Dengbêj Feyzoyê Rizo koça dawî kir

Dengbêj Feyzoyê Rizo koça dawî kir
Dengbêj Feyzoyê Rizo koça dawî kir
Botan Times

Dengbêj Feyzoyê Rizo koça dawî kir ku ew demek bû li bajarê Krasnodar yê Rûsyayê ji ber nexweşîya penceşêrê dihat tedawîkirin.

Feyzoyê Rizo ew du sal bûn pençeşêra madeyê lê peyda bûbû. Bi şev rewşa wî xerab dibe û ew canê xwe ji dest dide.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Cenazeyê Rizo dê sibê li bajarê Krasnodarê bê veşartin.

Dengbêj Feyzoyê Rizo sala 1954an li Êrêvana Ermenistanê li gundê Îçmezdînê hatiye dinyayê. Feyzoyê Rizo ji malbateka Êzidî ye ku wan sala 1915yan ji Îdirê koçî Ermenîstanê kirîye. Rizo birazayê dengbêj Şeroyê Biro û Mecîdê Faris e. Rizo bi xêra Radyoyaya Êrêvanê navdar dibe û dengê wî digehije temamîya Kurdistanê. Dengbêj Rizo piştî sala 2003yan li gelek bajarên Kurdistanê beşdarîyê di mîhrîcanan da dike. Wî di gelek karûbarên çandî û hunerî da jî cih girtîye ku rola wî ya di fîlmê Vodka Lemon da yek ji wan ew e. Herwiha wî li ber bilêra Egîdê Cimo jî strandîye.

Botan Times sitesinden daha fazla şey keşfedin

Okumaya devam etmek ve tüm arşive erişim kazanmak için hemen abone olun.

Okumaya devam et