Piştî Hilbijartinê: Di Qada Kurdî da Îhtîmalên Pêşerojê

Encamên hilbijartinê ji bo hemû beşên mixalîf, di nav mixalîfan da jî zêdetir ji bo kurdan hêvîya guhertinê şikand. Kurd, ji alîyekî ve ji ber ku îhtîmala guhertinê ji destan çû, lê ji alîyê din ve jî ji ber rewşa sîyaseta kurdî, hem hêvîşikestî hem jî matmayî ne. Ji ber ku di vê hilbijartinê da, di nav dengdêrên nû da hejmara dengdêrên kurd nêzî 1,5 milyonê bû, lê belê HDPê (ku bi navê YSPê kete hilbijartinê), nisbet bi hilbijartina 2018an nêzîkî milyonekê kêmtir deng wergirtin. Eger em hemû dengên TÎPê jî lê zêde bikin, ku bi YSPê re tifaq kiribû, dîsa jî dengên tifaqê zêde nebûne, kêm bûne.

Problemeka din ew e ku ji hilbijartina 7ê Hezîranê (2015) vir da, HDPê li Kurdistanê dengên xwe di her hilbijartinan da kêm kirine, lê zêde nekirine. Çawa dibe ku li alîyekî hejmar û dengên kurdan zêde dibin, li alîyê din jî dengên partîya kurdan kêmtir dibin?

Bersiva vê pirsê dirêj e û ne tenê xalek, lê belê gelek faktor hene ku ev encam bi wan ve girêdayî ye. Min ji bo Perspektifê nivîsek dirêj li ser vê meseleyê bi tirkî nivîsîbû. Ez ê bi kurtasî balê bikêşim ser çend xalan û werim ser meseleya me ya nû.

Di wê nivîsê da, ez qala çend faktoran dikim ku HDP ji ber van sebeban dengên xwe ji dest dide:

1) Piştî Pêvajoya Aştîyê, destpêka şer û zext û zordarîya li ser HDPê sîyaset lawaz kir.

2) Piştî Pêvajoya Aştîye, PKKê li bajaran dest bi şerî kir û xelkên sîvîl di nav şerî da man. Ji bo vê meseleyê bawerîya xelkê şikest û hem PKKê hem jî HDPê li ber gelê xwe rexneya xwe bi eşkere nekir. Ji ber vê yekê, şikestina bawerîyê dewam dike.

3) Deh sal berê li alîyekî Pêvajoya Aşitîyê dewam dikir û li alîyê din jî Selahattîn Demîrtaş û sîyaseta sîvîl popûler dibû. Piştre şer hat û destkeftên kurdan bi paşve xistin. Ji wê rojê vir da her çiqas zêde neyê axaftin jî çavê xelkê ne li hereketa çekdarî, lê belê li sîyaseta sîvîl e. Dema hêzên çekdar daxilî sîyaseta sîvîl dibin, desthilat qada sîvîl krîmînalîze dike.

4) Dengên HDPê sala 2015an zêde bûn û HDPê meraq nekir ka ev dengdêrên nû kî ne, çima heta niha nehatine, çima îro hatine û sîyaseteka çawa ji bo dema nû lazim e. Yanê sosyolojîya xelkê diguhere, lê sîyaset statîk e û naguhere.

5) Demîrtaş pêşengekî îstîsna û popûler e, kemasîya wî HDPê lawaz dike.

6) HDPê sala 2019an li hin bajarên Tirkîyeyê piştgirîya CHPê kir. Ji wê rojê vir da CHPê bi zimanekî nerm bi kurdan re axivî. HDPê tekîlîya xwe di navbera xwe û CHPê da zelal nekir û hin dengên HDPê ji bo CHPê çûn.

7) Benda hilbijartinê ji %10an daket %7an, ji ber vê yekê dengdêrên ku ji bo şikandina benda hilbijartinê piştgirîyeke stratejîk didan HDPê, piştgirîya xwe qut kirin.

8) Tifaqa bi TÎPê re bi awayekî stratejîk ji bo HDPê xelet bû, kara wê li TÎPê bû, zirara wê ji YSPê bir.

Îro, li pêşîya sîyaset yan jî sîyasetên kurdan çi rê hene? Ji ber ku êdî di qada kurdan da jî sîyaset zêde bûne. Ne tenê AK Partî û HDP, êdî CHP û Hudapar jî di vê qadê de ne. Lê belê di vê nivîsê de ez ê behsa du partîyên kurdan bikim.

Rêyên li ber HDPê

HDPê sala 2019an li çend bajarên Tirkîyeyê piştgirî da CHPê û CHPê şaredariyên li van bajaran bi dest xistin. Wê demê, serokê PKKê Ocalan nameyek ji HDPê re şandibû. Di wê nameyê da ji HDPê re digot ku piştgirîyê nedin CHPê, Xeta xwe ya Sêyemîn (Üçüncü Yol) bidomînin. Ew banga Ocalan dihat wê maneyê ku eger HDPê bi ya Ocalan bikira CHPê nikaribû ew şaredarî dest bixistina. Ji ber ku ev bajar ji destên AK Partîyê derketin û Erdogan qeyûm ji bo şaredarîyên HDPê tayîn kirin. Lê piştgirîya HDPê îhtîmala derîyekî guhertinê li ber Tirkîyeyê vekiribû. Ger HDP di sîyaseta xwe da serkeftî bûya û Kiliçdaroglu bi piştgirîya HDPê ser biketa dê guhertinek çêbûba û HDPê jî dê jê feyda bidîta. Nebû. Îro eger HDP dîsa piştgirîyê bide CHPê û CHP wan bajaran dîsa bi dest bixe îhtmaleka mezin e ku Erdogan dîsa qeyûman ji bo şaredarîyên HDPê tayîn bike.

Îhtîmaleka din ew e ku HDP û Erdogan, bi qasidîya Ocalan li hev bên. Yanî li Stenbol, Enqere, Edene, Antalya û Mêrsînê namzedan derxe û dengên xwe li ba xwe biparêze û Erdogan van şaredarîyan bi dest bixe. Li hember vê jî Erdogan temînatê bide ku qeyûman ji bo şaredarîyên kurdan tayîn neke. Jixwe çend roj in sîyasetmedar, carna wek îhtîmalekê carna jî wek qerareka HDPê behsa vê stratejîye dikin.

Du pirsgirêk li ber vê îhtîmalê hene: Ya yekem ew e ku di navbera HDPê û Erdogan da dijminatîyeka mezin ava bûye û di nav HDPê da ji bo destpêk û ajotina vê stratejîyê guhertineka hişmendîyê jî lazim e. Ya din jî ew e ku li ber çavê mixalefeta Tirkîyeyê HDP layiqî dijberîya Erdogan e û eger îhtîmaleka lihevhatinê çêbe, rexneyên giran dê li HDPê bên kirin. Ji ber vê yekê lazim e di kongreya HDPê da kes û kesayetên xîretkêş jî di rêveberîyê da cih bigirin an zêdetir bibin ku bikarin xwe bidin ber barê van proses û dîyalogan.

Pirsgirêka din ew e ku Erdogan vê peymanê qebûl bike. CHP, di nav xwe da bi xwe ketîye û lawaz bûye. Di navbera CHPê û ÎYÎ Partîya Meral Akşenerê da jî problem hene. HDP jî ji quwetê ketîye. Yanî mixalefet bi derdê xwe ketîye û ji hev belav bûye. Îhtîmalek heye ku Erdogan bêje “ez ê bêyî piştgirîya kurdan ser bi kevim” û tifaqê qebûl neke.

Ji ber ku Erdogan pir dixwaze Stenbolê dîsa bi dest bixe, îhtîmal heye ku ji bo ku rîzîkoyan ji holê rake û vê tifaqê qebûl bike, lê dîsa jî em nikarin bêjin ku dê ji sedî sed qebûl bike.

Baş e, Hudapar dê çi bike?

Di vê hilbijartinê da partîya herî serkeftî Hudapar bû. Çar namzedên xwe şandin parlementoyê û bala hemû kesî  kêşa ser xwe. Ji îro ve ne dîyar e ku Hudapar dê sîyaseten çawa bimeşe, lê texmîna min ew dê li parlementoyê ji oldarîya xwe zêdetir bi kurdbûna xwe were rexnekirin. Ev rexne jî dê bala kurdan bikêşe ser Hudaparê. Hudapar dê di nava oldarên kurd û tirkan da zêdetir were zanîn û naskirin.

Hudapar bi piştgirîya hikûmetê li Bakur dê hêza xwe zêde bike, îhtîmal e ku dengên xwe jî zêde bike. Lê bidestxistina hin şaredarîyan hîn zor e. Dibe ku namzedan nîşan nede û him piştgirîya AK Partîyê bike him jî di bin banê wan da bikeve hilbijartinan. Eger HDP bi AK Partîyê re peymanekê durist bike,  îhtîmalek jî ew e ku li Bakur reqabeta sîyaseta sîvîl geş bibe. Eger zor û zext li ser HDPê bidomin, di navbera Hudapar û HDPê da tekilîyên sîvîl û sîyasî jî dê zehmet bibin. Dîsa jî ne yek tenê, her du alî bi hev re bixwazin sîyaseteka aştîyane di nav kurdan da jî mimkun e. Îhtîmaleka din jî ew e banê parlementoya Tirkîyeyê di navbera HDPê û Hudaparê da jî bibe zemîneka dîyalog, muzakere û lihevhatinê.