Li Diyarbekirê În, Perwîn, Kemal û Recep Tayyîp

Li Diyarbekirê În, Perwîn, Kemal û Recep Tayyîp
Li Diyarbekirê În, Perwîn, Kemal û Recep Tayyîp
Omer Faruk Baran
  • 26 Mayıs 2023 13:27

Mizgefta Mezin, bi navê xwe yê bêtir tê zanîn Ulu Cami heta devê qapi-dêrîyan tije bûye.

Pistepistên bi Tirkî yên peyayên tîşortreş û gomlegkesk, lezûbeza kameramanan raber dikin ku yekî li meqamên mezin, yekî rutbebilind li camîyê ye.

Dîsa pistepist, bes vê carê yên bi Kurdî yên peyayên bi şekl û şemalên şelwer û dolbendan, her yek ji yê li kêleka xwe re dibêje walî ye hatiye camîyê walî.

Dûra xutbeya Înê destpê dike. Çito dibe gotin doş dibe digindire ser wetan, milet, beyraq û ecdad, bavûkalên li Çanakkaleyê herb kirine.

Rasterast navê Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nê hildan, lê nola ku dibêjin dilive lêv e ez zanim çi li dêv e, xutbe îşaretan dide cemeatê ku jibo dîn û îman li hêla Erdogan bisekine.

Yek niçeniçên çûçik î pir çûçik tên bihîstin ji cemeatê, lê xutbe dewam dike. Di wê dewamê de du xort bi hêrs û hidet radibin ji camîyê derdikevin. Ji cemaatê çend kes bi çavan bi hev didin fehmkirin ku ewên derketine terefdarên wê hêlê ne, hêla berbijarê serokomarîyê yê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu.

Xutbe diqede, nimêja Înê tê kirin û cemeat hêdî hêdî ji camîyê derdikeve. Li derve hinek mêr bi ”camiye yardım camiye yardım” re pereyan top dikin, hinek jin jî broşurên awirên Erdogan li ser didin xelkê. Ji wan wêda beledîyeya qayum li ser loqim û piskewîtan bela dike.

Ji hêla din, ji Meydana Daxqapiyê ber bi Ulu Camiyê ve heyeteka HDP û Yeşil Sol Partiyê ya bi rêberîya Perwîn Buldanê, bi teqîba kerîyek polîs,  silav li kedkar û dikandaran dide. Silavên têne dayîn û sitandin, jiber şikestinê ye yan jiber tirsa ji polîsan e, pir bêli nabe, sar û sist in. Yek tîlîlî û zilxet, yek çepikên ji çavan û kamerayan dûr jî coş û peroşê çênakin.

Çinku vê Îna berî tûra duduyan ya hilbijartinên serokomarîyê, li Daxqapiyê, Erdogan li meydanê dinêre: Bi şorên xwe yên wek derbên şûran, bi heybet û xîtabeta xwe ya pê re nav li wî kirine reîs, bi sekna sert ya li hember tevkarîya Kiliçdaroglu û Buldanê, li meydanê dinêre ji sûran û mizgînîya zafera mezin ya Tirkîyê dide, mîna herbeka îstiqlalê li ber İstikbalê.