Neynika Dualî ya Ziman û Nivîsê: Berî Shakespeare û Piştî Xanî

Rewşa nivîsevaniya kurdî û daynamîkên wê xasî wan serdeman e ku tê ra derbas bûye. Dîroka nivîs û edebiyata kurdî xwedî paşxaneyeke nivîskî ye ku bi taybet di perwerdeya medreseyan da maye. Li rex nivîsîna bi kurdî, di wexta xwe da werger jî kêm hatine kirin. Eva tevî ku rola zimanê dîn û dewletan hebû, bi statûya siyasî ra jî pêwendiya xwe heye.

***

Safî şemirand vexwar durdî

Manendê durrê lîsanê Kurdî

Mem û Zîn, Ehmedê Xanî

Ehmedê Xanî di tarîxa nivîskariya kurdî da ciyê xwe yê mustesna heye, tevî ku beriya wî jî kurdî zimanê nivîs û edebiyatê bû. Wî dîsa neqdê Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran mohr kir û manendê durrê tesdîq kir. Û ji Xanî vir da rexmê ku tekmîl nebû dîn û dewlet, lê kurdî berdewam hate nivîsandin. Şemala tesîra Xanî li ser ziman û edebiyata kurdî tu carî kêm nebû û di panteona zimên da ala wî direwşan ma.

Ev metna han serê pêşîn wekî nimûne çend rûpel ji tarîxçeya edebiyata îngilîzî waldigerîne da ku hinekî din jî nêzîkî qismek rabirdûya nivîsevaniya kurdî bibe. Di vê nivîsarê da piçekî balê bikişînin wê dema ku hê zimanê îngilîzî yê edebiyatê çalepîka diçû, ku ew paşxane, pê da bû kana geş ji William Shakespeareê gewre ra. Ji wir jî ku der barê nivîsevaniya kurdî ya ku di tarîxê da bi farsî û erebî jî kitêbên me hene, dibe perspektîveke din bide. Helbet her ziman mîna hemû heyînên xwezayî wekî xwe bi qîmet in ku her timî qabilê miqayeseyê nînin. Lê ziman ji hev du tesîr û behreyan jî digirin.

***

Nivîsevanî bi taybetî nivîsa bi zimanê îngilîzî her çend ji reh û rîşalên wê yên Anglo-Sakson der dibe jî, aliyê wê yê nivîskî bi Geoffrey Chaucer (1340-1400)dest pê dibe. Zimanê îngilîzî berî ku bigihîje qonaxa William Shakespeare û hemçaxê wî Christopher Marloweû yên din, ne wisa zimanekî berbelav yan rûniştî bû. Richard Ferrar Patterson di kitêbeke xwe da waha neql dike: “Tê gotin ku Şahînşah Augustus bajarê Romayê di nava kelpîçan da dît û li dû xwe bajarekî ji mermer hîşt. Mîna wê, Chaucer îngilîzî di nava zaravayekî (dialect) da dît û ewa wekî zimanekî hîşt, bi edebiyateke ku dikare bi hemû hebûna xwe di nava edebiyatên hevçax da cî bigire.”[1]

Chaucer piştî ku li ba Dukê Clarenceê hate qebûlkirin, di nava kar û barên dewletê da cî girt. Wexta Edwardê III. ew çû Fransayê û li wir di şerekî da dîl kete destê wan û piştî gerew dan wisa xilas bû. Û ew sefer û gera li wir, ji wî ra bû derfet ku li Fransayê ziman û nivîsê hîn bibe, her wisa zimanê latînî û îtalyayî. Lê xebatên wî yên pêşîn werger û adaptasyonên ji fransî bûn. Divê ev jî were gotin ku tesîra fransî û berî wê latînî û dema koç û dagiriya German û Normanan da jî tesîrine mezin li ser îngilîzî çêbibûn.

Wexta Chaucer çû Îtalyayê xebatên Dante, Petrarca, Boccaccio nas kirin, paşê êdî xebatên wî hinekî din jî gihîştin û kêmtir şibandin û teqlîd kir. Dîwana wî, Civata Teyran (The Parlement of Foules) helbest in ku ji bo zewaca Richardê II. hatine nivîsîn. Lê belê şakara (magnum opus)Hikayetên Canterburyê (Canterbury Tales) ye ku bi îngilîziya navendî hatine nivîsîn. Ev koleksiyon ji bîst û çar çîrokan pêk tê ku hevdeh hezar risteyan dihewîne, piraniya wan çîrokan bi şêwaza nezmê, çend heb jî bi şêwaza nesrê hatine nivîsîn. Tê da qal û behsa rêwîtiya heciyên seyah hene ku ji Londonê diçine Canterburyê.

Di nivîsevaniya îngilîzî da John Gower(1325?-1408) ê ku hevalê Chaucer bû, sê berhemên wî hene;  Neynika Medîtasyonê (Speculum Meditantis) ev berhem sernavê wê bi latînî ye lê kitêb bi fransî ye. Dengê Fîxanê (Vox Clamantis), ev kitêb bi latînî hatiye nivîsandin. Îtirafên Dilberê (Confessio Amantis) bi îngilîziya navendî ye. Eva dawî şakara wî ye ku tê da danzdeh hikayet hene ku îlhama xwe ji Ovidiusgirtine. J. Gower bi sê zimanan dinivîsî.

Berga kitêbeke qedîm a Petrarca, 1817. [2]

Piştî van nivîskaran çendên din jî berdewam nivîsîn ku hingî çû îngilîzî ji xwe ra rê vekir. WilliamLangland jî hemçaxê wan bû. Wê demê tesîra stranên gelêrî (ballad) ji xozan û dengbêjan çêbû. Gelek stran yên êl û ‘eşîrî bûn. Patterson di heman berhemê da behsa stran û kilamên Îskoçan jî dike, dibêje ku yêd wana baştir in. Blind Harry (Harryê Kor) nivîskarê epîk ê Îskoçan ku der barê qehremanê millî yê Îskoçan, William Wallace (The Wallace) da nivîsiye. Di vê babetê te şayanê behsê ye, yê ku cara pêşîn sone (sonnet) bi îngilîzî nivîsîne Sir Thomas Wyatt (1503 –1542) tê nasîn ku ji şa’irê Îtalyayî Francesco Petrarca hîn dibe.

Tesîra latînî û berî wê serdestiya wê jixwe eyan e, wek nimûne Francis Bacon(1561-1626) berhemên giran bi latînî nivîsîn, çunku dewra wî wisa bû. Lê belê heta zimanê îngilîzî bi William Shakespeare ra gihîşt, Christopher Marlowe, John Lylyê hemçaxên wî jî hinek şêwaz û tecrube wekî bingeh û binaşe danîbûn. Shakespeareê di heyama xwendinê da şi’irên Ovidius dixwend.  Paşê berhemên komîk ên dramatîstê Latîn Plautus tevî tesîra Seneca û Plutarch xwendin. Wî zimanê îngilîzî, heger teşbîh xelet nebe, derxiste erşê esmîn. Yanî ji şa’ir û dramatîstên beriya xwe cudatir, asta huner û zimanê îngilîzî derxiste banê gerdûnê ku wekî digot şahnişîniya berhemên wî besî wî bû.

***

Di nivîsîna xeyalkariyê da nivîskarekî bi navê Sir John Mandeville heye ku navê wî û heta hebûna wî bûye ciyê şik û şubheyê. Lê ji bo edebiyatê kesekî zehf balkêş e. Kitêba wî di eslê xwe da ji fransî wergerandine; Seyahatên Sir John Mandeville (The Voiage and Travaile of Sir John Maundeville, Knigh), ku di nava salên 1357-1371ê da hatiye nivîsîn. Ev kitêba navdar bi qasî pênc qurneyan hatiye xwendin û paşê derketiye ku ne ew meriv yanî nivîskar jiyaye ne jî seyahat kiriye, ku dihate gotin heta Asyayê û Çînê çûbû. Mandeville ne gerokekî heqîqî (bona fide)bûye. Lê helbet nivîskarek hebûye bo wê kitêbê, mêrikî ji xwe ra li kutubxaneya xwe rûniştiye û ew hemû seyr û sefer ji çavkaniyan xwendiye ku qismek ji wan fantazî ne ku wî nivîsîne.[3] Dibêjin Mandeville bi xwe kesekî bi navê Jean d’ Outremeuse ê xelqê Liége ya Fransayê bûye. Lê her kî be jî wekî nav Mandeville li ser maye. Ev kitêb pexşana pêşîn e di zimanê îngilîzî da ji bo zewqê hatiye sêwirandin ku di vir da dibe babeta edebî. Terzeke nivîskariya wî heye ku paşê li DanielDefoe û Jonathan Swift jî tesîr kiriye. Ew kesa di ferqê da bûye, belkî nêt jî kiribe, em nizanin, wê kitêbê bi dilê xwe bisêwirîne ji xeyalkariya xwe. Wekî Petterson dibêje; ew kesekî bêar û derewkar e jî û cule’t dike, zimanzanan canzerî dike bi kirina xwe ya ku hinek alfabeyên sexte jî çêdike. Car hebû tişt mezin dikir, ser barê ser, ya ecêb ew bû ku wî der barê naveroka kitêba xwe da îdia dikir ku Papa bi xwe qayîlî û kefîlî lê kiriye. Lê ew wekî nivîskar hay ji wan kêmasiyên xwe hebû.

Temsîla Sir John Mandeville.

Hinekan paşê ewa wekî sextekar, întihalkar (plagiarism) û derewkar jî tawanbar kirin. Lê belê Mandeville nivîskarekî çê bû. Wî bi terr û tezebûn pexşanek anî nava îngilîzî ku terz û şêwaza wî ji wan metnên we’zdar û dersdar dûr bû. Bi wê îcada Mandeville wekî gunehekî edebî, belkî wî tiştin kirin û xeyalkarî îcad kir, berî Miguel deCervantes. Jixwe berî ku Alonso Quijano bibe DonKîxot (Don Quijote), wî ji xwe ra kitêb dixwend û xeyal dikir. Mandeville bi xeyalkarî û helbet bi peydakirin û gerra bi piyên kesên din ew seyahatname sêwirand. Eva tîne bîra me ku di çaxa wî camêrê han da, yanî qe nebe Mandeville bi xwe yan xweyê kitêbxaneyekê bûye yan jî li cînan mîna DonKîxotêkitêb xwendine û xeyal jî kirine. Lê ew mînaka Sir John Mandeville, ku metneke me ya wisa derketa, yanî nivîskareke/î wisa tiwanayê cesareta ku xeyalkarî kiriba, wê ji bo tarîxa ziman û edebiyata me zehf balkêş bûya. Lê ma edebiyat çî ye ku hikayetan neafirîne!

***

Ev paşxaneya edebiyat û zimanê îngilîzî ya wisa zehf kûr û dûr, ji meriva ra babetan der tîne. Meriv dikare di bergehên din da ku di nezera me da ciyê serincê ne ew paşxaneya ziman û edebiyata kurdî, bi taybet temasî zimanê farsî jî dike, ew zemanê civakî û tarîxî ku dîsa bêne venihêrîn. Helbet dîsa jî kurdî ji kana xwe dizê, loma qabilê miqayeseya li gel tecrubeyên din her tim rast nîne. Wek nimûne Baba Tahirê Hemedanî, (Uryan, sedsala 11.an) bi zaravayê Lorî nivîsî ku rehên cîhanbîniya wî digihîje Yarsaniyê, li gel wê beriya Omer Xeyam(1048-1131) nivîsiye.  Yan jî FeqiyêTeyran heger ji Mantiq-ul Teyra Ferîdudînê’Etartesîr girtibe ew tesîra edebî ye ku li gelek deveran ew mînak hene. Û balkêş e, wekî li jorê hate gotin berhema Chaucer, Civîna Teyran (The Parlement of Foules) ku piştî ‘EtarêNeyşabûrî ye, ew navine ku dişibine hev ciyê balê ne. Kurdî, belkî xêncî serdema mîrektiyan, di nivîsê da li rex farsî û erebî perawêz dimîne, loma bi qasî wana di nava pergala dewletan da nebûye. Mînaka nivîskariya ŞerefxanêBedlîsî balkêş e.

Yevgeniya I. Vasilyeve di berhema xwe da [4] tevî nemiriya jiyan, çax û şexsiyeta ŞerefxanêBedlîsî, behsa giranbihabûn û balabûna berhema wî ya şakar jî dike. Şerefnameher çend bi zimanê farsî hatiye nivîsîn jî lê bi xwezayî ew kitêb dikeve behreya kurdî. ŞerefxanêBedlîsî di nava heyama mercên dewletên wê demê da jiya. Ev kitêb wekî pexşan dikare bikeve nava nivîsevaniya kurdî. Di sala 1858-9an da MelaMehmûdêBazîdî bi daxwaza AugusteD. Jaba ê rojhilatnas, ew berhem bi navê Tewarîxî Qedîmî Kurdistanwergerande kurdî. Ew berhem di nava koleksiyona A. Jaba, di Kitêbxaneya Akademiya Zanistên Rojhilatnasiyê ya St. Petersbûrgê ya Dewletê da tê parastin. Tarîxa pexşana kurdî bi wê wergera Mela Mehmûdê Bazîdî pileyeke din rabû. Ev nimûneya ku Mela Mehmûdê Bazîdî aniye, yanî wergera Şerefnameyê ji farsî bo kurdî, bergeha me ya nivîsê firehtir dike.

Kitabê ‘Adat û Rusûmatname’ê Tewayifê Ekradiye û Usûlê Nizamatê Kurmanciye, 1274,h. [5]

Li gel wê, kitêba rêzimanê ya Eliyê Teremaxî (1591? – 1652?) ya bi navê Tesrîfa Teremaxî (Serfa Kurmancî) ku di medreseyan da wekî kitêba dersê dihate xwendin ku beriya Nûbihara Xanî ji bo xwendina destpêkê hatiye nivîsîn. A. Jabawê kitêba Teremaxî peyda dike û MelaMehmûdji kitêbê ra pêşgotinê dinivîse. A. Jaba li ser bergê wê destnîvîsê bi fransî Grammaire Kurde nivîsiye ku ev kitêba gramerê tarîxa pexşana kurdî bi wêdatir dibe.  Ev kitêb jî tevî hinek destxetên din tevî koleksiyona A. D. Jaba dibe. “Di sala 1971ê de Marûf Xeznedar Tesrîfa Teremaxî bi navê Destûrî Zimanê Erebî Be Kurdî Eliyê Teremaxî Sedey Hevdemî Zayîn digel pêşgotinek, gotarek, ferhengokek û pêşgotina Mahmûd Bazîdî ya ji Tesrîfa Teremaxî re nivîsandibû li Bexda, li çapxaneya Daru’z-Zeman çap dike.” [6] Li gel wê koleksiyona hikayetên ku Mela Mehmûdberev kiribû, Cami’eya Risaleyan û Hikayetan Bi Zimanê Kurmancî, û Adat û Rusûmetname’ê Tewayifê Ekradiye, nivîsevaniya kurdî firehtir dibe. Ev jî divê li vir bête gotin, ew hikayetên kurmancî yên bi navê Bazeber, nivîsarên Mela Se’îd Şemdînanî koşeberdekî nivîsevaniya kurdî ye.

Di qurneya Mela Mehmûdê Bazîdî da, çend werger hatine kirin. “Yekem kitêba bo kurdî hatî wergêran, Încîlek e, Încîla Matthew ku sala 1856ê bi elifbêya ermenî li Stenbolê hatiye belavkirin. Mîsyonerên mesîhî yên ermenî ev kitêba ku di heman demê de yekemîn kitêba kurdî ya çapkirî ye, ji zimanê yûnanî wergêrane.” [7] Wergereke dinê jî heye, ji wergera Încilê (Peymana Nû, New Testament) ji bo kurdî ku dîsa wergerê wê Ermenî bû. Di sala 1872an da li Stenbolê, wergêr J. G. Bliss bi herfên ermenî wê Încîlê çap dike.Ev kitêba han bi navê P’êymanê no ê xoîyê me Îsa el Mesîh bi herfên ermenkî di sala 1872an da li çapxaneya A. N. Boyacyanê ermenî li Konstantînopolê (niha Stenbol) çap bûye.”[8] Wê demê ji bo Ermeniyên kurdî-axêf, ku li Serhedê jî kurmancî zimanê bazarê (lingua franca) bû, ew kitêb tê hazirkirin. Di sala 1891an da jî dîsa Încîl û mezmûrên wê bi destê keşeyên Ermenî tê wergerandin.[9] Di warê mîsyonertiyê da ji bo kurdî berhemeke din jî heye ya bi navê Grammatica E Vocabolario Della Lingua Kurdahim rêziman û him jî wekî ferheng ku rahibê Îtalyayî, Maurizio Garzoni di sala 1787ê da nivisîye.

Kataloga Încîla bi kurdî, 1872. [10]

Werger ji zû va, wek nimûne wergera Încîlê, ji bo zimanên neteweyên ewrûpayê pirr girîng bû. William Tyndale(1494?-1536), piştî ku Martin Luther (1483-1546)  keşîş û teologê navdar ziyaret kir, hewl da wî jî qismekî Încîlê wergerande îngilîzî. Ew hewldan li serdemekê bû ku pîroziya zimanê latînî êdî berekî va hildiweşiya, tevî ku zehmet bû jî.  Êdî ya pîroz ziman nebû wate bû belkî. Wekî Xelîfe Ûsivgotî:

Lewra dîn îberet ji me’na ne

Ne ku bi kelîme û lefz û herfan e.[11]

Her wisa wergera Quranê ku ji bo zimanê kurdî babet û merhaleyek e, wek mînak wergera Kamiran Elî Bedirxanjî pêleke wergerê ye.

***

Tarîxa nivîsevanî û edebiyata miletan, helbet bi zimanê nivîskî baştir tê vekolandin, ku ew mîrata nivîskî saman û serweta wan e. Îngilîzî wextekî wekî zarava dihate dîtin lê paşê bi nivîsê ra, helbet bi tesîra fermanrewatiyê jî, perrê xwe vedigire ser hemû cîhanê. Lê belê wekî li jorê çend mînak nîşan didin, di sedsalên pêşîn da him wekî werger yan jî şibandin û adaptasyonên ji berhemên latînî, û bi taybet fransî, binesaziya nivîsevaniya îngilîzî hatiye danîn.

Her wiha rewşa nivîsevaniya kurdî û daynamîkên wê xasî wan serdeman e ku tê ra derbas bûye. Dîroka nivîs û edebiyata kurdî xwedî paşxaneyeke nivîskî ye ku bi taybet di perwerdeya medreseyan da maye. Li rex nivîsîna bi kurdî, di wexta xwe da werger jî kêm hatine kirin. Eva tevî ku rola zimanê dîn û dewletan hebû, bi statûya siyasî ra jî pêwendiya xwe heye.

Kurdî ku hê jî rehên wê li ber xwe didin, tê heye ku ala xwe dayne banê gerdûna edebiyatê, tevî wê divê jîngeha ziman were xweyîkirin. Heger seqa û sîwana kurdî ya axaftin, nivîsandin û perwerdeyê hebe. Mesele ew e, ziman wekî aura yan sîwanekî ku bi civakeke zindî berdewam bibe. Yanî di vê serdemê da divê di perwerdeyê da û di nava hemû jiyana civakî da ziman were bikaranîn. Li gel wê jî kurdî gelek qonax li dû xwe hîştine ku dikare bi berhemên edebî tev li edebiyata cîhanê bibe.

Çavkanî û têbînî:

[1] R. F. Patterson, A Short History of English Literature, (Tarîxçeya Edebiyata Îngilîzî), r. 9. 1954. (Di vê metnê da agahiyên der barê nivîsevaniya edebiyata îngilîzî piranî xwe dispêre vê kitêbê). (Nota nivîskar).

[2] Ev wêne ji koleksiyona kitêbên qedîm ya Mem Alan hatiye girtin. Dîwana Francesco Petrarca (1304-1374), şa’irê bi taca defneyê/laureati, (navê dîwanê: Rime di Francesco Petrarca, yan jî Francisci Petrarche laureati poete Rerum vulgarium fragmenta), ev kitêb ji çapa bajarê Venezia/Venedîkê, ya sala (MDCCCXVII), 1817an e. Şi’irên ji Dîwana wî, Rime/rhyme, wekî Mela gotî, lû’lûmensûr ji nezmê, şi’irên bi kafiye ne. Petrarca berhemên xwe yên bi navê Canzonier/Dîwana Stranan û Triumphi bi zimanê îtalyayî yên din bi latînî nivîsîne. Tradîsyona şi’ira sone/t bi wî ra li hemû şi’ira ewrûpayê tesîr kiriye. Di nezmê da li mûsîqayê jî geriyaye. (n.n.)

[3] Li ser Sir John Mandeville hinek îdia hene ku hebûna wî ya rastîn dike nava şikê. Lê nivîskarê vê kitêbê tam nayê zanîn, hinek delîl nîşan didin ku ew kesekî bi navê Jean d’Outremeuse e û li Liége/Fransayê jiyaye. Ew berhem jî wekî xebata Mandeville ku di Çaxa Navîn da kitêbeke navdar bûye û bi gelek zimanan hatiye wergerandin û 300 destxetên wê kitêbê jî hene. Ji seyahatên MarcoPolo jî tesîr girtiye. (n.n.).

[4] Y. I. Vasilyeva, Eve Giden Uzun Yol (Rêya Dirêj a Diçe Malê), Werger: Fırat Sözeri, Weşanxaneya Avesta, 2021.

[5] Mela Mehmûdê Bazîdî, ‘Adat û Rusûmetname’ê Tewayifê Ekradiye, Amadekirin û Tîpguhêzî: Murad Celalî, Weşanên Nûbihar, 2021.

[6] Aydın Üneşi, Tesrîfa Teremaxî, r. 32. Teza Lîsansa Bilind, 2016.

https://tez.yok.gov.tr/UlusalTezMerkezi/tezDetay.jsp?id=n4WXT6RcabEGdykO9QjpJQ&no=si31LST_2NlhlAdOdFMJaA

[7] Ergin Öpengin, Bizava wergerê di kurmanciyê de (Translation movement in Kurmanji Kurdish), In Proceedings of 1st International Conference on Kurdish Literature, r. 4. xxx. Sanadaj: University of Kurdistan Press. 2011.

[8] Têmûrê Xelîl, Încîla bi kurmancî bi herfên ermenî – ji sala 1872yan.

http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?MemberNr=30&RubricNr=&ArticleNr=6866

[9] Ergin Öpengin, Bizava wergerê di kurmanciyê de (Translation movement in Kurmanji Kurdish), In Proceedings of 1st International Conference on Kurdish Literature, r.5. xxx. Sanadaj: University of Kurdistan Press. 2011.

[10] Ev Încîla berbehs di arşîva malpera Kitêbxaneya Kongreyê (Library of Congress) ya Amerîkayê da peyda dibe.

http://archive.org/details/peymanenoekhoiye00blis/page/n3/mode/1up?view=theater

[11] Feqî Huseyn Sagniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, r.487. Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2014.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir