Rêzan Diljen: Heke çîyayên Arjen nebûna min dest bi helbestê nedikir

Rêzan Diljen bi dosyeya xwe ya bi navê Deftera Qetiyayî 10emîn xelatê Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî wergirt.

10emîn merasîma xelatdayînê ya Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî, li Odeya Avahîsazan ya Amedê ji aliyê Weşanên Sor û malbata Arî ve hat lidarxistin. Gelek nivîskar, helbestkar û kes û karên Arîyî beşdarî di bernameyê da kir ku hema bibêje salon tejî bûbû.

Bernameyê bi axaftina kurê Arjen Arîyî Behzat Arî dest pê kir ku wî bal kêşa ser giringî û pêşketina helbesta kurdî.

Li ser navê Weşanên Sor Rojhat Turgutî çend gotin anîne ziman. Turgut dibêje ku Arjen Arî ne tenê şaêrek e, ji bo ciwan û helbestkarên ciwan yên kurd êdî mamosteyek e jî.

Yek ji jurîyên pêşbirkê Lal Laleş jî çend gotin anîne ziman derbarê giringîya bernameyê da. Laleş dîyar kir ku Arîyî hem li gel ciwanan hem jî li gel mezinan hevalînî kirîye ku Arî bi sekna xwe ya bo zimanî dibû hêvî. Laleş vê yekê wisa dibîne ku ev dibû sebeb kesên derdora wî li mîrateya xwe û zimanê xwe vegerîn. Wî destnîşan kir ku helbesta wî rengvedana serdema xwe ye lêbelê ne bi serdema xwe ve sînordar maye herwiha ji bo pêşerojê jî menîdar e.

Herwiha di bernameyê da peyama Hevsorekê PENa Kurd Ömer Fidan hate xwendin. Fîdanî di peyamê da destnîşan kiribû ku heke helbest kakilê zimanekî be, helbestvan dilê bikarhênerên vî zimanî ne, dilê welatê wan in, Arjen Arî dilekî pola, çiyayekî rûspî xakeke cengola û bejinhaylo yê Kurdistanê ye.

Rêzan Diljen xelatê xwe werdigire

Rêzan Diljen hest û ramanên xwe yên derbarê wergirtina xelatê pêşbirkê da anîne ziman. Diljenî hêvî û xwestekên xwe bo bernameyên bi vî rengî anîne ziman ku her tim berdewam bin. Helbestvanê ciwan Rêzan diljenî got heke ne ji bilûra Celadet bûya, ew bilûra xemrevîna dilketîyên welat û ne ji çîyayên Arjen Arî yên rûspî bûna min dest bi helbestê nedikir.

Bername bi teqdîmkirina xelatî bo Rêzan Diljenî qedîya ku Necla Arîyê xelat da Rêzan Diljenî. Herwiha xelatê rûmetê jî li ser navê Garo Paylanî Lal Laleş wergirt.

Piştî bernameyê akademîsyen û şair Şehmus Kurt derbarê girîngîya bernameyê û Arjen Arîyî da çend gotin bo Botan Timesê anîne ziman.

Şehmus Kurt

Şehmus Kurt di peywenda wesîyetnameya rexnegirê îtalyan Umberto Eco û Arjen Arî da, li ser Arî û girîngîya wî di helbesta kurdî da axivî.

Kurt balê dikêşe ser gotina Eco ku Ecoyî di wesîyetnameya xwe da gotîye heta deh sal din bernameyan li ser navê min çênekin. Şair Kurt vê yekê wisa şirove dike ku heke kar û xebatên wî piştî wexera wî 10 salan jî hebin, û qedr û qîmetê xwe hebe wê gavê çend camêr dê hebin ku li ser navê wî bernameyan bikin.

Kurtî di peywenda gotina di wesîyetnameya Eco û Arî da bal kêşa ser wê yekê ku di 10emîn pêşbirk û 11emîn salvegera koça dawî ya Arjen da beşdarîyeka gelek baş di bernameya xelatdayînê da hatîye kirin ku piranîya wan ciwan bûne. Ew vê yekê wisa bi nav dike ku êdî Arjen Arî navekî nemir e ji bo edebîyata kurdî.

Sehmus Kurt pêşbirka Arjen Arî wekî bernameyeka zayok bi nav dike ku bi xêra Arî û vê bernameyê gelek kesên ciwan daxilî nivîserîya edebîyata kurdî dibin. Kurt di wê bawerîyê da ye ku herçiqas qîmet û putepêdana helbestê li Tirkîye û cîhanê kêm bûbe jî, di edebîyata kurdî da qedrê helbesta kurdî hêj serdest e ku zêdebûna çapbûna berhemên helbestan wekî nîşaneya wê yekê destnîşan dike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir