Yalçın Çakmak anî ziman ku Dewleta Osmaniyan girîngiyeke mezin daye mintiqeya Dêrsimê û ji bo zeftkirin û îdarekirina herêmê her tim di nav hewlên têkbirina serkirdeyên wê herêmê de, bûye.
***
Weqfa Lêkolînî û Çandî ya Kurdî (Kürt-Kav) 5ê Gulanê, li Dêrsimê, derbarê Terteleya Dêrsimê û Seyîd Riza de, konferanseke bi girseyî li dar xist.
Di vê konferansê de, akademîsyen Doç. Dr. Yalçın Çakmak, dîroknas Mahmut Akyürekli û lêkolîner Cemal Taş derbarê beriya terteleyê û piştî terteleyê de, gotarên xwe bi tirkî û kurdî (kirmanckî) pêşkeş kirin.
Konferansa ku saet 14:00an li Grand Şaroğlu Hotelê dest pê kir, bi amadebûna hejmareke siyasetmedar, rewşenbîr û hemwelatiyên Dêrsimî pêk hat.
Serokê Kürt-Kavê Mehmet Celal Baykara di destpêka konferansê de kurte-axaftinekî pêşkeşî ji haziran re pêşkêş kir û ji kesên beşdar xwest ku ji bo cangoriyên di Terteleya Dêrsimê de hatine qirkirin li ser pêyan deqîqeyekê bêdeng bimînin.
Piştî axaftina serokê weqfê, moderatorê konferansê Mehmet Gül bi kurdî û tirkî xêrhatina beşdaran kir û derbarê naveroka çalakiyê de hazir agahdar kirin.
Çakmak: “Osmaniyan peyva Kurdistanê her tim bi kar dianî”
Axivêrê yekem ê konferansê akademîsyen Doç. Dr. Yalçın Çakmak bû. Akademîsyen Çakmak di axaftinan xwe de, bi belgeyên Dewlata Osmaniyan derbarê paşxaneya komkujiya Dêrsimê de, axivî.
Çakmak got ku Dewleta Osmaniyan di name û belgeyên xwe yên dîrokî de tim peyva Kurdistanê bi kar aniye û bi vê binavkirinê re ti pirsgirêka wê tune bûye.
Her wiha Çakmak anî ziman ku Dewleta Osmaniyan girîngiyeke mezin daye mintiqeya Dêrsimê û ji bo zeftkirin û îdarekirina herêmê her tim di nav hewlên têkbirina serkirdeyên wê herêmê de, bûye.
Doç. Dr. Yalçın Çakmak ber bi dawiya axaftina xwe ve, behsa salên 1937-1938an kir û got komara nû bi pêkanîna bûyerên mihellî dixwest midaxeleyeka giştî li Dêrsimê ferz bike. Ev yek bi plan û programekê, heya bi qirkirinê bi dawî bibe, ji hêla dewletê ve berdewam kiriye.
Akyürekli: “Terteleya Dêrsimê perçeyeke navendkirina kurdan bû”
Dîroknas Mahmut Akyürekli di destpêka axaftina xwe de qala pirbûna belgeyên arşîva Dewleta Osmaniyan kir û da zanîn ku Osmaniyan ev belge ji bo rêvebirina neteweyên cuda yên li welatê xwe, ji bo ku kontrol bike, tomar dikirin.
Her wiha Akyürekli di axaftina xwe de rabirdûya Terteleya Dêrsimê bi Qirkirina Koçgiriyê re têkildar kir û da zanîn ku Tevgera Dêrsimê di komara nû de, perçeyeke girîng a di navendkirina kurdan de cih digre.
Ber bi qedandina axaftina xwe ve jî, dîroknas Mahmut Akyürekli behsa binavkirina navê Terteleya Dêrsimê ya komara nû, ya Tirkiyeyê kir. Akyürekli anî ziman ku dewlet ji bo vê qirkirinê peyva ‘Tedib’ bikar aniye, ev peyv jî tê wateya timar/terbiyekirinê.
Cemal Taş: “Kesekî ku qirkirin pêk aniye digot; Munzurê bi rojan meytên kurdan kişand”
Piştî axaftinên Yalçın Çakmak û Mahmut Akyürekli, lêkolîner Cemal Taş rabû ser pêyan û bi rêya nexşe, belge û fotografan hewl da axaftina xwe pêşkeşî haziran bike.
Lêkolîner Taş da zanîn, wexta ku biryara Terteleya Dêrsimê di Meclîsa Mezin ya Tirkiyeyê de derbas bûye, hêzên eşîrên Dêrsimê pira Paxê xirab kirine û hewl dane rêgiriyê ji bo hêzên artêşa Tirkiyeyê bikin.
Di ber axaftina xwe de, Taş qala teslîmbûna Seyîd Riza kir, Taş got ku wî li Erzînganê xwe radestî dewletê kiriye û ew birine Xarpêtê. Tê zanîn ku li wir ew siwarê cîpekê kirine û kûmekî fotur li serê wî danîne.
Herwiha lêkolîner Cemal Taş di gotara xwe de bi rêya xebatên xwe yên sehayê ku bi hemwelatiyên Dêrsimî re pêk aniye, yek bi yek behsa çîrokên malbatên ku di Qirkirina Dêrsimê de hatine kûştin kir û ji rojnameyên wê demê yên Tirkiyeyê çend nimûneyên Terteleyê pêşkeşî haziran kir.
Piştî ku lêkolîner Cemal Taş axaftina xwe bi dawî anî, konferansê bi beşa pirs û bersivan dewam kir. Di beşa pirs û bersivan de, têkiliya kurdan û ermeniyan, dozên derbarê Terteleya Dêrsimê de hatine vekirin û di gelek mijarên dî de pirs hatin kirin û ji hêla axêveran ve ew pirs hatin bersivand.