Botan International dê bi piştgirîya Fona Demokrasîyê ya Ewropayê (EED) 27-28-29ê Cotmehê, bi awayekî online, 6 Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal pêk bîne.
Kargeh û dersdarên kargehan ev in:
Kargeha Hazirkirina Naverokên Podcastan: Omer Faruk Baran (Perxudres Pocdast)
Kargeha Teknîkî ya Çêkirina Podcastan: Semiha Yıldız (BotanTimes Podcast)
Kargeha Edîtorîya Medyaya Dîjîtal: Hozan Adar
Kargeha Hazirkirina Hevpeyvînan: Ferid Demirel (bianet)
Kargeha Birêvebirîya Medyaya Dîjîtal: Ali Duran Topuz (Arti TV, artigercek.com )
Kargeha Wênegirîya ji bo Nûçeyan: Sertaç Kayar (REUTERS)
Kargeha Rojnamgerîya Edebî: Murat Bayram
Kontenjana beşdaran ji bo kargehan 15 kes in û heman kes dê beşdarî hemî kargehan bibin. Dema lijneya hilbijêr beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, ew kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîne hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.
Ders dê bi Kurmancî bin.
Ji bo forma serlêdana kargehê bitikîne.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.