Kurd û Nexşeya Dinyayê

Li welatekî ewropayê, li dibistanekê, zarokên ji milletên ciyawaz, di dersa cografyayê de ne. Mamosteya wan ji wan dipirse: “Li ser nexşeya dinyayê cihê welatê xwe nîşan bidin.”

Zarok yek bi yek diçin ber nexşeyê û bi kelecanekê li nexşeyê dinêrin û bi tilîyên xwe welatên xwe nîşan didin.

Keçikeka kurd jî, li pey hevalên xwe tê ber nexşeya dinyayê. Li nexşeyê dinêre û qederekê disekine. Piştre piçekî din nêzî nexşeyê dibe û careka din li her koşeyên nexşeyê dinêre. Paşê bi kefa her du destên xwe rûyê xwe dipêçe, tenê du çavên tijîtirs û vekirî dimînin, ku li nexşeya dinyayê asê mane. Qêrînek jê hildibe, hêstirên çavên wî dibin baran û diniziline ber nexşeyê. Mamosteya wê fêhm dike û tê ber wê da ku wê tesellî bike, destê xwe dide serê wê.

Wisa matmayî li cihê xwe rûdine, bi kesî re xeber nade. Danê êvarê vedigere malê. Li hember dê û bavê xwe disekine û bi girîna kûrekûr gilî û gazindan dike: “Welatê me li ser nexşeya dinyayê tune ye, welatê me li ser nexşeya dinyayê tune ye. Hûn ewqas behsa wê dikin, ka welatê me?!”

Dê û bav, ku bi salan ji bo welatê xwe şer kirine, keça xwe himbêz dikin û didin ber singê xwe.   

Bavê wê jê re qala dîroka kurdan û ya dinyayê dike. Cihê welatê xwe di dilê keça xwe de neqş dike û dibêje, “Nexşeya dinyayê şaş e keça min, em ê sererast bikin.”

Ew keçik û bi hezaran mîna wê hê li bendê ne…

Nivîskar/rojnameger

Serdar Şengül
Serdar Şengül
Akademîsyen û lekolîner e. Derbarê neteweperiyê, teoriyên postkolonyal û rexneya edebiyatê de xebatan dike. Li ser van babetan nivîs û wergerên wî hene.