Rêzan Diljen, xelatgirê 10emîn Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî ye. 11ê çiriya paşîn a 2023yan gava li Diyarbekirê bi merasîmekê xelata xwe wergirt, kêmaxêviya wî ya dema wergirtina xelatê bala min kişand. Bi min wisa diyar bû ku dixwaze li şûna wî, helbestên wî biaxivin. Piştî min dosyeya wî xwendî, min xwest em guh bidin wî û min hin pirsyar û şirove arasteyî wî kirin.
Rêzan, te bi dosyeya Deftera Qetayî xelata dawî ya Pêşbirka Helbestan ya Arjen Arî wergirt. Ev xelat ji bo te û helbesta te wateyeke xwe ya çawa heye û ji ber ku dawiya dawî ev ji xelatekê wêdetir pêşbirkek e, tu qet lê fikiriyî eger bi ser nekevî rêyeke çawa bidî ber xwe?
Di edebiyatê da gava ewil tim zehmet e, serêşî ye, kes nîn e rê nîşanî te bide, tu xwe bi xwe yî. Ji ber vê yekê şairek bi xelatekê dest pê bike helbet bawerîya wî bi xwe zêdetir dibe. Xelat her çiqas barê te li ser pişta te girantir bike jî bawerîyê -ku ev nan û ava şairî ye- jî li te zêdetir dike. Tu zanî, nêzî 4 5 salî ye ev dosye. Ewqasî jî ne ciwan e, lê min tu carî nedifikirî bişînim pêşbirkê. Min tim û daîm digot hê wext heye, ecele nekim. Îcar serê vê salê bû, min dît gelek helbestên min li hev civîyane. Ha meriv wê çaxê dixwaze heval û hogiran, xerîban, heta kesên cirnexweş jî li ser sifrê bibîne, û bibêje va ye şîva min ev e. Min hinekî helbestên berê nihêrî, û kir dosyeyek. Bi rojan ji serî heta dawî dixwend û dixwend. Hin caran ji helbestên xwe sar dibûm, li ber çavên min reş dibûn, bi wan ra şer dikir -gelemperî têk diçûm-. 20 roj mabûn pêşbirk biqede, mamoste Sidîq Gorîcan dosyeya min xwendibû. Nîşeyên xwe li serê nivîsîbûn, û li rûpela dawî wiha nivîsîbû: “Xelatgirê 2023yan Rêzan Diljen”. Ha wê hevokê dîsa bawerî da min. Îcar hefteyek mabû, û min jî dosyeya xwe şand. Axirî bi ser jî ket. Îhtimal bû bi ser jî nekeve. Heke bi ser neketa bawer bike min ê ew dosya bişewitanda. Dibe ku bawer nekî lê şair hinekî dînîkî ne 🙂
Dînîtî li şairan tê. Bixwebawerî jî. Û wêrekî jî, ku dikarin bi carekê re hildin agir pê bixin. Afirînerî, hinekî jî ne ev bi xwe ye? Bala min kişand, te di têbîniyeke helbesteke xwe de (“helbesta dikê”) aniye ku ew helbest di demekê de hatiye nivîsîn ku te niyet hebûye dev ji nivîsînê berdî. Ne helbest jî, nivîsîn bi xwe. Em bêjin te hê nû dest pê kir (5 sal), te çi ecele ye bo deftera qerayî? Meraq dikim bê te çima di demeke wisa zû de dest bi nivîsînê kir û çima xwest di demeke wisa zû de dev ji wê berdî.
Afirînerî eynî ew bi xwe ye. Dîn mirovên ne ji rêzê ne, anormal in. Ê ma helbest jî ne divê teqlîd neke, ne ji rêzê be, wêrek be, serhişk be, li hemû dinyayê bişêwire û bi ya xwe bike. Meseleya dev ji nivîsandinê berdan jî, ez dibêm serdemeka her şairî wiha heye, dike nake ew çem ji dilê wî naherike. Te dît gotineka Borges heye, dibêje “ya rastî ez xwe wek xwînerekî dibînim. Weke we jî hay jê heye min cesaret kir, binivîsim; lêbelê bi min tiştên ku min xwendin ji tiştên ku min nivîsandin gelekî giringtir in. Çimkî mirov ji tişta ku hez dike, dixwîne. Lê mirov tişta ku jê tê dinivîse, ne ya ku dixwaze.” Îcar meseleya min jî kêm zêde weke vê bû, min tişta ku ji min dihat, nedieciband, têr nedidît. Min nedikarî tişta dixwazim binivîsim. Pirsa te ya çima zû dest bi nivîsînê kir jî, bawer bike ez jî nizanim. Nivîsîn ne tenûr e, tu hevîrê xwe bixî nava tenûrê û tu bibêjî ka bila jê nan derkeve. Nivîs te dide zorê û tu xwe bi xwe dest pê dikî. Te ji min biçûktir dest pê kir mamoste, ez dibêjim qey tu vê ji min baştir dizanî.
Di şanzdeh saliyê de min jî bi nivîsîna helbestekê got êdî hew helbestan dinivîsim, ji ber ku min rêya çîrokan dabû ber xwe. Meraqa min hinekî ji ber vê bû. Carna bi min wisa ye ku em li gor temenê xwe nanivîsin û xwe li vegotineke ji temenê xwe mezintir digirin. Afirandineke serdest heye û ew jî di dest temenmezinan de ye ku li wê derê mekanîzma diyar e. Çav li wir in, em jî dibin beşeke wê û zûbizû nikarin xwe jê xelas bikin. Di helbestên te de jî min ev temenmezinî dît. Heçku yê dinivîse ne xortekî bîst salî ye lê kesekî navsere an jî kalemêrek e ku li pişt xwe dinêre û dinivîse. Di van helbestan de bîranînên te “zenggirtî” ne (“deftera qetayî”), tu di “temenê miriyan” de yî (“xemşa”) û bi qasî “helbestekê” temenê te maye (“bi qasî helbestekê temenê min maye”), çemê te “çikiyaye” (“helbesta dikê”). Herweha rabirdûyek heye ku ti carî dev ji te bernade di van helbestan de ku ev rabirdû naşibe nifşê te û dûrî rabirdûya vî nifşê te (Z) bi xwe ye, ev nifşê ku xwe di nav derfetên bêserûber ên teknolojiyê de dîtî û di nav guherînên bilez û binecî yên cîhanê de jiyayî. Serdemeke ku bi hemû aliyên xwe ve kaosekê di nav xwe de dihewîne. Te xwe nedaye ber wê ku helbesta vê serdemê binivîsî, helbesteke ku ne tenê dişikîne lê herweha dicebirîne jî. Tu xwe di nav vê serdemê de nabînî gelo û çima hewl didî helbesteke ji temenê xwe mezintir binivîsî?
Temen meseleyeka hinekî cuda ye, divê meriv paşxaneya wî kesî baş zanibe. Yanî em li dîstopyayekê mezin bûn, di tûrikê me da têra heft sed welatan êş û xem û birîn hene. Pêjna bindestîyê tê ji her gavên me, travma û hey travma. Ê îcar ka yekî wiha ê çawa helbestên ji temenê xwe meztir nenivîse? Tê bîra min hê ez sê çar salî bûm bav û kalê min tim behsa Kuprasî -gundê min- dikirin, ew bêrîkirina gundî, ew dûrbûn min hê wê çaxê fêm dikir kêm zêde. Du helbestên min ên behsa şeş salîya xwe kirine jî hene. Hevdeh sal jê derbas bûye, tu carî ez nikarim wê ji bîr bikim, gava ez her zarokekî li pişta wî çante li devê dibistanekê bibînim ew rewşa min a dest bi dibistanê kirî wê bê bîra min. Ka ji vê normaltir çi heye? Min di helbesteka xwe da jî gotibû, ji wê zarokatîyê qemûşkek li ser destê min maye. Divê lê zêde jî bikim, li ser zimanê min û li ser dilê min jî maye… Bi kurt û kurmancî ne ku helbestên min ji qelema kalekî ne, lê bi min di şert û mercên em tê da bîst û sê sal têr dike ku bîranîn zeng bigirin. Wek min di haikuyekê da jî gotibû:
nîvê şeva kor
dixişxişe li esmên
bîst salîya min
Helbesteke te ya kurt lê kartêker: “zemanê berê / ez sax bûm”. Risteyeke din a Selîm Temo tê bîra min: “gava zarok bûm her kes sax bû.” Herçend peywenda wan cihê jî be, gava vê risteya te di nav bitûna dosyeyê de bi cih dikim, ji bo min hev temam dikin û gava bi giştî berê xwe didim helbestên te, melankolî û endîşeyek xwe tê de dide der: melankoliya li dû dema borî (an jî divê em bibêjin wenda?), endîşeya jidestçûnê. Û şikestinek, şikestineke bi qasî ku şexsî ye, ewçend jî civakî ye.
Ew helbesta Selîm Temo tu carî ji bîra min naçe, helbesteka ecêb xweş e, lê berê min û mamoste Selîm ne yek e, ez rasterast li mirêka xwe ya reş dinêrim. Ji dil jî zemanê berê ez sax bûm, niha tu dibêjî qey li ser rûyê dinyayê rola mirîyekî dileyizim. Piyesek di destê min da ye, û divê bibim saxekî mirî. Wek te jî got mamoste, ne bi tenê şexsî, civakî ye jî. Jixwe civak me ewqasî dipêçe ku kes nikare ji wê bablîsokê xilas bibe. Ê îcar diransaz im jî, belkî rojê bi sed kesan ra xeber didim, bivê nevê tu di bin tesîra civakê da dimînî, tu wê kambaxîya gelî dibînî, êşa li enîya wan dibînî, tu piştre nikarî çavê xwe miç bikî û destê xwe ji wan bişûyî. Naxwazim jî. Rastîya me ev e, gotineka Jean Cocteau tê bîra min, dibêje “şair; derewkarek e ku her tim rastîyê dibêje”. Min di helbesteka xwe da jî behs kiribû “aniha / li nexweşxanê / diranê kalemêrekî hil dikim / ku bi tirkîyeka çelexwarî diaxive bi min ra”. Meseleyên civakî ên bi vî rengî gelek in, piştre şair jî mecbûr dimîne binivîse.
Melankolî û endîşe jî li gor berê kêm in, min ew hinekî restore kirin, min nexwest temamî xilas jî bikim da ku ew balansa hest û helbestê ji tehmê dernekeve. Lê ez dîsa jî qebûl dikim, zêde ye, divê em helbestê ji ajîtasyonê rizgar bikin. De ka hêvî dikim piştî dosyeya ewil a berbad, ez ê hewl bidim dosyeyeka ne xirab bêm sifra edebiyatê.
Eger melankolî û endîşeyê tenê wek berbadiyê bi nav bikî, tu dê neheqiyê li dosyeya xwe bikî. Ev ne ajîtasyon e, belkî jî navê herî xweş bo wê “bedewiya berbad” e. Em dikarin maneya “qeswetê” li vir, li berbadê bikin. Hezkî em berê xwe bidin meseleyeke din. Bi qasî ji nivîsar û helbestên te tê derdixim meyla te gelek li ser zargotinê, gilî û behsên gelêrî, dîmenên adetî û çanda devkî heye. Heft bavik, kêça kezîkur, Lawikê Metînî, Eliyê Mamed. Di nivîseke xwe de gava behsa dengbêjî û çanda devkî dikî, dibêjî “divê em naverokê modernîze bikin” û diyar dikî ku çanda nivîskî jî tesîrê li çanda devkî bike. Tu dikarî hizra xwe ya helbestî ya di vê mijarê de zelal bikî û bibêjî ka naverok çawa mimkin e modernîze bibe û çanda nivîskî çawa tesîrê li ya devkî bike?
Bi min şairekî kurd nîn e ku îlham ji dengbêjekî, ji çîrokbêjekî negirtibe. Qet nebe ji xebereke diya xwe girtiye. Ez bo xwe bêjim, ez berî çîrokên Edgar Allan Poe hînî çîrokên diya xwe bûm –Zêrka Zêra, Kêzxatûn-. Ez berî helbestên Shakespeare hînî kilamên Miradê Kinê bûm. Îcar ku rewş wiha be, bivê nevê tu mecbûr dimînî ji kanîya zargotinê vexwî. Lê meseleya folklorê hinekî bi talûke ye jî, divê tu berhemên bi folklorê şor nekî, ku bikî dibe teksteka folklorîk, û ji alîyê edebiyatê ve tazî dimîne. Me li hev kir, divê folklor di tehmê da be, belê. Lê meseleya modernîzeyê? Bi min divê kontakta edebiyata devkî û nivîskî hinekî din xwirttir bibe, nexasim bo miletekî mîna me. Çimkî em ji çanda devkî gelekî hez dikin, û hê jî têra xwe li ser piyan e. Û bi min ji nivîskîyê pêştir e jî. Ê ma em ê çima guhê xwe nedine vê çandê. Û lê zêde dikim, divê êdî çanda nivîskî tesîrê li çanda devkî bike. Bi min divê romannivîsên me karakterinên wiha biafirînin ku heta dengbêjên me jî li ser wî karakterî klaman bistirin. Axir kontakteka ne çêker pêwîst e. Mînak em helbesta Yewnanan binêrin, bê çawa mîtolojîya xwe bêtirs bi kar anîne. Bo her miletî ev rewş wiha ye, îcar ez ê çima behsa Zêrka Zêra nekim. Ka jê xweştir. Kekê, ez ne şairekî kurd im, kurdekî şair im…
Ê bi vî awayî li şûna ku çanda nivîskî çanda devkî modernîze bike, çanda devkî çanda nivîskî folklorîze nake? Em bêjin Huseynê Omerî haikuyên te bi vî awayî distirê: “wê çav girtine lê lê / çav, helbest û helbestkarê lê / weşîn j’ferhengê wey lê”. An jî Ayhan Erkmen bi vî awayî dike çîrok: “Hebû tune bû. Rojekê wê çav girtibûn. Çav, helbest û helbestkar bûn. Çima rojekê neweşîbûn ji ferhengê.” Berhema ku dikeve qada folklorê, mimkin e ji anonîmbûnê xelas bibe? Tevî ku herî dawî Cegerxwîn karibû tesîreke ewqasî xurt li vê qadê bike û risteyên wî li ser zar û zimanan ber bi anonîmbûnê ve çûn.
Em bifikirin, Ehmedê Xanî destana Memê Alan ji çend dengbêj û çîrokbêjan guhdarî kiriye, û talîya talî bi awayekî helbestî nivîsîye û ev berhem gihiştiye roja me. Ma Ehmedê Xanî çawa bihîstibe bi vî awayî nivîsîye? Helbet na. Wî jî ev destan bi awayekî helbestî terbîye kir. Ev tişteka normal e, îcar ku stranbêjek, dengbêjek jî helbestekê bike stran ew ê jî li gor rê û rêbazên stranê wê dîsa biafirîne. Jixwe divê bi vî awayî jî be. Tişta ez dibêjim çima Ehmedê Xanî an jî yekî din derneketiye, û karakterekî wekî Memê Alan neafirandiye? Ji wan nehatiye an çanda devkî hengî xwirt e ku hewce nedîtine biafirînin?
Min di pirsa berê da jî got, folklor tişteka talûke ye, dikare te bixe xefkê. Lê bi min berhemeka non-folklorîk berhemeka tazî ye. Sandor Petöfi şairekî Macar ê gelekî navdar e. Gotineka wî ya nêzî vê meseleyê heye, dibêje “Bêguman helbesta gel helbest e, bihêlin em wê bikin bingeh (domination).” Axir, ez jî di vê fikrê da me. Ha bila kes nebêje guhê min tenê li dengbêjan, çîrokbêjan e. Min di kitêba xwe da li ber Zêrka Zêra behsa Annabel Leeyê jî kir, li ber çiyayên Kurdistanê behsa Havannayê jî kir, Cegerxwîn jî heye Jose Marti jî heye di berhema min da. Ez behsa vê dikim, bila kiras yê me be, lê helbet divê çavê me li kirasê xelkê jî be.
Mînakeka din, kêm stranbêj hene wekî Ciwan Haco navdar û di nav gel da tên guhdarkirin. Ê Ciwan Haco ji Cegerxwîn jî, ji Rojen Barnas jî, ji Qedrî Can jî helbest nekirin stran? Ew bircên Diyarbekirê yên ku Rojen Barnas navê xwe lê kola, piştî Ciwan Haco ew kir klam ma tiştek pê hat? Ma gula Qedrî Can a sor çilmisî? Dengê Yerîvanê qut bû? Nexêr.
Te di kitêba xwe de çendîn caran cih daye formeke biyanî, haîkûya japonan jî. Ev çend salên dawî haîkû di helbesta kurdî de jî gelek caran xuya bû û xuya ye hat hezkirin. Bi ya te sedema vê çi ye, giringiya wê ji bo te çi ye û haîkû dikare helbesta kurdî bi pêş de bibe?
Helbest ji peyvên zêde, ji dubareyan qet hez nake. Bifikirin helbest tiştekî wiha ye ku tu helbestekê binivîsinî û dest nedîyî, bibêjî ez ê serê sê çar mehan lê vegerim, tu yê bibînî her gava te lê nihêrî te çend risteyan, peyvan jê kêm kiriye. Yanî gava helbest dema xwe berdide, wext derbas dibe, helbest jî kin dibe. Îcar haîkuyan bifikire. Tu di hevdeh kiteyan da helbestekê dinivîsî. Hevdeh. Tişteka ecêb e. Bi min şairek haîkuyan nenivîsîne jî divê wan baş bixwîne, li serê bixebite. Ê bi xêra haîkuyan qelema xwe baş terbiye bike. Yê min bi xwe jî xêra haîkuyan di helbestên serbest da gihîştiye min. Em klasîkên Japonan jî binêrin. Japonan nanê haîkuyê heta di romanan da jî xwarine.
Tişteka din, ez nikarim bibêjim xwînerên kurmancî ji haîkuyan hez kirin. Ne bawer im jê hez jî kiribin. Gelek kesan ceriband. Kawa Nemir, Berken Bereh, Selîm Temo, Sidîq Gorîcan… Dibe ku di nav şairan da olan dabe, lê xwîner? Divê em ji wan jî bipirsin.
Helbest ji bo te di kîjan merhaleyan re derbas dibe û li ku bi dawî dibe? An jî bi dawî dibe gelo?
Helbest ne rêyek e ku tu bibêjî va bi dawî bû, ne sifreyek e ku tu bibêjî va ez têr bûm. Ger û geşta dilan e, keşfa hestan e, bê dawî ye. Yek îro rabe, li ser rûyê dinyayê helbestê qedexe bike, hemû arşîvan bişewitîne, hemû helbestkaran bi dar de bike, û heta Shakespeare û Rilke jî ji hişê me hemûyan derxe, kes bawer dike wê helbest êdî xilas bibe? Bawer bike ê roja dinê yek derkeve vê rewşê bike helbesteka têrlîrîk û wê bibêje serî hildin. Ma helbest û şoreş ne hevalê hev in?
Dîroka helbestê gelekî kevn e, qonaxên wê gelek in. Lê em wekî şexsî bibersivînin. Em bibêjin qonaxa ewil, qonaxa xwenasîn, qonaxa nêzî gumpilê. Qonaxa ewil destpêk e, gava ewil e. Kêm şair di gava ewil da helbesteka gihayî diafirînin. Hê kerik in helbestên wan, gelekî normal e jî. Di qonaxa diduyan da êdî rengê xwe digerin, dibin xwe, hinekî din rûdine helbest. Ya sisêyan, qonaxa nêzî gumpilê. Min çima negot gumpilê, min got nêzî gumpilê. Çimkî tu helbestkar nikare biçe gumpila helbestê, encax dikare biçe gumpila xwe. Asoya helbestê bêdawî ye, lê ya şair? Nexêr. Şair nêz bibe jî nikare bigihêje wê astê, yanî tu carî bi dawî nabe. Helbesta ku li ber çavê Xwedayê xwe bi dawî bûbe bi kêrî sîr û pîvazekê naye.
“û çima xilas bikim / helbestên xwe / ji kendêl?” Çima xilas nakî?
Helbest qadeka îlegal e, li wir zagon nîn e, serdest nîn e, Xwedê nîn e. Ê di vê rewşê da helbest bivê nevê diçe ber bi kendêl ve. Şairê “çav li nêrgizên sik dikir piştî her xatirxwestinê” ê çima helbestên xwe yên îlegal, dijklîşe ji kendêl xilas bike û wê bîne li deşteka rast û şîn?
Tu kê dixwînî vê pêlê, ji xwendina berhemên kê hez dikî?
Ev demek e li ser wergerên helbestan dixebitim, min çar hejmarên LeWergerê û du hejmarên dawî yên Bar Helbestê dubare xwend û analîz kir. Kêfa min gelekî ji helbestên Selîm Temoyî ra tên, min piştî 112 hesp û xezelek xwend, dîsa berê xwe da her sê pirtûkên Selîm Temoyî. Ez gelek caran dîsa vedigerim berhemên ku min xwendin. Edeteka min a wiha heye. Edeteka din jî, tim du an jî sê berheman bi hev ra dixwînim. Yek ji wan teqez helbest e. Min helbestên Yorgos Seferisî dîsa xwendin, niha rojnivîska wî dixwînim. Û Bablîsoka Evdal Baqî.
Rêzanê 35 salî tam vê gavê li hemberî te ye. Dixwazî çi jê re bêjî?
Difikirim heke Rêzanê 35 salî û yê niha li maseyekê rûnin, û di destê her duyan da defterek hebe… Berî her tiştî dixwazim li hev xerîb bin. Heta gelekî xerîb, du kesên ji hev cihê, û nîqaşeka xwirt a helbestê bikin. Û dixwazim gava min 35 salî li Deftera Qetayî nihêrî, bibêjim wextekî ez çi çirax bûm, dixwazim bêm wê astê ku berhema min li ber çavê min reş be.
Ez ê ji Rêzanê 35 salî çi bipirsim? Gelek pirs hene di hişê min da. Divê heta wê çaxê min du dîwanên din weşandibin. Shakespeare û Pound bi ingilizî, Baudelaire, Aragon û Rimbaud bi frensî xitim kiribe. Min dil heye sibêrojê kovareka tenduristiyê jî derxim, ew jî ferz e. Û gelek tiştên din. Ez ê wan yeko yeko ji wî bipirsim. Heke yek jî kêm be ez ê bela xwe lê bidim.
RÊZAN DILJEN
Di sala 2000an da li Batmanê çêbûye. Ji pazdeh salîya xwe ve bi helbestê ra mijûl e. Helbest û nivîsên wî di kovar û rûpelên weke Nûbihar, Dilop, Bar Helbest, Çandname û Kurdshopê de weşîyane. Deftera Qetayî dosyeya wî ya ewil e.