Peyvên di dawa dêya min de

09/07/2023

Vê eyda çûyî gava vegeriyam malê, cem malbata xwe, û dêya min rûnişt wekî her carê gotin li dû gotinê anî, di meseleyên malbat û cîranan re ketê û di meseleyên civakî re derket, peyveke wê li nav qoqê serê min ket û kêliyekê di nav de zîzikî: ji berêv, ji berêv. Ev peyva ku ji min were min qet nebihîstiye, mihtemelen di demên cuda de kêm caran bi ber guhê min ketiye, lê çi bigire ji ber ku siûda wê tune bûye wekî her peyveke berbelav a ferhenga me li hemû qul û qorziyên hiş, ax, ziman û dema me bigere û di deriyê her malekê re bikeve hundir, bi ti awayî xwe nedaye tengala min û di nav peyvên min de binecî nebûye.

“Te go ji berêv,” min pirsî ji dêya xwe. “Erê,” wê got, “ji berêv yanî gişî, bêyî ku ferqiyê bixin navê.” Behsa pereyan kiribû berî vê, gotibû “pere ji berêv didin her kesî.” Heçku bi ser xizîneyekê ve bûbim, û ew pere ji bo min be, wisa bextewer bûbûm. Wekî hemû peyvên dêya min ên di vê nivîsarê de, di her lêwarqilîna ewil a van peyvan de min wisa hizir dikir ku ev peyv tenê yên dêya min in, an jî bi kêmanî yên vê malbatê ne, û ev mîrateya wê ya peyvan dê ji min re bimîne. Ji ber ku heta hingê min ji kesî nedibihîst û bi carekê re dêya min hefsarê peyvan dikişand û ew berdidan meydanê, ew peyv berhemên wê bûn êdî li ser zimanê min. Gava ku min ew di ti ferhengan de nedîtina, ev hizra min dê xurttir bibûya û dê biketima nav dilxweşî û pozbilindiyeke safikane. Lê gava ku min dê bibihîsta ev peyv li deverine din jî (bi awayekî din) têne gotin, şaşwaziyeke bêpayan dê xwe li min bigirta û xemek bikumişiya ser dilê min ku ev xizîneya şexsî êdî ne aîdî min e. Pêşî min dê bigota ne mimkin e, û red bikira. Paşê min dê bigota mimkin e, û qebûl bikira. 

Piştî du sê rojan gava min dît Kenan Ormek jî di hevpeyvîna xwe de ev peyv bi kar aniye, heman şaşwazî xwe li min girt. Ormek dibêje “em ji berêv de pê de herin” ji Sadiq Ûskan re. Min jê pirs kir ka bi kîjan maneyê ev gotiye. Got, “ji seriyekî, ji serî de.” Xuya ye ev peyva me heta çûye cem wan an jî ji cem wan hatiye, li xwe kêm kiriye, zêde kiriye. Û li deverine din jî ketiye şiklekî din, heçku reng û dirûvê bêjerên xwe girtiye. “Ji berêv ve” jî tê gotin û maneyên wê yên “bi temamî” û “çawalêhato” jî hene. Nexwe her kes û peyva xwe, her kes û xizîneya xwe.

“Perîdank” peyva ewil e ku bi xurtî beşdarî di vê xizîneyê de kir, ji roja ku min ji dêya xwe bihîstî, her di nav dilê min de li serê dîwanê ma û çi çar jê derneket. Tê bîra min bê çawa ecêb mabûm gava di Ferhenga Tirkî-Kurdî (2000) ya Zana Farqînî de li kurmanciya “kelebek”ê geriyabûm û min dîtibû ku bîst û du nav ji bo wê hatine danîn, lê Perîdank di nav hejmareke ewçend zêde de jî xuya nedibû. Nexwe Perîdanka min hindî bêjî yekta bû ku neketibû ti ferhengan, negeriyabû li ti deveran, daneketibû ser ti zar û zimanan. Gelo min gotibû min pêşî ji navê “Perîdank”ê hez kir, ji newaya wê, û paşê ji wê bi xwe? Yek ji çîroka min a herî xweşdivî ku min li dû vê hezkirinê nivîsî Perîdank  bû ku sala 2013yan (an jî 2012 bû?) di Kovara Wyê de weşiyabû. Belkî ji ber vê yektabûna wê be, Yaqob Tilermenî sernavê wê di salnameyeke derbarê çîroka kurdî de bi awayê “Peri Kutusu” (Qutiya Periyan) wergerandibû. Ev wergerandina ji ber nezanîna eslê peyvê û wezîfeya paşgira “-dank”ê rê li ber binavkirineke bi dilê min vekiribû: A rastî min jî gelek caran Perîdank di nav qutiyeke sêhrewî de xeyal kiribû û tim bi min re geriyabû. Ewçend bi min re geriyabû ku min car caran derbarê wê de name ji Xwedê re nivîsîbûn û soz dabû xwe ku heta dawiya jiyê xwe, derbarê wê de binivîsim. Dûrzan Cîranoyê ku bi vê hezkirina min dizanî û ew bi xwe jî ji ber wênegiriya xwe ya xwezayê bêrawest li dû perîdankan, teyr û tilûran, dar û beran li hemû qul û qorziyên (bakurê) Kurdistanê geriyabû, carekê ji min re gotibû ku wî ev peyv ji bilî gundê me Dêrîş, tenê li gundê cîran Qinzêrîb bihîstiye. Ecêb mabûm lê bes kêfxweş bûbûm ku ev peyva dêya min zêde dûr neçûye û her li ber serê me maye.

Di 2018an de min ji bo bloga xwe defter çêkiribûn, yek ji wan li ser navên cuda yên perîdankê bû. Bergsaz – Birûsk Aryan

Peyvên din ên dêya min jî misêwa li ber serê min in û em bi hev re dimeşin. “Alayî salayî” bû navê şanonameyeke min ku maneyên wekî merîfet, qencî, hurmetê dide (“mirovekî bi alayî salayî ye” “alayî salayiya wî tune” “alayî salayiyê ji min re dike”). “Halmîn” yek ji sê peyvên serekî ye ku karakterê min terîf dike, dêya min tim ji min re dibêje û ji ber halmîniya min digazince (“tu bi halmîn î” “ax ji ber vê halmîniya te”, cangiranî, zexelî). Dixwazim destê xwe “gal bikim” ne ku dirêj bikim, ji ber ku di galkirinê de ji bo min bêtir nermahiyek li pêş e, nezaketek (Yehya Omerî ecêb mabû gava ku di çîrokeke min de rastî “galkirin”ê hatibû, wî jî gotibû qey ev peyv tenê li cem wan heye). “Qûnderz” yek ji wan peyvan e ku min digot ne mimkin e li ti deverên din hebe, bi maneya dirûna bi hûrî, di ber hev de, ne ya firk. Engin Olmez telefonî dêya xwe ya terzî ya li Colemêrgê kir û pirsa vê dirûnê kir, bersivê dîsa ez ecêbmayî hiştim: “Kunederz”. Teeh, ev peyv çawa ji gundê me yê Stewra Mêrdînê çûbû heta Colemêrgê an jî ji wir hatibû heta gundê me, aqlê min nedibirî. Lê tiştek hebû, heta ku çûbû Dêrika Mêrdînê kêmtir guherîbû gava ku Fexriya Adsay gotibû em dibêjin “qûnderzkî”.

Hin peyvên din ên dêya min ên xweşdivî ev in, tevî maneyên wan ên nêzîk: goran (qelebalix, qiyamet), godeng (guhdar, miqate), ji kulan re (qaşo), yedê (baneşaneke şaşwaziyê), gumre (kesên bêdeng, bi maneyeke neyînî), nîvgulxêlî (goştê rûyê wê sorkirî lê nava wê xav). Ev peyv û gelek peyvên din ên dêya min ku neketine vê nivîsarê û belkî jî ferhengan, car bi car bi bîra min dixin ku xizîneyeke min a çend hêja heye. Ez dê bi van hemû peyvan çi bikim, nizanim. Lê di dema nivîsînê de dibînim ku li ber serê min in û dibişirin, ew jî wekî her kesî û her tiştî li bendê ne ku daxilî metnê bibin. Hin ji wan bi kêmî an zêdeyî di metnan de cihekî ji xwe re peyda dikin, hin ji wan jî li derve dimînin û piştî demekê ji xizîneyê dûr, xatirê xwe ji min dixwazin. Ma xweşiya zimanî jî ne ev e? Bixêrhatin û malavayî bo her peyveke daxilî jiyana me dibin, ji jiyana me diçin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Jidayikbûyê 1994an, derçûyê beşa ziman û edebiyata kurdî. Du çîrokên wî sala 2010 û 2012an xelat wergirtine û du kitêbên wî yên çîrokan heta niha weşiyane bi navê "Têbîniyek" (2019, Avesta) û "Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din" (2021, Avesta). Ji 2010an pê de nivîs û hevpeyvînên wî di çendîn kovar, malper û rojnameyan de weşiyane. Edîtorî, wergêrî û redaktorî ji bo sazî û dezgehan kiriye. Di 2023yan de weşanxaneya bi navê Pall Weşan ava kiriye

Te ev dîtıne?

Cîran

Fîlmê Mano Xelîl [1] ê metrajdirêj Neighbours [2] (2021), di Şeşemîn Festîvala

Notên Hefteyê: Çîroka kesên ku nikarin çîroka xwe vegêrînin!

I. Hema wisa! Ez, xwe! Yê ku xwe ji bîr dikim û

Romana Kurdî û Rexne -3- : Helîm Yûsiv, Musayê Qamişlokê û Sykesê Londonê

“Şiîr ji birîna derkirî re diaxive” dibêje John Berger [1]. Gelo roman