Pêdeçûneke kurt li ser Lalo Kerîm

Çarçoveya çîrokê ji jiyana li gundekî Kurdistanê hatiye girtin ku derebegekî bi zext û zordariyê axa gundiyên din dagir kiriye. Piştî ku qanûna reforma axê tê amadekirin, hikumet ji bo zelalkirina rewşa erdan, du xebatkarên xwe dişîne wir. Zilamê derebeg tenê dikare bi rêya şahidekî kevn îsbat bike ku ev erdên wî ne û ji ber vê yekê kalekî bi navê Lalo Kerîm ji bo vî karî hildibijêre. Li her dera cîhanê mirov hene ku bi ti awayî piştgiriyê nadin derewan, tevî ku dizanin encama wê çiqasî dijwar e jî.

Lalo Kerîm, Cemal Nebez

***

Em jî pê re

Bêgûman Lalo Kerîm ne hîkayeta kûçikekî ye yê ku bi derba gulleyên çavsorekî, di dawîya jiyaneke kûçikanî û di destpêka jiyaneke nû de tête kuştinê ya ku em bi tenê texmîn dikin wekî di pêştir de dê çilo bûya. Lê heke Lalo Kerîm hîkayeta Boreyî bûya jî (jiyan û serboriya wan pev bihatana guhertin), ji aliyê rasteqîneya civatê (xasma jî derheqa ranêzîkbûna li ajalan) û pîr û pergala feodalîteyê[*] ve, ya ku li ser zorbetîyê ava bûye, di tevna vê novela bi bandûr de dê guherîneke bingehîn çênebûya, lewre, herdu jî mehkûm in, toqa naletê di stûyê wan de ye, di nava wê zelûliya sext û dijwar de nîvkuştî ne, jiyaneke nemirnejî bûye para wan.

Novela Lalo Kerîm a Cemal Nebez bi kuştina Bore û bi awayekî nepayîn –yeqîn ez ne li bendê bûm wekî Hemeyê Muxtar rabe û tola kûçikên axayê xwe hilîne– diqede, em jî pê re. Gava Hemeyê Muxtar çav li termê kûçikan dikeve, nemerdî nake, demançeya xwe dikişîne û du gulle li bin gûhê Boreyî dixe û ew totelanî hev dike. Li beramberî kûçikên axayî (Kakil Axayê ku bi zorçone dest danîye ser erd û zeviyên gund), BoreLalo Kerîm! “Bore dest bi kazekazê kir û di hev wer bû û di nav xwîna xwe de vegizî.”[1] Flash backek:Em xwe di dîmeneke fîlma Disgarceêde dibînin(û ji bîr nekin, Disgracea J. M. Coetzee bi navê Hetîketîyê ji aliyê Ciwanmerd Kulekî ve ji ingilîzî hatibû wergerandin) Lucy bi taqa bornoza xwe ya çikîspî li ser termê kûçika xwe tot vedaye ya ku di nav xwîna xwe de vedigevize.  

Disgrace – Hetîketî, John Malkovîç

Segekî xoşewîst û şêrîn

Li ba Lalo segekî xoşewîst û şêrîn e û heta jê tê xizmeta Boreyî dike, bi ser de jî pariyê devê xwe naxwe, lê dide Bore. Segekî heta tu bibêjî miqate û hişyar û zîrek û razgir e. Bore ne tenê pasevaniya koxika Lalo dike, di heman katê de pasevanekî êmin ê tevahiya gund ye jî. “Xwezî her kesek bi qasî seg bi wefa û dilsoz bûya, hingê wê ev dinya bi rengekî din bûya”, dibêje Lalo Kerîm. Dinya bi rengekî din jî derdikeve pêşiyê, gava segên (di hîkayetê de nêresegên) bi wefa û dilsoz yên axayî, bi fîtikekê re êrîşî laşê wî dikin; “Êdî dîtina ku dît du sê nêresegên qerase yên har lê hatin hev û dest bi gezkirina bedena wî kirin. Ew jî neçar ma xwe ji wan rizgar bike, lê segan dev jê berneda û dora wî bi temamî girtin û serberjêr bi dû wî ketin. Ha li vir ha li wir heta gihandin nêzîkî holika wî.[2]

Lalo Kerîm kî ye?

Di destpêka hîkayetê de tikûtenê û bi qelsî li pêşberî sekoya mizgeftekê (ne li ber dîwarê xanîyekî, ne li ber dîwarê dibistanê yan li ber deriyê koşka axayî, ye’nî mizgeft, bi wateyên xwe yên pêreyî digihîje me), bi qelevîzka rûniştiye Lalo Kerîm. Em li rûyê wî zûr dibin; çend dilop rondik di çavên wî yên sorbûyî de asê mane. Û em dikin pirsên xwe arasteyî vebêjerî bikin wekî Lalo Kerîm kî ye, çi kes e, belam vebêjer di vê mijarê de hinde destvekirî nîne, wek ku peyva takekesbûyînê têra me bike, agahiyine ne zelal dide me; “… li gund ku xizm û kes û karên wî nebûn, ji ber di dema xwe de ji gundekî din hatibû û li wir niştecih bûbû. Lewra herçiqas ber bi rû û bi ser zar tiştek nedianîn ziman, lêbelê wekî din daniştevanên gund di dilê xwe de jê hez nedikirin û bi çavê xerîban lê mêze dikirin, ji ber ku ne ji qewm û êla wan bû.”[3] Digel şepirzetî û bimêrisî û genîbûnê jî, li Lalo Kerîm xwedî derketine, yê ku salê carekê xwe li Hemama Cafî mîna pisîkan dişûşt.

Erê Lalo jina te kengî mir?

Lalo Kerîm ne jin e ne eyal e, gava di vê mijarê de pirs jê tê kirin (xortên gund yariyên xwe pê dikin), dibe tiq tiqa kenê wî û di nav kenê xwe de dibêje: “Bi Xwedê birako min jin neaniye. Erê welleh, ez hê boxçika sergirtî me.” Ji bo ji dinyayê weke yekî ocaxkor û kordûnde bar neke û neçe, ew didin ber tehn û niçan. Di vê beşê de (Beşa III) em rastî peyva jinê tên, dû re em pê dihesin bê Lalo Kerîm bi çi awayî –û piştî çi û çi– hatiye gund.

Pêlên şewb û xelayê

Li Hikûmeta Osmanî, pêlên şewb û xelayê bi tenê bi sedeya 19an sînordar nîne helbet, di sedsala 16an de jî û di sedsala piştî wê de jî mehteşî û xelayê bandûr li civakê kiriye. Di nîvê duyem a sedsala 18an de, qewimîneke mezin a ku di avûbayê de peyda bûye, cîhan tevî daye ber xwe û ziyaneke mezin daye Kurdistanê jî. Lalo Kerîm, wiha qala wan salên xela û tengiyê dike (ji bilî tiştekî tenê ku bêhn lê teng dikir, mijara sala xela û giraniyê bû dibêje vebêjer, ye’nî kêşe ne kêşeya bêjinî û warkoriyê ye);“Jixwe ne şûştin hebû ne kefen, her kesê winda bibûya bê av û bê Yasîn di bin axê de dihat bicihkirin. Roj nebû di gundê me de ku zêdeyî dused mal bû, bîst ta sî kes nemirin. Êdî ez serê we neêşînim li wî gundê mezin, ez û pîrejina serhişk rizgar bûn, min berê xwe da vir û nizanim ew jî bi kû ve teriqî.”[4] Danaviya ku Hikûmeta Osmanî di wê heyamê de li Kurdan kiriye ya ku ji derziyê heta bi deziyê çûye, bi vegotinên realîst hatiye danê; “Bi kêfa dilê xwe jin û keç xerab dikirin û bi devên singoyên xwe zarok ji ser pêçekan divirvirandin. Bikuje û bibire her ev bi xwe bûn. Erê welleh te mêrek nedidît biwêriya weqiyek ard di mala xwe de veşarta. Bi bayê bezê zabîte dihatin pêsîra wî zeft dikirin û ew kes jî têr û pir dikutan. Çi evd û misilmanê bikaribûya bibe xwediyê gacotekî, tavilê cendirmeyan wek zebanî û cinawiran jê distandin û digotin bac û vêrgiya hikûmetê li ser heye…”[5] Lalo Kerîm bermayiyekî xelayê û qirqirinê ye, qala hezar kul û derdên xwe dike, lê belê guh nade ti yekê ji wan.

Deftera mezin a dewletê li hember kaxeza axê ya zerbûyî

Rewşa awarte a li gund bi hatina tirimbêlekê re hema bibêje di çend şêwr û mişêwran de vediguhêre, jê bi şûn de ne tehma şevbihêrkan dimîne ne jî qaşogiravî devnermiya qûnalêsên Kakil Axayî. Çîroka Lalo Kerîm, ji Beşa IVan û pê de şaxên xwe di nava dilê me de vedide, çawa ku em vê veguherîna ji nişkegavî di gilîgotin, bertek û liv û tevgerên mirovan de dibînin, wisa jî em dibin dîdarê seqayeke din a ku mêhvanhebîniya axê di firnê pozê wî de tîne, lê wek dibên, ev hê lê lê ye. Ji tirimbêlê du efendiyên kubar ku ji bajêr hatine, dadikevin, deftereke mezin di bin çengê yê ciwan ê naşî de ye, ji bo teswiyekirina erdên gund dixwazin bi Kakil Axayî re rûnên. Axa bi xwe radibe diçe pêşiya wan, bi tevî ku wexteke dereng e jî amadekariya zadî dikin û nêzîkî banga eşayê sifre ji wan re tê raxistin; goştê mirîşkan û birinc, selikeke di ser dêv re tije tiriyê sedanî û selikeke mezin a hejîrên gulavî. Piştî xwarinê, Kakil Axa dişîne dû Lalo Kerîm, Hemeyê Muxtar, Kakilê Seyid Mistefa, Qaleyê Şefezile û neh deh kesên din. Tên û bi xêrhatina mêvanan dikin; “Piştî bêhnekê axa kaxezeke zerbûyî ya lihevtewandî ji paxila xwe derxist û da destê efendiyê bi berçavk. Wî jî bi hêdî ji destê wî girt û da ber şewqa lûksa ku li ser kursiyekî piçûçik hatibû danîn. Piştî bîskekê ji xwendin û lêhûrbûnê, bi hêdî wek berê tewand û da destê axê.”[6] Lêbelê efendî itbarî bi kaxeza zerbûyî (li gor axayî, ji Pêxember Nûh jî kevintir e) nake, radibe wek berê çarta dike û bi şûn de lê vedigerîne; “Ez dizanim, ez dizanim… lê cenabê te, tu çima xwe dixî nav arîşe û pirsgirêkan? Tu dikarî bi şahidiya çend kesên şareza yên salmezin îzbat bikî ku nifş li pey nifşê hûn xwediyên wan erd û zeviyan bûn û hûn berxwerên wan bûn…”[7]  

Şahid û şihûd

Ji wir û vir rê li ber axayî dixin wekî ji xwe re şahid û şihûdan bibîne ku karibin li ser gotinên wan bidin peyitandin wekî xwediyê erd û zeviyan ew e. Ma şahid dê ji Lalo Kerîmî pêvtir kî be? “Ji Xwedê ve guneh e ew jî heta tu bibêjî ji me hez dike û gerdena wî li ber şûrê me ye.[8] Wisa jî emaneta xwe jê tînin; “Ez bawer nakim tu malê dinyayê jî bidî wî, çeqekî bide neheqekî. (…) Lewma jî ez piştrast im ku Xwedê pişta heqiyê digire û mirovê hîlevan şermezar û riswa dike.”[9]

Lalo Kerîm û nexweşiya parrhesiayê (rastgoyiyê)

­­Nebez, di nivîsara xwe ya bi navê Li Ser Vegotinê[10] de amaje pê dike ku tevgerên Lalo ne di bin bandora ola wî an jî raza wî ya hişmendî de ye. Hesteke sirûştî ya edaletê û parastina rastiyê bi wî re heye. Ev nivîsara ku wek nexşerêya pêdeçûn û lêhûrbûna Lalo Kerîmî hatiye danînê, ji xeynî retorîkên li ser watedariya parrhesiayê (rastgoyiyê) yên dêrîn û yên hevçerx, li ser avakirina hişûbîr û helwêsteke dijmêtinger jî dipeyive; “Di vê baweriyê de hin pirsên din hêjayî gotinê ne: Îro hejmareke piçûk ji xwediyên zeviyan û erdan di bin desthilatdariya Axayan de ne. Serkutkirina neteweyî rewşeke wisa dirust kir ku her du alî xistine bin zextê. Ji ber vê yekê piraniya wan berhemên xwe yên çandiniyê bi awayekî dadwerane di navbera xwe û cotkaran de belav dikin û dewlemendiyên xwe dixin xizmeta şoreşa azadîxwaziya kurdan. Yanî di warê baweriyên neteweyî de xêra gelê xwe ji berjewendiyên xwe yên madî û takekesî girîngtir girtine. Ev yek li Başûr û Rojavayê Kurdistanê gelekî tê dîtin.”[11]  

Têbînî

[*] Ya rast,di bikaranîna têgiha feodaliteyê de ez dudilî me, li gor agahiya di çapa Avestayê de, çapa yekem a Lalo Kerîm di sala 1956an de li Hewlêrê çap bûye, ye’nî du sal berê rûxandina rejîma melekî li Iraqê, jixwe di 11ê Îlona 1960an de şer û têkoşîna Bizava Barzaniyan dest pê dike û heya sala 1971ê jî dajo. Digel ku Lalo Kerîm, li ser virnîbûna civakê hin diyardeyên şêwaza rasteqîniya sosyalîst dabin me jî, bi min Cemal Nebez hewl daye wekî bi bîr û baweriyeke neteweperwer tevbigere. Çimkî Brahîm Efendiyê mamosteyê dibistana du-polî ya gund, Mela Qadirê Reşexêl ku xizmatiyek bi binemala axayî re heye, di kêşeya şahidiya erd û zeviyên Kakil Axayî de dibin yek, axirsongî merema xwe tînin serî, Lalo Kerîmî ji gund diqewirînin. Di vir de nivîskar, motîfa şewb û xelayê dubare dike, ya ku bi ser gundekî Kurdistanê de per vedaye. Brahîm Efendiyê ku temsîlkarekî perwerdehiya nûjen e û Mela Qadirê Reşexêl ku ji gotina Xwedê dernektiye, ji bo zexmkirina vir û derewan li ser kar in û ev her wiha bûye. Herdu kesayet jî wekî dibên di derheqa Lalo Kerîm û berteka wî de nemerdî nakin û êrîşî kesayetiya wî dikin; “Lalo, erê ev çi bû te kir malwêran! Ma niha dema vê bû malxerab! Ma me wiha got! Bireve bi bayê bezê destê axê maç bike, de… hê te ji gund neqewitandiye xwelîser. Bi Xwedê sond li te xwariye her niha te ji gund biqewitîne” (r. 53). “Laloyê teredînk: Jixwe te ez jî xistim rêza tometbaran. Tu her nemaqûliyekê bikî bike, lakin hedê te nîne tu derewan li ser zilamên îslamê bihûnî, iftîra û buxtankirina bi mirîdên Xwedê û resûlê Xwedê kufra reha ye û her şexsek jî kafirekî bikuje hedîsa şerîf kerem dike ku destê wî kesk dibe. Ji ber qetla kufaran erkê sereke ye.” (r. 50)

[1] Lalo Kerîm, Cemal Nebez, (wergera ji soranî: Besam Mistefa), Avesta, 2023, r. 55.

[2] Heman berhem, r. 54.

[3] Heman berhem, r. 29.

[4] Heman berhem, r. 32.

[5] Heman berhem, r. 32.

[6] Heman berhem, r. 34.

[7] Heman berhem, r. 34.

[8] Heman berhem, r. 40.

[9] Heman berhem, r. 35.

[10] Li Ser Vegotinê, Cemal Nebez, r. 63.

[11] Li Ser Vegotinê, Cemal Nebez, r. 67.