Bi dîtina min ev ne helbest e, çiku hê ji serî de her hewla xwendinê ya wekî helbesteka normal nîvçe dihêle û kilambûna xwe li me ferz dike. Baş e ku ne wisa ye jî, di gelek helbestên din de Bahadîn bi şiklên cuda ji kelepora dengbêjiyê sûd wergirtiye û hewl daye tevî edebiyata me ya klasîk wê bike çavkaniyeka helbesta xwe. Bi dîtina min hêj dîwana ewil de ev bîrbirî û polîtîkaya edebî hêjayî pesnê ye.
***
Helbesta kurdî di van deh-diwanzdeh salên dawî de bi berawird demên din gelek şairên nû yên berkeftî berhem da ku piştî 25 saliya xwe jî bi rijdî li ser nivîsîna helbesteka jixwerazî dixebitin. Jixwerazîbûn giring e, bi dîtina min ew wê hêzê dide mirov ku em şidyayîtir bin bo berdewamiyê û lêgerîna afirandinên nû û ciyawaz. Ev pêleka derengmayî ye çiku her di vê demê de em dibin şahid ku civaka me ya zîval zîvalî zêdetir bi ber bayê ziman û ruhiyetên serdest dikeve, hêrsa me ko dibe û em bi gelek tiştan re li hev tên, bi hemd an jî bêhemd wan dihebînin ku berê bo beşeka me ya mezin kufr û şermezarî bûn. Di demên wisa de çê dibe huner bi wê peywirê rabe ku herkes her tim behsê dike û bike ku beşek ji wan/me li xwe warqile. Edebiyata kurdî xasma şairên kurdan ji Ehmedê Xanî û vir ve ye bi vê berpirsyariyê hisiyane û her çend Xanî bersivek dabe û xwestibe xwe veder bike jî berî her tiştî pratîkên wî yên edebî vê yekê nîşanî me dide ku erê, tawan helbet ya şairan e jî. Anku yê ku em fêrî êgir kirin Xanî bi xwe bû. Nivîsîna her risteyeka ku bi xizmeta netewîbûn û coşbûna hestên neteweyî radibe vê bersivê her car dubare dike.
Baş e, ev helbest her car digihêjin berdestê xerîdarên xwe? Bersiv diyar e û hincet jî diyar in helbet. Bi bernameyeka xurt, bi motîvasyoneka ku di bahoza ewil de ji xwe nakeve şikê re tev dê çê bibin helbet û helbest wê demê wê rola xwe baştir bigêre. Di vê nivîsarê de ez dê hewl bidim bi dîwana şairê xelatgir yê pêşbirka helbestan ya Arjen Arî, Bahadîn Akhan re biaxivim, li nav rûpelên wê derkevim geryanekê.
An jî gilî-gotinên li ser hatinê, her wekî navê xwe li ser hatinê ye, lê beriya hatinê, ew berê me dide çûnê, çûnê nîşanî me dide û bîra ku li pey wê çûnê maye. Dîwan, axlebe ji helbestên lîrîk û dirêj pêk tên ku gelek risteyên wê ji hedê xwe bilindtir in û hêja ne ku canik û ciwamêr wan ji hev re bixwînin, pê hest bi mezinahî û rewnaqiya evîna xwe bikin. Gava helbestên Bahadîn Akhan dixwînim yekser ev tê bîra min belê kes nîne zêde bi wan re parve bikim ku wan jî ev helbestên xweşik xwendibin. Xelata helbestê ya Arjen Arî îsal ket sala xwe ya dehan, Bahadîn sala borî ev xelat wergirt bes wekî pirtûkên din yên xelatkirî yên vê pêşbirka ku rê li ber gelek şairan vekiriye, û bo nimûne ez yek ji wan im ku niha behsan jê tînim vê derê, pirtûka an jî gilî gotinên li ser hatinê piştî merasima xelatdayînê û çend nûçeyên ji ber hev, ji heman çavkaniyê hatine girtin, çu cihê xwe, depoya weşanxaneyê û ne ji şairan ne jî ji xwîneran kesî pirsa helbestên tê de û şairê li piştê de nekir.
Ev rexneyek e hem bo Weşanên Sor ku pirtûkên ku çapkirine baş belav nakin, nakevin hewla dananîsa wan, lê di heman demê de ev rexneyek bo Pirtûkakurdî ye jî ku doza van pirtûkan nake, bi şiklekî wan dernaxe bazarê.
Ez vegerim ser pirtûkê, hêj beriya weşandina dîwanê xweşbextane Bêrîvan Kayı li GazeteDuvarê û Bilalê Xerzî di Kovara Dilopê de hevpeyvîn bi şair re kirin, em ji poetîkaya wî haydar kirin lê ew jî li ber bayê gotinên wî yên li ser Janyayê çû û wisa ma. Yên ji gotinên wî yên li ser Janyayê aciz jî bûn û tevî nifşê wî ew bi qedirnezaniyê, bi qurretî û nezaniya nifşê nû sûcdar kirin jî û yên ku heq danê û bi gotinên wî kêfxweş jî bûn, wisa dizanim berê xwe nedan helbestên wî, negotin temam baş e lê ka te çi nivisîye şair! Bi xwe, ez ê ji aliyê laleşê, ji pencereya wê derê biaxivim. Dixwazim û hêja ye jî, li ser gelek hêlên dîwanê biaxivim bes quncika min ya vê derê û jê zêdetir şiyana min ya rewanbêjiyê destûra vê yekê nade.
Her wekî min li jor amaje pê kirî hinekî, an jî gilî gotinê li ser hatinê axlebe ji helbestên dirêj pêk tên ku di hindekan de xema dirêjkirinê wisa kiriye ku helbest biweste û bilukume. Ev ji ber dubarekirina zêde ya peyv, hêma û îfadeyên wekî bîr, çûn, hatin, bêrî, evîn, hezkirin, kelam û kilam, peyvên din ên hevwate û nêzwate ye. Ji ber vê taybetmendiya pirtûkê, piştî demekê mirov wisa difikire ku ji bilî du sê helbestan û kilama Pîrozeyê hemû helbest varyasyonên hev in. Gelek risteyên mezin di wan de hene bes paşxaneya pastoral, atmosfera folklorîk ya axlebe xwe bi ducarî, hêman û îfadeyên folklorîk yên ku hema bêje li temamê dîwanê serdest dike piştî demekê mirov biwestîne. Bi min pêdivî pê hebû ku xasma ducarî û îfadeyên folklorîk hinekî bihatina kêmkirin. Ev yek dibe sedem ku di heyna xwendinê de xwîner hest ne bi şairekî hevçerx lê bo nimûne em bêjin bi yekî ku 30-40 sal berê jiyaye û teswîrên dewra xwe daye, bike.
Helbet ev hêlek dîwanê ye, li hêla din tevî ku em texmîn dikin ku zêdetir e jî bi rêya amajedanên bi metnên din yên serdema xwe û xemên xwe yên îro, bi roja me re tê girêdan. Şair bi rêya teknîka navmetniyê re têkilî bi gelek metnan re daniye, vê yekê metin qewîtir kiriye. Ez bi xwe bi kêfxweşî metnên wisa dixwînim û ji bo min edebiyat ew e ku karibe bi metnên din re bide û bistîne, bi wan re biaxive, bêyî ku xweseriya xwe ji dest bide wan bi aliyê xwe ve bîne, bike rengekî xwe.
Dîwan bi helbesta bi navê ramûsan ji serçokê dest pê dike û bi ya bi navê û evda xwedê diqede ku di rastiyê de her du wek helbestekê dixuyên, hemû helbestên din hildane hundirê xwe. Her beşeka her du helbestan riste/îfadeya evda xwedê diqede ku rengê leitmotîfan dide. Ji bo hezkireyeka li dûriyê hatine nivîsîn ku di nav re amaje bi gelek temayên din tên kirin. Di asasê xwe de temayên wan, evîn, zaroktî, bûyîn, çûyîn, bêrî, birîn, bîr, xweza û jin serdestê temamê dîwanê ne. Ev tema him rengekî melankolîk didin helbestan him jî bo xwendineka psîkanalîtîk gelek şîfreyan di xwe dihewînin. Bo nimûne di helbesta şilorê de lehengê ku ji ber hezkirina xwe ya dara şilorê bûye suxte û dest bi hînbûna Qur’anê kiriye her cara hîn dibe ku Xwedê amaje bi hinek dar û fêkiyan dike lê qet behsa şilorê nake û herî dawî gava şilor ji teref melê ve tê ser jê kirin dev ji baweriya xwe berdide û dibe feqîyekî terkeselat:
piştî xutbê, mele dara şilorê ser jê kir / êdî neçûm mizgeftê, bûm feqiyekî terkeselat / êdî fêr bûm! Xwedê herî zêde / ji zeytûn û hejîran hez dikir / qe behsa şilorên sor nedikir / min jî destên xwe / ji xwedê şuştin
Bahadîn xasma li ser meseleya jinan, tehdeyên ji teref mêran ve li wan hatî kirin disekine lê ne tenê bi çavê mêrekî şair, bo nimune di helbesta li tarlabaşiyê li wan çaxan de bi devê qehpikekê diaxive ku di encama zordestiya dewletê û şewitandina gundan de ji welatê xwe bûye, li ber bê ketiye ta ku li Tarlabaşiyê bibe qehpik û li benda mirina xwe be. Na ne li benda mirina xwe, belê li benda kuştina xwe be ji teref mêrekî ve. Helbest bi devê jinê tê vegêran ku hê di destpêkê de ligel hezeka ku berê li ba her zindîyan peyda dibû lê niha kêm bûye gelekî, heya bi hezkirina xwe ya bo Delîlayê û jinên azad dixe ku ew him navê straneka navdar ya Delîlayê ye hem jî di sûretê wê stranê de hezkirina xwe bo gerîlayên jin bo me dibêje. Helbet ew ne li ser sahneyekê ye û bo komeka guhdar û bîneran naaxive, ji vê zêdetir gava min ev helbest xwend hişê min diçû ser jineka ku li odê bo xwe, behsa xwe dike. Tiştê ku jiyaye bi risteyên ku peywira fragmanên çîrokan û carna sekansên sînemayê dibînin di ber çavê me re derbas dibe. Her ji ber vê taybetmendiya xwe monologa lehengê û bîranînên ku bi hestên cuda tên vegêran rengê tiyatroyekê jî didin û heger li serê were sekinîn dikare wekî lîstekê jî were pêşkêşkirin:
min xwe tazî bikira li hafa xwedayan
her carê, her danê yek radipelikî ser sîngê
min. zilamek newêrîbû bibûya bîj,
sêveke sor gez bikira. rep dibû dîrokeke
ji qîr û qetran, wisa li dû min, li dû min dikişkişî.
Di vira de wekî her car tê gotin ku mêr wekî xwedayan hatine teswîrkirin çiku her tişt di hukmê wan de ye û ji bo xatirê wan e. Di dîwanê de îfadeyên bi vî rengî zêdetir hene, ev yek bo fêmkirina jinan û piştgirîdana bo hereketa femînîst kêrhatî ye, loma Bahadîn bi wêrekî hem aliyê xwe diyar kiriye hem jî kariye hestên jinan, hêrsa wan û xemên wan derbibire.
Di her sê beşên helbestê de kirdeya helbestê bi dorê behsa rabirdûya xwe, heft birayên xwe, bavê xwe yê tirpankêşê di ser xwe re, bi amaje û guhertineka li gor naveroka helbestê, kilama navdar ya em herî zêde ji şiroveya Şakiro wê dizanin pesnê mêrxasên mala diya xwe dide heta ku hikûmeta çûr î çavşîn were gundê wan bişewitîne û wê bipengizîne Tarlabaşiyê ku jê pê ve dê bi qehpik be û li xema rojên berê, bi hêrsa xwe li benda kuştina xwe be:
çi qehbibek im ez wisa, li ber ocaxa Baba Tahir,
uryan ji jînê, bêtirs ji bav û kalên rojhilatî
reperepa mêraniyekê dide dû siha min,
aya ez ê kîngê bêm serjêkirin li vê tarlabaşiyê?
Reperep hem amaje bi dengê meşeka lezgîn ya ku ancax di derengê şevê li kolaneke xalî were bihîstin, dike hem jî bala me dibe ser erektebûna mêrî ku ji zû de ye amade ye çi bo kuştinê çi jî bo tecawizê. Loma ev helbest di heman demê de şînek e bo jinên ku di nîveşevan de an jî ro li nîvro li orta kolanan hatine kuştin, yên xwe xwe darda kirine. Ev daxwaza guherînê ye bo mêran/mêrbûnê ku şair wê dixwaze û gazî dike ku mêr li serê bifikirin, hewl bidin têkilî û mirovatiyeka dost bi her cure zindî û giyaneweran re daynin.
Kilama Pîrozeyê berhemeka mukemmel e ku her cara ku ez dixwînim jixweber, her wekî ku kilameka Şakiro an jî ya Delîl Dîlanar be, çend caran min hewl da bi deng bixwînim lê piştî çend risteyan her wekî ku dengbêj bim, xwendina min diqulipî ser şêweyeka kilameka ku her car em guhdar dikin. Kilam hem teqlîdeka mukemmel ya kelepora dengbêjiyê ye û ji vê hêlê ve her pesnê heq dike. Mebesta min ji teqlîdê ew e ku li gor wê keleporê hatiye nivîsîn, her wekî ku kilameka şakiro an jî dengbêjekî din be. Sazkirina risteyan, mijar û pêşkêşkirina mijarê, hêma û îfadeyên wê û destpêk û qedandina wê jî wekî nimuneyên berdest yên vê keleporê ne. Heke dengbêjek rabe wê bi şêweya xwe bixwîne dê hîç zehmetiyê nekşîne. Gava wisa dibêjim şakiro tê bîra min û dibêjim wî dê ilhes hindek guherînên biçûk tê de çêkira. Sermerselê Şakiro dê wek Bahadîn bi vî şiklî dest pê nekira:
Eman eman eman eman…
Delala min eman, eman
Pîrozeyê, wî de eman
Na bawer nakim, bi min wî dê wiha dest pê bikira, kêfa min tê ku wisa xeyal dikim û li ser navê Şakiro diaxivim, texmîn û xeyal e çi bikim:
Sibe ye vê sibengê, berxa min sibe ye, ez hatime ji dêrisê çiyan…
Îhtimal hebû ku ev bibûya yek ji kilamên herî xweş yê Şakiro. Wekî kilam min gelekî ji vê berhemê hez kir lê bi dîtina min ev ne helbest e, çiku hê ji serî de her hewla xwendinê ya wekî helbesteka normal nîvçe dihêle û kilambûna xwe li me ferz dike. Baş e ku ne wisa ye jî, di gelek helbestên din de Bahadîn bi şiklên cuda ji kelepora dengbêjiyê sûd wergirtiye û hewl daye tevî edebiyata me ya klasîk wê bike çavkaniyeka helbesta xwe. Bi dîtina min hêj dîwana ewil de ev bîrbirî û polîtîkaya edebî hêjayî pesnê ye. Bi xêr hatiye Bahayê şair:
barana koçeran li dû risteyan dibarin,
zanim hemû peyvên şa’iran li staran digerin
te dî gava dikêlimin ji bindestiyeke dêrîn
peyvên wan hingê, yek bi yek serhildêr in
Çavkanî
Bahadîn Akhan, An jî gilî gotinên li ser hatinê, Weşanên Sor, 2022