“Taksici Hamdi”yê Batmanî: Keyfa Kurmancên me ji min re tê

21/09/2023

Hamdi ciwanekê ji Batmanê ye ku li bajarê Stenbolê karê şofêrîya texsîyan dike. Ew bi wê yekê tê nasîn ku mûzîka kurdî nîşanî mişterîyên xwe yên bîyanî dike. Gelek kes ji ber xweşlawîya wî jê dipirsin ka çima ew modelîyê nake.

Hamdiyî bersiva pirsên Botan Timesê da

Di 6 mehan de hînî Ingilîzîyê bûm

11 sal in me mala xwe bar kiriye Stenbolê. Min 7 salan karê înşaatê kir. Piştî ku me berê xwe dayê karê înşaatê êdî baş naçe birayê min dest bi şofêrîya texsîyan kir. Min jî pey wî dest pê kir. Niho, dema dibe şev li kolanên bajarê Stenbolê de karê şofêrîyê dikim.

Gelek mişterîyên biyanî dihatin min jî dixwest bi wan re biaxivim. Ji beriya 7 mehan min dest pê kir ku pirsan ji miştêrîyan bikim û ji wan hînî Ingilîzîyê bibim.

Ez heta astekê hîn bûme. Piştî hingê min got ez vîdeoyan bigirim. Vîdeo gelekê belav bûn. Gelek kesan temaşe kir.

Kurmancên me, min bi zorê dibin xwarinê

Keyfa kurmancên me ji min re tê. Carinan xwe diavêjin ber texsîya min. Hinek kes bi texsî an motora xwe pêşiya erebeya min digire. Rêyê digirin û bi zorê min dibin xwaringehê. Dema ez têr jî bim li min dikin mecbûrî ku bixwim. Tu dizanî dixwazin hezkirina xwe nîşan bidin. Ez ji ber vê yekê keyfxweş im. Tişta zêdetir min keyfxweş jî dike ew e ku mirovên zana û têgihiştî, dixtor, akademîsyen, mihendiz ji min re dinivîsin û min pîroz dikin.

Gelek kesên tirk jî ji ber ku ez di vîdeoyên xwe de mûzîka kurdî lê didim û kurdî hînî mişterîyan dikim êrîşî min dikin. Peyamên tehdîtkar dişînin. Lê ez mûzîka tirkî jî vedikim dîsa jî êrîşê dikin.

Were bibe model!

Hin kes û hin şirket teklîf dikin ez modelîyê bikim. Lê ez ji bo wê ne hazir im. Dixwazim karekê ez dizanim bikim. Helbet naxwazim heta hetayê li Stenbolê karê şofêrîyê bikim. Dixwazim biçim Amerîkayê, li wê derê baş hînî Ingilîzî bibim. Paşê dixwazim karê Uberê bikim.

***

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.

Avakarê Botan International û Botan Timesê ye.

Bayramî ji bilî medyaya kurdî ji bo The New York Times, The Guardian, Al Jazeera International, Deutsche Welle û Middle East Eyeyê kar kiriye.

Wî li bernameya fellowshipê ya Rojnamegerîya Dîjîtal ya Zanîngeha Oxfordê(Enstîtûya REUTERSî ya Xebatên Rojnamegerîyê) û li bernameya "lihevguhertina zanînê" li rojnameya The Guardianê li Ingilîzîstanê û Acadêmie Franceyê perwerde standiye.

Zanîngeha Kalîforniayê ya Los Angelesê(UCLA) xelata “Nivîsîna herî afrînêr û orjînal” û Yekîtîya Rojnamegerên Başûrê Rojhilatî xelata “Rojnamegerê salê” daye wî.

Nivîskarê “belkî îşev binive”yê ye (Weşanxaneya Avestayê, 2018). Ew yek ji nivîskarên Ferhenga Nûçegihanîya Zayenda Civakî: Kurdî-Tirkî û wergêrê 11 kitêban e. Wî edîtoriya 52 kitêban kiriye.

Te ev dîtıne?

Alî Bagdû: Min xwest bi belgefîlmê dengê dengbêjan bigihînim siberojê

Teknolojiya dijîtal a roja me, bandoreke gelekî mezin li tevahiya jiyanê dike.

Enwer Karahan: Kesên ku fêrî xwendina kurdî dibin dest bi nivîskarîyê dikin

Metin Aydın Nivîskarê ”Siwarê Şînbozê: Êlas Efendî” Enwer Karahan nivîskarekê pirhêl e,

Mewlûd Oguz: Kurdî, zimanê min ê jiyanê, xebatê û hunerê ye

Hevpeyvîn: Rêzan Diljen Dîwana helbestkar û rojnameger Mewlûd Oguz a bi navê