Hevpeyvîn: Kenan Ormek
Gava ku behsa edebiyata kurdî dibe, bi taybetî jî romana kurdî, berî her tiştî em weke xwendevanan pêşî behsa zimanê romanê dikin û hêvî dikin ku nivîskar di warê zimanî de bêqusûr be. Eger ziman qels be xwendevan ji xwendinê zû sar dibin. Ji ber vê em xwendevanên kurdî her dem di nava lêgerîneke zimanî de ne. Sadiq Ûskan bi romana xwe ya pêşî re, belkî jî tiştê ku em di romana kurdî de lê digeriyan, ava kiriye: Zimanê devkî bi awayekî pir xwezayî û bêqusûr veguherandiye zimanê nivîskî.
Şampaz hem bi zimanê xwe û hem bi mijara xwe xwendevanan heta dawiyê bi dû xwe ve dikişkişîne. Çi xwendevanê ku Şampazê bixwîne wê têkeve nava atmosfera odeyeke ku civateke kurdî lê geriyaye. Lehengê romanê jî li vê odê qutiya xwe li ber xwe vekiriye û ji tûtina Xursê cixareyekê ji xwe re dipêçe û di ber re jî behsa çîroka xwe û Adil Berdayî dike. Kesên li vê odeyê lê guhdar dikin jî hemû ji ber destên fen û fûtên Adil Berdayî xelas nebûne. Şampaz romaneke pir reel e û ji ber vê reelbûnê jî xwendevan gelek caran ji bîr dike ku gelo metneke nivîskî dixwîne. Piştî civat belav bû em bi Sadiq Ûskan re li ser nivîskarî, edebiyat û romana wî Şampazê peyivîn.

Ez bawer im bi vê romanê re tu dê êdî wekî romannûsekî bê nasîn. Lê nizanim tu însanekî hinekî di qalikê xwe de yî. Nivîskar ji bo ku pirtir bên naskirin çi ji destên wan tên dikin, lê tu dijberî wê, xwe ji ber çavan dide alî. Kesên ku pirtûkên te xwendine te meraq dikin. Ji bilî tiştên ku tu bibêjî: “Ez filan salê li filan bajarî hatime dinyayê û min filan zanîngeh xwendiye.” ji kerema xwe re tu dikarî di serî de ji me re hinekî qala xwe bikî?
Li mêtingehan heta zarokantiya meriv diqede û meriv pê dihise bê çi tofan li benda meriv e, hasil dihere di mûsilê re derdikeve. Carna ji xwe re dibêjim, zemanekî -yanê beriya ku em têkevin vê rewşa yeman- yekî ji kal û pîrên me re bigotiya: “Dê neviyên we têkevin rewşeka weha ku eynî ew ê dilê kûçikan bi wan bişewitin.” Ez dibêjim, dê kal û pîrên me ji wî kesê hanê re bigotina: “Hişê te ne li serê te ye!” Temam, îro azadî hatiye xwe li kurdan kiriye meqnetîz, lê halê me jî ne tu hal e. Îcar li vê mêtingeha yeman û xedar, meriv naxwaze zêde ji qalikê xwe derkeve. Li mêtingehan divê nivîskar di nava gelê xwe de be û hew bes. Mesele giş, ne civatên gibgibe û peyvên qelew in. Wêje û nivîskarî ji meriv re hebekî jî berqef û şikeftek e. Starek e. Ji qewla Jacques Lacan; “jixwe berê her kesî, dayîm li malzaroka dêya wî ye.” Belkî jî ji ber vê komplîkasyonê, tu car miradê Mem û Zînê bi hev nabe. Temam, her kes ji şohretê hez dike lê divê ehlê qelemê xwediyê xwe û nivîsa xwe be. Berhema ku nivîskarê xwe tune neke ne tu berhem e. Xwediyê xwe û şohretê, ne nivîskar e, berhema nivîskar e. Madem te pirsî, ez jî bibêjim, dikim û nakim, qalikê min ji min re naserife. Tu çi jî bikî, qalik diderize û rojek tê, kurk çêlika xwe ji pînikê diqewirîne. Jixwe va ye min û te, me civat gerandî ye. Û beriya vê civatê jî çûm civatên komên xwendinê. Eyb e ku meriv bibêje, min hinek pirtûkên xwe ji dost û hevalan re îmze kirin. Lê! Nizanim…
Hey te di serî de mesele vekir, ez nikarim bi xwe û ez ê bibêjim. Gava yek behsa nivîskarekî dike, kesekî dercivakî û bi kompleks tê bîra min lê ez te li dawet û şînan dibînim. Nivîskar, nivîskariya xwe bi jiyana xwe nadin. Weke ku tu jî jiyana xwe nadî bi nivîskariya xwe?
Bi rastî ez jiyana xwe bi nivîskariya xwe bidim jî, nizanim dê çi têkeve destê min?! Te qala hinek wesfên nivîskaran kir; mîna ku kompleks û dercivak in û filan û bêvan in. Li ser meseleyê ne ez û ne jî tu, em nikarin deqeyekê jî derdê tu nivîskarên dinyayê bikişînin. Ez bi xwe nikarim bi Kafka re hevaltiyê bikim. Li mirov bibe mêvan belkî jî mirov wî biqewirîne. Rehme aniha Feqiyê Teyran here gundekî dê navê dînîtiyê bi dû wî nexînin? Binêr nivîskar giş taca seran in lê li gor normên civakê, ne kesên zêde minasib in. Rehmet li gora miriyên te be, Dostoyevskî were li mala te bi tayê bikeve, tê çi xweliyê li serê xwe bikî? Îcar, pirsa te! Li Rojhilata Navîn nivîs û nivîsîn tiştekî efsûnî ye. Seyr e. Yanê du xetên erebî li kaxizekê dixin, dikin nivişt, însan pê rehet dibin. Bi wan niviştan kesên kurdûnde dibin xwedî zarok. Heta Xweda jî peyama xwe nivîskî ji evdên xwe ra şandiye. Michel Foucault dibêje “wextê ku nivîskar dinivîse, bi Xweda re dipeyive.” Loma jî nivîskarên Rojhilata Navîn û bi taybetî jî yên kurdî-kurmancî mîna şamanan in. Wextê ku dibe qala nivîskarên kurd, xwendevan dibêjin qey, nivîskar bi şev û pê da bi cin û pîrebokan ra dipeyivin. Ber wan tijî kaxiz û pirtûk in. Xwedê giravî, hikmetên ku pirs jê nayên kirin li cem nivîskaran hene. Tişta ecêb, nivîskar jî bi wî çavî li xwe dinêrin. Em li cîroya wêjeya kurdî-kurmancî dinêrin, bêndereke ku mîna nivîsên niviştan tevlîhev û nayê famkirin derdikeve ber mirov. Tu ji nivîskarê wê nivîsa tevlihev dipirsî, dibêje heyran ev çi ye? Radibe bi qasî deh cildan şerha nivîsa xwe dike. Ê camêr-canik şaman e, xwedî hikmet û heqîqet e. Me ew fam nekiriye. Em jî dibêjin, balo bibore. Yanê ne hewce ye ku mirov nivîs û nivîskariyê ewqasî jî krîstalîze û îdealîze bikin. Dinya ji mêj ve rasyonalîze bûye û çûye. Ê ez jî diherim şînan jî û şahiyan jî. Here û were, dinya ye, dê ew jî rojekê biqede.
Em ji berêv de pê de herin. Di romana dinyayê de hevoka ewilî pir girîng e û ez bi xwe jî pir bala xwe didin hevoka ewilî, ji ber ku xwendevan bi hevoka ewilî re li xwendinê germ dibin. Romana te jî bi hevokeke pir baş dest pê dike. Gelo te serê xwe pir li ser vê hevokê êşand?
Erê. Pirtûkên pîroz, hevokên wan ê ewil dayîm bi min enteresan tên. Xweda di pirtûkên pîroz de, peyva ewil weke birûskekê li ser çavê însanan dixe. Wextê ku tu Tewratê vedikî û çav li peyva “Xweda ewilî erd û ezman çêkir…” dikevî mûyê canê te dibe weke şûjinê. Nizanim, qey kerametek di vê meseleyê de heye. Peyv yan jî hevoka ewil zîlika tekstekê ye. Çawa şîn bê, weha jî pê de dihere. Martin Heidegger dibêje “yê ku diaxive ne însan e, ziman e. Ziman bi zimanê însanan tê ziman.” Hevoka ku ez lê digeriyam, rojekê, ji min re di devê kalokekî re avêt. Çîroka Şampaz di hişê min de kemilîbû. Min baş li mesleyê kolabû. Komek not û video û qeydên deng ketibûn ser hevdu, li malê. Ji xwe re li peyveke biderb, yanê li zîlikekê digeriyam. Li Amedê peyvên kurdî-kurmancî yên şêrîn pir bi ber guhê meriv nakevin lê rojekê ez dibêjim kalokekî aliyê Qerejdaxê bû, li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê li cem min rûnişt, destê xwe danî ser destê min û hema got, “tu zanî, berê ez ker bûm, dû re bûm însan” min jî jê re got, “haşaaa!” Ez hatim malê, min peyva wî kir hevoka ewil a romana xwe û pê de çûm.

Çi kesên ku romana te bixwînin wê ferq bikin ku tu di hin meseleyan de pir xebitiyî û te lêkolînên baş kirine. Çi hat serê te gava te ev roman dinivîsî? Tu dikarî behsa çîroka romana xwe bikî?
Ha ev pirsa te bersiva wê hinekî teşqele ye. Hema meriv çeqobelî ji te re qal bike; lêkolîn, not û tomarkirina wê nêzî sal û nîvekê ajot. Du meh û nîv nivîsîna wê… Polis û bi ser de girtin û talankirina wê… Dû re peydakirina kopiyeke wê… Çar sal sererastkirina wê… Ez dibêjim me bersiva xwe hinekî bi ber hev de anî, ne? Henek li hêlekê, ne ji birêz Bahoz Baran bûya ev roman nediqediya. Ne ji motîvasyona dost hevalan bûya, ev roman bi ser hev de nedihat.
Hîn di çend rûpelên pêşî yên romanê de meraqeke ecêb bi mirov re peyda dibe û bawer bike mirov dixwaze here rûpela dawî bixwîne bê ka gelo çi bi kalo dibe. Di romanekê de ev meraq pir girîng e ku nahêle xwendevan dev ji xwendinê berde. Diyar e te serê xwe li ser honandina romanê jî êşandiye, te go’ çi?
Wextê ku yekî rahişt qelemê, divê çargurçik be. Cegera ku nehêle nivîskar pêl ciyê şil bike ne ceger e, meger e. Divê nivîskar ji nivîsa xwe netirse. Xwe necivîne ser hevdu. Ji bilî wê, divê haya nivîskar baş ji qusûr misûrên gelê wî hebe. Romanûsê ku baş bi psîkolojiya gelê xwe nizanibe, zor e ku romaneke baş binivîse. Zanîna teknîka romanê divê. Ji Theophrastos û heta îro, pirtûkên di derheqê teknîka nivîsîna romanan û çêkirina lehengan de hatine nivîsîn, pir bi kêrî meriv tên. Meriv karekterê xwe bira jî çêkir û pê ve, êdî mesele hinekî rehet dibe. Jixwe divê meriv baş li meseleyê bikole. Dû re meriv lehengên xwe balans dike û wan bera paxila hev dide. Serê we û zikê hevdû! Em werin ser pirsa te, ya ku di Şampazê de meraqa meriv radike ser tapanê, girrê bêjerê me û melûniyên Adil Berdayî ne. Jixwe ne hewce ye ku meriv qala qenciya kurdî-kurmancî bike. Ku serkeftineke vê romanê hebe ne ya min e, ya kurdî-kurmancî ye. Ji ber ku efsûnek di vî zimanî de heye.
Kalokê te ji me re behsa hemû cih, çîrok û efsaneyên Qezê dike û tu dibêjî qey Qezê jî lehengek ji romanê ye. Di ber re jî bi çavê kalokê te em li Qezê û guherînên ku li bajar pêk tên dinêrin. Gelo ji ber çi te kalokekî çiyayî neqand ku ne ji Qezê ye?
Min ji romana xwe re kalokekî çiyayî yê Mêrdînê çêkir. Jixwe nizanim bala te jî ketiyê, yê ku vê romanê ji me re qal dike ne ez im, ew kalok e. Ji bo ku derbên peyvên kurdî-kurmancî baş ciyê xwe bigirtina, ziman û feraseta kalokekî weha hewce bû. Ne ji wî kaloka bûya dê ev roman bi zimanekî çeloxwarî bihata nivîsîn. Kalo her demsal piştî ku mûsima xwe radike tê Qezê (Qoserê) û alvêrê (kirîn-firotinê) dike. Her cara ku tê Qezê jî veguherînên bajêr bi ber çavên wî dikevin. Em bi bînahî û feraseta wî kalokê han ji xwe re li Qezê digerin. Kalokê me ne çiyayî, yanê ji Qezê bûya, hem dê hin tişt bi ber çavê wî neketina û him jî dê ji aliyê mantiqî ve şaşiyek tê de derketa. Yanê zilamekî ji Qezê rabûya ji aş û baş ji meriv re qala xwe û Qezê bikira hinekî jî nexweş dibû. Orhan Pamuk, di romana xwe ya Kafamda Bir Tuhaflıkê de, ji bo ku merivan li nava Stenbolê baş bigerîne ji xwe re lehengekî ku bozayê li meheleyan digerîne û difiroşe çêkiriye. Meriv lehengê xwe li gor hevkêşeya romana xwe saz dike. Û tu bibêjî nebêjî, di kurdî de, lehengekî çiyayî dayîm ji yekî deştî bi fêdetir e.
Di nav civaka me de ez bi hezar lehengên weke yê romana te re rabûme û rûniştime. Gelek caran zilamekî wisa çîroka xwe li civatan gotiye û min li wan guhdar kiriye. Carina hin ji van meseleyên ku di van civatan de tên gotin dibin weke biwêjekê ku mirov dibêjin weke filankesî lê hatiye. Bi min eger te navek li kalokê xwe bikira wê di edebiyata kurdî de navekî ku me yê car bi car behs bikira, ava bibûya. Helbet ev tercîha te ye, lê fikrên te yên li ser navlêkirinê meraq dikim.
Ne ku li van tiştan nefikirîm. Heta ji bo ku kesek bi navê wî nehise, min pir di ber wî de da. Min jî digot, ku ez navekî lê bikim ew ê bibe weke biwêjekê. Ev potansiyel tê de hebû. Lê min got, na! Min got, bila Adil Berdayî bibe xwedî nav û nîşan. Va ye tu bi xwe jî dibêjî, min jî di gelek civatan de li kalokên weha guhdar kiriye. Meseleya bênaviya wî, yek jê meseleya nostaljiyê ye. Ya din jî, min got bila hukum lê nebe. Ji çaxa ku Şampaz ji nava Weşanên Wardozê weşiyaye û heta aniha, ji gelek derên dinyayê ji min re peyam tên û gelekên wan jî dibêjin, “ew kalokê bi dû Adil Berdayî ketiye, min got qey bavê min e.” Hinek ji wan dibêjin, ew kalok, dişibe kalikê min. Çendak berê hevalek ji Barselonayê e-maîlek şand ji min re. Di e-maîla xwe de digot, “bav û kalên me kurdan çiqas dişibin hevdu, law!” Yanê min xwest ê ku Şampazê bixwîne, bê ew kê dixwaze bila wî têxe şûna wî kalokî han. Hebekî jî civatên berê bîne bîra wan. Birêz Çorê Arda nivîsek di derheqê Şampazê de nivîsî, mala wî ava be. Camêr rexnegir e. Wî jî ez rexne kirime. Dibêje xwezî navek li lehengê xwe kiribûya. Mamoste Lokman Polat jî nivîsek di derheqê Şampazê de nivîsî, mala wî jî ava be. Ew jî dibêje, navê “Şampaz” li vê romanê nehatiye. Bi rastî ev nîqaşên nomînalîzmê ji berê de hene. Li Awrûpayê nomînalîst û îdealîstan ji ber van nîqaşan, bi sed salan, serê hevdu xwarin. Di Qur’an û Încîlê de nîqaşên ecêb yê nomînalîst hene. Ji ber ku Hz. Adem kare navan li tiştan bike, ji bilî Şeytan, milayket giş jê re sûjde dibin. Tu hebekî din jî meseleyê biajo dihere di manîhaîzmê re derdikeve. Ew jî dibêjin, ku meriv navê tiştekî zanibe, meriv kare hukum li wî tiştî bike. Nizanim, belkî her kes dixwaze hukum li wî kalokê reben bike. Însanan nav li çi kiribe, ilhez ew xistiye bin hukumê xwe. Lê ew kalok ji ber ku yekî bênav e, di heman demê de jî yekî azad e. Sewteke kurmancî ye.
Ji bilî lehengê sereke, bi lehengên din re jî danûstendineke me heye ya ku em di jiyana xwe ya rojane de bi wan re didin û distînin. Gelek caran ji dikana Hûriko mirîşkan dikirim, ditirsim ku kesekî wek Adil Berdayî min jî bixapîne, hê jî li taxên qiraxên bajêr li dikaneke wek a Meraqçî rast têm û hwd. Gelo bi rastî jî tu van kesan nas dikî, kî ne ev?
Lehengên vê romanê giş însanên me ne. Em di nava hev de dijîn. Di civatên kurdan de dînê gund dihere di orta mela û axa de rûdinê û ji qutiya axa cixareyan dipêçe, bi niftika mela vêdixe. Kesek jî vêya lê nagire. Û tu bibêjî nebêjî kesên xwedî qusûr bêtir bala meriv dikişînin. Te dît dibêjin, kesek bi xêrên xwe nizane lê her kes bi gunehê xwe zane. Însanên birîndar, binhiş û bincilikên gelê xwe ne. Lehengên romana Şampaz kesên birîndar in. Mirêka kurdan in. Kesên ku kesek naxwaze çav li reşê wan bikevin. Lê ji aliyên din ve jî tu diherî ku tu li wan rast tê. Biçûkanî û ciwaniya min giş li Qezê derbas bû û hîn jî her ku keysa xwe lê tînim, diherim wir. Li Amedê rûdinêm, lê wextê ku min Şampaz dinivîsî, pir çûm Qezê. Min xwe dixist şûna wî kaloka û li nava bajêr digeriyam. Însanên Qezê baş nas dikim. Gelek lehengên vê romanê bira jî hene. Belkî navê wan ne heman nav bin lê ew hene. Li ser meseleyê, min bi Meraqçî re kewê teqlecî (teqlebaz) firandin, pê re çûm li civatên dostên wî rûniştim, min ji xwe re li wan guhdar kir. Çend caran çûm mezatê û min li bazarên canbazan nihêrî, bi wan re hevaltî kir. Jixwe kesên weke Hûriko li Qezê pir in. Wextê ku dayikek bi kitan û hirbî dihat dikana Hûriko, bazara wan ez ji kenan reş û şîn dikirim. Malek weke mala kalokê me, bira jî li ser rêya Qubikê ye. Mala wan tevan ava be, camêran deriyên xwe ji min re li ser piştê kirin.
Tu dibêjî qey divê roman hinekî din dirêj bibûya. Gelo di dawiyê de tu eceleyê li romanê nakî?
Rast e. Eynî weha ye. Piştî ku Xisto jina Adil Berdayî direvîne, Adil Berdayî bi dû jina xwe neketa û jinik bimaya di stûyê Xisto de, dê roman bibûya du cild. Êdî ez tê de westiyabûm. Û romanên dirêj, zêde kes naxwînin.
Lehengê romana te kesekî mexdûr e lê ne mexdûrekî siyasî ye. Gelo ji ber ku em miletekî mexdûr in, lehengên me jî mexdûr in?
Nizanim. Lehengên min belkî mexdûr xuya dikin, lê esil ew dînoke ne. Kurd mexdûr in lê ji aliyê din ve azadî hatiye li deriyê wan xistiye, kes tune ye derî lê veke. Kurd azadiyê naxwazin, azadî kurdan dixwaze. Fona romanê tijî şoreşvanî ye. Lehengên min di nava pevçûnên gel û dewletê re diherin ser karê xwe. Newrozan li hev pîroz dikin. Heta narin li ser secadeyên dewletê nimêj jî nakin. Dewlet xwe bike kerê wan jî, ew barê xwe lê nakin. Wextê ku qala dewlet û qayîdeyên wê dibin, ew di bin simbêlan re pê dikenin. Ma hîn çi bikin? Belkî jî serhildêr in lê haya wan jê tune ye.
Em behsa zimanê romanê nekin nabe. Bi dîtina min çi kesê ku romaneke kurdî dixwîne pêşî bala xwe dide zimanê romanê. Ya rastî nayê bîra min ku min romaneke ku zimanê wê wisa paqij û bê kompleks xwendiye. Ez dikarim bibêjim ku min qusûrek jî nedî. Di çarçoveya xwendevan û nivîskar de, çi girîngiya ziman û metnê bi hev re heye gelo?
Ziman, tola xwe ji bavê xwe re jî nahêle. Ku tu ziman baş bi kar neyînî, ew te rezîl dike û dihêle. Dawiya dawî wêje hostetiya ziman e. Bi zimanekî qulopilo jî nivîskarî hebekî zor e. Divê nivîskar zimanê xwe bibe ber perê ezman. Ne ku rabe wî têxe bin heft tebeqeyên erdê. Ku tu ziman rezîl bikî, dê ew jî bibe mar û bi te vede. Êdî xwendevanên pir baş çêbûne. Ji wêjeyê baş fam dikin. Ji min û te zana û şarezatir in. Çavê xwe li berhemên baş digerînin. Hinek jê ji nivîskarên kurdî-kurmancî bi gazin in. Beriya niha nivîskarên kurdî-kurmancî bi hev muqayese dikirin, lê êdî dixwazin wan bi nivîskarên dinyayê re muqayese bikin. Ev ne tiştên hindik in ji bo kurdî-kurmanciya di bin nîrê mêtingeran de. Meseleya ku tu dibêjî zimanê wêjaya kurdî-kurmancî hinekî kompleks e, ez dibêjim ji ber desthilatdariyê ye. Nivîskar, nivîsa xwe kompleks dikin û xwe pê li ser serê xelkê mezin dikin. Carna hin nivîskarên xama dosyayên xwe yên li ber çapkirinê ji min re dişînin. Rojekê camêrekî dosyaya romaneke xwe ji min re şand. Min jî pelên wê qeliband û xwend. Zimanê wê eynî mîna daxuyaniya çapemeniyê bû. Min telefonî wî kir, min gotê min romana te xwend. Hat em rûniştin. Min lê guhdar kir, zimanek di devan de ye, eynî mîna bilbil e. Ê min got heyran çima te romana xwe, weke ku aniha tu bi min re diaxivî, nenivîsand? Got, ma weha dibe? Yê min, ez çawa diaxivim weha dinivîsim. Lê di Şampazê de kalokekî ku qet zimanê wî xera nebûye diaxive.
Belkî li derveyî mijara me be lê ji ber ku têkildarî ziman e, dixwazim ji te bipirsim. Ez dizanim ku lehengê te weke tewanga ku di romanê de xuya dibe napeyive û gelek peyvan jî bi awayê ku di romanê de hatine nivîsîn nabêje. Derbarê vê de tu yê tiştekî nebêjî?
Rast e. Gotin a te ye. Tu bikî nekî, her weşanxane li gor konsepta xwe weşangeriyê dike û di meseleya rêzimanê de jî weke ku zêde li hev nakin. Çareyek ji vê meseleyê re bihata dîtin, baş dibû. Ziman, zimanê gel e. Di meseleya navê mehan de jî yekîtiyek tune ye. Ez li ser navê mehan çar pênc salan xebitîm û Weşanên Wardozê ew bi navê Payîzxêrê çap kir. Min di wê xebatê de, bi referans û çavkanî mesele hebekî rave kir. Lê em çawa bikin, hîn jî her kes li gor xwe navê mehan bi kar tîne. Rast e, wextê ku ziman dikeve nava qalibê gramerê, hebekî tehmsarkî dibe. Hûtê Prokrustes bê li mêvanên xwe çi dikir, rêziman jî eynî li ziman weha dike. Ya vedizelîne ya jî dibire.
Gelek hevokên te hene ku mirov bi rastî jî pir ji wan hez dike lê ya ku min pir eciband ev e: “Dengê wî weke bayê xerbî bû.” Gelo tu jî ji van hevokan hez dikî?
Ji bilî hevokan, ez ji peyvan hez dikim. Peyva “kerê” û “kero” peyvên pirr enteresan in, di kurdî-kurmancî de. Min gelek caran dîtiye dildaran ji hev re gotine, kerê ya jî kero. Kesên ku meriv li ber wan nekeve nikare ji wan re bibêje kerê ya jî kero. Carna di dilê xwe de dibêjim gelo kurd ji dêvila ku ji hev re bibêjin “ez ji te hez dikim” ji hev re nabêjin “kerê-kero?” ku hostayekî baş lê derkeve peyvek eynî dikare dinyayê li belika guhê hev bixe û bihêle. Li ser meseleyê, peyva “dengbêj” gurziyên sar bi canê meriv ve tîne. Deng û bêj. Nizanim hostayê vê peyvê kî ye lê di dinyayê de peyvên weha egzîstansiyel pir hindik in. Wextê ku deng xwe dibêje, dengbêj ji ber çavan difûre dihere. Êdî deng, dibe bêjerê xwe. Belkî jî ji ber wê tu car, a dengbêj bi ser a deng nakeve. Wextê ku dengbêj destê xwe dide ber guhê xwe û dest pê dike, distrê, êdî kesek li dengbêj û naveroka stranê ho venade, li deng guhdar dike. Dengbêj nastrê, deng û bêjer di ber hev de distrên.
Gava behsa romana kurdî dibe her dem meseleyên polîtîk û lehengên polîtîk tên bîra mirov. Lê romana te xwe ji meseleyên polîtîk dûr digire û tu vê yekê bi alîkariya bizavên tirsonek yên lehengê xwe pêk tînî. Di vê çarçoveyê de romana kurdî di çi rewşê de ye, bi giştî tu dikarî behs bikî?
Tu vê pirsê ji rexnegirên wêjeya kurdî-kurmancî bipirsî belkî çêtir be. Lê ez karim bibêjim ji ber ku mekanê romana Şampaz mêtingehek e, ew jî romaneke polîtîk e. Lehengên wê apolîtîk in. Ne ku dixwazim bibêjim romanên polîtîk baş in. Heta romanên polîtîk bi piranî ne ewqasî jî baş in. Ji bo ku nivîskar romaneke polîtîk binivîse, ne hewceye ku weke siyasetmedaran ji me re qala siyasetê bike. Nietzsche wextê ku tinazê xwe bi David Straus û wêjeya almanî dike dibêje, nivîskarên alman qaşo ji bo ku bibêjin em hêmayên modern di pirtûkên xwe de bi kar tînin, diherin ji me re qala trên û hesin mesinên trênan dikin. Romanên baş ên weke dîstopyaya 1984an a George Orwell û romana Ecînnî ya Dostoyevskî jî hene. Her dihere romanên kurdî-kurmancî jî zimanê wan fesîh dibin, mijarên wan real dibin. Yên surreal bedew dibin. Piştî ku Ûrisya bu dewleteke sosyalîst û her tişt polîtîze bû, tu wêjeyeke baş jê derneket. Xelk yên mîna Nîkolay Çernişevskî jî ji bo xatirê xatiran dixwînin. Ji kurdan ve heye ku tiştên polîtîk binivîsin dê di ser re biqelibe. Ji ber wê jî tiştekî bi ser tiştkî naxin. Heta sibehê romanên polîtîk binivîse, lê tu baş nenivîse, birîna xwendevanên xwe nekewîne, kes pênc qurişên biqul jî tê de nade. Heyran tê ji xelkê re qala dinyayê bikî. Qaşo tê romaneke bi qasî perekêtekî binivîse û xwe bibixudîne û her roj du roj li ser wê panel û sempozyûman çê bike. Û li wan platforman ji xwendekarên xwe ra mîna siyasetmedaran biaxive… Bila nivîskar û bi taybetî jî nivîskarên kurdî-kurmancî giş vêya bizanibin; li bazara wêjeyê dê weledê xwe diavêje. Li mijarên polîtîk molîtîk guhdar nake.
Umberto Eco dibêje: “Pirtûk, ji pirtûkan dizên.” Şampaz ji kîjan mîrateyê zaye gelo û Sadiq Ûskan herî zêde di bin bandora kîjan pirtûkan de maye û ji kîjan nivîskaran hez dike?
Ne hedê min e lê, bîranînên pêşeng û navdarên kurdan ji gelek romanan xweştir in. Bîranînên Osman Sebrî, Hiznî Haco û Cegerxwîn ji gelek romanan çêtir in. Jixwe klasîkên kurdî tiştekî din in. Di nava wêjeya nûjen a kurdî-kurmancî de kêfa min ji romana Gemal a Xusrew Caf, Stranên Sor Niviştên Mor a Rênas Jiyan û Sobarto ya Helîm Yûsif re hatin. Çîrokên Bahoz Baran, bi taybetî jî pirtûka wî ya Qîza Bavê Xwe pirtûkek baş e. Min çendak berê çîrokên Mem Zînistanî ya bi navê Bindarûk xwendin. Çîrokên wî pastoral û xweş bûn. Zimanê wî esil, weke zimanê romanê bû, lê min ev performansa han di romana wî ya Bêzarên Dinyaligê de nedît. Min herî pirr ji Feqiyê Teyran, Elîas Canettî û Dostoyevskî feyz girtiye. Nivîskarên kurd, bi kîjan zaravayî dinivîsin bila binivîsîn, ji gişan hez dikim.
Ez bawer im weke min çi kesê ku vê romana te bixwîne wê li benda romaneke din be jî. Gelo tu difikirî ku romaneke din jî binivîsî?
Axirê nivîs li dinyayê heye. Yan na dê mirov li vê dinyayê pir aciz bibûya. Va ye çendak e, eyb e meriv bibêje, li gur û kûçikan dikolim. Ku Xweda ji min re li hev anî, dê piştî çend salên din were ber destê we. Bêhna min hinekî fireh e. Efû!