya wan e. (Piştî rexneya Berken Bereh, di Payîza Peyvê da dîwan bi gotina pêşîyan dest pê nake, bi epîgrafekê dest pê dike û ev epîgraf aîdî wî ye.)

Dubarekirina peyvan (peyvên dubestî): Arjen Arî zêde aşiqê peyvên dubestî ye û di dîwanên xwe da bi têra xwe bi kar anîne. Armanca wî ya dubarekirina peyvan ev e ku dixwaze peyvan bikirpîne û zexm bike, anku dilê xwe li peyvan rihet dike: parî parî, kitekit, rijî rijî, têr-têr…

Cudahîya temayan: Şair ne ew kes e ku li ser xêzeka ferzkirî bimeşe û ji rê dernekeve. Jixwe dema ji rê derkeve û tiştekî nû lê bike şair e. Ev hevoka îtalîk jî dawîya dawî sînorek e, lew şair ne yê pênaseyan in. Ji hêla tematîkê ve cudahîya dîwanên Arjen Arî berbiçav in (Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî, Destana Kawa, Eroûtîka, Çil Çarîn…) Ji vir jî dixuye ku Arjen Arî di nava lêgerînekê da ye. Ev lêgerîn bi qelema şairê bi ya helbestê kirî, şairê guh dabilûra şivên hatîye nivîsîn.

Rîtim û muzîkalîya şiîrên wî: Qudret û taqeta şiîra Arjen Arî ji kanîya dengbêjan xwe têr dike. Ew zêde hej serwayê dike, peyv û wate govendeka adetî digerînin, şîneka dêrîn dilorînin, destaneka zêrîn lê dikin. Pirranîya xwînerên kurd bêtir wî ji deng û besteyên Mehmet Atlı dinasin. Di nav miletekî bindest da ev yek normal e, çinku muzîk ji edebîyatê berbelavtir e. Arjen Arî derbarê vê yekê da dibêje: “Min qet hewl nedaye ku şiîreka min bibe stran. Mimkun e ku di hundirê min da wekî dilîneka veşartî be ev xwestek. Li gorî min ristesazî û bendesazîya di şiîrê da rasterast notakirina peyvan a li ser kaxizê ye jixwe. Ez wisa lê dinihêrim û dibêjim her şair newaya xwe ya şiîrî peyda dike.”

Destana Kawa û Azhî Dehaq: Destana Kawa û Azhî Dehaq sêyem dîwana Arjen Arî ye. Weku ji navê wê jî dîyar e efsanaye Kawa lîrîze dike. Lê tiştekî ecêb e ku şair ev destan bi wezna dehkîteyî nivîsîye. Wezna dehkîteyî di edebîyata goranî ya klasîk da wek wezna xwemalî tê şîrovekirin [2]. Bo nimûne, kesên wek Mele Perîşan, Xanay Qubadî, Welî Dîwane, Mewlewî, Mestûre Xanimê helbestên bi wezna dehkîteyî nivîsîne. Ev destana Arjen Arî jî bi vî miqamî hatîye nivîsîn.

Kesên wekî Hicri İzgören û İhsan Biçici ji bo vê dîwanê jê ra wiha dibêjin: “Te ev destan kirîye qurbana beşa dawîn.” Arjen Arî jî wiha dibêje: “Qisûrê nenihêrin, sed destan bila qurbana van navan bin.” Çimkî ev nav tunebûna, wê ev destan jî tunebûya. Edebîyat tenê ji min, bi min pêk nayê! Ji xwendinên min, ji jîyînên min, ji serpêhatîyên min, ji qewimînên der û dora min, ji yên berî min, ji yên siberojê pêk tê.”

 

Aşiqê çarînan: Arjen Arî ji nivîsîna çarînan gelekî hez kirîye, lew hema bêjin di tevahîya dîwanên xwe da çarîn lê kirine. Navê dîwana wî ya şeşan jî Çil Çarîn e. Di vê dîwanê da mebesta wî ew bû ku hezar çarînan lê bike. Lê dîwan ji 54 (40 + 14) çarînan pêk tê.

Eroûtîka: Arî bi xwe dibêje: “Ji ber ku min ji hezê hez dikir min Eroûtîka nivîsand.” Li ser keviran hêt û memikên jinekê xêz nekir wek Yannis Ritsos, bi feraseteka heteroseksuel navê mêrik kir Ero û ya jinikê jî kir Tîka, bi vî miqamî heza xwe ya cinsî lê kir. Di şiîrên Arjen Arî da ger mijar şer û pevçûn be Arjen wekî zayenda çîyayan nêr e, lê eger mijar eşq û evîn, hez û hezkirin, bêrîkirin, dê û bav û veqetîn be ji nişkan ve dibe mê û dilê xwîneran miz dide.

Çend kêşe

Analojîyên beredayî: Gelek analojîyên beredayî hene ku nivîskarek dihêlin di bin sîya nivîskarekî din da. Di gelek civatên edebî da şair an jî nivîskarekî kurd dişibînin yekî bîyanî an jî yekî navdar. Bo nimûne, di hin civatan da Arjen Arî wekî Pablo Nerûdayê kurd dihat hesibandin. Bi min, ev neheqîyeka mezin e li Arî jî li Nerûda jî. Anku dibêjin referans Nerûda ye û Arjen Arî jî nuxûrîyê wî ye. Ne bavê min! Arjen Arî, Arjen Arî ye û Nerûda jî Nerûda ye.

Derengmayîna çapa Dîwanan: Şertên konjonkturel û polîtîk bûne sebeb ku poetîkaya Arjen Arî bi derengî li edebîyata kurdî deng vede. Dîwana wî ya ewil Ramûsan Min Veşartin Li Gelîyekî di sala 1999an da hat weşandin. Anku Arjen Arî di sala 1976an da dest bi nivîsîna şiîrên kurdî dike, lê dîwana wî ya ewil piştî 23 sal di ser destpêka nivîsîna wî ra çap dibe. Ev jî dibe sedem ku tradîsyona şiîra kurdî bikule [3]. Mala Weşanên Sor ava ku di sala 2019an da hemû helbestên Arjen Arî wek setekê weşandin.

Çavkanî

[1] Hevpeyvîn bi Arjen Arî re (2010), Elîxan Loran-Arjen Arî, kovara W, rp: 59-66.

[2] Abdurrahman Adak (2013), Destpêka Edebîyata Kurdî ya Klasîk: Nûbihar.

[3] Selami Esen, Hin Krîzên Şiîra Kurdî, Botan Times: https://botantimes.com/hin-krizen-siira-kurdi/

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

1992an li Sêrtê hatîye dinyayê. Ji roja dayî ve li xelkê dikeve kirr. 2019an li Zanîngeha Mardîn Artukluyê lîsansa bilind bire serî.

Berhem û wergerên wî:

Qijikên Xêrê, ş’ir, Evrensel Basım, 2014.

Kale, werger, (Keleh, Şener Özmen), Everest, 2017.

Kelogirî (Murat Özyaşar, werger li gel Kawa Nemir) Doğan Kitap, 2019.

Te ev dîtıne?

Kok û Giringiya Newrozê

Newroz ji bo hemû gelên Îranî ayîneke çandî ye ku nîşaneya hatina
people looking at laptop computer

Di perwerdeyê de bandora zimanê dayikê li ser zarokan

Muhammed Nurullah Kiliç nivîsîye Di destpêkê de da ku mijar û armanc

Google-a ku medyaya Tirkî ya serbixwe asteng kiriye medyaya Kurdî qet nas nake!

— 12ê Adarê hin xebatkarên Gazete Duvarê wek hemî rojan çûn odeya