Wêne-Nûçe: ‘Em ji bo azadîya xwe li vir in!’

21/03/2023

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Qada Newrozê ya Amedê ku şahîdîyê li gelek bûyerên dîrokî kiriye, di Newroza 2023yan da jî mazûvanîyê ji hezaran ra kir.

Wêne: Gulîstan Korban

Newroza îsal ji ya salên borî gelek cudatir bû. Ji bo bîranîna kesên di erdhêjên Mereşê de jiyana xwe ji dest dabûn sehneya Newrozê cara yekem bi reş hatibû xemilandin.

Wêne: Beril Caymaz

Kesên beşdar jî cil û bergên reş li xwe kiribûn. Hejmara kesên ku bi cilên gelerî tevlî Newrozê bibûn, li gorî salên borî gelekî kêm bûn.

Wêne: Gulîstan Korban

Li qadê coş û govend jî nîn bû. Li şuna govendê Kurdan bi stranan li du qurbanîyên erdhêjê şînê girtin.

Wêne: Gulîstan Korban

Berîya ku agirê newrozê bê pêxistin gelek ciwan kom bûn û cil û bergên xwe ji xwe kirin, avêtin ser agirê newrozê.

Bi sedan kes telefonên xwe ji berikên xwe derxistin û hewildan wê sehneyê qeyd bikin.

Wêne: Gulîstan Korban

Dayikên Kurd ku kes û ser û zer bi serê xwe ve girêdabûn, di destên wan da telefon dixwestin wêneyên agirê newrozê bigrin.

Wêne: Gulîstan Korban

Ciwanan bi kelecanî li dora agirê diçûn û dihatin. Tilîyên xwe bilind dikirin û dixwestin agirê newrozê gur bikin.

Wêne: Gulîstan Korban

Kesên beşdarê newrozê bûn û nêrînên xwe bi me re parve kirin dîyar dikirin ku ew ji bo azadiya xwe li vê qadê ne.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

ZINDÎ – Newroza Amedê: Newroz ji bo me ‘Azadî’ ye!

Weşana paşê

Newroza Diyarbekir: Rîtuel û Realîte

Te hay ji vê heye?

Erdhêj û adem-î merkezîyet

Ev nivîsa ku 2023yê hatiye nivîsîn,

Maşallah Dekak: Medyaya cîhanî bi profesyonelî patronên xwe vedişêre, lê ya kurdî bi serbilindî qala patronên xwe dike

“Hawar, derbeke “Xencera Celadet Alî Bedîrxan”

Ziman û Dîstopya: 1984 û 2084

Insan, ji gelek aliyan ve, ji

Xwezî tu helbestvan nebûyayî!

Geranium in a Flowerpot (Derzîloka di