Herçî avahîsaz in, bi dilsoziya avahiyên xwe piştrast in, ne bawer in ku rojek ji rojan dê wan biterikînin û herin.
***
6ê Sibatê, li ber destê sibehê kurd û Kurdistanî li kareseteke mezin şiyar bûn, di zelzeleyê de ya ku pisporan wek navend Mereşê nîşan dabûn gelek bajar, navçe, gundên Kurdistanê û deverên ku kurd lê dijiyan, hilweşiyan. Bi tevê ku AFADê jimara fermî a candayiyan wek di ser 50î hezarî re dida jî, li gor hin derûdoran ev jimar ji jimara fermî gelek û gelek zêdetir bû. Pistepist û gotegotkên ku wê şevê, ango di ya yekan de li hewşa avahiya me ya li Diyarbekirê, di binê wê sirr û seqemê de digeriya, nûçeyên teqezenebûyî yên di derheqa hilweşîna Diyar Galeriayê de bûn; “Heke Galerya jî hilweşiya be” digotin, “nexwe li Diyarbekirê tu avahiyên mezin nemane!”
Nûçeyên hilweşîna Diyar Galeriayê, kes û kesanên ku li wir canê xwe dabûn, pisîkên ku di nava kavilan de asê mabûn, fena nûçeyên wê yên avabûn û vebûnê bi bandûr bûn. Sernûçeyên pirolekirî yên wekî “Li Diyarbekirê Galerîyeke bi 5 trîlyonî”, zêde bûn, nûçe timî bi peyva terorê dest pê dikirin û perên xwe bi encamên wê yên li herêmê re li derina dinê vedidan. Li gorî çapemeniya navendî, veberdêrên ku hêviya xwe ji hikûmetê (Hikûmeta Refahyolê) birrî bûn û ji bo qadên îstihdamê firehtir bikin li Diyarbekirê, zend û bend hildabûn. Bi vê avahiya piralî re hem dê bêkarî ji holê rabûya û hem jî dê asta refahê bilindtir bûbûya, belkî hingê kurdan dikaribûn herin ser heyvê jî!
Li Diyar Galeriayê dê otoparkên girtî, qadên lîstikê yên dîjîtal yên ji bo gedeyan, kafe, hewzên avjeniyê, mixaze û xaneyên luks, hespik, dîsko, hemama Tirkan û a Fînîyan, sauna, şûbeyên bankayan, bûroyên dowîzê, restoran, navendên karî, asansorên şefaf û yên rêve, polîgonên gulebaranê hebûna. Avahî, dê li ser 13 hezar donimî bihata ava kirin û dê di sala 1998an de deriyên xwe vekira. Helbet, meqes dê destê serokkomarê hingê Demirelî de bûya.
Piştî vebûna Diyar Galeriayê, karsaz Osman Kavala jî, bi projeyekê hat Diyarbekirê, di wê hatûçûyê de jî DSM (Diyarbakır Sanat Merkezi – Navenda Hunerê a Diyarbekirê) ava bû, navenda wê jî, bêgûman bû Galeria. Dikarim bibêjim ku di warê huner, sînema û edebiyatê de wek navê xwe bû navendek, ne bi tenê bo bajêr, bo temamê bakurê Kurdistanê jî wisa ma. Heya bi demekê. Yek ji raportorên DSMyê ez bûm, salê çend caran ji bo civînan rêya me diket Stenbolê, me di jûra Anadolu Kültürê de şêwr û mişêwre datanîn. Osman Kavala li Eyntabê hat desteserkirin, hîn jî mehkûm e û hîn jî ne diyar e wekî dê kengî bê berdan. Fena birakê me yî delal Selahedîn Demirtaşî, ew jî rehîneyek bû.
Diyar Galeria, bi çalakiyên DSMyê re kirasekî roşinbîrî li xwe kir, bû xwedî nasnameyek, ji ber hindê qet vala nema. Her wisa di edebiyata me a nûjen de jî, bû mekanekî berra, çi ku digotin di edebiyata kurdî a nûjen de mekan nîn in. Dawîtirîn mekanên me, di şerê kend û kortan de hilweşiyan, ew jî zelzeleyeke din bû bo me.
***
Çendayek berê, cardin li romana Ciwanmerd Kulekî ya bi nave Defterên Perrîdankan[1] vegeriyam, ku bi meşa serlehengî dest pê dikir û pê re jî nexşerêyek li ber me radixist. Kulek, xwînerên xwe di hêwirze û qalmeqalma Amedê re dibir Stenbolê ya ku nû û dêrîn qayîş bi hev dikişandin. Di romanê de beşeke dirêj hebû ku kite bi kite hûndirê vê avahiya brutal teswîr dikir. Brutalîzm, şêweyeke avahîsaziyê bû ku bi hêmanên basît, avahiyên bi betonên hûthûte ên fena blokan dihate karakterîzekirin. Ji 1950an heya bi sala1970yan jî ajotibû. Ew jî modernîst bû, di sînema û rêzefîlman de wek mekanên populer yên dîstopyayên şaristaniyî derdikete pêş. Diyar Galeria bitêra xwe navdar bû, çunkî heya wê qonaxê tu avahiyeke wiha ‘dîstopîk’ li Diyarbekirê nehatibû avakirin (Diyarbekir û Diyarbekirî ji her pênç salan carekê hildiweşiyan). Konsept ev bû: Ev der ewle ye (dûrî terorê û tawanbariya li derve ye), pikîpakij e (hûn dikarin di navbera qatên wê yên şahîk de bigerin), kontrol heye (bi her awayî) û hûn tim û dayîm dikarin wexteke xweş li vir derbas bikin!
Bêgûman bareke ‘hestyar’ û giran jî li serdêrên xwe dikir: Dîtin (ronahiyên birqok, camekanên nûwaze, nexş û nemûrên balkêş; tîpografî, grafîk, reng) Deng (mûzîkên xweş û dilveker yên ku dibûn bayîsê kirrînê yan jî hesta kirrînê geş û gurr dikirin)û Bêhn (mixazeyên parfûman yan jî mekanên çêjê), ev her sê wê ruhiyeta bêmekaniyê, ji bo demekê be jî, ji holê radikir.
Kulek jî, bi mezinahiyê dest pê kiribû: “Avahiyeke gelek mezin bû; –binê wê li ser sê qatan weke firoşgehekê, jora wê jî heşt qatên malan, weke çar qûçên li çar qorziyên hevber–, li pişt wê sê avahiyên nû û biriqî ên bi camekan, di dirûvê plazayên vê serdema dawîn de. Li ber dergehê wê yê fireh û bi sitûn sekinî, berê xwe da jorê: Diyar Galeria.”[2]
Dergehê perestgeha nû a serdema nûjen fireh û bi sitûn bû. Di heman katê de ev lêrasthatinîyek bû jî, leheng rastî tîrêjine dawetkar hatibû û rasterast berê xwe dabû derencikên gerok ên li hember dergeh.[3]
Jê pê de reng û rûyê seqayê jî vedigûherî, berovajî konspeta plazayên serdemê, wek ku ne di avahiyeke geş de, lêbelê di mekanekî li ber mirinê de be û car bi car, hest bi salên wê yên zêrîn jî bike û bi bîr bîne, di binê roniyên sel û mit de, li ciyekî ku berê li wir bû, digeriya. “Jê hebû ku tariya ku bi giraniya xwe dikumişî erdê çiqas bi jor de diçû diwerivî, tiştekî siviktir, ronahiyê tê de ciyê xwe vedikir û vedijiya, fena mija ku tu çiqas bi ser de diçûyî ji hev vedibû ronkayî jî di nav tariya ji hev hilpişirî, ron bû, de diçizirî.”[4]
Êdî “valahî” ketibû mekanî û ev ne valahiyeke avahisaziyê bû, ne jixweber bû, tiştek bi mekanî hatibû, ya ku bi demekê geş û gurr bû; “Li vî qatê jêrzemînê, li ciyê ku zemanekî mase û kursiyên kafeteryayeke keşxe hebûn, êsta valahiyeke raxêra wê bi qaroyên reş û spî ên dameyî mabû ku weke boriyeke hildikişiya jor berev ronayiya gewrik a ku tarî diqeşart û weke berfa havînê li serê çiyayekî mabe li sertarê daniştibû.”[5] “Li aliye rastê tiştek nedixuya, dikanên girtî, girtî, girtî camekanên xalî, rûpoşên sar, tariyê keysa xwe li wir anîbû û ciyê xwe ber bi dawiya korîdorê ve xweş kiribû.”[6]
Herçî avahîsaz in, bi dilsoziya avahiyên xwe piştrast in, ne bawer in ku rojek ji rojan dê wan biterikînein û herin.
Çavkanî:
[1] Defterên Perrîdankan, Ciwanmerd Kulek, Avesta, Stenbol, 2014.
[2] Heman berhem, r. 16.
[3] Heman berhem, r. 17.
[4] Heman berhem, r. 17.
[5] Heman berhem, r. 19.
[6] Heman berhem, r. 19.