Giringiya edebiyatê ji bo kesên têkçûyî, bindest, yên ku di bin siya felaketan de dijîn ew e ku wekî xeyaletekî li ser dema niha ya bîrkor digere û dikare bibe berdevkê kesên têkçûyî û windabûyî. Ev edebiyateke ku dengê bêdengan dibihîze û dengê xwe dide kesên têkçûyî.
***
“Zarok dixwazin tiştên ku hatine serê bavên wan ji bîr bikin, neviyên wan dixwazin bi bîr bînin.”
Gotineke Cihûyan
Dinya dîsa di nav xwîne de digevize û êrişên dewletên dagirker cîhan kirine dojeh. Di temamê dîroka şaristaniyê de ew sazî, astengên qanûnî û cezayên navneteweyî yên ku soza kontrolkirina şîdetê dabûn mirovatîyê ji nişka ve mixabin di nav qarînên şerî de winda bûne. Em careke din dibînin ku medenîyeta modern ji bo hin “bindestan” tu parastin û stargehekê nahewîne. Nûçeyên hovane yên ku ji hêla medyayê ve têne pêşkêşkirin, êdî bandorê li tu kesî nakin. Em nikarin derbarê kesekî de agahdî û zanyariyeke taybet jî fêr bibin, çîroka kesî tune ye û di nav xwîn û mirinê de mirov wek hejmarekê tên nîşandan. Belkî piştî salan wê ji aliyê edebiyatê ve ev şer û çîroka van mirovan bi rêkûpêk bên nexşkirin. Pirsa herî giring hîn jî ev e, gelo edebîyat dikare karesatê vegêre?
Li gorî Marc Nichanian nivîsîna felaketên mezin bi vegêraneke hevgirtî û tevahî ne mimkûn e. Nivîskar li ser îhtimala temsîlkirina felaketên ku nayêne vegêran nîqaşeke kûr dikin. Di pirtûka xwe ya bi navê Edebiyat û Felaketê de dibêje ku tenê edebîyat dikare behsa felaketê bike. Lê ev nayê wê wateyê ku mirov dikare di edebiyatê de felaketê bi ziman û çavên wêrankirî nîşan bide. Bi gotina Nichanianî “Tenê edebiyat dikare tiştekê li ser felaketê bibêje.” Lê serpêhatiyeke nemirovane, bi zimanekî mirovî qet ne hêsan e. Ji ber vê yekê ji bo nivîskar edebîyat tenê bi zimanekî neyînî û bi nîşandana sînorên ziman dikare vegêraneke wiha pêk bîne. Ji ber ku felaket serpêhatiyeke sînorî ye, divê ziman jî li ser sînoran bigere, ancax bi peyvên şikestî û carinan jî bi bêdengiyê vegêran mimkûn dibe.
Ji aliyê din ve li gorî Nichanian, her çiqas vegêranên şahidên îşkence, destdirêjî, kuştin, ango bûyerên hovane bi hûrgilî nîşan bidin û bibin sedema hişyarbûna civakê jî, lê ew nikarin karesatê vegêrin, lewra “felaket ne berhevkirina bûyerên hovîtiyê ne.” (r. 25). Bi kurtasî ne şahidî û ne jî vegêranên edebî yên ku veguherîne pornografiya şîdetê nikarin karesatê vegêrin. Ev nemimkûniya temsîliyetê bi nepêkaniya şahidiyê ve girêdayî ye. Şahidî ne pêkan e, çimkî “felaket, şahidan ji mirovahiyê derdixe, berteref dike, kesayetê wan parçe dike, saxîtîya gotinan ji holê radike” (r. 33). Ji ber vê sedemê Nichanian dibêje, ne mimkûn e ku vegêranên ku ji hêla rizgarbûyîyan ve hatine nivîsîn derbarê karesatan de ramanekê bidin me.
Giorgio Agamben, ji perspektîfeke cûda nemimkûniya şahidiyê dinirxîne. Li gorî mutefikirê Îtalî, “Şahidî, ew cih e ku mirovatî lê tê wêrankirin, li wê derê hemû ziman lal in, jixwe axaftin ne mimkûn e. Kesên ku li ser rûyê dinyayê qiyamet dîtine û mirine şahidên tam rast in.” (r.158). Derbarê şahidiyê de yek ji şahidên Auschwitzê Primo Levi jî balê dikêşe ser rastiyeke wiha: “Ez dubare dikim, em ew kesên ku sax mane ne şahidên rastîn in. Ew kesên ku kiryarên wêrankirinê heta dawiyê dîtine nedikarîn rave bikin ka çi qewimîye, wekî ew mirîyên ku nikarin derbarê jiyana xwe de biaxivin. Em li şûna wan, li ser navê wan diaxivin” (r. 90). Lê belê Levi, bi berpirsyariya xwe ya exlaqî şahidiya xwe didomîne, lê ew baş dizane ku wêranbûna mirovan bi tevahî nayê vegêran. Dema ku behsa wêrankirinê dike, ew jî hîs dike ku tiştek her dem kêm û winda ye.
Giringiya edebiyatê ji bo kesên têkçûyî, bindest, yên ku di bin siya felaketan de dijîn ew e ku wekî xeyaletekî li ser dema niha ya bîrkor digere û dikare bibe berdevkê kesên têkçûyî û windabûyî. Ev edebiyateke ku dengê bêdengan dibihîze û dengê xwe dide kesên têkçûyî. Ji vê edebiyatê re edebiyata felaketê jî tê gotin. Motîvasyona edebiyata felaketê ya sereke ew e ku kesên ku hatine wêrankirin ne tenê navek in li ser belgeya mirinê yan jî hejmarek in ku li ser kevirên goran hatine nivisîn. Her peyva ku van netewe, komele û welatên di bin zordariya dîrokê de nivîsîne, dengê wêrankirin û bêhêvitiyê ye. Ev edebiyat ji serî heta binî edebiyateke polîtîk e. Carna ji bo restorasyona neteweyî, carna ji bo dîroka berxwedanê, carna ji bo vegêranên qurbaniyên zindî, carna jî ji bo hesabeke bi çand û şaristaniya piştî karesatê ye ku li ser komên termên mirovan hatiye avakirin. Lêbelê, mijarên wek êş, saw, felaket û xirabîyên rêxistî û organîzekirî di vê edebiyatê dê çawa bên temsîlkirin, yan jî dê neyên temsîlkirin? Bêguman ev pirs her tim dijwar e. Vê pirsê her tim giringîya xwe ya exlaqî parastîye: Em çawa dikarin van xirabîyan bêyî veguheztina “dîmenê êşa kesên din” vegêrin?
Romana dijber bê şik ji hevîrê bêhêvîbûnê hatiye afirandin. Di van salên dawîn de bi awayekî berbiçav lêkolînên bîrê zêde bûne. Vegêranên takekesî û dîrokên mîkro li her derê belav bûne. Tew vegêranên takekesî û ramanên kesane gelek caran şûna analîzên dîrokî girtine. Ev pêvajoya dîrokî ya ku jê re vegera kelamê yan serketina kelamê tê binavkirin, bi rêya bîranînên civakî û kesane vegêranên mezin yên dîrokî tê berovajîkirin. Ev vegêranên şexsî û karên bîranînan ji bo demokratîkbûna dîrokê, dengdayîna kesên bênavûdeng, hesabpirsîna ji desthilatdaran a civakên ji dîktatoriyê rizgar bûne roleke giring dilîze. Ev trend bi pêşengiya endûstrîya çandî, di edebîyatê de jî êdî cih girtîye. Ew romanên ku li ser vegêranên mexdûriyetê hatine honandin roj bi roj cihê xwe berfirehtir dikin. Di romanên wiha de dengê îdeolojîk û civakeke rêxistî zêde nayên bihîstin. Utopyaya şoreşgerî û ramanên îdealîst wekî drameke postmodern tê nirxandin. Bi rastî, ev bîranîneke bê bandor e, ne ji bo şerê celladên îroyîn, lê ji bo bîranîna qurbaniyên rabirdûyê hatiye seferberkirin. Bi kurtasî em dikarên bibêjin ev romanên ku bîranînên maxdûran qutsî dikin û wan ji dozên wan vediqetînin ji xwe re bazareke berfireh ava kirine.
Ligel vê yekê Beatriz Sarlo israr dike ku edebiyat dîsa jî zimanê herî bihêz e û dikare tirs û xofên rabirdûyê û hemû serpêhatiyên felaketan vegêre û temsîl bike: “Ez li ser navê xwe dikarim bêjim, teswîra herî rast ên tirs û xofên rabirdûya nêz û tevna raman û serpêhatiyên wan min di edebîyatê de dît” (r. 102). Sarlo li hemberî vegêranên şexsî yên ku dîrokê şêlo dikin, honaksazîya edebiyatê diparêze. Li gorî wî: “Edebiyat bêguman ne hemû pirsgirêkên heyî çareser dike, ne jî têra ravekirina wan dike, lê tecrûbeya vegêranê ya edebîyatê her tim ji derve difikire; li me dide hasilkirin ku mirovahî li hemberî xewnereşkên dîrokê neçar nîne û dikare wan jî kontrol bike” (r. 104).
Çiqas mimkûn e ku meriv bi van peyvên qirêj çîroka wan mirovên ku hatine tunekirin û bêdengkirin vegêre? Di dawiyê de, her hewldana ji bo îfadekirina wan ew e ku wan dixe nav zalimtiya vê dinyayê û hevokên me yê derewîn. Gotin yan kêm e yan jî zêde ye. Ji ber ku, bi gotina Adorno, “hişmendiya herî tûj a felaketê jî ji xetereya dejenerasyonê û lewçetîyê bêpar namîne.” Li gorî Nurdan Gürbilek, hevoka Adorno ya “Piştî Auschwitzê nivîsîna helbestan barbarî ye” wek qedexeya helbestê nayê nirxandin. Adorno helbet ne digot ku helbest piştî karesatê nayê nivîsîn, lê divê helbest (edebiyat, raman, çand) bi pirsgirêkeke nemumkun re rû bi rû bimîne. Wî bal kişand ser hindê ku herwekî tu tişta hovane neqewimiye, ev çand rêya xwe didomîne û felaketan watedar dike. Ev jî neheqîyeke mezin e li hember qurbaniyan. “Estetîzekirina felaketeke ku jiyana mirovan wêran dike, watedarkirineke bêwate ye. Ev tişt tevgerên wekî êşkêşandinê wateyekê xwe heye. Wextê ku êşa wêrankirinê diguhere û dibe îmgeyeke estetîk, çavkaniyeke keyfê, berhemeke hunerî û ji bo berdewamiya cîhanê tê pêşkêş kirin wê çaxê mexdûran diqewirîne, neheqî li wan tê kirin” (r. 124).
Adorno bal kêşa ser hevkarîya tawanên nivîsîna li ser felaketan. Bi dîtina wî em nikarin li ser felaketê binivîsin wekî ku çandeke xweser heye yan jî wekî ku em li derveyî vê çandê ne. Çand, heta ku şopên felaketê veşêre, wê ji bo me jiyaneke derewîn biafrîne wekî ku em di civakeke layiqî mirovahiyê de dijîn. Ev jî çandê dike temamkerê felaketê. Di bin barê berpirsiyarîyeke dijwar de ya ku wî ji nivîsînê dixwest ev bû: Helbestek divê felaketê ji bîr neke, lê ji bo watedarkirinê tu hewldanên wê jî nebin. Bi gotineke din, helbest divê teselîyê nede dinyayê. “Hunereke wisan e ku dinyayê ji nêrîna rizgarkirinê ve “bi hemû şikestin, qîrîn û şûnbirînên xwe” dibîne, lê tê derxîne ku ew bi xwe jî şopên wê kelkotîyê dihewîne û revîn ne mimkûn e” (r. 259). Auschwitz, Hiroşima, Helebce di rabirdûyê de mimkûn bûn û ew pêşerojeke nediyar de jî helbet mimkûn in. Ji ber vê yekê hunera dilşadiyê êdî nayê xeyalkirin.
Qirkirin, komkujî, kamp û rêbazên îşkenceyên bêsînor ne tenê bi prensîbên me yên exlaqî û olî re li hev dikin, ew di heman demê de parçeyek ji heman tevna çandî ne. Wek ku Bauman jî tîne bîra me, serpêhatiyên hovane yên civaka nûjen ne rêberdana ji projeya ronakbûnê û modela rêxistinî ya nûjen e, berevajî bi kûrahî pê ve girêdayî ne. Ji ber vê yekê, ger her şaxeke hunerî bixwaze bibe xwedî hêz, divê “di dîmena herî aram de jî” û dîroka îroyîn de jî şopên felaketê nîşan bide. Felaket êdî ne bûyereke li derveyî metnê ye, lê rastiyek e ku di nava metnê de tê jiyîn, bi metnê re girêdayî ye. Tiştê ku Mladen Dolar derbarê edebiyata Kafka de gotiye, li vê serdemê jî tê: “Edebiyata Kafka edebiyata rewşekr awarte ya mayînde ye. Mirov bi tevahî bêparastin e, li ber rehma qanûnan e û her tiştê wî, jiyana wî ya sade jî tê de, bê sebeb dikare ji holê bê rakirin. Lehengên Kafka her dem Homo Sacer in.” Ew roman û fîlmên ku felaketên dîrokî wek bûyerên ku careke din nayên dûbarekirin dinirxînin û sûcdarên wan jî wek fîgurên şeytanî nîşanî me didin, li hemberî felaketan nikarin hişmendiyeke bihêz biafirînin. Lewra em di civakeke felaketê de dijîn. Divê em dev ji hesasiyetên xwe yên qure berdin û bi peyamên exlaqî, biratî û mirovatiyê ne mimkûn e ku em wan karesatên li nava me, li taxa me geş dibin bibînin. Mucîzeya edebiyat û sînemayê di nêrîneke wiha de veşartiye.
Dema em li dîroka edebîyatê dinêrin, em rastî gelek mînakên metnan tên ku ji bo edaletê hatine nivîsîn û li ser edaletê difikirin an jî dijî tunebûna edaletê serî hildidin. Jixwe edebîyat ji krîzekê, ji neheqiyekê, ji êşekê pêk hatiye. Di vê çarçoveyê de metnên ku bûne şahidê felaketan di ronîkirina dîroka tarî ya mirovan de roleke giring lîstine. Bêguman vegêranên gelek şahidan di heman demê de wesiyet in û şopên felaketan dihewînin. Û her vegêraneka felaketê li ser sînorê bêdengiyê hatiye avakirin, di zimanekî hevgirtî de bi cih nabin, bi zimanekî û kesayetekî parçebûyî şahidî dikin, bi bîranînên xwe yên zindî li hemberî desthilatdaran li ber xwe didin. Ji ber vê yekê pêwîst e ku tiştên nayên vegêran, bên vegêran. Ji bo bîranîna rabirdûyeke trajîk wêdetir, ya herî giring wek berpirsyariyekê ji bo îro û paşerojê bê îfadekirin ku “carek din neqewime”.
Çavkanî
1) Marc Nichanian, Edebiyat ve Felaket, İletişim Yayınları.
2) Giorgio Agamben, Auschwitz’den Artakalanlar: Tanık ve Arşiv, Dipnot Yayınları.
3) Primo Levi, Boğulanlar Kurtulanlar, Can Yayınları.
4) Beatriz Sarlo, Geçmiş Zaman, Metis Yayınları.
5) Nurdan Gürbilek, Sessizin Payı, Metis Yayınları.
6) Theodor W. Adorno, Minima Moralia, Metis Yayınları.