Mehmed Uzun di 16emîn salvegera koça xwe ya dawî da hate yadkirin

Wekî xala yekem, Şeyhmus Diken di peywenda nivîsa Ali Duran Topuz da, li ser peyva mektumê xwest ku Uzunî pênase bike. Diken, mektumê di peywenda Uzunî da wisa dibîne ku ew kesê ku zimanê wî qedexe ye û nikare biaxive. Xala duduyan kanon e ku ew li ser axivî. Diken, Uzunî wekî kanona edebiyata modern ya kurdî dibîne.

Di şanzdemîn salvegera koçkirina Mehmed Uzun da li goristana Derîyê Mêrdînê, li ser gora wî ew bi girseyekê hate yadkirin. Kesûkar û malbata Uzunî û gelek serok û endamên sazîyan û dostên wî li wir amade bûn.

Bernameya yadkirinê bi kurdî (zazakî-kurmancî) û tirkî dewam kir ku metna yadkirinê bi her du zimanan hatine xwendin.

Çendîn kesan li ber serê gora wî metn, helbest û bîranînên xwe gotin û wan, ew bi bîr anî. Herwiha ji gelek dezgeh û şexsiyetan name hatibûn şandin ku li ser gora wî hatine xwendin.

Ji yadkirina Mehmed Uzunî

Îsmaîl Tekîn, bi tirkî metna xwe pêşkêş kir. Tekînî bal kêşa ser nivîskarîya Mehmed Uzun ku Uzun nivîskarekî edebîyata modern ya kurdî ye ku ew li ser dengbêj, kilam, destan, çîrok û çanda kurdan hûr bûye.

Tekîn çendîn gotin ji kitêbên Mehmed Uzun yên cuda cuda xwendin.

İsmail Tekin

Seyîdxan Enter bi kurdî axaftina xwe kir û metna xwe xwend. Enterî destnîşan kir ku her ku ew berhemên Uzunî careka din dixwîne zanyarîyên wî zêdetir dibin. Ji ber vê yekê jî ew pêdivîyê bi hindê dibîne ku divê her tim Uzun di rojeva wan da be ka çawa ew serkeftîye, ew jî bi ser kevin û nifşên nû yên Uzun derkevin holê.

Seyîdxan Enter

Enter balê dikêşe ser wê yekê ku xelk, bijîjk, şaredarîya me û tevgera azadîxwaz a kurd ya wê demê gelek lê xwedî derketine. Dixtor Weysi Ülgen helbestek bo giyanê Uzunî nivîsîbû û xwend.

Nameya hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaş û şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mızraklı hate xwendin ku Mızraklı yek ji dixtorên wî bûye.

Beşek ji nameya her duyan:

“Merheba Mehmed Uzunê nemir, pênûsa zimanê kurdî, dengê vegotin, serpêhatî û hestên xelkê kurd. Em te bi hesret, bi dostanî û bi dilekî xemgîn bi bîr tînin. Me bang te ya dawî, ya bi coş, ya ji bo aşitîyê ji bîr nekiriye. Banga te îro jî bi awazek zelal ji zaroka heft salî Rozerîn bigire heta dayikên heftê salîyê Hawa di nav me da dijî. Îro jî duhî zêdetir pêwistîya me bi biratî û yekitîyê heye.”

Herwiha Komeleya Nivîskarên Kurd ya Swêdê (KNKS) name şandibû ku ew name jî hate xwendin.

Nivîskar û dostê Mehmed Uzun Şeyhmus Diken dîyar dike ku mirov dikare li ser du xalan Uzunî pênase bike. Wekî xala yekem, Diken di peywenda nivîsa Ali Duran Topuz da, li ser peyva mektumê xwest ku Uzunî pênase bike.

Şeyhmus Diken

Diken, mektumê di peywenda Uzunî da wisa dibîne ku ew kesê ku zimanê wî qedexe ye û nikare biaxive.

Xala duduyan kanon e ku ew li ser axivî. Diken, Uzunî wekî kanona edebiyata modern ya kurdî dibîne.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir