Navendên nûçeyan divê li ser kîjan daneyên Google Analyticsê hûr bibin?

*Sarphan Uzunoğluyî nivîsîye û Yonca Sarsılmazê wergerandiye.

Piranîya navenda nûçeyan wextê nû ava dibin bi awayekî li ser daneyên Google Analyticsê hûr dibin. Lê ya muhim ew e ku mirov tê derxîne ka kîjan dane giring in yan li gor wan daneyan biryarên edîtoryal ên rasteqîn tên dayîn an na.

Daneyên Google Analyticsê bêguman ji bo navenda nûçeyan giringîyeka xwe ya mezin heye. Eger navendeka nûçeyan nekare wan daneyên Google Analyticsê bi kar bîne, ew dê ji gelek agahîyên giring û fersendan bêpar bimîne.

Hizir bikin ku navendeka nûçeyan guhê xwe ji bo hemû tiştan girtîye û haya wê ne ji bertekên xwîneran ne jî ji daneyan heye. Wê demê rojnameger dê tenê bi rêya hizrên xwe hewl bidin naverokan biafirînin û bi awayekî kor tiştan bikin.

Daneyên Google Analyticsê dikarin we ji wê tarîyê derbixin. Hûn dikarin bi rêya Google Analyticsê hîn bibin ka bi kîjan rêyê xwînerên we seredana malpera we dikin, di kîjan beşan da digerin û herî zêde naverokên bi çi rengî hez dikin. Ji bo navenda nûçeyan daneyên pir giring in ev.

Lê eger hûn wan daneyan bikar neyînin, naverokên we dê ne li gor daxwaz û bala xwînerên we bibin. Hûn dê nizanibin ka kîjan nivîs/nûçe di rojevê da ne, kîjan mijar zêdetir bala xwîneran radikêşin. Axirî, ew rîsk peyda dibe ku navendên nûçeyan eleqeya xwînerên xwe ji dest bidin.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.


Wekî encam, bikaranîna daneyên Google Analyticsê dibe alîkar ji bo çaktirkirina stratejîyên naveroka navendeka nûçeyan. Herwiha dê bibe alîkarê hindê ku xwînerên xwe têbigehe û performansa malpera xwe zêdetir bike.

Hindek pîverên ku em dikarin li ser Google Analyticsê bişopînin:

1. Hejmara dîtinê: Nîşan dide ka nûçeyek çend caran hatiye tikandin. Tikandina zêde dîyar dike ku nivîs gelekî popûler e û herwiha ew nivîs trafîka malperê zêde dike. Ev pîvêr bi me dide zanîn ku ew nivîs bal kişandiye û xwîner daxwazkar in ji bo nivîsên bi vî rengî.

2. Hejmara xwînerên yekane: Nîşan dide ku çend kesên cuda serdana malperê kirine, ev nivîs gihîştîye girseyeka mezin û gihiştiye cemawera armanc. Ev pîver giring e ji bo ku xwînerên nû seredana malpere we bikin û rêjeya xwînerên we zêde bibe.

3. Teqrîbî xwînerek çend wextî li malperê xerc dike: Ev pîver nîşan dide ka xwîner teqrîbî çiqas wext li malpera we xerc dikin. Xerckirina wextê zêde yê li malperê nîşan dide ku xwîneran ji nivîs/nûçeyên we hez kirine.

4. Rêjeya xwînerên ku demildest ji malperê derdikevin: Ev pîver nîşan dide ku xwîner tenê nivîs/nûçeyekê dixwînin û ji malperê derdikevin. Eger ev rêje kêm be, tê wê wateyê ku zêdetir tiştan bala xwîneran kişandiye.

5. Rêjeya veseredana xwîneran: Nîşan dide ku xwîner berê jî serdana malpera we kiriye. Rêjeya zêde ya veseredana xwîneran dîyar dike ku xwînerên we yên dilsoz hene û ew gelek caran tên malpera we. Herwiha nîşan dide ku di navbera we xwînerên we da pêywendîyeke xurt heye.

6. Çavkanî: Nîşan dide ka xwînerên we bi kîjan rêyê (bi motorên lêgerînê, medyaya civakî, malperên din û hwd.) seredana malpera we dikin. Ev pîver ji bo fêmkirina kîjan startejîyên bazargerîyê di malpera we da baş dişixûlin.

7. Naverokên herî popûler: Ev pîver pir giring e ji bo dîyarkirina nûçeyên herî zêde hatine xwendin an jî kîjan cure nûçe tên xwendin. Hûn dikarin bi vê pîverê tê derxin ka xwînerên we herî zêde ji kîjan cure nivîsan hez dikin û di malpera we da kîjan cure nivîs populer in.

8. Rêjeya transformasyonê: Ev yek nîşan dide ka hûn gihiştine rêjeyeka diyar (abonetî, e-bulten, kirrîn hwd.) ya armanca xwe. Ev pîver giring e ji bo hindê ka malpera we çawa tesîrê li ser bikarhênerên we dike û çend tesîrê li ser armanca karê we dike.

Nivîskar/rojnameger
NewsLabTurkey
Nivîs û nûçeyên di vê profîlê de, di çerçoveya partnerîya NewsLabTurkey û Botan Timesê de hatine weşandin.