Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Îz û Şopên Dawî yên Kemal Kılıçdaroğlu li Diyarbekirê

13/11/2023

Heq, hiqûq edalet. Slogana serokê berê yê CHPyê Kemal Kılıçdaroğlu, ku ji bihara 2010an heta dawîya 2023yan seroktîya partîyê kir, li bînaya berê ya seroktîya partîyê ya Diyarbekirê hindik maye bikeve.

Stîkireka Kılıçdaroğlu dema hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê ya 2023yan. Benîştek li rûyê Kılıçdaroğlu hatiye zeliqandin. 

Li nêzî buroyeka CHPyê li dîwarekî “K.K aday olmasın” hatiye nivîsîn, bi Kurdî “Bila K.K nebe namzed” 

Gotineka ser vegerandina Surîyelîyan û li binê wê navê Kemal Kılıçdaroğlu. 

Sê stîkirên Yeşil Sol Parti û yeka Kemal Kılıçdaroğlu. Yeşil Sol Parti, ku bi pro-Kurdbûna xwe dihat zanîn di hilbijartinên serokomarîyê de destek dabû Kılıçdaroğlu.

Li ser panoyeka elektrîkê stîkireka dema hilbijartinên serokomarîyê: “Kî ji welatê xwe hez dike bila were ser sandiqan – Kemal Kılıçdaroğlu”

Çend nivîs li dîwarekî û afîşeka çirîyayî ya Kemal Kılıçdaroğlu ya dema hilbijartinên serokomarîyê. 

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Omer Faruk Baran li Sirûcê hatiye dinê. Ji xwendina kitêban, ji keşfkirina muzîkan hez dike û ji çavan yekî wî li fîlman yekî wî li fotografan e. Baran li İstanbul Teknik Üniversitesiyê, li İstanbul Üniversitesiyê û li Dicle Üniversitesiyê, mihendisî, hiqûq û sosyolojî xwendiye, lê her sê zanîngeh jî bi seri nekirine. Wî 2011an bi şiîra nav ‘’Bîrêmjar'', 2012yan bi çîroka nav ''Zênebej'' xelat sitandine. Baran di Rûdawê de bi nûçeyên edebîyat û hunerê dest bi rojnamegeriyê kiriye û piştre bûye nûçegihanê Sputnikê. Ew ji 2017an vir ve di Dengê Amerîka de dixebite. Wî fanzîneka fotografîyê ya nav ''flashhilat'' ya 16 hejmarî derxistiye. Kitêbeka wî ya şiîran heye û nav ''Şeveke Îstismar'' romankek jî nivîsîye. Kurtefîlma wî ya nav ''Tercûme'' ya sala 2022yan li festîvalên navneteweyî xelat wergirtine. Ji Adara 2022yan vir ve her Pêncşem di saet 5:50 pm de li Perxudres Podcastê podcastên ser kultur, sanat û edebîyatê diweşîne. Wê podcastê sala 2022yan xelata rojnamegerîyê sitandiye. Baran lî Diyarbekirê dijî. Adresa wî ya mektûban: Posta Kutusu 5, Suriçi PTT - Diyarbekir. [email protected]

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Îmtihana Giran a Rexnegiran: Îsa an Heqîqet 

Fexrîya Adsay li ser nivîsa min a Firat Cewerî, Heqîqeta Romanê û

Axiftina Alî Duran Topuz a li Parlamentoya Ewropayê

Alî Duran Topuz Birçîbûna Herêmê: Ji Çîrokekê Heta Rastiyê Di çîrokeke Qoçgîrîyê